HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Em 18’ê Gulanê weke roja şehîdan bi bîr tînin.

Piştî şehîdê me yê mezin Heqî KARER û dûv re ÇARAN, pişt re jî bi sedan hevalên me berxwedana lehengî ya şayanê vê rojê dîtî, di dîroka partiya me de weke rojeke watedar cihê xwe girtiye.

 Roja şahadetiyê, têgeha herî zor a têgihiştin û bicihanîna pêwîstiyên wê ye. Fêmkirina şehîd, radestkirina heqî wî/ê, jiyankirina li gorî wasiyeta wan, divê weke peywir û berpirsyariya sereke ya şoreşgerekî/ê bê destgirtin. Ligel vê, divê ev bê serwekirin, şerê wê teqez bê dayîn û ev pêwîstiya nebena ya dilsoziyê ye. Hê jî di bîra min de ye, dema min got “em dikarin çawa bersiv bidin bîranîna Heqî KARER?” hinek hevalan gotin, “em êrîşî polîsekî bikin wisa tola wî bigirin”. Ev fikir qet di serê min de de rûneniştibû. Erê, em ê rojekî wî kujerî biqefêlin, cezayê wî provakatorî bidinê, ev dibe. Lê me pir baş dît ku ev bîranînê xilas nake. Lewre piştî ku em bi demdirêjî fikirîn, me di nava heman salê de, pêşnûmeya partiyê ya niha, li taxa ku ew şehîd ketî, nivisî û ez texmîn dikim me got bersivbûna herî guncav a bîranînê ev e. Wê, em ji komeke hêsan a ciwanan kişandin komeke ku biryara partîbûnê dayî.

Wê demê di partîbûnê de fêmkirina şehîd û şehîdê destpêkê, bi cihanîna pêwîstiyên wê risteke gelek giring dilîze. Û dikare bê gotin ku dîrokê ev hewldana me ya partîbûnê weke sersalekî wate lê bar kir. Weke xaleke herî giring a dîroka neteweyî cihê xwe girt.

Di bîranîna şehîd de israrkirin, bi cihanîna pêwîstiyên wê, ligel tevahiya şehîdên paşî, ji bo yên dijîn jî bû xeteke jiyanê, ev jî tê wateya xeta şer. Ev heta xeta şerê gel jî hate pêşxistin. Yên ku nezanin bi şehîdan ve bên girêdan, teqez bê rêz in û ligel vê tu caran nabin xwedî kesayetiyên rêzdar.

Yên ku nekarin mafê şehîd bidinê, bîranîna wan ji xwe re esas negirin û  li gorî wê jiyana xwe bi rêkûpêk nekin, nikarin bibin têkoşerekî/e baş ê rastiya me ya partiyê.

Heke tiştên ku em ji bo şehîdekî dikin, hûn li yên ber serê xwe, heta bi hezaran yên di bin berpirsyariya we de dijîn bifikirin û bibînin ku hûn yek bi yek bersiveke saxlem nadin wan, bînin ber çavan, hûn ê sedemeke din a giring a bêkesayetiya xwe û kesayetiya xwe ya bi partiyê re nebûye yek, derxînin zanebûnê. Heke we heqê şehîd bidayê, ez bawer im ku we dê ev nirxandinên niha nekirina. We dê ev kesayetiya xwe ya bi kesayetiya partiyê re li hev nayê, rêzdariya wê esas nagire nedomanda. Yên ku ewqas şehîd di dilê xwe de bi cih kirî bi teqez ewqas kêmasî nake.

Şehîdên PKK’ê, belkî jî hêja  ye ku weke şehîdên mirovahiyê yên herî bingehîn bên nirxandin. Xeletiya we ya herî sereke, hûn wateya şehîd di rastiya PKK’ê de li gorî pêwîstiya wê dernaxin zanebûnê û di anora xwe de hezim nakin e. weke ku hûn di gelek mijaran de dikin, di vê mijarê de jî we şêwazeke li gorî xwe bijartiye. Heke hûn dixwazin encameke rast derxin, divê hûn bi awayekî micid weke ku xwe razînin ber devê kêrê wisa razînin û bigihînin encameke bi tendirûstî. Berpirsyariya we ya pêkanîna vê heye ku hûn di xeta şer de dîsa tevahiya van kêmasiyên xwe razînin ber kêrê û dawî lê bînin… bi vî awayî ancax dilsoziya bi şehîdan re gengaz e û ev jî hêza kes a bi serxistinê ye.

Li pêşberî şehîdan ravekirina meyleke din, dilxweşkirina wan nabe. Divê bi teqez em şehîdan rast fêm bikin û bizanibin. Gumana min a herî mezin, ev rûxarkiya hûn dijînû dîsa ji rêzdariyê dûr, pir sivik, ango nêzikatiya we ya jiyan û têkoşînê ye û ev ji bo bîranîna şehîd xirabiya herî mezin e.  Dema em li bîlançoya şehîdan dinêrin, nexasim dema em çawaniya wan a bilind bidin ber çavan, bi kesayetiyên we yên heyî ve gelek zehmet e ku em hev fêm bikin, li ser vî hîmî we weke peyrewekî şayanê şehîdan binirxînin. Pirsgirêkeke we ya herî sereke ew e ku; hûn şayanî şehîdên me yên ku ewqas kûrahî bidest xistîn bibin. Heta dema ku ez çalakiya xwe pêk tînim, ez gelek baş dizanim ku armanca min a herî sereke ew bû ku ez wasîyeta şehîdan bigirim bin ewlehiyê.

Ji bo bîranîna şehîd mirin na, jiyîn û teqez  bi serxistin ya herî rast e.

Sedema tevgera me ya herî giring, ew e ku em wateya şehîd, ji bo ku wasiyeta wan vala neçe, divê em domdariya rêxistinî, pêşxistina xeta şer û xeta partiyê ya têkneçûyî biafirînin. Çima? Çimkî bîranîna şehîd vê dide ferzkirin û bi teqez pêkanîna pêwîstiyên vê li me ferman dike. Ev zanebûn di min de yekemîn e. Li pêşiya hemû zanebûnan e. ez dibêjim, diyarde, kartêkera tevgerîna min beralî dike, ev e. çimkî ez bawer nakim kesên bawer nakin ku ev kartêkera sereke ya dixe tevgerînê, nikarin bi rêzdarî nêzî nirxên din jî bibin, bi tendirûstî û rastiyane wate bidin wan. Çimkî şehîd, nirxê herî sereke ye. Gelo ev hêza we heye ku hûn ji bo şehîdan bijîn, ji bo şehîdan bixebitin, ji bo şehîdan bi ser bixin? Ji vê re hêza we heye?

ji bo şehîd mirina erzan, teqez ne rast e û belkî jî bêrêziya herî mezin e. Mirina ji bo bîranîna şehîd ne mirin, divê em qala jiyankirin, şerkirin û serketina teqez bikin, ya rastir ev e. di her şahadetekî de kêmasiyek heye. Kesê/a bi bîranîna şehîd ve girêdayî, yên wasiyeta wan ji xwe re hîm digire, bi borandina wan kêmasiyan ve berpirsyar e. Dema em bala xwe bidin hemû şehîdan, girêdana wiha ya bi şehîd re, meş û serkeftinên lehengî pişt re hatî kirin ji ber vê egerê hatine pêkanîn.

Şehîdên PKK'ê di vê wateyê de hem ji hêla hejmarî ve, hem jî ji hêla taybetmendiyan ve ewqas dorfireh in ku, belkî jî ji têkoşerên jiyanê zêdetir in, bi hêztir in, fermandar in. Heta yên mayî belkî jî siheka wan a ne zelal in. Wê demê heke hûn dixwazin ji vê rewşa siha ne zelal derkevin, divê hûn kêmasiyên ku bûyî sedema şahadetê bibînin. Min, di şahadeta Heqî KARER de kêmasiya heyî demildest wiha tespît kir. Ku ev ne ji ber ku Haki kêm dixebitî, an jî girêdana wî ya armancê têr nedikir, na. Di wan mercan de jî ji me hemûyan zêdetir bi armancê ve girêdayî bû û xwedî hewldan bû û wisa tevli dibû. Lê belê bi awayekî objektîf kêmasî; nebûna rêxistinê bû. Kêmasî ew bû ku domdariya rêxistinî nîn bû.

Nexwe qenciya herî mezin a min ji vê şahadetê re bikira, divê min hem rêxistin ava bikira, hem jî domdariya wê pêk bianiya. Heqî, çalakî kiribû. Di heyamên destpêkê de hem hin arastebûnên faşîstan hem jî bombekirina hedefên dijmin xistibû serê xwe û vê jî bi xwe re girtina bin ewlehiyê ya taktîka rêxistinê dianî. Ji bo heyamê, me pêkanîna van çalakiyên ku divê bên kirin da pêşiya xwe, ji xwe re hîm girt. Me bersiv da bîranîna şehîd. Di encamê de, pêşketineke pir giring a dîrokî pêk hat.

Ji bo Egîd (Mahsun Korkmaz) tê bîra min, di şahadeta wî de kêmasiya sereke; nebesiya dibe ku di wê şahadetê de pêk hatibû çi bû? Metirsiya gerîlanebûnê bû. Tespîta ku min di nirxandina kêliyê de pêk anî, me got heke em herî kêm komên gerîla yên pêncî bi pêncî bigerînin, em ê bersiva herî guncav a vê şahadetê bidin. Û hê di ser de salek derbas nebûyî me li çiyayên Kurdistanê hejmareke bi qasî vê xiste tevgerê. Bala xwe bidinê, me di bihara 1987’an de bi meşeke wiha berfireh bersiv da şahadeta 1986’an. Min ev ji bo xwe weke deynekî herî mezin ê wijdanî diyar kiribû. Dema min pêk anî jî min bawer kiribû ku me qonaxeke herî giring pêk aniye.

Divê hûn bizanibin ku pêşketinên pişt re yên gerîla teqez weke dilsoziya bi bîranîna Egîd re pêş ketin. Ew, erkeke gelek giring bû, çimkî gerîla li ber helandinê bû. Komên heyî metirsiya ku belav bibin dijiyana. Heke me hemû hêza xwe nexistibûya dewrê, dibe ku bi lez bîranîna Egîd ji holê rabûya. Lê em li ser sekinin, em sal bi sal li ser sekinîn. Di encamê de, gerîla gihaşte roja îro. Me careke din dît ku bersivdaneke saxlem a bi bîranîna şehîdan re çawa rê li ber gaveke giring vedike.

Ji bo bîranîna Mazlûm, Kemal û Xeyriyan, dîsa îro ji bo bîranîna Ferhad Kurtayan ku em bi bîr tînin, bersiva ku em bidin ew e ku; em pêşî li qutbûna tevgera me ya ji welêt bigirin û tevgerê ji nû ve bigihînin tevgerîna li Kurdistanê, bû. Û me xebatên derveyî welat bi hewldaneke awarte girtin dest, hêz ponijandin. Û di heman salê de, ji payîza sala 1982’an û pê de me partî veguhest welêt û min ev gotibû; “bîranîna van şehîdan, pira di navbera jiyan û mirinê de ye. Em li ser re diborin, arasteyî jiyanê dibin.” Û her kes şahid e ku ev vegereke çiqas dîrokî ye û dewsekî çiqas mayînde hiştiye.

Heke bala we bikêşe di rastiya Rêbertiyê de cihekî gelek giring ê şehîdan heye. Ligel vê sedemeke sereke ya serkeftinê diyar dike jî, di vî warî de xebatên di vê mijarê de girêdana bi şehîdan re ye.

Heke hûn li ser vî esasî arasteyî xwe bibin, hûn ê kêmasiyeke xwe ya herî sereke ji holê rakin. Mijara ku divê teqez hûn jê berpirsyar bên girtin ew e ku we erkên şênber yên li hemberî şehîdan li gorî pêwistiyan baş fêm nekiriye, pêwîstiyên wê bi cih neaniye. Ferzkirinên ku dibêjin serkeftin nabe yên dijmin in. A ku dikeve li ser milê peyrevên wan, ne peyitandina serneketina zaferê ye; ew e ku dê çawa li ser pira şehîdan re bi şayane biborin. Têkçûna herî mezin ew e ku, mirov ji şehîd re nebe bersiv. Heta bifikirin, ji nişka ve mirovên ku we ji dilê xwe avêtî hene. Li kêleka we mirovên nûgihayî,ciwan şehîd ketine. Hêza ku hûn ji wan re bibin bersiv tune û ev jî têkçûna we ye. Bifikirin, hûn dişînin mirinê lê qet wijdana we jî naşewite. Ya herî giring, armanceke wan a pîroz heye. Ji xwe bipirsin ka divê çi bê kirin, hûn vê ji xwe re nakin pirsgirêk. Di encamê de di nava şer de nirxên mezin tên mihandin, ji armanc tê dûrketin û kesayetiyên gelek kirêt di nav refên me de pêş dikevin. Nexwe sedema herî giring a vê pirsgirêkê, li gorî pêwîst dike bi xeta şehîdan ve dilsoznebûn e.

Divê hûn bizanibin ku, heta bi vî awayî ji her hêlî ve wate nedin şehîdan û ya herî giring jî heta hûn girêdanê  û şerê wê pêk neynin, hûn xilas nabin. Hûn qet tu caran muhasebeya wijdanî nakin, hûn wiha nikarin wijdana xwe pak bikin. Bêguman hûn nabin têkoşerekî/e nirxedar ê/a partiyê, ji bo wê jî serkeftineke we ya bi bandor jî nabe. Wê demê, careke din bi qasî rêzenavekî stûr, ez bang li we dikim ku hûn heta mejiyê xwe van şehîdên xwedî taybetmendiyên gelek mirovane, neteweyî, çînî nas bikin, fêm bikin û pêwîstiyên wê; pêwîstiyên şer, pêwîstiyên serkeftinê teqez bi cih bînin, dikim. Di vê roja şehîdan de ez careke din bang li we dikim ku hûn di jiyana xwe ya têkoşîner de pêwîstiyên soza xwe ya ku we dayî şehîdan ku hûn ê bînin cih, ji bo vê dema pêwîst kir ji nû ve soza tevlibûna jiyan û şer bidin û divêtiya wê pêk bînin, bixin pratîkê, dikim.

Ligel me di xeta şehîdan de jiyan û mirin bûye yek

Bi rastî em li ser xeta şehîdan a ku ferqa jiyan û mirinê ji holê radike, dijîn an dimirin qet ne diyar e, dimeşin. Bi kurtasî ligel me di xeta şehîdan de jiyan û mirin bûye yek, an jî cudatiya wê ji holê rabûye. Şêwaza xebata Rêbertiyê, şêwaza xebatê ya ku ferqa di navbera jiyan û mirinê rakiye ye. Şehîdgeriya PKK'ê teqez vê dide ferzkirin. Ligel ku jiyaneke dûrî mirinê nîn e, xwedî taybetmendiyeke ku bi mirinê jiiyan diqede jî, nîn e.

Ev gelek giring e. Di siyasetê de, leşkerbûnê de, rêxistinbûnê de, bi kurtasî di her xebatê de rakirina ferqa di navbera jiyan û mirinê de.. Dema te weke ku tu dê qet nemirî û her tim bi mirinê re rû bi rû yî, bijî ew esas girt ev tê wê wateyê ku tu di xeta şehîdan de dijî. Ev xebat wiha dimeşin. Bi awayekî din ne gengaz e ku li ser xeta fermandariyê bê jiyîn. Di vir de hê jî hin şêwazên PKK'ê yên nebena hene. Heke hûn li ser wê nemeşin hûn îflah nabin. Kesayetiya ku we ji pergalê girtî çi ye? Jiyana ku we ji pergalê girtî çi ye? Hîçbûnek e. Lewre heke hûn dixwazin di xwe de hilpekînekî pêk bînin, divê hûn bibin xwedî xeteke ku di mijara PKK'ê de jiyan û mirin dibe yek û mirinê mehkûm dike. Hinek divêtiyên vê hene. Divê hûn taybetiyên xwe yên kevin, paşvemayî û ajoyên jiyanê yên kêrnehatî biborînin. Bi qasî van, divê hûn nêzikatiyên xwe yên ku ji tirsên xwe yên hêsan pêk tên jî bişkînin.

Ev jî rê li ber wêrekiya rast û teyisîna wê ya jiyan û şer vedike ku hêza herî mezin jî ji vê derdikeve. Ev bêguman, weke min gotî ji bo ku di her kêliyê de bi mirinê re rû bi rû dimîne, baldarî û bihistiyariyeke mezin jî bi xwe re diafirîne. Bi wêrekiya kor a hûn raber dikin ve herikîna ber bi mirinê ve nayê pejirandin. Bi rastî di her kêliyê de em bi mirinê re rû bi rû dimînin, belkî heta niha mirin li her kesî ketibe jî. Ligel ku em bi mirinê re rû bi rû dijîn, mirinê nekariye ji pozê min dilopek xwînê jî birije. Çima? Çimkî hêza min a baldarî û tevdîrê gelek bilind e lewma.

Ez, di vê cîhanê de kesê ku herî zêde bi metirsiyê dijîm e. Lê belê metirsî hebin jî, ez kesê ku metirsiyan nekarî biqefêle me. Ji bo wê têkiliya vê ji nêz ve  ji şêwaza PKK'ê ya serketî re heye. Niha vê, bi jiyana xwe ya sivik, biçûk, an jî bi ajoyên xwe yên mirin û tirsê re, bi şêwaza jiyana ku me afirandî re tevlihev nekin û ji bo xirabiyê jî bikar neynin. Ez dibêjim heke gengaz be bi teqez vê fêm bikin. Roja şehîdan ji bo vê firsendeke mezin e. ji ava hûn vedixwin, hewayê hûn dikêşin nava xwe zêdetir pêwîstiya me bi xeta jiyaneke wiha heye. Ez hêvîdar im ku hûn ê fêm bikin. Heke hûn fêm bikin, dê ev ji bo we bibe perspektîfa meş, jiyan, şer û serkeftineke pir saxlem ku zafera wê teqez e.