HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

botan rastiBotan,her tişt bi naskirinê dest pê dike. Dengê melodiya dilê bilûra şivanekî destan e. Herkes dixwaze dengê bilûra şivan bibîhîse û fêm bike. Ji ber ku di hundirê bilûrê de pir tişt veşartî ne. Li Gabarê Egîd û Adil ji me re melodî ne; muzîk, gotin, bawerî û destên veşartî ne. Cûdî şehîdên me yên leheng bibîrtîne. Ji me re Safîneya HZ. Nûh, têkoşîna jiyan û vegotinê dewam dike. Bi ziman evina min diqewitîne, bi bilindbûna muzîkê vedibêje û tê gotin.

Piştre dibêje ku ez ê tiştek din jî ji te re vebêjim. Lawê Xerîb navê evînekê pêgirtî ye. Armanca wê heye ku cihê safîne lê ye ew cih dîtine. Ji bo wê heft sal, bi şev û roj dimeşe di deqeya dawî de ku kêm dimîne jiyana xwe ji dest bide tê vegotin ku sefîne dibîne; ez ê ji te re bêjim ku şervanên leheng li Botanê hene. Ger ku sal derbas bibin jî tiştên ku ez ê bêjim wê bi dawî nebin. Kelheya dil û baweriya Botanê yek e. Evîndarê rojê ne, bi siberojên bi hêvî ne. Dîsa bilûr dibêje ma tu Hevalê Ş. Rûhat nas dikî ez dibêjim ku ez dizanim û nas dikim. Ez hezkirina wî ya jiyanê nas dikim, kesayeta wî ya bi erdem û dilnizmî û kamiltiya wî avê dide sehra, ez ji sekna wî ya wek evîndar re bûme şahîd.

Sadûn Edesa

Cûdî Navser