HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

nazlican rindihan kayraDixwazim ji tere vebêjim, hestên xwe yên ne bi hevok û ne jî bi rûpelan werin gotin. Dibe kêm be îfade, lê weke berpirsyariya xwe ya rêhevaltî dixwazim hestên xwe bi tere parve bikim rêhevalê, ku ji hemû xwestek û xeyalên were bibim bersiv.

Ez ê dest pê bikim, daku bi qasî dema kişandina pîma narincokê, bihêlî ji mere hesret. Dibe ya li pişt wê bê, giran be. Pişt re têkeve rê wek hemû rêwiyên din. Ji bo ku tu baweriya xwe bi hêlî ji mere, piştre evîna xwe. Heta hêrsa xwe ya ku di bijankan de maye. Ew silava te ya nayê gotin û ew xatirxwaziya ku ti carî neyê jiyan kirin bihêle ji mere. Bikeve rê, rêhevalê.

Nazlicana delal, tu ya ku ketî suruşta bêrî kirinan. Ya ketî suruşta yên ji veqetînan hesdikin, veqetînan dizanin. Li serê bijankên xwe ew toza çiyayî û ew şiliya çavên xwe yên di nirxê atomê de ji mere bihêle. Ma yê nekeve suruşta veqetînan, wê çawa bizanibe hîsê germahiya destên germ û birewa yên piştî rêwîtiyekê dirêj an jî kurt. Ji lewra dixwazim bi wate bikim demê me yê bi hevre derbaz kirî.

Belê rêhevalê, tolhildana me, soza bidestxistina azadiyê ye. Weke wekoka kulîlkên herî xweşik yên di zinarên hişk de şîn dibin. Weke suruşta bagerekê hişk ku ji deştê berbi çiyayan bilind dibe. An jî weke bedewiya te. Tu weke xwezaya welatê min xweşik bû. Tu jî dizanî yên dişibin welatê xwe xweşik in. Tu ew çend bedew bû. Ji lewra tu bi hestên xwe yên zelal, bûyî nîgar di tevna mejiyê me de. Bi vê nîgariyê di hemû kêliyan de şev bangî hîvê dikir ku bi ahenga xwendina helbestên xwe re bibe awaza lêdana bilûra te ya dilbiêş. Çiqasî xweşbû, lêdana te ya li bilurê. Çiqasî li bergên te yên gerîllayî dihat ew deng û livîna tiliyên te yên li ser darê bilurê. Çiqasî rûgeş dibû heyva bedew bi vê dîmenê, wexta rûyê te li şewqa wê, awaza te li biriqîna stêrkan. Ji lewra heyvê van dîmenan bi xwere dinivand di sayîbûna asîmana ku tenê ji stêrkan re maye. Vaye bi viziniya bayekê hênik, vedibêjî peyvên xwe ji heyva bedew re. Çiqasî evîndar bi soz in, ne wisa rêhevalê. Evîndarên weke te, di her şevê de xwediyê soza xwe ne. Ji lewra di himêza asîmanan de, bi rêhevaltiya xwe ya bi stêrkan re hun bûn sozdarê welat û yê azadiyê. Ji lewra gengaz bû ji çavên te fêrî hêviyê bibim, ji dilê te yê bi aram, heskirin û tolhildanê bixwînim.

 Belê rêhevalê ji bo îfade kirinê ti gotin têre nake. Ji ber em hîn jî bi tere kevir bi kevir, şîve rê bi şîve rê, li ser bedewiya xaka welat digerin. Bi vê gerê, di şarazeya mezina a rojê de hêviyên we pêkanîn, soza me ya şoreşê ye. Mîmarê mezin û gerîllaya dil mezin Nazlican. Tu bi heqîqeta xwe, di suruşa şoreşa dilê me de weke neqşekê rengîn bi cih bûyî.  Ew wêneyê te, li ser dîwarê dilê min neqiş kiriye û hemû rêwiyên weke te, wê timî daliqandîbe tê de, heya dawiya temenê me û pêkanîna xeyalên we.

Hindistan Penaber