HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ez xebatên jina girîng dibînim û destek dikim. Jin di hemû dîrokê de ji zilam hîn pitirin. Min ev berî vê xwendi bû, di aliyê genîtik de jî ji zilaman pitirin.

Jin di hemû dîrokê de hatin dagirkirin û kolên yekemin jinin. Yanî kolêtiya yekemin di jinê de çêkirine, piştî wê gundî û herî dawî jî karker tên. Tişta ku pergala qepitalîst li ser jinê ferz dikê li holê ye. Ev tecawîze. Jin her roj ji zilam, zilam jî ji aliyê pergalê ve rastî tecawîzan tê. zilam- pergal gotin her roj jin rastî tecawîzan hatine. Femînîdtên li Tirkiye vê rewşê têr nabînin û têr nikarin çareser bikin. feraseta  min ya femînîst bûnê cudaye, ne seran sere, di parastina xwe de bi kuranî di dahurînim. 

 Ev kampaniya tiştên piratîkin. Li gel tevnên ku li ser jin hûnane pir sivik di mînin. Jin ji bo van tevnan derbas bikim divê asta xwe ya bîrdozî û tewrîk bi hêzbikin. Ji bo vê divê werin yek cihî, koman û yekîneyan avabikin. Berê ji van re di gotin tarîqat, ez jî dibêjin yekîne. Li Amedê û li cihê cuda biqasî navê rahek (bitki) dikarin saziyan (dernekên) bê hejmar vekin, baldarî xweza û derdor jî dikarin saziyan vebikin, dikarin rêxistin bûna xwe li van deran pêş bixin û kur bikin. divê kom û rêxistina her mirovî hebê. Li gorî min mirovê bê rêxistin ne tiştekin. Duruşma min ya vê salê ye; cesaretê hizirandinê bikin, hîn rast cesaretê hiziriandina azad û demoqratîk bikin!

Her hal li Bedlîsê komela Guldinya vekirine? Ez bawerim ku ev komele bi zihniyetek şaş vekirine. Guldinya mezlume, birayên ku ew kuştine jî ne suçdarin! Tenê ne Guldiniya, her du birayê wê jî qurbanê pergalêne, mexdurin. Em nikarin birayên wê suçdar bikin, bi feraseta namusa gelenekselî kirine, ew qurbanê vê feraseta şaşin. Feraseta kurda ya namusê heye û wê hebê jî. Li vir yên esas suçdar ew elçaqên ku tecawîzkirin û li holê hiştine ne. Li vir çavkaniya  pirsfirêkê ji gelenekan tê. Ên suçdar gelenekin. Esil ên suçdar ew zilimên ku keçik xapandine. Ya serwer zihniyeta zilam ya desthilatdare. Êwê xapandine hîna ne diyarin ne weye? Mirov dikarin têkilî jiyan bikin ez ne li heberî vê me. Lê yan divê rast û dirist hezbike, lê xwedî derkeve ya jî nîzêkî ne be. Heke komekla ku vekirine baldarî vê û wekî vê vekiri bin, wê bibê tecirîtê. Pirsgirêki hîn kurtire. Ez ji bo jinan dibêjim aqedemiyên xwe vebikin, xwe bigihînin. Min mijara jin di parastina xwe de bi hêz û kur bi dest girt. Min vekirinên girîng ên ku wê çawa azad bibin kirin. bila ji vanan sud wergirin. Bila xwe pêş bixin. Ji bo jinan niha zemînê kar jî heye. 

Ji bo jinan min gotibû aqademiya siyaseta demoqratîk û azad avabikin. Di ser van aqademiyan re  zihniyeta bi dehan jinan pêş bixin û wan perwerde bikin. Di civakê de hîç pirsgirêkek nehatine çareserkirin, pirsgirêka jin, pirsgirêka perwerdê, pirsgirêka bê karî di di sekinê, diçin behsa zewacê dikin. Halbûkî bi zewacê jin van pirsgirêkan hezar qatî zêdetir jiyan dikin. Bi navê namûsê li jinê tê xistin, dujîn jê re tên kirin tê kuştin. Dîsa jî jinek narabê nabêjê ka em van pirsgirêkan nîqaş bikin, çareser bikin. Ev pêwîstiyên welat parêziyêne. Min ji bo çareseriyê gotibû aqademiyên jin. Lê li kuyê baldarî aqademiyê ve hîç tiştek nehatiye kirin, guhdarne kirine. Karên ku hatine kirin pir kêmin. Pêwîste jin saziyên xwe avabikin. Divê jin di vê derbarê de qiyametê rabikin. Aqademî werê vekirin wê pirgirêkên jin hîna zêde bikevin rojavê. Bi dehan bi hezaran pirsgirêkên jin hene. Encex dikarin van bi aqademiyê çareser bikin. Bila qehwexanekê,  avahiyekê bigirin û bi rojan tê de nîqaş bikin, çareseriya bi afirînin. Bila li van dera bêjin binêrin kuştin û cînayetên namûse hene, li  me dixin, dujîna ji  me re dikin, divê em ji vê re çareseriyan pêş bixin.

Ji bo demoqratîk bûna civakê pêş bikevê nêzîkatiya ekolojîk, azadiya jinê, aboriya civatê, azadiya jin û ji bo azadiya cinsiyeta jinê, cuda pêwîste jina azad û zilamê azad bê afirandin. Jin konfiransa xwe ya navnteweyî û rêveberiyên heremî vesazdikin. Ev titên girîngin, kombûn û axaftin ne bese, heke piratîk nebê jin neyên perwerde kirin, zanekin ev zêde wateyekê nadê. Ez nabêjim bila ev neyên kirin, lê ya girîng ewe ku li ser azadiyê lêhûrbûn bikin û azad bibin. Di aqademiyê de dikarin bi dehan jinan perwerde bikin û zane bikin. Hevalên ku ji girtîgihan derdikevin dikarin ku bi perwerda jinan re eleqedar bibin. Jin bila girîngî bidin xebatê çand û hûnerê, divê xwe pêş bixin, divê di her qadê de werzîş bikin, divê taximê werzîşê avabikin, divê xwe di weke bedenî jî bi hêz bikin. pêşkeftina wa ya rûhî û fîzîkî girînge. Dema ku ez van tînim ziman nabêjim bila evîn nebê. Evîn bûyereke girînege. Ez ji ezmûnên xwe jî dizanim. Lê qanunê evînê jî hene. Di vê de ya girîng desthilatdariya li ser jinê rakirine û ne bûna desthilatdariyê ye. Evîn ne tenê cinseltiye. Cinseltî dibê ku ji bo evînê hebê, dibê ku hîç nebê jî. Li vir ya girîng desthilatdarî li ser jinê ne kirine û bikari bin li gel hev di kêleka hev de tevger bikin. Li Rojhilata navîn û dema navîn de di destana Ferhat û Şîrîn de şertekî şîrîn ji bo Ferhat heye, di bêjê heta ku tu desthilatdariya li ser gelê îranê ne rakê tu nagihê min û çênabê em bihevre bin. Şêrîn li vê derê fêm kiriye û tînê zimên; ji bo azadiyê divê desthilatdarî bê şikandin. Di bêjin ku Şêrîn keçeke Ermeniye, rah ne girînge, tişta gotî girînge.

Min têkiliyê zilam û jin di parastinê de hevokeke cewherî vegotin kiribû; min gotibû zilamê qurnaz û zorbaz. Li ser vê pergalek hatiye sazkirin. Hun têr naxwînin û fêmnakin. Eve mînak iro Emerîqa  vêna vegotin dike. Hegel gotibû têkiliyê kole û efendiya. Ji van her du gotina kete rêkê û pergala xwe avakir. Lê min pergala xwe li ser dahurîna hevoka zilamê bi hêz, qurnaz, zorbaz avakir. Di vê mijarê de di nav berê min û hegel de ji şibandinekê zêdetir heverastek heye, lê ne weke hevin. Hegel ji têgiha aqilê zilamê û desthilatdarî dive rêkê. Lê ez ji demos, ji dahûrînê têkiliyê jin - zilam didim rê. Ez wiha di nirxînim: ji demên navîn û vir ve pêşkeftin ‘zilamê bi hêz û qurnaz’nepixandin û heta roja me ya îro hat û bi netew dewletê re wergerî cinawirekî mezin.

Azadiya jinê azadiya civakêye. Heke jin azad bibê wê civak jî azad bibê. Feraseta min jinê ji camid bûnekê xilaskim bînim halekî kirde yê azad. Heke jin di asta kirde de bilind  û azad bibe, wê civakê jî, bajêr jî, demos jî, gel jî, komînê jî azad bike.  Heke azadiya xwe bi ser bixê wê demê wê civakê jî, komîna azad jî avabike. Divê jin li ser bajar çawa ava dibê, çawa tê demoqratîk kirin, çawa tê birêveberin, ji zarok, keç, bê karî û têkildarî pirisgirêkên din re çareserî tên xuliqandin? Divê di vê mijarê de pir bi xebitin. Divê bi girîngî li ser vê rawestin.  Ez dibêjim ku hûn azad bibin wê evîn û kar piştire werê. Azadiya ramyarî girînge. Yên ku têgiheke wan ya ramyarî nebê ew civakeke kolene. Heke têgiha we azadiya, ramiyarî û ehkaqî nebê hûn di rewşeke kolede ne. Heke têgiheke we ya ramyarî, ehlaqî û azadiyê nebê hûnê çawa xwe, civaka xwe, malbata xwe û keça xwe bi parêzin? Ferasetsa namûsê, tenê li ser cinsiyeta jinê bi feraseteke kelkot hatiye avakirin. feraseta min ya namûsê tê zanîn. Civak, ji bo avakirinê ne çare ku bibê civakeke ehlaqî û polotîk. Di civakeke ku  têgiha ramiyarî, ehlaqî, kevneşop û tore nebin tu nikarê xwe, civaka xwe, malbata xwe û keça xwe bi parêzê. Ev nebin ew civak xilas buyê.

Rêber Apo