Eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, bila destpêkê tecrîda li ser Rêber Apo rake û divê şert û mercên jiyana azad a Rêber Apo bên qebûlkirin. Rêber Apo çi pêşniyar dike, em li pişt in.
Bayik destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku tecrîda Îmraliyê didomîne, armancek wî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne û ragihand ku eger armancek wan a wiha hebûya, piştî hevdîtinê demildest cezayekî nû nedidan Rêber Apo.
Bayik xespkirina şaredariyên Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê weke dagirkerî nirxand û bilêv kir ku divê gel xwedî li destkeftî, şaredarî, nirx, ked û siberoja xwe derkeve.
Bayik têkildarî hilbijartinên li Başûr jî axivî û got ku Barzaniyan bi zanebûn hikûmet ava nekirin, da ku dem qezenc bikin. Cemîl Bayik ragihand ku divê hikûmeta nû li ser 3 madeyan bê avakirin:
“1- Hikûmeta ku bê avakirin, divê li dijî siyaseta hevkariya bi dijmin re û li dijî xiyanetê bisekine.
2- Divê li dijî dagirkeriya Tirk bisekine, vê yekê red bike û ji xaka xwe derxîne.
3- Rojhilata Navîn niha di nava kaosek mezin re derbas dibe. Statu wê bên guhertin, ji bo Kurdan hem xeteriyeke mezin hem jî derfeteke mezin derdikeve holê. Ji bo vê yekê jî yekîtiya neteweyî divê bê pêşxistin; hikûmeta ku bê avakirin, divê yekîtiya Kurdan esas bigire.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya di Stêrk TV de hatî weşandin, ev nirxandin kirin:
*Em dixwazin li ser rojeva sereke ya Kurdistanê û mirovahiyê eleqedar dike ji tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dest pê bikin. 43 mehan tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo hebû û heta niha ev tecrîd berdewam dike. Piştî 4 salan hevdîtineke bi malbatê re çêbû. Rêber Apo got ku tecrîd hîna berdewam e. Bûguman armancên wê û sedemên tecrîdê gelekî hat nirxandin. Li hemberî tecrîdê bi pêşengtiya gerîla, gelê Kurd û dostên Kurdan berxwedeneke mezin hat meşandin. Mirov vê tecrîda ku Rêber Apo got, “Berdewam dike” çawa binirxîne û niha di rewşeke çawa de ye?
Di serî de ez hurmet û gîrêdana xwe bi Rêber Apo re diyar dikim. Wek we jî anî ziman 4 sal zêdetire bi Rêber Apo re hevdîtin çênedibû. Rewşa Rêber Apo ya tenduristî çawa ye kesî nizanîbû. Niha hevdîtinek çêbû, me ji Rêber Apo agahî wergirt û Rêber Apo silavên xwe şandin. Ev bandoreke pir baş çêkir û her kes jî kêfxweş bû. Piştî ewqas salan ji Rêber Apo agahî wergirtin helbet hem ji bo tevgera me, hem ji bo gelê me û hem jî ji bo dostên me kêfxweşiyek çêkir. Ew hevîdtina çêbû jî, di bin re derheqê tenduristiya Rêber Apo de hin tiştên neyînî belav kirin. Bizanebûn belav kirin. Dewleta Tirkiyeyê li Îmraliyê siyasetekê dimeşîne. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd vê siyasetê dimeşîne. Ji ber vê li Îmraliyê çi jiyîn û çi encam jê derkeve dewleta Tirk berpirsyar e. Kes nikare li derveyî wê li berpirsyarek din bigere. Ji ber ku dewlet siyasetekê li wir dimeşîne. Li wir çi bê jiyîn dewlet jê berpirsyar e. Rêber Apo jî got, tecrîd berdewam e. Ev tecrîd ne weke di salên dawî de pêşxistin, sîstema Îmraliyê sîstema tecrîdê û qirkirinê ye. Vê sîstemê di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd tê meşandin. Tenê dewleta Tirkiyeyê vê sîstemê pêş nexistiye, di esasê xwe de komplogeran ev sîstem pêşxistin û dewleta Tirkiyeyê jî vê berdewam dike. A rast ev e. Yanî sîstema Îmraliyê, sîstema tecrîda mutleq, sîstema yên ku komplo li ser Rêber Apo pêşxistine. Wan ev sîstem avakirin, Tirkiye jî berdewam dike. Heta ku sîstema Îmraliyê hebe wê tecrîd jî berewam bike. Lazim e her kes vê yekê wiha fêm bike. Kengî tecrîd ji holê radibe? Kengî sîstema Îmraliyê ji holê rabe wê tecrîd jî rabe. Ew jî çawa radibe? Kengî gelê Kurd weke civakekê qebûl bikin, mafê gelê Kurd ên xwezayî qebûl bikin, wê demê ev sîstema ji holê radibe. Wê demê êdî tecrîd jî ji holê radibe. Rastî ev e.
Niha parlamenter Omer Ocalan çû hevdîtin çêkir. Lê di kîjan şertan de ew hevdîtin çêbû. Di bin vê re derheqê tenduristiya Rêber Apo de hin tiştên neyînî belav kirin. Di nava şerteke wisa de hevdîtin çêkir. Heke hevdîtin çêbûbe ev bi saya têkoşîna tevgerê, gel û ya di qada navneteweyî de tê meşandin zextek li ser Tirkiyeyê çêkir. Dîsa li Rojhilata Navîn hin pêşketîn çêdibin. Dema ku ev hemû geşdan gihîştin hev neçar man ku vê hevdîtinê bidin çêkirin. Lê çiqasî hevdîtin çêbû jî tecrîd ranebûye. Rêber Apo jî got, tecrîd berdewam e. Got, “Ji min hin tiştan dixwazin. Heke dixwazin ez rola xwe bilîzim wê demê divê şert û mercên wê bên çêkirin. Şert û merc çênebin ez ê çawa rola xwe bilîzim.” Vê yekê eşkere got. Piştî hevdîtian parlamenter Omer Ocalan, dîsa ceza dane Rêber Apo. Ew cezaya qilifek e. Yanî ji bo ku sîstema Îmraliyê, tecrîdê berdewam bikin ew qilifa pêşxistin. Ev tenê ne aqilê dewleta Tirkiyeyê ye, yên ku di komployê de cih girtin û pêşxistin ev aqil dane dewleta Tirkiyeyê. Ji ber dewleta Tirkiyeyê berê hin hincet pêş dixistin. Bi wan hinceta digot ku hevdîtin çênabe. Ev yek ji dewleta Tirkiyeyê re pirsgirêkên mezin çêdikir. Hinekan aqil danê, gotin wiha nabe. Lazim e hûn di aliyê qanûnî de hin tiştan pêş bixin. Hûn dikarin bi rêya dadgehan ceza bidinê. Wê demê dibe hiqûqî. Wê demê hûn dikarin ev sîtema tecîrda mutleq bimeşînin û wiha jî dimeşînin. Li ser pirsgirêka Kurd hin daxuyanî dan. Piştî vê daxuyaniyê qilifa cezayê dane Rêber Apo pêş xistin. Ev jî çi dide nîşan dan? Ji ber ku di armanca wan de çareserkirina pirsgirûka Kurd tineye. Heke di armanca wan de çareserkirina pirsgirêkê hebûya, piştî hevdîtinê cezayeke nû nedidan Rêber Apo. Ev jî eşkere ye. Tenê ceza nedan. Êrîşî Rojava kirin, li Tirkiyey û Bakur şaredarî desteser dikin. Yên ku armanca wan çareserî be van tiştan nakin. Ev her tiştî radixe ber çavan. Çima vê yekê dikin? Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê ketiye krîzekê. Hem têkoşîna tê meşandin û hem jî pêşketin li Rojhilata Navîn li ser dewleta Tirkiyeyê krîzek çêkiriye. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze xwe ji vê krîzê derxin, lê bi kîjan şeklî wê bikin ev ne zelal e. Hinek daxuyaniyan didin û dixwazin xwe bi vî awayî derxin, ev ne pêkan e. Lazim e gelê me û dostên me vê yekê bibînin. Heke dewleta Tikiyeyê ewqasî di nava zor û zehmetiyê de nebûya, ev rojev çênedikir. A ku ji me tê xwestin çi ye? Lazim e em tecrîdê bişkînin. Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pirsgirêka Kurd çareser bike. Wekî din ji xwe ne pêkan e. Ji bo vê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê mîtîngek tê lidarxistin. Ew mîtîng girîng e. Me pêngavek pêş xist û rojevek baş çêkir. Li ser vê me pêngavek dest pê kir. Ev mîtîng jî li ser vê bingehê tê lidarxistin. Ji bo vê divê her kes tevlî vê mîtîngê bibe. Divê ne wekî mîtîngên berê çêbûne, lazim e mezintir çêbibe. Êdî divê ji niha pê ve bi milyonan tevlî mîtîngan bibin. Wê ev Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bike. Wekî din tiştên din ên dibin baş in lê kêm in. Niha dewleta Tirkiyeyê neçar maye. Behsa Kurdan dike, behsa biratî, wekhevî û gelek tiştan dike. Lazim e em jî li gorî wê zêdetir zextê bi pêş bixin. A ku ji me hemûyan tê xwestin ev e. Ji bo wê hemû gelên me, bi zarokên xwe, jin, ciwan, kal û pîr her kes tevlî vê mîtîngê bibin. Ne tenê Kurd, lazim e dostên xwe jî tevlê bikin. Ev Tirk, dibin, Ewropayî dibin, sosyalîst, demokrat dibin, ên ku dixwazin dostaniya Kurdan bikin, yanî divê her kesî li gel xwe tevlî vê mîtîngê bikin. Ji bo ku ev mîtîng zextekê li ser Tirkiyeyê çêbike. Ji bo Tirkiye lîstikan neke, mecbûr bibe ku rast nêzîkî pirsgirêkê bibe. Heke rast nêzîk bibe wê ew pirsgirêkana çareser bibin. Êdî dem dema ku em Rêber Apo ji Îmraliyê derxînine. Divê her kes vê bibîne û li gorî vê têkoşînê bimeşîne. A ku j her kesî tê xwestin ev e.
*Bi rastî we gelek noqte diyar kirin. Di pêvajoya hevdîtinê de hin daxuyanî hatin dayîn. Li Meclîsa Tirk hin pêşketin çêbûn. Em ê vana yek bi yek bipirsin. Beriya ku em derbasî van mijaran bibin, weke mînak Erdogan tevlî civîna Neteweyên Yekbûyî bû. Piştî vegeriya bi Bahçelî re hevdîtin çêkir. Bahçelî jî di vekirina Meclîsê de çû cem parlamenterên DEM Partiyê û bi destên wan girt. Dixwazin di vir de vê pirsê bikim. Her çiqasî gav nehatiye avêtin jî daxuyanî hatin dayîn. Gelo ev pêvajoyeke nû ye, çareserî ye, yan projeyeke, yan jî endezyariyeke civakî ye. Em dixwazin vê rave bikin. Girêdayî vê kîjan xisûs dewleta Tirk anî vê noqteyê?
Kes nikare navekî li vê bike, çima? Ji ber ku axaftin cuda ye, pratîk cuda ye. Wexta ku axaftin û partîk hev temam nekin, kes nikare navekî lê bike. Ji ber vê yekê nikarin navekî lê bikin. Yanî axaftinek heye û dibêjin “Rastiya mirovan pratîka wan e”. Bê sebeb vê negotine. Bi axaftinê, ma mirov dikare her kesî bixapîne. Di partîkê de tu çiqasî bixwazî bixapîne jî tu nikarî. Tu nikarî rastiyên xwe veşêrî. Teqez derdikeve holê. Ji bo dibêjin, “Pratîk rastiya mirovan îfade dike”. Niha her kes dibîne. Axaftinên Erdogan û Bahçelî cuda ne û pratîkên derdikevin holê pir cuda ne. Berovajî wê ne. Ev li gel her kesî nakokiyan çêdike. Rastiya vê jî çi ye? Tiştên ku di pratîkê de pêktînine. Vana nikarin bibêjin “Tiştên di pratîkê de pêktên li derveyî me pêktên. Hûn axaftinên me esas bigirin.” Tu kes van axaftinan esas nagire. Di pratîkê de çi derdikeve wê dibînin û wê esas digirin. Ji ber vê pratîkên derketine holê baweriyê nadin tu kesî. Ji bo vê kes nikare navekî lê bike. Niha ev planeke. Planek tê meşandin. Heke ev axaftin çêdibin, ev pratîk derdikevin holê, di çarçoveya planekê de pêktên. Niha dewleta Tirkiyeyê çi datîne pêşiya xwe. Heke karibe tevgera PKK’ê tasfiye bike, qirkirina li ser gelê Kurd temam bike û karibe siyaseta Osmaniya Nû bimeşîne, li Rojhilata Navîn desthilatiya xwe û hegemonyaya xwe xurt bike. Siyaseteke emperyal daniye pêşiya xwe. Ji bo wê hêzên xwe şand Lîbyayê, dixwaze li Deryaya Spî hin encaman wergire, li Qafkasyayê dixwest hin encaman wergire. DI vî alî de li Iraqê, Sûriyeyê gelek pêngav avêt. Çi derfetên Tirkiyeyê hene ji bo vê xerc kirin. Ji bo ku karibin vê armanca xwe pêk bînin. Her çiqasî ji bo vê xebitin jî encam bi dest nexistin. Ev li Tirkiyeyê krîzeke mezin çêkir. Heke li Tirkiyeyê dialiyê siyasî, aborî, civakî, çandî û hemû aliyan de krîzek çêbûye, encama vê siyasetê ye. Wisa hesab dikirin ku bi vê siyasetê armancên xwe yên emperyal pêkbînin. Ji bo vê her tişt xerc kirin. Dema ku armanca wan pêk nehat çi bû? Ev krîz derket holê. Ev jî Tirkiyeyê xist nava zor û zehmetiyeke mezin. Li gel vê li Rojhilata Navîn jî bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn tê meşandin. Kî vê dimeşîne diyar e. DYE, Îngiltere û Îsraîl dimeşînin. Her ku diçe li Rojhilta Navîn şer mezin dibe. Wê li Rojhilata Navîn guhertin çêbibin. Êdî Rojhilata Navîn wê weke berê nemîne. Ev peşketin li ser Tirkiyeyê bandoreke mezin çêdike. Yên ku Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dimeşînin eşkere gotin wê nexşe bên guhertin. Netewe dewlet derbê dixwe. Tirkiye ji vê pir ditirse. Dixwest her tiştên Rojhilata Navîn li ser wan çêbibe. Ji ber ku endamê NATO’yê û eleqeya wê bi Ewropayê re jî heye. Heta niha ji van hêz digirt û bi vê hêzê li ser Kurdan û gelên din qirkirin pêş dixist. Vê tiştê winda dike. Her çiqasî Tirkiye hêza NATO’yê ye jî li Rojhilata Navîn derveyî wê tişt diqewimin. Êdî Tirkiye li derveyî her tiştî tê girtin. A ku dewleta Tirkiyeyê tengav dike esas ev e. Ji ber ku gelek tiştên xwe winda dike. Tirkiyeyê li ser hêza NATO û Ewropayê li ser hemû gelan qirkirin pêş dixist. Li ser Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe pêş dixist. Niha ev hemû ji destê wan derikeve. Pêşketinên li Rojhilata Navîn derveyî Tikiyeyê pêş dikevin. Ev Tirkiyeyê pir ditirsîne. Hem dewletê ditirsîne, hem hikûmetê ditirsîne û hem jî sermeyedarên Tirkiyeyê ditirsîne. Sermeyedarê Tirkiyeyê, artêş, AKP, hemûyan dest dabûn hev ku li Rojhilata Navîn bibin hêzeke emperyal. Ji vê jî bawer kiribûn. Çiqasî xebitîn jî negihîştin armancên xwe û derbên mezin xwarin. Krîzên mezin çêbûn û ev tirsek mezin pê re çêkir. Ji bo ser vê bigirin Erdogan kîjan propaganda pêşxist? Erdogan got, “Ji bo me talûkeya mezin Îsraîl e. Îsraîl wê bê êrîşî me bike, me parçe bike û ji holê rake.” Tiştekî wiha tineye. Her kes dizane ku Îsraîl êrîşî Tirkiyeyê nake. Çima vê yekê pêş xist? Ji bo gel bixapîne. Ji bo her kesî bikşîne ser siyaseta xwe. Ji bo ser hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn bigirin. Pirsgirêkên Tirkiyeyê pir mezin in û gel li ber teqandinê ye. Dixwaze bi vî şeklî ser van tiştan bigirin. Berê her kesî dide çi? Dibêje Tirkiye di talûkeyê de ye. Tirkiye demekî Împaratoriya Osmanî çêkiribû. Dawiyê Tirkiye hindik mabû ji holê rabe. Li gorî şertên wê demê bi zorê komar ava kirin. Niha xîtabî vê dike û vê dide pêş. Dibêje “Em Osmanî mezin bûn. Em parçe parçe bûn û niha talûkeya Îsraîlê heye. Em ê ya heyî jî winda bikin.” Wê demê xelk wê hemû pirsgirêkan ji bîr bike, dewletê biparêzin. Vê esas girtin. Wê demê jî nikarin xwe ji nava vê krîz derxin. Siyaseteke wiha tê meşandin. Niha wê ev siyaset encam bide an na. Wexta ku gotin em bira ne, misilman in, bi hev re dijîn, divê em bi hev re biparêzin, ji bo vê yekê ye. Çima berê van tiştan nedigotin? Beriya niha çend mehan çi digotin? Digotin “Em ê PKK’ê ji holê rakin, qirkirinê temam bikin.” Çi bû bi carekê guherîn. Têkoşîna ku hat meşandin û geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin dewleta Tirkiyeyê xist nava krîzeke mezin. Vê talûkeyê dijîn û ditirsin. Heke di vir de alîkariya Kurdan wernegirin wê derbê bixwin. Ji bo vê wiha dikin. Yanî dixwazin careke din her kesî bixapînin. Lîstikan dikin. Jixwe lîstikên wan di pratîka wan de derdikevin holê.
*Ji aliyekî van daxuyaniyan didin ji aliyê din jî dixwazin eniyên li pêşiya xwe parçe bikin û ji holê rakin. Di vir de Rêber Apo di hevoka xwe ya duyemîn de jî got, “Di aliyê hiqûqî û siyasî ez xwedî hêz im, dikarim bingehekê çêbikim.” We jî weke Hevserokatî diyar kir ku li pişt Serokatî ne. Muxatabaê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye û yê muzakereyan bimeşîne jî ew e. Hemû tevgerên Kurd li pişt vê yekê sekinîn. Lê dewleta Tirk got muxatab ev e, ev nîne û ji bo parçe bike tevgeriya. Weke we jî diyar kir 3 meh cezayê hevdîtinê dîsa dan Rêber Apo. Di vir de armanca wan çi ye û dixwazin çi bikin?
Niha tiştên ku Rêbertî û me gotî ne tiştên nû ne. Me bi salan van tiştan gotiye. Dema ku Rêber Apo li Akademiya Mahsûm Korkmaz bû, wê demê Mehmet Alî Bîrand hat hevpeyvînek çêkir. Wê demê Rêber Apo çi got? Got, “Ez li muxatabekî digerim.” Ji wê demê heta niha Rêber Apo bi eşkereyî dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî û demokratîk çareser bike. Tevgera me jî gelek caran ev yek da diyarkirin. Dîsa gelek caran tevgera me û gelê me diyar kir ku nûnerê me Rêber Apo ye. Ê ku pirsgirêka Kurd çareser bike û muzakere bike Rêber Apo ye. Gelek caran ev hat gotin. Dewleta Tirkiyeyê jî vê yekê baş dizane. Ne ku nizane. Pirsgirêka Kurd kî dikare çareser bike, ne tenê pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn kî dikare çareser bike, Rêber Apo dikare çareser bike. Vê yekê dizanin. Lê bi zanebûn hin axaftinan pêş dixin. Dixwazin wiha diyar bikin ku pirsgirêkê bi kê re çareser bikin ne diyar e. Yanî di nava Kurdan de muxatab nîne. Vê yekê herî zêde ji bo derve dibêje. Fêlbaziyeke mezin dike. Bi zanebûn nîqaşa ku Kurd ne netewe ne, em nizanin bê çawa vê pirsgirêkê çareser bikin, davêjin holê. Ji bo ku rastiyê veşêrin vê yekê dikin. Di rastiyê de her tişt li ber çavan e û her kes jî dizane ku nûnertiya gelan Rêber Apo dike. Bi salan ji bo vê têkoşiya û ji bo vê bi salan e di Îmraliyê de ye. Ji bo vê tecrîda mutleq li ser Rêber Apo tê meşandin. Bi vî şeklî dixwazin serê her kesî tevlîhev bikin. Yanî tu kes nezanî bê vana dixwazin çi bikin. Di bin vê de dixwazin armancên xwe pêkbînin. Vê bi pêş dixin.
Wexta ku sed saliya komarê pîroz dikirin li Xelatê AKP, MHP, Huda Par û hwd. pêkve sekinîn û destê hevdu rakirin, wêneyek diyar kirin. Huda Parê piştî vê hatin gel Barzanî hevdîtin çêkirin. Erdogan çû Neteweyên Yekbûyî û paşê bi Bahçelî re hatin gel hev hinek axaftin kirin û hinek tevger pêşxistin. Vana hemû hevdu temam dikin. Dixwazin çi bikin, planên xwe çawa bimeşînin bi vê re didin diyarkirin. Gotinek tê zanîn heye. Dema Sovyet xurt bû û li Tirkiyeyê jî alîgirên wê hebûn, dewletê çi digot? Digot, “Heke lazim be em ê komunîzmê bînîn”. Ev rastiya dewleta Tirkiyeyê dide diyarkirin. Tirkiye tu carî civakan esas nagire, xwe esas digire. Yanî tiştekî bê kirin hebe wê dewlet bike. Dewlet heye, civak û mirov nînin. Ev hişmendiya wan dide diyarkirin. Ev jî nîşan dide ku bê em li hemberî dewleteke çawa nin. Dema Erdogan û Bahçelî diaxivîn û di çapemeniyê de derket, hinekan çi digot? Digotin pirsgirêka Kurd ne weke berê ye û çareserî jî weke berê nabe. Van axaftinan bi zanebûn pêş dixistin. Yanî pirsgirêkê em ê çareser bikin. Digotin ne PKK heye, ne Rêber Apo heye, ne gelê Kurd heye û tu kes tineye. Pirsgirêk heke çareser bike em ê çareser bikin û weke xwe çareser bikin. Ev çi nîşan dide. Dixwazin Kurdên xwe ava bikin. Bi Kurdên xwe bidin diyarkirin ku pirsgirêk çareser kirine. Dixwestin her kesî bi vî awayî bixapînin. Bi vê dixwazin yên li pêşiya kî hene parçe parçe bikin û bê bandor bikin. Her kesî têxin bin xizmeta xwe. Jixwe vê eşkere dibêjin. dibêjin hûn ê teslîm bibin û em çi bidin we hûn ê qebûl bikin. Ew jî heke em bidin em ê bidin, em nedin jî em nadin. Mantiqê AKP-MHP’ê li ser vî esasî ye. Yên li hemberî vê derdikevin ji wan re dibêjin “Terorîst e, xayine dixwazin me ji holê rakin û lazime ji holê rabin.” Bi vî aqlî tevdigerin û pratîka wan jî li ser vî esasî ye.
*Erdogan piştî êrîşên li ser Rojava got ku di demên pêş de mizgîniyeke me heye. Rayedarên Iraqê hatin Tirkiyeyê, Tirkiye hewl dide bi Sûriyeyê re hevdîtinê bike û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Hewlêrê li gel PDK’ê civiyan. Her wiha wê Hakan Fîdan van deman biçe Londonê hevdîtinan bike. Dema mirov van parçeyan tîne ba hev, gelo amadekariya çi dikin?
Heke dewleta Tirkiyeyê bixwaze li Rojhilata Navîn rolekê bilîze, divê pêşî pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî û demokratîk çareser bike. Wê wextê wê rolek wê li Rojhilata Navîn çêbibe. Dema mirov li wan dinêre armanc û niyetek wan wiha nîne. Lîstik e û xapandine. Yanî dixwaze PKK’ê tasfiye bike û qirkirina Kurd temam bike. Dixwaze hemû tiştên civakê ji holê rabike, li Tirkiyeyê bibe hêza esas û xwe cîbicî bike. yanî hegemonyaya xwe li Tirkiyeyê çêbike. Bi vî şeklî nikare li Rojhilata Navîn cih bigire. Min di axaftina xwe de got, di krîzeke mezin de ye. Vê krîzê dixwaze bi vî şeklî çareser bike û vê rêyê ji xwe re esas digire. Erdogan ji bo vê dibêje mizgîniyê bidin we. Mizgîniya xwe li Esenyûrtê da, li Mêrdînê da, li Xelfetî da, li Êlihê da. Diyare ku wê vê siyastê berdewam bikin. Armanc û niyeta wan a çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne. Dixwazin dagirkeriyên nû li Rojava û Sûriyeyê bi pêş bixin. Bi şeklî dixwazin cih bigirin û xwe ji krîzê rizgar bikin. Ne gengaz e ku ev tişt wan ji krîzê derxe, wê krîza wan mezintir bike. Ev her tişt li ber çavan diqewimin. Xwestin Nêçîrvan Barzanî bê Tirkiyeyê, ew çû wir. Li Hewlêrê di bin navê pîrozkirina komarê de PDK, MÎT, Balyozê Tirkiyeyê, ew kesên ji wan re dibêjin muxalefeta Sûriyeyê civînek çêkirin. Ev civîn ji bo çi çêkirin, armanca wan çi ye? Sûdanî çû Tirkiyeyê, Tirkiye êrîşî Rojava û Şengalê kir. Hakan Fîdan diçe Londonê. Dema ku mirov van hemûyan tîne ba hev, dibîne ku planek tê pêşxistin. Her kes dizane Îngiltere li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de hêza esas e. Siyaseta esasî ew dimeşîne. Berê jî Dogan Gureş çû Îngiltereyê û digotin ji bo me lamba kesk vêxistine. Piştî wê li Kurdistanê gund hatin şewitandin, mirov hatin qetilkirin, êşkence, girtin û gelek tişt pêş xistin. Niha jî li Rojhilata Navîn bi pêşengiya DYE, Îngiltere û Îsraîl projeyek tê pêşxistin. Ji bo wê diçe Îngiltereyê. Dixwaze qadên navneteweyî careke din bikşînin aliyê xwe. Wê çawa vê yekê pêk bînin? Heke pirsgirêka Kurd çareser kirin, armancek wan wiha tineye. Wekî din çi dimîne. Dixwazin ji bo êrîşa li ser Rojava destûrê wergirin. Ji bo karibin mudaxaleyî Rojava û Sûriyeyê bikin. Îro li ser Sûriyeyê kî disekine. Yek jê Tirkiye û ya din jî Îsraîl e. Niha DYE bi Îsraîlê re tevdigere. Îran gelek derbe xwar. Kî dimîne, Îsraîl û Tirkiye dimînin. Li civîna Neteweyên Yekbûyî de berê Erdogan nexşeyek diyar kir û vê dawiyê Netenyahû nexşeyek diyar kir. Siyaseta emperyal yek jê Îsraîl dimeşîn e, ya din din Tirkiye dimeşîne. Ev jî li ber çavan e û her kes dibîne. Lazime gelê me yê Rojava û Şengalê vê yekê bibînin. Talûke li ber çavan e. JI bo yekîtiya xwe bixebitin û xurt bikin. Parastina xwe ya rewa xurt bikin û bi pêş bixin. Hêza xwe ya leşkerî xurt bike û karibin xwe li hemberî dagirkeriyê biparêzin. A ku ji Rojava û Şengalê tê xwestin ev e. Heke di vî alî de amadekariyên xwe nekin wê derbê bixwin. Ji ber ku ev civînên tên çêkirin planekê diyar dike. Ev plan jî Rojava û Şengal e. Ji bo wê di vê xwe sist nekin, rêxstin û parastina xwe ya rewa xurt bikin. Heke di vî alî de xwe xurt bikin wê demê dewleta Tirkiyeyê wê têkeve bîrekê. Wê nikaribe xwe ji krîzê rizgar bike, wê krîz mezintir bibe û wê dawiya xwe bîne. Rastiya wê ev bi xwe ye.
*Em dixwazin piştî Rojhilata Navîn, em vegerin Tirkiyeyê. Li Esenyûrtê qeyûm tayîn kirin. Piştî vê qeyûm danîn li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Xelfetî û Êlihê. Niha jî çîroka biratî û wekheviyê dibêjin. Ev siyaset tê çi wateyê û mirov çawa şîrove bike?
Nihan tiştên ku pêş dixin ne qeyûm e, dagirkerî ye. Dewleta Tirkiyeyê cihê dikevê destpêkê alayê xwe bi dar de dike. Dewleta ku biçe cihekî û alayê xwe bi dar de bike, wateya wê dagirkirin e. Wateya wê ew e ku wir ji dijmin xelas dikin. Dewleta Tirkiyeyê Kurdan dijmin dibîne. Gotinên em bira ne, misilman in, dîroka me pêkve ye, vana hemû axaftinin. Di bin van axaftinan de tiştên ku dixwazin pêkbînin veşêrin. Çiqasî veşêrin jî li ber çavan e. Çima dewleta Tirkiyeyê dema çû Efrîn, Serkaniyê û Girê Spî ala xwe dar de kir. Ji ber ku wir ne erdê wan e. Van deran dagirkir û alayê xwe dar de kir. Niha jî şaredariyan desteser dike û alayê xwe li dar dixe. Weke ku ev der ne yên wan e wir dagirkirine. Dagirkeriyê bi pêş dixin. Lazim e gelê me vê bibîne û nebêje qeyûm. Tu eleqeya wê bi qeyûmê ve nîne. Li ser navê Kurd û Kurdistanê çi heye dixwaze ji holê rake. Rastiya wê ev e. Niha gelê me dibêje çend caran wan dagirkir, me di hilbijartinan de dîsa şaredariyên xwe bi dest xist. Yanî dibêjin em ê dîsa di hilbijartinan de dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin. Ev nêzîkatiyeke pir şaş e. Li benda hilbijartina mayîn ne rast e. Ew şaredarî yê we ne. We bi keda xwe qezenc kiriye. Lazim e hûn şaredariyên xwe biparêzin û xwedî lê derkevin. Nehêlin dagirker bên ji dest we bigire, wir talan bike û xwîna we bimêje. Ya rastî ew e. Armanca ew e ku her tiştî bi Kurdan bidin qebûlkirin. Dixwazin Kurdistanê ji destê Kurdan derxin û bikin milkên xwe. Ji bo wê alayê xwe li dar dixe. Wateya wê ew e. Ji bo wê civaka Kurd û mafê wê qebûl nake. Desthilata Tirkiyeyê ji bo Kurdan vê esas digire. Em dibînin ku gavên ku diavêjin ne li gorî axaftinên wan e. Ji Esenyûrtê bigirin heta Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê têxin destê xwe. Vîna gel binpê dike û nasnameya we nas nakim. Ez çi bixwazim ez ê wê bikim. Dixwaze vê bi me bide qebûlkirin. Lazim e gelê me vê yekê qebûl nekin.
Xwestin li zindana Amedê vê bidin qebûlkirin. Hevalê Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Xeyrî Dûrmûş li dijî vê sekinîn. Hem jî bi bedena xwe sekinîn û dewleta Tirkiyeyê vala derxistin. Mewziya ku mirov bi dest dixe wiha diparêze. Ew dixwzain Kurdistanê bikin milkê xwe, lazim e em jî xwedî lê derkevin. Heke xwedî lê dernekevin ew ji bo me mirine. Me heta niha bi çi qezenc kir, me bi berxwedanê qezenc kir. Kesî tu tişt neda me. Me bi berdêlên mezin, me bi nirx ava kirin û mewzî ava kirin. Niha dixwazin van ji destê me derxin û têxin dibin xizmeta xwe. Divê tu kes vê qebûl neke. Dibe ku hin bibêjin wê hin heq bidin me. Lazim e em vê zanibin ku kes heq nadin Kurdan. Kurd bi têkoşînê nirx û heq ji xwe re çêkiriye. Heqê wî ew e. Dixwazin tiştên ku te bi têkoşînê bidest xistiye ji te bistînin, wê kî çi bide te. Lazim e her kes vê baş bifikire. Divê em nirxê xwe û xwe biparêzin. Hewce bike em şehîd jî bidin.
*JI bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bibe nexşerêyeke çawa lazim e?
Rê diyar e. Rêber Apo jî diyar kir û Kurdan jî diyar kir. Heke dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, di vê pêşî tecrîda mutleq li ser Rêber Apo rakin. Lazim e dawî li sîtema Îmraliyê bînin. Lazim e şertên teduristî, ewlehî û azadiya Rêber Apo qebûl bikin. Heke vana qebûl bikin wê demê Rêber Apo dikare rola xwe bilîze. Me jî gelê me jî gotiye ku heke van şertan pêk bên û Rêber Apo rola xwe pêk bîne, ger we ev gavana avêtin wê Rêber Apo pirsgirêkê çareser bike. Em ê qebûl bikin. Rêber Apo ji bo çareseriyê çi pêş dixe em li pişt Rêber Apo ne. Vê yekê bi eşkereyî me jî got û her kesî jî got. Di aliyê Kurdan de pirsgirêk tineye. Pirsgirêk di aliyê Tirkiyeyê de ye. Heke dixwazin pirsgirêk çareser bibe, divê dest ji ew propaxandaya qirêj berdin. Divê dest ji gotinên “Rêber Apo terorîst e, serokê terorîstan e û tiştên PKK’ê reş dikin” berdin. Van yek jî ne rast in. Dixwazin serê her kesî tevlîhev bikin û nefretê li hemberî Rêber Apo, PKK û gelê Kurd pêş bixin. Naxwazin pirsgirêk açreser bibe. Heke bixwazin lazim e van axaftinan nekin û zimanê xwe biguherînin. Her kes dizane ku dewleta Tirkiyeyê li ser têkoşîna gelê Kurd ava bûye. Kurd xwediyê damezrandina Tirkiyeyê ye û hêzeke eslî ye. Dewleta Tirkiyeyê neçarî Kurdan e û deyndarê Kurdan e. Ê ku deriyê van axan li wan vekir Kurd in. Ne Kurdan wan bi xwe xiyanet kirin. Lazim e gelên Tirkiyeyê vê zanibin. Desthilata AKP-MHP’ê parçebûnê dixwazin. Wexke ku Kurd di dîroka Tirkiyeyê tine nîşan didin. Siyaseteke ku Kurdan înkar dikin pêş xistine. Yên dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê rast nêzîkî dîrokê û Rêber Apo bibin. Yên ku rast nêzîkî dîrok û Rêber Apo nebin armanca wan a çareserkirinê tineye. Ev noqteyeke esas e. Heta niha ji bo Kurdan rexnedayînek nedane. Nagotine me xiyaneteke mezin li Kurdan kiriye. Divê nexşeyeke wan a çareserkirinê hebe. Di zimanê wan de jehr heye, dijminatî heye. Yên dibêjin em demokrat in, em li dijî zilmê ne divê ji dewletê bipirsin. Divê her kes rast nêzîkî dîrokê û Rêber Apo bibin. Li dinyayê nehatiye dîtin li ser navê biratiyê qirkirinê li ser gel pêk bînin. Ev çawa biratî ye. Biratiyeke wiha tineye. Ev tiştên li ser Kurdan tê kirin çi eleqeya wê bi îslamiyetê re heye, divê van pirsan bipirsin. Madem dewlet a Kurd û Tirkan e çima qirkirinê li ser Kurdan dimeşînin. Ev ne dewleta Tirkan e jî. Dewleta hinek Tirkan e. Çareserî di neteweya demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistiye de ye. Netew dewlet ne çareserî ye, çareseerî neteweya demokratîk e. Her kes divê ji bo vê bixebite û vê esas bigirin. Êrîşa ku li ser Rêber Apo tê kirin, êrîşa li ser gelan e.
*Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe, bi rêya hiqûqî û siyasî çareser bibe çi bar dikeve ser milê gelê Kurd, dostên Kurdan û civak sosyalîst a Tirk? Di vê pêvajoya şerê taybet tê meşandin de pêwîste xwedî helwestek çawa bin?
Lazim e gelê Kurd bi axaftinên tên pêşxistin xwe nexapîne, li pêşeroja xwe û têkoşîna xwe xwedî derkeve. Li dora Rêber Apo yekîtiya xwe xurt bike. Her tim guhê wan li Rêber Apo be. Lazim e barê Rêber Apo sivik bikin. Ji bo ku Rêber Apo karibe rola xwe bilîze. A ku ji gelê Kurd tê xwestin ev e. Ew siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî Rêber Apo, gelê Kurd pêşxistiye îflas kir. Ji ber ku îflas kiriye van gavan davêje. Heke îflas nekiribûna van gavan nedavêtin. Divê gelê me vê bibîne û têkoşîn xwe mezintir bike. Heke têkoşîna xwe mezin bikin wê emcamê bi dest bixin. Yên dixwazin Tirkiye ji vê krîzê derkeve divê li dijî tecrîdê bisekinin. Divê xwedî li Rêber Apo derkevin û xwedî li pirsgirêka Kurd derkevin. Li dijî şerê taybet bisekinin. Rastiya şerê taybet derxe holê û mehkûm bike. Bike ku dewleta Tirkiyeyê rast nêzîkî Rêber Apo û pirsgirêkê bibe. A ku ji aliyên Tirkiyeyê tê xwestin ev e. Divê ji bo çareseriyê têbikoşin. Lazim e tu kes weke berê netirse. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin. Ji bo vê jî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Ev tenê ne peywira Rêber Apo, PKK û Kurdan e. Ev peywira her kesî ye. Heke dixwazin pirsgirêka aborî, çandî, civakî, jin û hwd. ji holê rabe, divê pêşî pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji bo vê jî divê bixebitin. Bi daxuyanî û axaftinê tenê nabe. Pêşniyara min divê li Tirkiyeyê komîteyek were çêkirin. Ev komîte daxuyaniyên xwe ji bo çareseriyê pêş bixîne. Bêhtir di nava civaka Tirkiyeyê de xebatê bimeşîne. Jixwe civaka Kurd amade ye. lazim e civaka Tirkiyeyê were amadekirin. Hêzên Tirkiyeyê xebatê nemeşîne û gelên Tirkiyeyê rêxistin neke, nabe. Lazim e xebatê bimeşîne. Lazim e hêzên derve bi tu awayî piştgiriyê nede Tirkiyeyê. Her kes divê karên xwe xurtir pêş bixin û bihêlin ku dewletên wan zextê li Tirkiyeyê bikin.
*Li Rojhilata Navîn geşedan hene. Li Başûrê Kurdistanê hilbijartin çêbûn, mirov dikare vê hilbijartinê çawa binirxîne?
Barzaniyan li Başûr gelek derfet bi dest xistin. Naxwazin ew derfet ji destê wan derkeve. Ji bo wê naxwazin li Başûr vîna gel derkeve pêş. Li ser Başûr zextê dimeşînin û naxwazin dest jê berdin. Dibînin ku hêza wan têrê nake, encax bi hêza Tirkiyeyê desthilatdariya xwe bimeşînin. Bi temamî ketine bin xizmeta Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê jî siyaseta xwe li ser wan dimeşîne. Barzanî jî wisa hesab dike ku Tirkiyeyê ji bo xwe bikartîne. Ew jî wisa hesab dikin. Ya rastî dewleta Tirkiyeyê wan bikartîne. Di hilbijartinê de çi derket holê. Weke berê ku tenê li desthilatê bibînin çênebû. Gel ji siyaseta wan pir aciz bûye û vê diyar jî kirin. Heke nikarin bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin ev encama wê ye. Siyaseta ku dimeşînin xizmeta ji Başûr û Kurdan re nake. Xizmetê ji dewleta Tirkiyeyê re dike. Statutuya Başûr dixe xetereyê. Di hilbijartinê de xiyaneta wan a li hemberî Kurdan hat gotin. Dibe ku pir guhertinek çênekirin lê nerazîbênek li hemberî Barzaniyan derket holê. Çawa desthilata Tirkiyeyê serî li xapandinê da, diyare ku Barzanî jî vê siyasetê bimeşîne. Yên ku dixwazin hikûmet çê bibe divê pêşî li dijî hevkariya bi dijmin re bisekinin. Ya din li dijî dagirkeriya Tirk bisekine û bihêle ku ji Başûr derkevin. Ya sêyemîn jî niha Rojhilata Navîn di nava kaosekê de ye. Wê statu bên diyarkirin. Ev ji bo Kurdan hem derfetê çêdike hem jî xetereyê çêdike. Ji bo statuya Kurd çêbibe lazim e yekîtiya xwe ava bike. Divê hikûmet li ser van hersê xalan pêşxistinê çêbike. Heke li ser van xalan pêş bikeve ne tenê ji bo Başûr, dikare ji bo hemû Kurdan xizmetekê bike. Heke li ser van xalan pêş nekeve û weke berê çêbibe, heta niha çi kiriye wê dîsa wê bike. Ji derveyê wê tiştekî din nake. Şertên ku niha li Rojhilata Navîn derketine holê û ji Başûr çi tê xwestin. Weke min got ew hersê xal ji Başûr tên xwestin. Heke hikûmet li ser van esasan çêbibe wê xizmeta gelê Kurd bike.