HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

“Tu car zarokên rojê tîrêjên ku ji axê re dibûn çavkaniya behremê,  ji bîr nedikirin. Jibîrkirin di qanûna şoreşgertiyê de tune ye.”  

3Jiyan careke din di bihara 91 an de vedijiya. Bihara gul û kulîlka jiyanê ye, bihara ku senfoniya sulav û lîlava ye, bi ahenga meşa gerîla ve bibû yek can û rih… Çûk û bilbil bi dengê xwe yê bêhempa re ji gerîla re dibû xelata heviyê… Welatê minê xweşik û bêhempa bi wateyeke cuda ve pêşwaziya gerîla dibû. Bi ew xwezaya xwe ya tije raz û nepenî re rê ji jiyana azad re vedikir.

Ew bedewa nazik û zirav ji ber zordarên dil hesin tim û tim dinalî, niha bi rûkenî dilên xwe yê şikestî bi stêrkên azadiyê re şa dike. Çav şil, dil honik bibû. Ew şilî şiliya heviya ku sed hezaran salan binax bibû tê. Bi zarokên rojê re keziyên rojên azad dihat hûnandin. Her diçû kezî zêde dibûn. Her hûnandina gisûyek, dibû kêliyek dîrokî..Her tayek porê axa nazik bi êş bû, lewra hûnandina wê jî ewqas bi jan dibû. Lê, ew rûken û dilşa bû. Zarokên rojê, li derûdora wê kombûne û bi baldarî hêdî hêdî keziyên wê şeh dikin û dihûnandin. Bi hatina biharê re xweşikbûna axa şêrîn, hîn bi zelalî dixuya. Çiyayên wê yê bilind û asê bi keskayî ve dixemiliya…Di dengê çem û sulava de awaza dengê hezîn ya dîroka birîndar dihat. Bilbil dengê xwe yê ku stranên dîroka wenda digot, li ser asîmanan dixist. Stêrkên şewqdar bi hemû delalî û xweşikbûna xwe re mirov cezb dikirin.

Erê, bihara welatê min a bi navê xwe yê şêrîn Kurdistan, weke keskesoreke reng bi reng û di her rengê xwe de jî wetaya hemû hebûnan vedişart. Comerd û dilnizme xwezaya welatê min. Raza wê ji bêdawîbûna wê tê. Gerîla hevkarê vê xwezaya bêpênase ye. Ew ji deng û awaza wê re heval in. Ew çavên wê yê tarî re çirûskên jiyanê ne. Êş, jan, şadî û coşî ya wan wekhev in. Her yek gerîla bibû parçeyek vê axê. Dilê wan ê fireh li her derê vê axê diavêt. Ew zeman û cih derbas dikirin. Jixwe di nav vê xweşikbûnê de, ne mimkûne ku dil teng, hebûn bi sînor be.

Ez di wê di dema vejîna bihara nû de, li Bestayê bûm û li meskenê mîr û began dibûm şahîdê zayîna jiyaneke nû. Kela axa şêrîn bi coşa zarokên rojê re bilind bibû. Kela germa rojê bandor li zarokên xwe, zarok li axên xwe, ax jî roj û zarokan re dikir. Şerê hêvî û azadiyê gihiştibû asta herî bilind. Hestên serkeftinê divejiya, pêlên şoreşê li her derî welat belav bibû. Botan û eyaletên din tola hezar salan hildidan. Bi zanebûna rastiya dîrokê ve û bi dahûrandina tiştên paşverû re ku hiştine her tim binkeftin bibe para Kurdan, tevgerek û xebatekî mezin û nû roj bi roj li herderî welat wekî lehiyekî diherikî.

Zarokên rojê bi baldarî kom bibûn û bi pênûsên xwe yê bijarte re rûpelên dîrokê dinivisandin. Biryarên girîng û zehmet digirtin. Xweydana ku ji bedenên wan diherikî, ji pênûsên wan re dibû murekeb. Kombûyînekî giran û girîng, civînekî dîrokî dest pê kiribû. Kongreya çara ya gerîla, pêkdihat. Biryarên dîrokî û jiyanî dihatin girtin. Ji bo vejîna jiyana Kurd û rizgariya axa bedew, pêwîst bû ku li her derê welat şer hîn bi xurtir û berfirehtir bidomiya. Herêmên ku naskirina gerîla zêde pêknehatibûn, diviya ku bihata nasîn û li wan herêman jî gerîla bi cih bibûya. Herêmên stratejîk bi lez û bez pêwîst bû ku bihata girtin. Kêlî bi kêlî gerîla keziyên jiyanê dihonand. Kêlî tu car kêm û kurtiyan nediperjirand. Ji ber vê yekê jî her gavek ku dihate avêtin, gelek hessas bû. Heyecana vê berpirsiyartiya dîrokî dilê hemû hevalan hildipekand. Dengê dilên ku bi coş û peroşmendiyekî mezin diavêt, li her derî welat wekî senfoniya rizgariyê deng dida.

Edî, kêliyê tevgerdariyê hatibû. Gerîla li hemû hereman belav dibû. Herêmên stratejîk, diviya ku di destpêk de werin girtin. Herêma Garzanê jî yek ji van herêmên stratejîk bû. Herêm, di navbera eyaleta Botan û Amedê de ye û milekî wî jî digihije Serhedê. Partî ji bo ketina vê herêmê hîn di sala 1985 an de biryar girtibû. Qerargeh li Sasonê wê bihata avakirin. Ji ber ku Garzan wekî me diyar kir, cihekî stratejîk û di nav herêmên din de reya derbasbûyînê ye. Ew, wekî dilê Bakur e. Rê divê sêkujê de digihijin hev. Ew hem niqta dîdariya rêyan hem jî niqta dîdariya rêya dirokê ye jî. Girîngiya Garzanê di dîrokê de jî gelek mihîm e. Ew, dergûştî ji raperînên dîrokî re jî kiriye. Gelek qehremanên veşartî di bin axa Garzanê de bi hêviya tolhildana dîrokî jan dikşînin. Rewşa wî ya stratejîk hiştiye ku dijmin jî vê herêmê bi lez nasbike û siyaseta xwe ya qirêj pêkbîne. Gelê Garzanê ji ber raperînên dîrokî hem welatparêz e û hem jî ji ber ku dijmin jî girîngiya vê herêmê di wextê xwe de fêmkiriye, pê re leyîstiye û li hember hest û nêzikatiyên welatparêzî, ajantî û koricitî pêşxistiye. Yanê di aliyekî de ajantî û koricitî, di aliyekî de jî welatparêzî li vê herêmê bi cih bûye. Ji ber vê yekê jî li herêmê cihbûyîna gerîla, gelek caran li gorî ku dihat xwestin pêknehati bû. Gelek caran gerîla hewildaye ku bikeve vê herêmê, lê hem ji erdnigariya herêmê re biyanî bûn û hem jî ji gelê herêmê re biyanî bûn hiştiye ku gerîla vê herêmê baş nasneke. Bi jiyaneke eşirtî jiyankirin hişt ku, ger cihekî gerîla nas bike, gelê wê cihê jî tev de gerîla nas bikin û alîkarbin, ger ciheke ku gerîla nasneke, gelê wê cihê jî tev de gerîla nasnekin û bibin alîgirê dijmin.

Eşirê Xerzî li vê heremê jiyan dikin û herêm navê xwe ji navê vê eşirê girtiye. Dîsa ev sêkuj bûye şahîdê raperînê wekî Eliyê Yunus. Kela Yunusa (Kelenûs)ku navê xwe ji rewşa xwe yê dişibe kalê girtiye, di herêmê de hîn jî di navbera sêkuja Baykan-Motkî-Kozluk de girekî stratejîk e. Wekî dîroka xwe asê û tenê têketanekê wî heye. Bi vî awayî jî wekî kalekî sirûştî ye. Di derdorê vê de eşirê Xerzî jiyan dikin. Gerîla belkî ji vê herêmê re biyanî bû, belkî li gorî dihat xwestin bi awayekî berfireh li vê derê cih negirtibû, lê hêviya rizgariyê, girêdayiya axê û hestên ponijîn, li hember gelek wendabûn û şehîdbûnan re dîsa jî têkoşîna gerîla ku li vê herêma zor û zehmet bi cih bibe, berdewam kir. Li hember hemû astengî û keleman, têkoşîn domandin û heviya xwe tu car neşikênandin pîvanekî gerîla û şoreşgeriyê bû.

 Erê gerîla bi biryarên xwe yê dîrokî re dîsa berê xwe dabû “an serkeftin an serkeftinê.” Dirûşma jiyana gerîla serkeftin û tolhildan bû. Bi dawîbûna kongra çaremîn û bi amadekirina yekîneyên ku wê biçûyana Xerzanê heyameke nû vedibû. Tola heval Numan û hevalên din ku deşta Bismilê bi îxaneta rûreş re hatin şehîd kirin wê bi hata hilanîn. Tu car zarokên rojê tîrêjên ku ji axê re dibûn çavkaniya berhemê, jibîr nedikirin. Jibîrkirin di qanuna şoreşgertiyê de tune ye. Mereto çiqas bi înat û asê be, gerîla jî ewqas wekî xeta asoyekî xwedî sebr û heviyekî bêdawî bû. Wekî Şêx Cuma ya ku di geliyekî kûr de bêsekin diherikî û bi herîkîna xwe yê nazdar ve çawa bi Ava Sason, pişt re Ava Botan û pişt re jî delaliya malê Ava Dîcle re yek dibû, gerîla jî dixwest ku xwîna ku li ser van axan hatiye rijandin bike yek av. Perçebûyîna hezar salan kom bike û nirxên belabûyî bîne cem hev. Ji çemên bêdeng, çiyayên bêaso re bibe deng û aso.

Gerîla, heviya çêmên nazdar, gelî û deştên bêberhem re toxima jiyanê, niha berê xwe dide Xerzana dilşewat û jê re wê bibe dermana hezar salan. Xayîntî û îxaneta ku di nav xwe de wekî “kurmên daran” vedişêre jibîrnake û li hember çembera îxanetê, çembereke ji ronahî û çirûskên agirê çêdikî û baweriya xwe bi vê çembera ronak tînî. Du yekîne, du yekîneyê xwedî çembera ronak, derdiketin rê. Yekîneyekî di bin fermandariya heval Mervan, yekîneyekî jî di bin fermandariya heval Xeyrî û Mizgîn hatibû amadekirin. Her hevalekî ku di nav van yekîneyan de cih digirt, bijarte bûn. Ji ber peywireke ku dabûn ser milê van yekîneyan, peywireke dîrokî bû. Edî tu asteng û kelem li hember neketina û nebicihbûyîna vê herêmê re nedikarî bibe pêwîstek. Heyama nû û biryarên ku hatibûn girtin, tu pêwîstek nedipejirand.

Di nav vê mêşa dîrokî de, cih girtina min, şensekî girîng bû. Ew şensa ku derfeta naskirina gelek hevalên nemir dabû min, di jiyana min de jî cihekî cuda digire û wekî şervanekî di yekîneya heval Mervan de cihê xwe digirtim.

Di nav çavên her hevalekî de wateyeke gelek cuda dihat dîtin. Di çirûskên çavan de dîmena dibey qey her hevalekî ketiye nav xebata neqişkirina bingeha rizgariyê, diyar dibû. Di meşa me de astenga yekem ku derket pêşiya me, derbaskirina çema ku bi ava baranê re gur bûye û diherike bû. Lê belê derbasbûyîna li ser vê avê, me gelek dida fikrandin. Emê çawa bikin, ji ku derê bi çi rengî derbas bibin?.. Av gelek gûr bû, ne mimkun bû ku em bi destê hev girtin an jî bi ben girtinê re derbas bibin. Diviya ku em di ser pirê de derbas bibin. Lê belê pira heyî jî, ji aliyê dijmin ve hatibû girtin. Derbasbûyîna me li ser pirê îhtîmala dîmendayînê mezin dikir. Lewra ji ber ku me herêm naz nedikir, vebirjarka me yê em di reyeke cûda de meşa xwe berdewam bikin jî tunebû. Bi zor û zehmetî, bi wendabûn û rîskan re emê herêm nasbikiran. Ji vê yekê jî derdorê naskirin, cihê ku careke ji wir derbasbûn wir baş naskirin û keşif kirin ji bo me gelek girîng bû. Heval hemû bi baldarî li derûdorên xwe dinêriyan. Pişt re me biryara, ji ser pirê derbas bin girt. Me bi baldarî û bi rîskên mezin re hedî hêdî bi mesafe mesafe dest bi derbasbûnê kir. Heval Mervan bi werektiyeke û bi berpirsiyartiyeke girîng, yek bi yek me ji ser pirê derbas kir. Destê me li ser tetîkê, çavên me li derdorê bû. Heyecaneke mezin û bi vê heyecanê re jî cîddiyeteke mezin me jiyan dikir. Dema ku me li hev dinêriya hiskirin û hevalbendî ya di navbera me de weke behrek e kûr û bêdawî di çavên me de dixuya. Di encam de me ew kêliyên bi ponijîn, bi alîkariya heval Mervan re derbas kirin û meş berdewam kir. Lê belê, nenaskirina herêmê, meşê hêdî dikir. Li rastê çi werin, wê çi were jiyandin nediyar bû. Çav hişyar, rih di nava heviyê de bû. Hema di her kêliyê de wê çi biba nedihat zanîn.

 Mereto, Kurîs-Kember-Sîser, Zoveser bêdeng, hatina me temaşe dikirin. Di bey qey ew jî, nexwestina me yê beriya ku em li herêmê bi cih bibin rastî dijmin werin û ketina me yê herêmê dijmin bihese, fêmdikirin û bêdeng diman. Rêzeçiyayên Kurîs-Kember-Sîser, bi tecrûbeyên xwe yê bedelgiran re dixwestin raman û hêza gerîla re bibin ronak. Ew jî hêviya dilê xwe di nav bêdengiya bi raz de vedişartin. Sîser  –ku ji birû heta erçena xwe rûyê wî di şerê navbera wî û xwişka wî Kember de, bi kêr lêxistina Kember ve hatiye birîndar kirin, bûye geliyekî û rê ji bendava Sîser re vedike- ji zarokên rojê re ji bo ku bibe war û cî di nav hêviyekî de bû. Kember  -ku sitûyê wê ji hêla Sîser ve piştî ku Kember rûyê wî bi kêrê diqelişîne sîrkut li serê wê dixe û sitûyê wê dikeve nav bedena wê- wekî rêzeçiyayekî bêsitû hatina gerîla silav dikir. Kurîs jî –ku birayê navîn e, di şerê navbera Kember û Sîser êdî nema şerê xwişk û birayê xwe re tehamûl dike û dikeve navbera wan. Lê belê piştî ku bi nifrînên diya xwe re ku hemû di cih de dibin çiya -bi ciwanbûn û xweşikbûna xwe re bala gêrîla dikşîne. Sîser di aliyê başûr de bi ew geliyê ku ji bendavê wî heta jêrê cihê kêra Kember nîşan dide, bilind dibe. Di aliyê bakur de Kember bêstû ku nîşaneya cihê sîrkûta Sîser e, xuya dibe. Di navîn de jî Kurîs hildikşe asîmanan. Erê, bakur, başûr û di navîna Xerzanê de ev hersê çiya dîmenekî cuda dide vê herêmê.

Meşa me di aliyê Şêrwanê de berdewam dikir. Bi rastî jî ev der cihekî gelek dîrokî û stratejîk bû. Dema ku me, Çiyayê Mêrgelo ya ku dikeve başurê rêhevrîşmê, dît, em gihiştin wê qeneatê ku, tu gotin û peyv nikare xweşikayiya vir pênase bike. Bi daristana xwe yê mezin û bi kaniyên xwe yê bêhempa re çiyayekî gelek xweşik bû. Me ji van xweşikayiyan hezeke mezin digirt. Coş û heyecana me her diçû zêde dibû. Lê belê ji ber ku dijmin tedbîrê xwe bigre beriya me ketibû herêmê û di gelek cihan de jehra xwe vala kiribû û gelek gelê vê herêmê xistibû bin bandora xwe. Ji ber vê yekê jî em di tevgereke gelek bi xeternak de bûn.

Koricitî di sala 1985 an de ewil di Şêrwan û Mutkê de bi awayekî veşartî dest pê kiribû. 1987 an de bi awayekî fermî ev leystoka dijmin li herêmê cih girt. Dijmin li herêmê zêdetir dest avêtiye qelhên ku bi eşirtî jiyan dikin û çiyayî ne. Gelek qelh piştî raperînên ku li herêmê çêbûne û hatine perçixandin, xwe ji bajêr û tekiliyên derûdor qut kirine û bêhayê cihanê jiyan dikirine. Sala 1985 an de grubek hevalên me dikevin vê herêmê, lê belê ji ber ku bi gelê herêmê re bi awayekî germ û kûr nakevin têkiliyê û baş xwe nadin nasîn, hin qelh ji me ditirsin û di wê demê de dijminê ku dixwest li wir bi cih bibe vê derfetê ji xwe re weke firsendekî dibîne û dide şixulandin. Li vê herêmê di aliyekî de qelhekî bi vî rengî heye, di aliyekî de jî qelhekî ku bi awayekî hestên waletparêzî re bi me re ketine têkiliyê û alîgirên me ne jî hene. Zêdetir koçer di vê herêmê de piştgirên me yê herî girîng bûn. Gelê vir, hem ji ber raperînan û ji ber şerê navbera eşîran, bi awayekî şerker mezin bûne û şerker in. Lê belê bandorên xisusiyetên eşîrtî ku kî bi hêz be û kî bi bandor be dibin alîgirê wî, di aliyê şerê netewî de  astengbûyîna xwe li vê herêmê jî bi vî rengî diyar dikir.

Encax nezanîna li vê herêmê kî-kî ye û çawa ye, dihişt ku em bi xeternak û şayîş bin. Dijmin ketina me yê herêmê hesiya bû û ji tirsa gerîla li vê herêmê bi cih bibe re ketibû nav tevgerê. Agahî bi çi şêweyê dihişt dijmin kêm-zêde hêdî hêdî me naskiribû. Lê hîn jî pirsgirekê me yê hînbûyîn û naskirina herêmê hebû. Kî koriciye, kî welatparêz û alîgir e, me hêdî hêdî dinasî. Her ku roj derbas dibû, me  di herêmê de cihên nû keşif dikir. Mergelo di aliyê cihgirtina me yê Şêrwanê de cihê me yê destpêkê bû. Ew kaniyên wî yê bêpênase hîn jî di hiş û bîra min de ye. Kaniya Mara ku navê xwe ji rastiya xwe girtibû, wekî efsaneyê ku li ser dihat gotin nepenî bû. Li gorî ku dihat gotin; mar di dema cotbûna xwe de tên ser vê kaniyê û piştî cotbûnê, xwe li ser vê kaniyê dişon. Bi rastî jî, li ser vê kaniyê gelek mar hebûn û mirov digot qey ev der cih û warê wan e. Dîsa ew kaniya wê ya bi navê Birgê, li gorî gotinan ev kanî ku ji latekî derdikeve -bi lexistina birûskekî re diderize û ji vê derizandinê av havînan wekî cemedê sar, zivistanan jî şiregermê tê- mirov efsûn dikir, nayê jibîr kirin. Ger erdnîgariya vê herêmê were bilêv kirin û teswîr kirin ne pênûs û ne jî hêza milan têrê dike.

Erê, em li vê herêma efsûnî roj bi roj hîn bi kûrtir diketin bin bindora hem xweşikayiya wê, hem jî zor û zehmetiya wê. Bi tecrûbeyan re me herêm nas dikir. Her diçû xebatê me pêşdiket. Dijmin bi agahiyên ku li ser xebatên me digirt zêdetir tirs û xof jiyan dikir û ew jî li herêmê xebatê xwe bi kûrtir dikir. Tirsa wî yê li hember gerîla dihişt ku bi lez û bez xebatên dijber bidomîne. Armanca me jî ew bû ku li hember hemû tiştên neyînî û dijber, bi îradeyekî bêhempa re hedefên xwe pêkanîn û rastiya Apocitî dayîna naskirinê bû. Hêviyekî bêsînor di nav me de hebû. Parvekirina me ji hev re, rêz û hiskirina di navbera hemû hevalan de nîşaneya ew biryarên dîrokî û rihê Apocitîyê bû.

Heval Mervan bi berpirsiyartiya ew biryarên girîng tevger dikir û yek bi yek bi hevalan re nîqaş dikir, fikr û nirxandina me yê li ser bûyeran digirt û bi vî rengî dixwest bigihije biryara herî baş. Yekîne ya me demêk bû ku li herêma Şîrwanê bû. Heval Mizgîn û heval Xeyrî hatin gel me. Ew wê biçûyana herêma Tatwanê. Lê heval Mizgîn, demêke li gel me ma. Di wê demê de bi pêşengtiya heval Mizgîn, moralekî hat çêkirin. Moral pir bi coş û şabûnê re derbas bû. Heval Mizgîn bi ew dengê xwe yê ku gûl û kulîlk, çiya û ber, av û lîlav, çûk û bilbilên xwezayê re dibû çavkaniya senfoniya giyanê û rengekî cûda da moralê. Careke din bi dengê heval Mizgîn re, di rih û ramana me de şewqa serkeftinê bi awayekî bêemsal beriqî. Ew deng dengê hemû xwezayê di nav xwe de kom kiribû. Ew deng dengê serkeftinê û azadiyê bû. Xwîna ku di damarên me de derbas dibûn, bi dengê heval Mizgîn re gûr bibû, kelagerma dilê me, pola û hesinan diheland. Ev germahî û hêza me yê bêpênase tu asteng û keleman nas nedikir. Ev herêma ku ji aliyê me ve hîn jî temamî nehatibû nasîn de çavên me yê bêtirs, dilê me yê wekî agir ji me re dibû rêber. Roj û dem derbas dibûn, pêwîst bû ku êdî em bikevin nav amadekariya çalakiyekî xurt. Lewra jî di vê herêma ku pevçûn û nakokiya di navbera me û dijmin re dibû şahîd, pêwîstiya vê pevçûn û nakokiya bêdeng, bideng xistin xwe bi girîngî diyar dikir.

Hevalên rêvebir demekî bû ku ketibûn nav nîqaşa çalakî wê çawa, li kû derê û bi çi rengî pêkwere?.. Di encam de grubekî ji bo çalakiyê hate amade kirin. Ev çalakî ji ber ku li herêmê wê bibûya çalakiya me yê yekem, gelek girîng bû. Hemû heval bi baldarî û heyecanekî mezin re kêlî bi kêlî amadekariyên çalakiyê takîp dikirin. Ji bo me ev çalakî di bey qey wê bibûya nîşaneya me yê hebûn û nebûnê!....

Wateya vê çalakiyê hem di warê siyasî û hem jî di warê leşkerî de gelek girîng bû. Ger ev çalakî di aliyê me de serbiketa wê înîsiyatîf herêmê biketa destê me, lê ger ev çalakî vala derbiketa û binbiketa ji bo dijmin wê biba avantaj. Ji ber van hesasiyetan hemû heval ketibûn nav lekolîn û amadekariyê. Gruba çalakiyê bi fermandahiya heval Seîd hatibû amadekirin. Heval Seîd, hevalekî şerker, wêrek û di şerê xwe de bi mantik û xwînsar bû. Cihê çalakiyê jî piştî gelek nîqaş û nirxandinan “Şîrvan” hat pejirandin. Her biryarek ji bo çalakiyê girîng bû. Lê belê her çendî di aliyê fedekarî, coşî û tevlêbûn û şerkeriya hevalan de tu pirsgirekên me tûnebûn jî, di aliyê hakîmbûna erdnîgariya herêmê de, dîsa naskirina gelê herêmê û sazkirina binesaziyan de gelek kêm û lewaziyên me hebûn.

 Wê çalakî çawa bihata çêkirin, kijan noktê sexlemtir bû ku bihata şixulandin, dijmin kîjan aliyan de cih girtiye û kî an jî kê alîgirên dijmin bûn?.. Ji aliyên me ve baş nedihat nasîn. Lê, li hember van dezavantajan me dîsa bi hêviya serkeftinê re dest bi amadekariyên çalakiyê kiribû. Belam, ji aliyê cehş û dijmin ve hesandina cihê çalakiya me re ev çalakî guncaw nehat dîtin û em vegeriyan cihê xwe. Em hemû hîn behtir hêrs bibûn û serkeftin hîn behtir ji bo me bibû wekî azweriyekî.

Heval Mervan civînekî çêkir û pêwîstiya pêkanîna çalakiyê nirxand û careke din ji bo çalakiya Şîrwanê grubek nû hat li dar xistin. Ji ber ku çalakî û hevalên ku vê çalakiyê pêk bînin ji aliyê dijmin ve hatibû nasîn, diviya ku guhertin bihata çêkirin. Cihê çalakiyê dîsa Şîrwan bû….

Belam dijmin koricitî destpêkî li Şîrwanê pêşxistibû. Eşirtî û jiyana eşirtî li vir gelek bi cih bû. Dijmin ji bo ku ev jiyana eşirtiyê ku bi gewşînê xwe dijî cewherê Apocitî ye biparêze, destpekî serokê eşîran parast û eşîr tev de bi xwe ve girê da bû. Her wiha ji aliyê me jî ji ber ku ev çalakî bibûya çalakiya me yê yekem, divê ku cihê çalakiyê hem ji aliyê bîrdoziyê ve, hem jî ji aliyê stratejiya erdnîgariyê jî Şîrwan cihê herî baş û watedar bû. Bi lexistina Şîrwanê bersiva jiyana paşverû, hevkariyê û her wiha di herêmê de bi awayekî balkêş, me hebûn û hêza xwe nîşanê dijmin û hêzên hevkar re bidan. Ji ber  van sedeman, Şîrwan careke din bû cihê me yê çalakiyê. Gruba çalakiyê bi hesastir hat amade kirin. Fermandahiya grubê, heval Zeydîn û heval Mustafa bûn. Her du heval jî ji aliyên hevalan ve gelek dihatin heskirin û bi giranbûna xwe, zanebûn û gihiştandina xwe  mînak bûn.

Heval dîsa ketibûn nav tevgerekî bêaman. Coş û atîkbûna wan re tu gotin tunebû. Lê belê, di kûrahiya dilê me de şayîşekî hebû ku nedihat pênase kirin. Lewra jî bersiva vê hebû, nenaskirina erdnîgariya herêmê û nenaskirina koricî û sîxuran!…

Erê, plana çalakiyê amade bû… Li hember hemû metirsiyan û astengan, me dîsa jî vê çalakiya bixeternak dixwestin bixin nav pratîgê. Ewr û asîman, dar û berê ku şahîdên gelek gavên dîrokî û metirsiyanê careke din dil bicoş, çav bihêvîdar li vê amadekarî û nîqaşan temaşe dikir. Di her lebitandinê me de çavê me li ew asoya bêsînor ve dieliqî. Bihar tenê ne a xwezaya bêhempa bû, bihar, bihara dilê me û armanca me bû jî. Dilê me bi vê pratîgbûyîna çalakiyê, wê bihara xwe hîn bi giyanber bijiya. Em, êdî bi vê dilbiharî ve ketibûn rê. Di rê de di bey qey em nedimeşiyan, piyê me ne li ser erdê bû, ewqas coşî û peroşmendî me jiyan dikir ku tu westandin an jî zorayî em nedihesiyan. Tu metirsî, me nedida seknandin. Metirsiya nenaskirina erdnîgarî û gelê derdorê ne xem bû…Careke me biryar girtibû û ev ji bo me biryarekî dîrokî bû…Di xeyal û ramana me teva de serkeftina vê çalakiyê hebû. Bi van xeyal û ramanan em sê roj bûn dimeşiyan. Her gavekî me bi gelek hesab û hesasiyetan dihat avêtin. Bi hişyarî û baldarî li derdorê xwe dinêriyan û her tiştê vê xwezayê me dixwest ku di ramana xwe de xêz bikin. Em, hem ber bi cihê çalakiyê ve dimeşiyan, hem jî derdorê xwe bi vî awayî dinasiyan. Her du bi hev re pêk dihat. Lê em baş dizanibûn ku ev rewş ji bo me çiqas metirsiyekî û dezavantajekî girîng e. Dîsa jî me her tişt girtibû ber çavê xwe, sê roj bi vî awayî em meşiyan û gihiştin nêzê cihê çalakiyê. Ji bo çalakiyê her tişt hem di aliyê zindîbûna rih, hem jî di aliyê plan û amadekariyên çalakiyê de hazir bûn.

 Heval hemû ji bilî nobedaran piştî ewqas meş û westandinê dema nîvro ketin xeweke şîrîn. Xewna biharê û germahiya nîvro, xewneke di bey qey li ser purtên kevoka xew dikî, ewqas mirov dikşîne nav xwe… Heval hemû bi xeyalên çalakiyê xew kiribûn. Piştî demekî kurt, ez jî bi xeyal û heyecanê çalakiyê ketibûm bin bandora xewna şêrîn.

Bi bangkirina hevalên me yê nobedaran ji nişka ve em ji xew hilpekiyan. Dijmin me xistibû çemberê, derdora me hatibû girtin. Paşverûtiya hevkaran û îxanetê careke din bi hemû talbûna xwe ve derketibû pêşiya me. Meşa me ji destpêkê ve heta vê dema me yê îstirehetê ji aliyê qelhên koricî û hevkaran ve hatibû dîtin. Şayîşa me yê di vê warî de bi awayekî berbiçav li ber me disekiniya. Koricî rêya me şopandibûn û agahî dabûn dijmin. Dijmin bi vê agahiyê dikeve nav tevgerê û bi hêzeke xurt re kêlî bi kêlî firseta “me bixin dest” sekiniye. Ew di vê xalê de ji me bêhtir bi avantaj bûn. Lewra pêşengên wan, qelhên ku erdnîgariya Şîrwanê û çiyayên vê herêmê baş dinasîn bûn.

Em hemû di kêliyekî de gelek tişt fikirîn û hema ketin nav tevgerê ku dest bi şer bikin. Hêrs û kîna me bibû wek volqanekî teqiyayî, diviya ku em bi vê lawên xwe dijmin û îxanetê bihelînin û bişewitînin. Armanca me qelişandina çemberê bû. Bersiva me ji dijmin re teqandina guleyan û heta dawî berxwedan bû. Di her helî de çavên hemû hevalan de werektî û fedakariyekî bêdawî dixuya. Di her aliyan de avantaj ya dijmin bû. Lê tenê tiştekî wan tunebû ku ew ji bo wan darbeyê mirinê bû, ew jî fedekarî û  netirsiya mirinê bû. Lewra Apocitî mirinê kiribû jiyan…Her xwînekî şehîdan bi vê rihê bibû giyana hezar û mîlyonan. Bi vê rihê mirovên nemir hatibûn afirandin. Em 16 heval ji ber vê yekê bi bêtirs û werekiyekî bêemsal ve hêviya xwe neşikênand û me biryar da ku girê li ber me -ku cihekî stratejîk bû- destbixin û çemberê bi vî awayî biqelişînin. Bi fermana heval Zeydîn ku ew dengê wî yê ji xwe bawer tu car ji bîra min naçe, em bi pevçûn û bin barana guleyan de ber bi girê ve şerê xwe didomand û diçûn. Leşker, koricî û sîxuran li ser rêya me wekî xweliyê bûn. Di bin her latekî û tehtekî de tije bibûn. Her yekî me li ber hevalên xwe, xwe dikir sîper. Nedîtina şehadeta hev û ji bo hev xwe fedakirin di her tevgerekî hevalan de diyar dibû.

Şer ewqas xurt bibû ku her hevalekî ketibûn bin bandora hêrs û tolhildanê. Gelek heval ji hev qut bibûn. Bang li hev kirina me gelek caran bêbersiv dima. Dengê heval Mustafa jî nema dihat…Ew dengê wî yê ku berpirsiyartiya şoreşgerî û germahiya hevaltî ve hatibû pijandin nema digihişt guhên min. Heval Mustafa ku di dema seha Serokatî de ji aliyên Serok ve bi werektî û dirûstbûna xwe, mînak dihat nîşan dan, niha bi ew werektiya xwe re di kîjan stêrkên asîmanan de nîşanê bû û dirijiya, tenê ew dilên ku pêre diavêtin dizanibû.

 Di wê heyecan, toz û duman dîsa di bin baranê fişekan de ez û heval Zekî nêzê hev bûn. Hebûna heval Zekî ji bo min dibû hêzekî bêpênase û di hebûna wî de hevalan hevalên ku niha ji wan bêagahî bibûm didîtim. Lewra jî ez û heval Zekî bi hev re bêhn û hewaya Botanê girtibûn. Li Botanê jî em bi hev re mabûn. Şerkeriya wî kena wî ya ji dil di wê pevçûna ku asîman jî ji me nedihat xuya li ber çavên min bû. Lê ew guleyên îxanet û paşverûtiyê heval Zekî jî ket. Di wê kêliyê de hemû jiyana min û hestên minê ku di nav şoreşê de di dil û rihê min de cih girtibûn, carekî de gûr bûn, di aliyekî de li ser dijmin guleyên xwe yê tolhildanê dirijandim, di aliyekî de jî min hewil dida xwe ku bigihijim heval Zekî. Bi gelek metirsiyan re xwe gihandim cem heval Zekî. Lê belê heval Zekî bi giranî birîndar bibû û tenê dixwest ku ez xwe xilas bikim. Lê kîjan dil di wê kêliyê de dixwest dest ji hevalê xwe berde. Kîjan dilê şoreşger wê vê xwestekê pêkbiniya. Tu hêz û kuweta heval Zekî nemabû û nikaribû xwe bilebitîne. Cara dawî bi awayekî hişk    li min nihêrî û got; “Daxwaziya min ewe ku biçî û bigihijî hevalên din. Ez êdî nema dikarim” Fermanekî hişk û pêwîstekekî şoreşgerî da pêşiya min. Bi dil şikestî û bi êşên bêpênase, çanta û çeka heval Zekî girt û beziyam cem hevalên din. Em heft heval mabûn. Derbaskirina çemberê gelek kêm mabû. Lê belê em, li ku derê ne, erdnîgariya vir bi çi rengiye nizanibûn. Lê hîn jî em di nav şer de bûn. Carna ji hev vediqetiyan û careke din dihatin cem hev. Ez û hîn hevalên din derketibûn devreyê çemberê.

Dawiya pevçûnê 11 hevalên me bi qehremanî şehîd ketin. Ew roj di asîmana bêdawî de 11 stêrk rijiyan. 11 stêrk êdî bibûn tîrêjê rojê û şewqa xwe di germahiya roja bêhempa de digihijandin me. Heval Mustafa Gulo, Salîh Keçî, Resûl Şirnax, Rêzan (ji başûrê biçûk bû), Bişar Didêrê, Ferhad Dîdêrê, heval Adîfe û Sîdar dîsa du hevalên ji ber ku em zêde gel hevûdu nemabûn navê wan nizanim, di vê pevçûnê de tevî karwanê şehîdan bûn. Ew bibûn efsaneyê qehremanî û fedekariyê. Her ji van stêrkan yek efsaneyekî bi serê xwe ye. Ew ji bo min û hemû hevalên me, her tim dibin çavkaniya hêvî, bawerî, fedekarî û berxwedaniyê. Ew bi rihê Apocitî, di rih û ramanên xwe de bûne yek. Pîvanekî me yê xwe ji ber çavan derbas kirinê û xwe paqij kirinê jî ew in. 11 hevalên nemir ku di di ronahiyê rojê de giyanber bûn, di herêmê de ji bo me bûn bingehê serkeftin û herêm bixin bin bandora xwe. Çawa ku em bi qehremanî û şerkeriya hevalan bandor bûn, ewqas gelê vê herêmê jî li hember vê berxwedanê bi zindî rihê Apocitî û rastiya gerîla naskir. Belkî di kêliyê pevçûnê de avantaj ê dijmin bû, lê belê di aliyê serkeftin û qehremantî avantaj ya me bû. Piştî van qehremantiyan gelê herêmê bi rêztir û germtir nêzê me bûn, koricî û hevkar jî êdî bitirs bibûn. Gelek pîvanên şoreşgertî bi berbiçavî di vê herêmê de xwe dide xuya kirin. Ewê ji me re her tim bibin pîvana jiyan û mirinê.