HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Piştî 4 salan hevdîtinek bi Rêber Apo re hate kirin. Rêber Apo silav li her kesî kir.

Em jî bi hesret, hezkirin û rêzdarî silavên xwe dişînin. Silavgirtina ji Rêber Apo ji bo me û hemû gelê me bû moral. Lewma bi rastî jî 4 salan agahî negirtin, zehmet bû. Lewma ji bo me bû agahiyeke girîng.

1’ê Cotmehê Devçet Bahçelî merheba da parlamenterên DEM Partiyê û gotinên wiha dikir, ‘ger jiderve aştî hebe, divê di hundir de jî aştî hebe’. Di demeke wiha de ev hevdîtin hate kirin, ev hevdîtin pir cuda hate nirxandin û şîrovekirin. Bê guman li hawireke ku Devlet Bahçelî bang li Rêbertî bike û Erdogan jî piştgiriyê bide vê bangê, dibe ev nirxandin û şîrove bên hişê mirov. Ji aliyê kesên ku rastiyê nizanin û nabînin ve nirxandinên bi vî rengî, tê fêmkirin. Lê belê ev hevdîtin rasterast bi gotinên Devlet Bahçelî û nîqaşên piştre re eleqeder nînin.

Bi salane ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo azadiya wî, têkoşîneke mezin tê meşandin. 4 sal in hevdîtin nîne. Lewma têkoşîna gelê me heye, têkoşîna gelê me yê li Ewropa, têkoşîna dostan heye. Vê yekê bi rastî jî zorî zehmetî ji bo dewleta Tirk çêdikir. Têkildarî vê yekê helbet zext li ser DMME’yê hebû, zext li ser Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê hebû. Evane hemû helbet di heman demê de li ser Tirkiyeyê jî zextek çêdikir. Tirkiye bi rastî jî ji bo domandina vê tecrîdê zehmetî jiyan dikir. Ji vî alî ve piştî 4 salan li Tirkiyeyê ev nîqaş çêbûn. Di çarçoveya axaftinên Devlet Bahçelî de Tirkiye zehmetî jiyan dikir û mijara destûr nedayîna hevdîtinê, li ser dewleta Tirk veguherîbû zextê. Destûra hevdîtinê da û xwest ji vê zextê rizgar bibe. Hem jî di pêvajoyeke wiha de xwest hişê mirovan tevilhev bike.

HEVDÎTIN DI ENCAMA TÊKOŞÎNÊ DE PÊK HAT

Ya ku pêşî li vê hevdîtinê vekirî, têkoşîna ku salên dirêj li dijî tecrîdê dewam dike û têkoşîna azadiya Rêbertî ye. Ev yek bû wesîleya hevdîtineke wiha. Lê ji ber ku dewlet pir zehmetî dikêşe, di demeke ku ev nîqaş tên kirin de ev yek pêk anî û bi vî rengî hem xwest ji zextên li ser xwe rizgar bibe hem jî hinekê hişê mirovan tevilhev bike, weke ku nermbûnek çêdibe, weke ku di pirsgirêka Kurd de nêzîkatiyeke cuda çêbibe.

Ji dervey me gelek mirov li ser vê yekê fikirîn; nîqaş kirin. Lê em vê yekê diyar bikin, teqez ti eleqeya vê hevdîtinê bi nîqaşên demên dawî re nîne. Weke min diyar kirî, ev hevdîtin di encama têkoşîna 4 salan de pêk hat.

Rêbertî negot, tecrîd rabûye. Herhal eger di pirsgirêka Kurd de nêzîkatiyek cuda çêbibe, tecrîd dewam nake. Divê tecrîd bê rakirin, lê dewam dike. Piştî hevdîtinê demek kurt, cezayê disiplînê dan Rêbertî. Lewma ev hevdîtin divê cuda neyê şîrovekirin, divê neyê fikirîn ku ji ber sedemên cuda pêk hat, divê bê dîtin ku bi temamî di encama têkoşîna bi salan de ye û divê bê zanîn ku hîna ku tecrîd dewam dike û divê têkoşîn bê domandin. Teqez divê rehetî çênebe. Ji ber ku hevdîtina bi Rêbertî re mîna moral dayî gel, derketina çend gotinên wî jî ji bo peyamdayînê girîng e. Ji vî alî ve divê têkoşîna li dijî tecrîdê dewam bike.

TECRÎD DEWAM DIKE, TÊKOŞÎN JÎ DIVÊ DEWAM BIKE

Hevalan jî jixwe di vê çarçoveyê de bi berfirehî nirxandin kirin. Rêbertî bi xwe dibêje, ‘tecrîd dewam dike’. Ev tê wê wateyê ku em ê têkoşînê bidomînin. Eger ev hevdîtin di encama têkoşînê de çêbibe, wê demê divê em têkoşînê bidomînin. Rêbertî destnîşan kiriye ku divê nebe sedem ku ti rehetî çêbibe. Ji ber ku di civakê de, di kesan de ferasetên şerê taybet hene. Di encama kampanyayên hêzên şerê taybet de, şaş fêmkirin çêdibin. Di roja me de ku bi dehan televîzyon hene, amûrên şerê taybet hene, mirov tên xapandin. Divê bi van nexape. Jixwe niha jî gelê me li her derê dibêje tecrîd dewam dike. Li Ewropa jî tê gotin. Li Bakur jî, li her derê tê gotin ku tecrîd dewam dike û wê têkoşîn jî dewam bike.

Dîsa di demek nêz de, 16’ê Mijdarê wê li Kolnê meşa mezin were kirin. Li wir wê têkoşîna li dijî tecrîdê bê nîşandan. Di sala duyemîn a kampanyaya azadî ji Rêber Apo re de, wê pêngavek nû bê avêtin. Li wir jî helbet divê tevlîbûneke xurt çêbibe.

Divê ev yek bê dîtin. Ti têkoşîn vale naçe. Li aliyê din Kurd gelekî di bin qirkirinê de ye. Rêberê Gelê Kurd jî di bin zexteke qirkirinê de ye. Di bin qirkirinê de tê girtin. Polîtîkaya li dijî Rêbertî, polîtîkaya qirkirinê ye. Tunekirina rêberê gelekî, tunekirina zanebûna wî, di heman demê de tunekirina hemû nirxên wî gelî ye. Ji ber ku ji bo her civak û gelekî, rêber pêkhateya nirxan e. Kombûna nirxan e. Nûnerên herî girîng ên nirxan e. Tunekirina wî/ê, tê wateya tunekirina hemû nirxan û êrîşkirina hemû nirxand. Ji vî alî ve divê gelê me xwedî li Rêbertî derbikeve. Em bawer dikin ku Rêbertî wê bi têkoşînê azad bibe.

Erê, têkoşîn zehmet e. Di nava pir zehmetiyê de tê meşandin. Li her qadê têkoşîn di nava şert û mercên zehmet de dimeşe. Lê belê ev têkoşîna ku di nava şert û mercên zehmet de dimeşe, teqez wê bigihije encamê. Jixwe zehmetî girîngiya têkoşînê û rastiya xirabiya dijmin nîşan didin. Li dijî rastiyeke wiha bêyî têkoşîn, şert û merc çi dibin bila bibin bêyî têkoşîn encam nayê girtin. Bi hêsanî li benda serketinê mayîn, bi hêsanî li benda encamgirtinê mayîn, nenaskirina rastiya qirker û mêtinger, wê bibe nefêmkirina rastiya Kurd, rastiya Kurdistanê û rewşa li Rojhilata Navîn. Ji vî alî ve divê her kes bêje ku zehmetî çi dibin bila bibin, em ê têbikoşin û bi ser bikevin. Divê zehmetî weke astengî neyên dîtin. Zehmetî di rastiya Kurd, di rastiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, sedemê têkoşînê ye. Ji vî alî ve, em bawer dikin ku wê bi geşkirina têkoşînê em ê bi ser bikevin.

ÇIMA BI CAREKÊ RE DERKETINEK WIHA PÊK HAT?

Lazim e ev rastî were zanîn. Mijara pirsgirêka Kurd, yanî şerê li dijî Kurdan, şerê berpirsyariyê û têkoşîna mezin a em li dijî vê dimeşînin herî baş em dizanin. Ev 50 sal in em vê têkoşînê dimeşînin. Em sîstema mêtinger û qirker nas dikin. Em dizanin ku ev 50 sal in têkoşîneke çawa hatiye kirin. Di vî alî de dema axaftina Devlet Bahçelî û ya Erdogan bê nirxandin, pêwîst e ev têkoşîn bi tevahî bê nirxandin. Divê şerê li dijî me û gelê Kurd tê meşandin, bi awayekî giştî bê nirxandin.

Di vî alî de helbet di fêmkirina axaftinên bi vî rengî û zanîna wan de ji her kesî zêdetir avantajên me hene. Ji ber ku em bênavber şer dikin û em di nava şer de ne. Hema hema em fikir û pêngavên wan ê rojane, dikarin hesab bikin. Ji ber ku em dizanin hawireke siyasî ya çawa heye, di kîjan şert û mercê de têdikoşin, eniya mêtinger qirker di çi rewşê de ne, rewşa Rojhilata Navîn, rewşa têkoşîna me û hemû şert û mercan em dinirxînin, Devlet Bahçelî yan jî Erdogan ka çima serî li rêyek bi vî rengî didin jî em dizanin.

Çi bû yanî? Devlet Bahçelî yê ku heta duh her cure zimanê qirkirinê bi kar dianî, mîna jehrê diaxivî, hebûna Kurdan bi temamî tine dihesiband, ne tenê DEM Partiyê, hemû Kurd, li dijî her kesên têkoşîna gelê Kurd dimeşîne dijûn û êrîş dikir, îro dibêje em aştiyê pêk bînin? Divê teqez sedemeke vê hebe. Di vî alî de bêguman sedemên cuda tên nîqaşkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li derve zehmetiyan dikêşe û di hundir de jî zehmetiyan dikêşe. Ev rast e. Lê nirxandineke weke ku ji ber li derve û hundir zehmetî dikêşe, ji ber wê dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bike û van zehmetiyan derbas bike, şaş e. Wisa fikirandin şaş e. Rast e, li derve û hundir zehmetî dijîn, lê belê li dijî gelê Kurd şerekî qirkirinê heye û dimeşînin.

Di pêvajoya zehmet de dixwazin şerê xwe yê li dijî Kurdan bi encam bikin. Pêwîst e wiha bê dîtin. Di mijara pirsgirêka Kurd de zihniyet nehatiye guhertin. Zîhniyeta demokratîk pêş ketiye an jî dê pirsgirêka Kurd çareser bikin, tiştekî bi vî rengî nîne.

Belê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîste bibe xwedî zîhniyeteke demokratîk. Pêwîste zîhniyeteke ku hebûna Kurdan, nasname û çanda wan qebûl dike, bi dest bixînin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Bi taybetî ne di nava MHP'ê de û ne jî Devlet Bahçelî. Di vî alî de çima ev pêngav hat avêtin? Bi rastî jî divê em baş bifikirin.

Gotin ku zehmetiyên li herêmê, şerê Îsraîlê û her wiha gotin Îsraîl wê êrîşî me bike. Bêguman li Rojhilata Navîn şerek diqewime. Ev şerekî mezine ku hevsengiya Rojhilata Navîn dihejîne, tê meşandin. Li aliyê din, hêz û bandora jeopolîtîk a Tirkiyeyê gav bi gav kêm dibe. Pozîsyona xwe ya jeopolîtîk ku ev 150 sal in bi kar tîne, bazariyê li ser dike an jî weke hêza wê ya herî girîng a siyasî bû, êdî ne mîna berê ye û bandora wê kêm bûye. Em nikarin bêjin ku bi temamî ji holê rabûye. Lê ew êdî ne di wê pozîsyonê de ye ku weke berê xwe bike desthilatdar, şantajê li her kesî bike, bike mijara bazirganiyê. Ya ku pêşketina têkiliyên navbera Îsraîl û Ereban û lêgerîna li rêyên cuda yên enerjiyê radixe pêş çavan ev e. Ev zelal e.

Helbet ev rastî Tirkiyeyê dixe nava gumanan. Ji vî alî ve desthilatdariya AKP MHP'ê di encama siyaseta xwe de Tirkiye aniye vê nuqteyê. Niha jî dixwaze hemû hêzên mûxalîf bigire pişta xwe û pozîsyona xwe bidomîne. Dixwaze li vê erdnîgariya zehmet bike desthilatdar. Lê belê polîtîkayên wî ew aniye vê rewşê. Ya ku hem di polîtîkayên herêmî de hem jî di pirsgirêkên navxweyî de pirsgirêk avakiriye, desthilatdariya AKP MHP'ê ye.

Niha ev axaftina Devlet Bahçelî ye û piştre Erdogan jî piştgirî dayê. Mirov nikare bêje di navbera Erdogan û Devlet Bahçelî de pirsgirêk heye. Ne rast e ku mirov bifikire di mijarên ew çend girîng de di nava taktîk û têkiliyên ewçend ji rêzê ne. Ne pêkane ku hayê wan ji hev nebe. Ji berê ve axivîne, Devlet Bahçelî gaveke bi vî rengî avêt. Divê bi vî rengî were zanîn. Fikra ku dibêje Devlet Bahçelî di pirsgirêka Kurd de AKP’ê derbas kiriye û gihîştiye nuqeteyeke maqûltir, tê wateya ku rastiya MHP’ê û Tirkiyeyê nasnekirine.

Niha em dikarin li ser vê mijarê wiha bibêjin. Niha, hêdî hêdî ev tê qebûlkirin. Ahmet Turk di dewama axaftina xwe de got, "Tiştên bi vî rengî tên gotin. Dema ku ev yek nehat pejirandin, ji ber ku jixwe tiştek wisa nîne, wê hingî bi tundiyeke mezintir bi ser me de werin. Lîstikeke bi vî rengî heye." Belê, lîstikeke wiha heye. Ev lîstik bi giranî li ser DEM Partiyê tê lîstin. Wê bibêjin “Me ji bo qada ku hûn lê siyasetê bikin vekir. Em bi nermî nêzîk bûn.” Wê bêjin ku we bersiv neda vê yekê û ew ê bi tundîtir bi ser wan de herin. Ne hewce ye em vê binirxînin.  Devlet Bahçelî jî wiha got Mehmet Uçun jî wisa got. Erdogan jî wisa got. Ev zelal e. Ne hewce ye ku ewqasî tevlihev bê nirxandin ka çi bûye an nebûye. Divê her kes hevokên Mehmet Uçun yek bi yek şîrove bike. Ew dixwaze çi bibêje? Devlet Bahçelî got, an hûn ê qebûl bikin an jî hûn ê kulman bixwin. Ev tê çi wateyê? Hûnê dev ji doza azadî, demokrasi û Kurdbûna xwe berdin. Dibêjin bibin siyasetmedar, bibin parlamenter, bibin serokê şaredariyê lê xwe tevî van nekin. Qala têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd nekin.

Azadî tê wateya demokrasiyê, tê wateya şerê li dijî vê dewletê, li dijî vê desthilatdariyê. Ev tê wateya helwestgirtina li hemberî polîtîkayên desthilatdariyê. Dibêjin ji vê yekê dûr bisekinin.

Dibêjin eger hûn dûr bisekinin, hûn dikarin bibin şaredar an jî parlamenter. Hûn dikarin siyasetê bikin. Ya ku tê gotin ev e.

Di vê mijarê de lêgerîna li tiştekî tenê nîşandana xwesteka mirov e.  Xwezî tiştekî baş bûya. Belê, her kes dixwaze ku tiştekî baş bibe. Di meseleya pirsgirêka Kurd de pêngav bên avêtin ango çareser bibe. Kesekî ku vê ji me zêdetir bixwaze nîne. Em balê bikşin ser vê yekê. Kesek ji me bêhtir vê bixwaze nîne. Niha wate dayîna banga Devlet Bahçelî jî ne meseleyek ku bê fêhmkirin e.

HEVDÎTINA LI GEL QENDÎLÊ YA BI RÊYA TELEFONÊ, NE RAST E

Erê roja ewil destê xwe dirêj kir. Got ku hem li hundir hem jî li derve aşitî. Baş e ew hema gotinek bû. Dibe ku ev gotin hin tiştan bide fikirandin. Pişte Devlet Bahçelî, Rêbertî vexwendiye meclîsê. Çi gotiye? Were rêxistina xwe belav bike. Ev tek tê çi wateyê? Hêza fikirîn û îradeya siyasî ya gelekî. Ev 50 sal in ji bo vê yekê li ber xwe dide. Deh hezaran şehîd hene. Dibêje were belav bike. Ev yek tê wateya teslîmbûnê. Tê wê wateyê.

Ev yek tê kîjan wateya? Erê, bi tenê ev yek heye. Devlet Bahçelî Rêbertî mixatab girt. Hate fêmkirin, her kesî fêm kir ku mixabatê vê pirsgirêkê Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê ye ku ji bo wir bangan dike. Ger were çareserkirin wê ew çareser bike. Yanî zelal bû ku mixatab ew e. Her wija li aliyê din tecrîd heye. Qebûl kirin ku tecrîd jî heye.

Her wiha em vê yekê jî diyar bikin, tê nîqaşkirin. Dibêjin bi rêya telefonê li gel Qendînê hevdîtinek çêbûye. Ev yek ne rast in. Heya niha bi Qendîlê re têkiliyek çênebûye. Yanî bi tu awayî têkilî çênebûye. Tişetekî bi vî rengî tune ye. Em jî weke hemû kesan li ser televîzyonan dişopînin. Ji çapemeniyê dişopînin. Bila ev yek jî wiha were zanîn. Bi Rêbertî re hevdîtîneke wisa tune ye, pêvajoyek tune ye.

Dikarin hemû gavan bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bînin. MÎT dikare here û bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bîne. Berê jî li Îmraliyê bi Rêbertî re gelek hevdîtin çêbûn. Lê belê em ji gotinên Omer Ocalan û dîsa ji gotinên Tûncer Bakirhan ên piştre fêm dikin ku Rêbertî gotiye ku pêvajoyeke çareseriyê tune ye. Ji ber vê yekê divê ji wê hevdîtînê wateyeke cuda neyê derxistin. Divê were zanîn ku ew hevdîtin encama têkoşîna bi salan e.

Divê bi awayekî rast nêzî vê pêvajoyê bibin. Divê mirov bi baldarî li nêzî vê pêvajoyê bibe. Ev xefikek e, lîstîk e. Jixwe desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariya şerê taybet e. Lîstika di nav lîstikê de ye. Her roj vê yekê dikin.

Jixwe Erdogan demogog e. Devlet Bahçelî jî wisa ye. Jixwe faşîzm tê wateya demogojiyê. Berovajîkirina rastiyan e. Jixwe ji berê ve ye gotinên MHP’ê yên têkildarî vê mijarê tên zanîn. Jixwe Erdogan jî hosteyekî baş ê demogojiyê ye.

Dibêjin ku xwişk-birayên me yên Kurd. Xwişk-Biratiya Kurd-Tirkan. Jixwe gelê Kurd û gelê Tirk xwişk-bira ne. Polîtîkaya dewletê ya gelê Tirk û gelê Kurd anîn pêşberî hev ev desthilatdarî bi xwe ye. Polîtîkayên vê desthilatdariyê ne. Niha tê nîqaşkirin. Dibêjin ku bila ne xwişk-biratî, bila wekhevî hebe. Demogojiya xwişk-biratiyê tê kirin.

Ji ber vê yekê divê ev nîqaş rast werin nirxandin. Divê were zanîn ku tiştek ji vir dernakeve.

Helbet çareserî tê xwestin, ev tiştekî cuda ye. Gel jî dixwaze, em jî dixwazin, tevgerên siyasî yên demokrat û dost jî dixwazin. Gelê Tirkiyeyê jî dixwaze. Çimkî ji bo ku Tirkiye ji pirsgirêk û krîzan rizgar bibe, divê vê pirsgirêkê çareser bike. Lê belê li holê xwestek û niyeteke çareseriyê ya bi vî rengî tune ye. Berovajî wê yekê dixwazin ku polîtîkaya ku bi salan tê meşandin, berdewam bikin.

Divê ev rastî were zanîn. Bi taybetî jî divê were zanîn ku li ser aligirên DEM Partiyê û gel lîstikeke çawa tê lîstin. Ji ber vê yekê divê gel sekneke qewî nîşan bide û li hemberî vê polîtîkayê têbikoşe. Ji bilî têkoşîna li dijî vê polîtîkayê tu rêyên din tune ne. Ji ber ku teslîmbûn pêk nayê, yanî dev ji Kurdayetiya xwe bernadin, ji ber ku gelê Kurd dev ji azadî û mafên xwe yên demokratîk bernade, divê vê polîtîkayê bi awayekî rast bibîne û divê li dijî vê polîtîkayê li ber xwe bide.

DIXWAZIN ÎRADEYA GELÊ KURD BIŞKÎNIN

Ev polîtîkayên qeyûman ji destpêkê ve ye hene. A rastî wê li Kurdistanê piştî hilbijartinan bihata kirin. Wanê rê nedayê û bi Colemêrgê re sînorkirî ma. A niha jî qeyûm hem perçeyekî vê polîtîkayê ne û hem jî encameke polîtîkaya ku heya niha dihat meşandin. Jixwe dixwazin têkoşîna gelê Kur a ji bo azadiyê têk bibin. Naxwazin ku rêveberiya tu bajar û navçeyan di destê Kurdan de be. Sînorkirî jî be, naxwazin îradeyeke Kurdan hebe. Ji ber vê yekê polîtîkayeke qeyûman a bi vî rengî heye. Encama vê yekê ye.

Dibêjin ku nabe gelê Kurd here ser sindoqê, nûnerên xwe hilbijêre û bi xwe bi rê ve bibe. Dibêjin ku heya hûn dev ji Kurdayetî, nasname û azadiya xwe bernedin, em mafê rêveberiyeke bi nasname, çand û azadiya we nadin we. Dibêjin: ‘’Hûn nikarin werin û li tu cihan bi nasname, çand û zimanê xwe şaredariyan bi rê ve bibin. Em destûrê nadin vê yekê.’’ Dibêjin: ‘’Hûn ê dev ji vê yekê berdin.’’ Ji ber vê yekê ji bo ku têkoşîna gelê Kurd ya ji bo demokrasî û azadiyê bişkînin, polîtîkaya qeyûman bi rê ve dibin. Dibêjin ku ger werin hilbijartin, em ê qûyûman tayîn bikin. Sedema israrbûnê jî ji bo jêvegerandinê ye. Dibêjin ku hûnê dev ji fikr û polîtîkayên xwe berdin. Ji ber wê yekê israr dikin. Gelek caran ev yek kirin û dibêjin ku hûnê dev ji berdin. Rêbazeke jêvegerandinê ye. Dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin û teslîm bigirin.

Têkiliya wê ya bi pêvajoyê re jî ew e ku dibêjin ku ger hûn polîtîkayên me qebûl nekin, li gorî desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayekê bi rê ve nebin, em ê qeyûman tayîn bikin. Hewl didin bi vê yekê di pisgirêka Kurd ferasetekê ava bikin. Ji aliyekî din ve jî dibêjin ku ger hûn teslîm nebin, wekî ku me beriya niha jî gotibû ‘’hûnê têk biçin, ger hûn polîtîkayên me qebûl nekin, em ê qeyûman tayîn bikin û şaredariyan desteser bikin.’’

Ji bo vê yekê berê xwe dan Mêrdînê. Ji ber ku qada dagirkerîyê ye ku wê li ser Rojava were meşandin, xwestin Mêrdînê ji destê DEM Partiyê bistînin. Heya Devlet Bahçelî jî dema ku ku qala Ahmet Turk dike, bi baldarî gotinên nerênî anîn ziman. Dîsa beriya 15 rojan sulha malbata Şenyaşar pêk anîn. Ahmet Turk û alîkarê Erdogan ev yek bi hev pêk anîn. Ji bo dagirkeriya Rojava Mêrdîn tercîh kirin.

Xelfetî jî ji bo Rêbertî peyamek e. Armanca wê jî ew e ku li ser Rêbertî zextê bikin. Armanc peyama ji bo Rêbertî ye.

Êlih jî helbet di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, têkoşîna jinan gelekî girîng e. Ji ber vê yekê li Êlihê bi rêjeyeke zêde jinek bû hevşaredar. Ev êrîşeke li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan e. Nikarin wê jî têk bibin û dixwazin biçewisînin.

Wê vê yekê bidomînin. Ger têkoşîn pêş nekeve wê dewam bikin. Çimkî çend rojan beriya niha Abdulkadîr Selvî got ku ‘’wê dewam bike.’’ Wê şaredariyên din jî desteser bikin. Wê Şaredariya Amedê jî û ya Wanê desteser bikin. Ya Bazîdê jî. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li her derê li ber xwe bide. Ji ber vê yekê divê nerazîbûneke weke ku hemû şaredarî hatine desteserkirin, were nîşandan.

Çimkî polîtîkaya qeyûm ne polîtîkayeke li hemberî bajarekî ye. Yan jî ne polîtîkayeke têkildarî şaredariya wî bajarî ye. Polîtîkayeke li dijî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurd li hemû bajaran li dijî van polîtîkayên qeyûmam li ber xwe bide. Divê ne li bendê bin ku dor were wan.

DIVÊ HER JI NIHA TÊKOŞÎN BÊ GEŞKIRIN

Eger li Wanê qeyûm bê sekinandin, li Amedê qeyûm bê sekinandin, wê demê divê her ji niha têkoşîn bê geşkirin. Helbet dema têkoşîn tê meşandin, divê bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê têkoşîn bê meşandin. Divê mirov bang li hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bike. Divê mirov bi wan re jî di nava têkîliyê de be. Me bandora vê têkîliyê, vê têkoşîna hevpar li Wanê dît. Divê ev yek hem di dema têkoşîna li Kurdistanê de pêk were, hem jî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û rêxistinên civakî yên sivîl divê li her qada ku lê ne li dijî qeyûm têbikoşin û helwest nîşan bidin. Hêzeke girîng a Kurdan li Stenbolê heye, li Îzmîrê hêzeke girîng heye, li Edene, li Antalyayê heye. Jixwe li vir CHP’ê şaredarî di encama dengên Kurdan de qezenc kirin. Lewma hêzên demokrasiyê yên li wir, bi rehetî dikarin bikevin nava liv û tevgerê. Divê ew bikevin nava liv û tevgerê. Encex bi vî rengî qeyûm wê bên têkbirin.

Niha têkoşîneke diyar heye. Lê divê hîn bêhtir bê bilindkirin. Divê domdar be. Ewane dibêjin ku, wê çend rojan bimeşin, çend rojan protesto bikin, wê piştre dest jê berdin. Divê wiha nebe. Gelê Kurd divê xwe ji têkoşîna domdar re amade bike, divê bê navber têbikoşe. Divê ti şaredariyan neberde. Şaredarî ne mekan in. Divê hevserokên Mêrdînê û endamên meclîsê xebatên xwe bidomînin. Divê bi gel re nîqaş bikin ku wê li kuderê kar û xebat çawa bê kirin, divê têkildarî vê yekê biryar bidin. Li ser vî bingehî jî helbet divê ew qeyûm bê teşhîrkirin. Ji vî alî ve divê ji bo xebitîna qeyûm, destûr neyê dayîn, divê bê felçkirin.

Divê hevserok jî, serokên meclîsê jî dest ji wezîfeya xwe neberdin. Divê aktîf bixebitin. Divê neçin li malên xwe nerûnin. Heta ku qeyûman dikin derê, divê nêzîkatiyeke wiha raber bikin. Hemû rêxistinên demokratîk, divê têkildarî vê yekê bi hestiyar bin. Divê qebûl nekin. Divê nîşan bidin ku qebûl nakin. Gelo hîna çima deng tê dayîna AKP’ê? Hem wê bêje ez Kurd im, hem jî wê deng bê dayîna AKP’ê. Ev nayê qebûlkirin.

Polîtîkaya qeyûm, divê wiha neyên fêmkirin. Êrîş li dijî DEM Partiyê nîne. Êrîşa qirker wiha ye. Rastê Kurd e, çepê Kurd e, Îslamî ye. Ji ber vê zihniyet û polîtîkayê ye, êrîş nake. Tenê ji ber ku gelê Kurd daxwaza xwe ya nasnameyê, azadiyê û demokrasiyê tîne ziman, êrîş lê tê kirin. Êrîş li dijî vê yekê ye. Eger ne DEM Partiyî, hin Kurdên din ban wê êrîşî wan jî kiriban. Eger di Kurdîtiya xwe, nasname, çand û zimanê xwe de israr kiriba, li ser vî bingehî rêveberiyeke herêmî kiriba wê qeyûm tayînî wî/ê jî kiriba. Lewma divê ji dervey Kurdan, hêzên din jî tevlî vê têkoşînê bên kirin.

MIROV NIKARE PIRSGIRÊKA KURD BIŞIBIHÎNE PIRSGIRÊKA BASK AN JÎ ÎRLANDAYÊ

Di dema nirxandina van qeyûman de pêwîste balê bikşînim ser mijarekê. Ewqas qeyûm tên tayînkirin û berxwedana gel jî bêguman heye. Hin derdor nirxandinên mîna ku qayûm dikarin bên tayînkirin, lê pêvajo dikare dewam bike, dikin. Ev bi rastî jî nirxandineke ku qeyûman rewa dike û asayî dike ye. Çawa dibe tiştek wisa? Meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd wê hebe, lê belê qeyûm wê dewam bikin. Ev ne pevçûneke û ne jî qada şer e. Di qada herî demokratîk û rewa de îradeya gel tê desteserkirin. Di vî alî de kesên ku nirxandinên bi vî rengî dikin, divê bersiva pêwîst ji wan re bê dayîn. Pêwîst e bê gotin, "Hûn lîstika AKP-MHP’ê berdewam dikin.” Zext dê dewam bike lê wê ji gel re bibêje “Dibe ku wisa be, hûn bên kuştin, rastî zextan werin. Vê yekê qebûl bikin, bertek raber nekin. Pêvajoya çareseriyê wê dewam bike.” Nêzîkatiyek bi vî rengî nabe.

Wiha jî tê gotin. Li cîhanê pêvajoyên çareseriyê yên di nava şer de hene. Li wir wisa çêbû. Niha wisa axaftin jî rewa kirin û nezanîn e. Pirsgirêka Kurd û ya Bask ango Îrlanda û yên din şibihandina hev xeflet e. Ne ji ber ku daxwazên siyasî zêde ne pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, tiştek wisa nîne. Ji ber ku înkara kurdan didome pirsgirêk çareser nabe û tê xwestin ziman, çand û nasname bê tunekirin pirsgirêk çareser nabe. Eger ev nebûya, eger li dijî Kurdan polîtîkayeke qirkirinê nehatibûya meşandin, eger ev ne siyaset bûya, dikarîbû ew pêvajoyên çareseriya şer li Kurdistanê jî bihata meşandin. Lê siyaseta li Kurdistanê ne ev e.

Bi rastî jî dipirsin pirsgirêka Kurd çi ye yanî? Ev pirseke 100 salî ye. Bêguman berê jî pirsgirêka Kurd hebû, lê pirsgirêka kurd a rastî bi Makeqanûna 24'emîn dest pê kir. Dihat xwestin ku Kurdistan bibe qada berfirehkirina netewebûna Tirkan. Polîtîkaya tirkkirina Kurdistanê ye û Kurdistan bikin qada berfirehkirina netewbûna Tirk. Îro jî wisa ye. Pirsgirêka Kurd çi ye? Ew e ku kurd nasname, ziman û çanda xwe ji bîr bikin.

Pirsgirêka Kurd ev e. Astengkirina xwerêvebirina wê ye. Beriya Komarê Kurd xwe bi xwe birêve dibirin. Rewşeke ku her tim ji derve mudaxle bike, nebû. Desthilatdariya Osmaniyan hebû, , lê belê rewşeke bi vî rengî ku mudaxeleyê ziman, çand, bawerî û jiyana wan bike nebû. Ev yek piştî sala 1924'an bi rengekî plankirî pêk hat. Dixwazin ziman û çanda Kurdan tine bikin. Windakirina ziman û çanda xwe tê çi wateyê? Windakirina nasnameya xwe ye. Qirkirina nasname ye. Ne xwerêvebirin, xweserî û ne jî şaredarî, tehemûla wan nîne ku Kurd xwe rêve bibin. Li Ewropayê şertê taybetmendiyên herêmî heye, lê îmze nekirin. Çima? Ji ber ku Kurd wê heta astekê bikaribin herêmên xwe bi rêve bibin. Wê jî qebûl nekirin. Niha ji bo zimanê Kurdî perwerdehî heye? Kurdî tê hînkirin? Derfetên fêrkirina kurdî hene? Na. Ji ber ku nîne, di bin zextê de ye û li her derê qedexe bûye. Tê gotin, zarok dema li dibistanê û li malê bi Kurdî diaxivin tên cezakirin. Niha her ku diçe zarokên Kurdan, Kurdî ji bîr dikin. Li rojavayê Firatê ji bîr kirin. Li Dersimê jibîr dikin. Niha li gelek cihan nifşê nû ji bîr dike. Çima? Zextek heye. Ma li gelek cihan bûyerên wiha çênebûn? Ji ber ku mirov bi zimanê Kurdî diaxivîn lêdan nedixwarin û ma qey nedihatin kuştin? Ev zextek e. Nikare bi azadî, rehetî biaxive. Yên diaxivin jî hene, lê zexteke bi vî rengî li ser ziman heye.

PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA QIRKIRINÊ YE

Li aliyê din Bulent Arinç got, zimanê çi bi kêr çi tê? Tu çima zimanê gelekî dide jibîr kirin? Dibêje pirsgirêka Kurd çi ye? Pirsgirêka Kurd pirsgirêka ji bîr nekirina zimanê kurdî ye. Ma qeyî niha nayê jibîrkirin? Ew wenda nabe? Ev yek di encama polîtîkayên we de pêk tên. Bi polîtîkayeke qirker, kolonyalîst pêk tê. Armanc ew e ku zimanê Kurdî bê jibîrkirin. Ma li ser çandê zext nîne? Hûnê ji bo çanda Tirkan ewqas tişt bikin, ava bikin, her cure piştevaniyê bidin Wezareta Çandê lê hûnê destûrê nedin çanda Kurdan. Hûnê zextê bikin.

Tu zimanê xwe tune dikî, çanda xwe tune dikî. Ev tinekirina nasnameyê ye, qirkirin e. Pirsgirêka Kurd ev e. Hûn nahêlin ew bi xwe şaredariyek jî bi rêve bibin. Pirsgirêka Kurd ev e. Kurd çi dixwazin? Kurd dixwazin zimanê wan winda nebe. Dixwazin çand, nasname wan tine nebe. Dixwazin polîtîkayê qirkirinê ya li dijî ziman û çandê ji holê bê rakirin.

Niha jê re dibêjin hemwelatîbûna wekhev. Kurd dikarin bibin her tişt yanî. Dibêjin ew dikarin bibin qeymeqam û welî jî. Bi awayekî îstîsnaî dibe. Wisa hêsan hêsan nakin. Eger xwedî li nasnameya xwe derkeve, xwedî li Kurdbûn û zimanê xwe derkeve, ji xxwe kesek wisa nakin.

Elewî jî hemwelatîbûna wekhev dixwazin. Dibêjin waliyekî, qeymeqamekî me jî nîne. Elewî xwedî nifûsekî mezin e Heta ji ber Elewîbûnê nakin karmend. Ev çawa dibe hemwelatiyek wekhev? Kurd ne hemwelatiyên wekhev in. Ji bo ku Kurd bibin hemwelatiyên wekhev, hûn ê nasname, çand û zimanê wan qebûl bikin.

Dibêje 'Eger tu Tirk be, tuyê bibî xwedî mafê hemwelatiya wekhev'. Belê, weke Tirkek xwedî hemwelatiyekî wekhev e. Eger Tirkbûnê qebûl dike, dev ji ziman, çand, nasname û têkoşîna xwe berdide, wê demê dibe xwedî mafê hemwelatîbûnê. Lê belê eger ji bo vê têbikoşe wê li dadgehên taybet bê darizandin. Dadgeh weke amûreke zextê li ser wan tê bikaranîn. Di vî alî de pirsgirêka Kurd çiye diyar dibe.

Dê bila bibe zimanê fermî yê Tirkî. Wê ev jibîrnekirina Kurdî, çi jê were? Wê vê zimanê Kurdî çawa bijî? Gelo ma polîtîkaya te, niha ne tunekirina polîtîkaya zimanê Kurdî ye? Nizanim, dikare li mala xwe, li kolanê biaxive. Her cure zextê bike, zexta civakî pêk bîne, zexta îdarî û her tiştî bike. Piştre jî bila li mala xwe, li kolanê biaxive. Yanî weke ku Kurdan gêj dihesibîne. Tu wê ewqas dibistanan vebikî, zimanê wî ewqas pêş bikeve. Tu wê her cure piştgiriyê bidî çandê, wê pêş bikeve. Lê dema dibe Kurd, tu nabêjî Kurd jî. Çi dibêje? Tirk Kurdan jî digire nav xwe. Tirk ne nasnameyeke etnîk e. Tu kê dixapînî? Ka Tirkên Hun hebûn, Tirkên Uygur hebûn. Niha jî rabûye dibêje, nasnameya Tirk Kurdan jî digire nav xwe. Tiştek wiha nîne.

Nasnameya Tirk ewqas hişk e ku dixwaze Kurdan qir bike. Nagire nava xwe. Nasnameya çewisandinê wî/ê ye. Ez dîsa diyar bikim. Yanî ji bo hemû Kurdan dibêjim. Bila bi rastî jî vê polîtîkaya dewleta Tirk rast fêm bikin. Bila xwe nexapînin. Dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê bike qadeke ku netewbûna Tirk lê belav bibe. Dest ji vê armancê bernedaye. Dixwaze bike Tirk. Yan wê weke çandî bike Tirk, yan jî demografiyê biguhere û wê derê ji erdnîgariya Kurdîtiyê derbixe. Kurd wê vê bizanin.

Ji bo vê eger bixwazin dest ji Kurdîtiyê bernedin, eger bixwazin dest ji nasname, ziman û çanda xwe bernedin, wê li ber xwe bidin. Pêkanîna plana Şark Islahat dewam dike. Endama wê diyar e.

Piraniya rojavayê Firat, Kurd bûn. Niha li Mereş, Meletî û Sêwasê Kurd nemane. Yên mayî jî bi Kurdî naaxivin. Pirsgirêka Kurd ev e. Tenê pirsgirêk nîne, ev polîtîkayeke qirkirinê ye. Welatparêziya wekhev falan jî, tiştek welê nîne. Kurd newekhev in. Têkildarî ti mijarê newekhev in. Hetta newekhevî quraleke destûra bingehîn e. Newekhevî qurala qanûnê ye. Newekhevî qurala polîtîkaya pratîkê ye.

ÇALAKIYA TUSAŞ’Ê JI ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ RE BERSIV E

Ez kesên ku çalakiya li dijî TUSAŞ’ê kirine, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Di rastiyê de ewane nîşan didin ku nasnameya Kurd, çand, ol û hebûna Kurd çi ye. Cewhera Kurdîtiyê, hestên Kurdîtiyê, lûtkeya hesên Kurdîtiyê, sekna Kurdan a di têkoşîna li dijî qirkirina Kurdan de nîşan dide.

Ewane li dijî qirkirina Kurd, seknekê nîşan didin. Ev fedayîtiya li dijî zexta giran e. Vê yekê hîs dikin, ji ber ku dizanin ku tê xwestin Kurdan bên tunekirin, yanî li dijî hebûna Kurd gefek heye, lewma hebûn, azadî û demokrasiya Kurdan diparêzin. Divê ev çalakî wiha were fêmkirin. Divê her kes vê peyamê ji vê sekin û çalakiyê bigire.

Çima ev qas fedayîtî, çima di temenê ciwan de jiyana xwe di vê astê de feda dikin? Divê hemû Kurd encamê ji vê derxînin. Divê ew bi xwe bersiva vê pirsê bidin. Helbet gotin pêvajo mêvajo, jixwe tiştek wiha nîne. Ti pêvajo falan nîne, em car din destnîşan bikin. Dibêjin di dema nîqaşeke wiha de ev çalakî hate kirin. Ti eleqeya vê çalakiyê, bi wê yekê re nîne. Ev çalakî encama xebateke demdirêj e. Wisa rojek, du roj, mehek. Beriya bi mehan ewane armanceke wiha diyar kiribûn.

Li aliyê din şer didome. Eger pêvajoyek çêbiba, eger mîna di salên 2009, 2010’an de şer neba, ew cuda. Tu her cure êrîşa tunakirinê pêk tînî. Ev çalakî bersiva wê ye. Bersiveke li dijî êrîşa qirkirinê ye. Yanî teqez ti eleqeya wê bi axaftinên Devlet Bahçelî yên 1’ê Cotmehê û nîqaşên pişre re nîne. Çalakiyeke ku li dijî polîtîkaya qirkirina Kurd, li dijî polîtîkaya dewleta Tirk hatiye amadekirin e. Divê ev wiha were dîtin. Niha helbet şer dewam dike û ew çalakiyeke li dijî navenda ku çekan li dijî Kurdan bi kar tîne ye.

Aksûngûr, SÎHA li vir tên çêkirin. Evane çi dikin? Li her derê li sivîlan dixe. Li Rojava li sivîlan dixe. Li Başûr li sivîlan dixe. Li rojnamevanan dixe. Li rewşenbîran dixe. Li siyasetmedaran dixe. Ev der navendeke şer e. Niha di navbera dewleta Tirk û tevgera azadiyê de, şerek heye. Ji vî alî ve hedefa rewa ye. Febrîqe, febrîqeyên şer, febrîqeyên çekan, cihên çêkirina çekan hedef in. Xebatkarên li wir hemû leşker in. Ew çekan dihilberîne.

Ji vî alî ve çalakiyeke girîng e. Helbet ewane hejandin. Çima? Ji ber ku timî digotin em hejmara pêvalên wan dizanin, em nefes standina wan dizanin. Bersiva herî mezin a ji wê re. Ti astengî nînin ku gerîlayên fedayî wan astengiyan derbas nekin. Ji vî alî ve ti astengî li pêşiya gerîlayên Kurd nînin. Her tim wê çalakiyan bike. Bi sed hezaran ciwanên wiha hene. Ya ku ev ciwan anîn vê rewşê, polîtîkaya dewleta Tirk e. Polîtîkaya qirkirinê ye. Helbet li dijî vê polîtîkaya qirkirinê wê ciwan, milîtan û fedayiyên xwedî hêrsa mezin derkevin holê. Heta îro derket holê. Ji vir û şûnde jî wê derkeve.

Hêrsa herî mezin a Asya Bîlen ew bû ku bi zimanê xwe neaxive. Dibêje birazî-xwarziyên min bi çand û zimanê xwe fêr bikin. Dizane ku êrîşek li wir heye. Li Îzmîrê mezin bûye. Ciwanên Kurd ên li Îzmîrê jî gelo çiqasê zimanên xwe dizanin? Qirkirinek heye.

Namerdekî digot, ‘tenê Şirnex, Colemêrg maye, piştî 20 salên din ew jî dê çand û zimanê xwe ji bîr bikin, wê ev pirsgirêk biqede’. Polîtîkaya we ev e. Li dijî vê yekê ciwan û fedayiyên Kurd wê çi bikin? Helbet wê bersiv bidin.

Jixwe nameyên pir xweş nivîsandine. Bi rastî jî mirov bandor dibe. Helbet hemû hestên xwe rijandine ser rûpelan. Di rastiyê de ew peyam divê bibe hestên hemû ciwanên Kurd, divê bibe peyama hemû ciwanên Kurd. Divê xwe welê hîs bikin. Divê bixebitin ku xwe bigihînin wê astê. Divê her kes bixebite ku xwe bigihîne wê astê, wê hestê.

Erê, peyamên bandor dane. Peyam dide malbata xwe, dide gelê Kurd. Mesela binêre, peyamek pir xweş dide gelê Kurd. Di heman demê de bang dike ku divê li dijî qeyûman berxwedaneke gel a çawa derkeve holê. Bang li her kesî dike. Bang li malbata xwe dike. Bang li hevrêyên xwe dike.

Ev bang di heman demê de ev e. Bi têkoşîneke ji rêzê ya li dijî vê qirkerî û mêtingeriyê, bi welatparêziyeke ji rêzê têkoşîn nayê kirin. Ji qirkirina Kurd rizgar nabe. Vê peyamê eşkere dide. Asta têkoşîna li dijî vê qirkerî û mêtingeriya dewleta Tirk nîşanî her kesê dide. Her kes jî divê xwe di vê astê de binirxîne. Divê bifikire ku li kudera vê astê ye. Em hemû deyndarê wan e. Helbet dema ew diçin şehadetê, dibêjin em deyndar in. Lê belê helbet herî zêde jî em deyndarê wan in.

DIVÊ HER KES LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINÊ BISEKINE

Niha helbet pirsgirêka jinê, pirsgirêkek girîng e. Tundiya li ser jinê, di rastiyê de feraseteke bi hezaran salan e. Bûyera tundiya li dijî jinê, di rastiyê de rewşeke dîrokî ye yan jî pirsgirêkeke herî kevn e. Hetta çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Çavkaniya pirsgirêkên civakî, desthilatdariya li ser jinê ye. Desthilatdarî jî bi çi tê kirin? Bi tundiya li ser jinê tê kirin. Rêbertî got, mêtingeriya destpêkê jin e. Û bi hezaran sal in zextê dibîne.

Ji vî alî ve ev pirsgirêk bûyerek e ku ji rewşa ‘li wir ev qas mêr zext li jinê kiriye, ev qas mêr jin kuştine’ hîn wêdetir e. Pirsgirêka civakî ye, yanî civakekê hemûyê eleqeder dike. Pirsgirêkeke ku divê bê çareserkirin.

Heta tundiya li ser jinê neyê rakirin, polîtîkaya tundiyê ya li ser jinê neyê tunekirin, yanî heta jin azad nebe civak bi aram nabe. Civak bi tendurist nabe. Li cihê ku tundiya li ser jinê heyî, civak nexweş e û bêtendurist e.

Ev qas tundî li hemberî dayika ku zarok tîne dinyayê û mezin dike, ev qas tundî pêk anîn bêexlaqî ye, pirsgirêkeke mirovî ya mezin e. Helbet divê mirov li dijî vê tundiyê bisekine. Ger ev neyê sekinandin, demokratbûn jî çênabe. Yanî mirov nabe mirov jî, bi exlaq nabe, bi wijdanî nabe.

Tundiya li dijî jinê, pirsgirêkeke civakî ye. Ev nêzîkatî di mêran de heye. Em bêjin nêzîkatiyeke ku ji desthilatdariya mêr tê, lê em ê qala exlaq û wijdanê bikin. Wiha nayê gotin.

Di mêr de ew nêzîkatî heye. Bi hezaran sal in di genên wî de hatine bicihkirin. Biçûkdîtina jinê, li ser jinê tundî pêk anîn, bûye çandek. Ji vî alî ve her mêr divê bizane ku ev çand derbasî wî bûye û divê vê xirabî û qirêjiyê ji ser xwe bavêje. Ev mijareke pir girîng e.

Rêber Apo, Têkoşîna Azadiya Jinê pêş xist, helbet li Kurdistanê pêşketinên girîng çêbûn. Lê hîna di nava civaka Kurd de, feraseta mêr a tundiya li dijî jinê dewam dike. Ew qirêjî bi temamî ji ser xwe neavêtiye. Ji vî alî ve eger ciwanên Kurd, mêrên Kurd dibêjin ku ez dilsozê Rêbertî me, eger qala azadiya gelê Kurd û demokrasiyê dikin, teqez divê nêzîkatiya xwe ya li hemberî jinê biguhere. Divê mêr, welatparêz vê nêzîkatiya tundiya li dijî jinê, bi temamî bavêjin. Yan wê welatparêziya wan kêm bimîne. Nabe welatparêzê rast. Nabe demokratê rast. Nabe azadîxwazê rast. Nabe kesekî bi wijdan û exlaq.

Ji vî alî ve mijara tundiya li dijî jinê girîng e. Dema tê gotin, tundî yanî gelek aliyên wê hene. Dengê xwe li jinê bilind kirin jî tundî ye. Piranî dema mêr hinekê ew bûn, dengê xwe li jinê bilind dikin. Ev nêzîkatiyeke hestî ya mêr e, nêzîkatiyek hestî ya desthilatdariyê ye.

Gelek şêwazên tundiyê hene. Di qada civakî de sînordar kirin, li gelek qadan jin newekhev dîtin, qut kirin yanî evane hemû tundî ne. Bi vê wesîleyê ez Xwişkên Mîrabal jî bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. 25’ê Mijdarê li dijî tundiyê bû rojeke têkoşînê, bandora wê jî êdî çêdibe. Belavî dinyayê jî bû. Ez bi vê wesîleyê hemû tundiyên li ser jinê, şermezar dikim. Û bi taybetî têkildarî tundiya li ser jinê, ez banga têkoşînê li hemû welatparêz û demokratan dikim. Li Kurdistanê jî, divê ti kes tundiyê li hevjînên xwe, zarok, keç û xwişkên xwe neke. Welatparêziya rast ev e.

PKK BI HÊZ BÛ, WÊ BIHÊZTIR BIBE

Damezrînerê PKK’ê Rêber Apo ye. Rêber Apo jî ji fikra ewil heya roja îroyîn girêdayî îdeolojiyeke ku xwe tim pêş ve dibe, xwe li ser piyan digire yanî xwe bi civak û îmsanan re dike yek, têkoşînê dike yek yanî rê vedike ku civak û însan xwedî lê derkeve ev PKK ava kir, pêş xist û anî heya roja îro. Niha 46 saliya vê partiyê ye. Beriya wê jî heye. Zêdetirî 50 salî ye têkoşînek heye. Çandake wiha ava kir. Êdî PKK ne tenê rêxistin û partiyeke siyasî îfade dike. PKK îro çandeke civakî ye, zîhniyeteke civakî ye û perçeyeke civakê ye. Yanî civak jî hinekî wisa ye. Ji ber vê yekê civak tim dirûşmeya ‘’PKK gel e, gel jî li vir e’’ berz dike. Rastiya wê jî ew e. Êdî ne pêkan e ku PKK ji gelê Kurd were veqetandin. Ne pêkan e ku ji dîroka Kurd were veqetandin. Ne pêkan e ku ji çanda Kurd were veqetandin. Evcama vê yekê ku PKK’ê xwe gihandiye van rojan, tevî hemû êrîşan jî bi awayekî bi hêz hebûna xwe didomîne. Tew em dikarin vê yekê jî bibêjin ku PKK a niha ji hêza xwe ya şênber a tê dîtin jî bi hêztir e.

Ger nikare ji êrîşên li dijî PKK’ê encameke bi dest bixe, sedema vê yekê bihêzbûna PKK’ê ye. Tevgereke wisa ye ku rehên xwe berdaye di nava kûrahiya civakê. Ji ber vê yekê nikare bi derblêxistina PKK’ê ya li vir û wir encamekê bi dest bixe.

PKK hemû gavan bi hêz bû, bi hêztir dibe û wê bi hêztir jî bibe. PKK tê wateya fikra Rêber Apo ta rêxistinkirî. Fikra Rêber Apo ew fikr e ku êdî ne tenê roja îroyîn pêşerojê jî diyar dike. PKK’ya ku birêxistinbûyî wê di pêşerojê de jî bandora xwe bidomîne. Milîtanên PKK’ê yên weke Asya Alî û Rojger Helînan hene. Pîvanên nirxan yên ji aliyê wan ve hatine afirandin hene. Berxwedana zindanan heye, tevgera jinan heye. Rêbertî gotiye ku PKK di heman demê de partiyeke jinan e. Yanî partiyeke wisa ye ku gelek nirxên wê hene û xwe li ser wan nirxan pêş xistiye. Ji ber vê yekê tunekirina PKK’ê ya bi êrîşên li vir û wir ji xeyalekê wêdetir ne tu tişt e. Ji ber vê yekê rastiya PKK’ê rastiyeke wisa ye ku divê zêdetir were lêkolînkirin.

PKK êdî rastiyeke ji me wêdetir e. Divê ev yek were dîtin. Ger PKK bi tenê ji me yan jî ji hebûnên maddî û rastiyên şênber pêk bihata, PKK di bin ev qas êrîşan de li ser piyan nedima. Ruhekî PKK’ê yê ku PKK’ê li ser piyan digire heye. Aha ev hêza ku ji hebûna şênber û hebûna maddî wêdetir PKK’ê li ser piyan digire. Ev yek tim dike ku em têbikoşin û bi têkoşînê tim encaman bi dest bixin. Ev wê wisa be. Ne pêkan e ku ev yek bi êrîşan û rêyên din were astengkirin. Girêdayî vê yekê ez Rêber Apo ji ber ku partiyeke bi vî rengî damezrandiye bi minetdarî û rêzdarî silav dikim. Dîsa ez hemû şehîdên me yên PKK anîn vê rojê bi minetdarî û rêzdarî silav dikim. PKK wê girêdayî bîranînên wan têbikoşe û wê teqez hesret û xeyalên wan pêk bîne.