HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Polat CAN

Laşê wî yê tevizî û bêhêz bi erdê şil û cemîdî ve bibû yek. Li ser rû dirêj kirîbû, dilopên ava sar û kifnikî ji banî dilop- dilop, li ser wî diketin, lê çi lebat ji wî nedihat. Cîhan tarî bû, dîwarên kifnikî, bibû warê mişk û pîrhebokan. Bêhna nexweş ji dîwaran dipekiya, hinaseya mirovan diçikand û gêjo-mêjo dikir. Cîhan lezgîn- lezgîn li dora serê wî re dizivirî, bûyerên dûr-nêz, tevlîhev êrîşî bîr û hizra wî ya westiyayî dikirin... di nava hemû nîşan û hêmanên êş û sanciyên ku li ser rûyê wî desthilatbûn, di nava wan de xendeyên melul û çilmisî, bêvîna wî, ji lêvên birîn, ziwa û mor derdihat. Wî nizanibû ku bi xwe bikene, bi dawiya jiyana xwe ya di nav dîwarên tarî û kifnîkî de bikene? Yan jî bi çarenûsa xapînok bikene?! Wî jî nizanî bû, ka bi çi û bi kê dikene? Tenê dixwest ku kerba dilê xwe bi xendeyên çilmisî derbîne û xwe rihet bike... di nava wê kevala xemgîn û biêş de, ew xende, weke çirûskeke biçûk a hêviyê bû.

Niha, pêşiya serhatiyê dibe dawî, dawî jî, bibe pêşî... salnameya rojgarê hildiweşe, weke siwariyekî birîndar, ji zîna hespê xwe dirûxe û dikeve... wê rastiya cî û zeman bibe derew û serap... Bi “ax” eke bilind ve, dê hemû dîwarên kifnikî hilweşin, konê pîrhebokê biçirin, mar weke balonan biteqin, ava genî bibe agir û hemû deran bişewitîn... wê serî biçe binî û binî biçe serî, çep bibe rast û rast bibe derew û dîsa jî “Ax”...!

* * *

-Ka bibêje...

- Ez çi bibêjim?!

-Ka bibêje...

-Nizanim... nizanim hûn behsa çi dikin?!

-Ka bibêje! Ku tu nebêjî; ez dizanim ku çawa te bidim axaftin...

-Ya ez tiştekî nizanim...nizanim... Nizamim...haoo

-Tu yê niha bibêjî... Hûn serhişkin û bi xweşiyê nayên... Ka wî bibin.

* * *

Ew di pêy xwe re li ser erdê sar û şil dikişandin... didan lingan û weke li bendekeke pembû dixistin ew dikutandin. Çi ax ango qîr ji termê wî yê laşmirî nedihat. Her ew xendeya çilmisî di nava lêvên wî yên ziwa û mor de dipijiqîn. Çawa ku çilkên barana sar û lufkên berfê bi bayê cemidî re li ser rûyê wî dixist, laşê ji serma re lerziya û diranên lihevdidan; ji vê yekê têgihiya ku ew li derve ye. Ango li cihekî bilind e.

Ev bû demeke dirêj bayekî wisa sar û nişmî neketiye cergên wî... bayê binerdê yên giran û nexweş, di dilê wî de hesreta hilmkirina bayekî wisa dikir! Vî bayî jî, hîşt kêmekî ew bi ser hişên xwe de bê. Êdî hîsa wî bi tiliyên lingê wî yên xwas nemabû... “yek- du stêrkên şermok rûyê xwe yê xembar ji paş ewrên giran derxistibûn û bi min re hevbeşiya êş û kulên min dikirin...  Başe ku li vê derê ez ne bi tenê me”. kulmek ji paşve li serê wî ket, ew ji avjeniya deryayên xeyalan derxist.

-Ka bibêje...

-Kz tu tiştî nizanim....

-Ma tu yê me bixapînî? Tu yan bibêje, yan jî bimre.

“Mirin... Ax çiqasî di vê demê de şirîn û bedew e, ev mirin, ji min re xelateke herî şirîn e. Êdî şiyana rakirina vê hovîtiyê nema ye”

-Ez tiştekî nizanim...

-Wê demê ka bimre...ha ha ha...

“Dilê min gelekî şad bû, bêyî ku ez ti gotinê bibêjim ezê bimirim... Ka bila ev mirina şirîn zû were...”

Hêdî- hêdî ew birin keviya avahiya deh- qatî, serê wî dan jêr û jê xwestin ku li jêr mêze bike, dixwestin ku tirsê têxin dilê wî; da ku bitirse û ji wan re her tiştî bibêje.

Ji nêrandina jêr serê wî gêj bû, mada wî lihev ket, û dilê wî keliya. Weke ku ji çiyakî bilind li jêrê mêze bike xuya dikir. Çirayên kenarên cadeyan ên melul di hewaya bimij de diçirisîn.

“êdî mirin hat. Bila bixêr were, tiştê herî girîng ku min hetanî niha berxweda û ti tişt ji wan re negot.”

Bi zimanekî fêlbaz û xapînok serleşker jê pirsî:

-Lawo tu hîna ciwan î, serhişkiyan neke, ka bibêje ku em te azad bikin... Ka bibêje kurê min, soz didim ku tiştek bi te neyê...

-Ez ji were dibêjim ku tiştekî nizanim

Dîn û har bû, weke seyekî har diranên xwe diçirisand û lehiyên dijun û xeberan ji devê wî yê bikef diherikiyan. “kulm û lingên xwe bi hemû hêza xwe li zik û rûyê min dixist, çend caran serê min li dîwar dida û bi pînan pêl pişta min dikir, êdî mirin dihat pêş çavên min û diçû, hinaseya min çikiya bû... Her tişt reş bibû...”

-Tu yê niha bimirî... Bimrî... Bimrî...

“ Êdî şiyana min û ti lebat nemabû, hîsên min bi cîhanê re nemabûn, dengê zim-zima xwîna ku di guhên min de dimeşiya dihate min weke dengê daholekê bû, ew stêrêke xembar firmêskên min dadimalîn.” “lê bi dilekî rihet û wîjdaneke aram ezê bimrim. Ev stêrk jî şahidê berxwedaniya min in...”

Bi zorê ew ji erdê rakirin, li ser keviya zirav a avahiya bilind sekinandin û ji re gotin:

-Ji beriya tu bimirî tu yê çi bibêjî?

-Ez dibêjim ku gelekî dilşad im... Ku ezê ji hovîtiya we piştî heyameke kurt rizgar bibim.

“Min nedixwest ku li jêr mêze bikim, li ser keviya avahiya bilind di navbera mirin û jiyanê de tiştek tunebû, stêrkên xembar di paş ewrên tarî de winda bibûn, min dixwest ku bayê nişmî û pak pir- pir hinas bikim, bi kêmanî ezê bi dilekî mişt ji bayê pak bimrim. Hêviya min her tim ew bû ku ez li asoyên dûr mêze bikim û bimrim.”

Lê wan kesên cilreş, çavên wî bi cawekî qalind girêdan, êdî cîhan hemî tarî bû... Lê di bin wî cawê tarî û qalind de jî wî çavên xwe vekirî hîştin û li asoyên nediyar mêze dikir.

Heyameke gelekî kurt. Yek- du saniye û her tişt bi dawî dibe, hêvî di dilê min de dihenciqin, daxwazên bêdawî dimrin û hêviya dîtina roja germ û dilniya bi bayê rojava re koç kirin, êdî her tişt gihîşte xala dawiyê. Belkî ez niha dimrim, lê ew jî niha li wê derê bi azadî digere, ez rê di despêkê de dibirim, lê ew li wan deran bi azadî bi hêviya dîtina rojeke ku azadî di bin roja germ de li her derê bijî digere. Jixwe ne ew weke jineke malê bû, ne jî ez weke zilamekî malê bûm. Em herdu jî, li hev hatibûn. Lêgerîna roja germ û dilniyatî arezûya me herduyan bû jî, ne ew li pêşiya min bû asteng, ne jî ez li peşiya wê bûm asteng. Rûyê wê yê biken û çavên bedew dihatin bîra min, cara dawiyê ku min ew li wê derê dîtibû ji min re gotbû: “ Baş li xwe mêze bike, rojên germ li hêviya me ne, ji bîr neke...” Xatir ji min xwest û bi hevalên xwe re berve cihekî gelekî dûr ve çû, min jî berê xwe da aliyekî dîtir. “baş li xwe mêze bike” hate bîra min û kenekî melul serlêdana lêvên min ên ziwa û cemîdî kir... Ez bi vê jiyana bêsoz û xayîn dikeniyam... Galteyên xwe dikirin.

Ew ji ser wê keviyê daxistin jêr û li ser avahiyê gerandin, dîsa ew birin ser keviya avahiya bilind û jê pirsîn: “ Ma tu yê bibêjî, yan bimrî?

Wan dixwestin ku bi derûniya wî bilîzin, lewra jî wî xwest bilez ev şanoya hovane biqede...

-Ez ti tiştî nizanim.. Nizanim nizanim lawo”

-Ka bimre.

“Destê xwe li pişta wî xist, xwe negirt û li ser ew keviya zirav û şemitok çû û hat, şiyana xwegirtinê nekir û  berve xwarê ve- li ser serê xwe- têwerbû.

“Çawa ku ez ji jor hatim xwarê êdî him bi dilşadî û kerbeke mezin min qîr kir û bi jiyana azadiyê qîr da. Dil û hinavên min rabûn jor. Hinaseya min bi leziyan ketin çikiyan, çavên min girtîbûn lê dîsa jî, tiştên birengê spî di bênahiya min de diyar dikirin. Rûyê wê yê biken û bedew ku ji min re digot: “ baş li xwe mêze bike” bi xembarî û girî li min mêze dikir, darê daristanê hemî spî û zer bibûn. “min ji te re got li xwe baş mêze bike...”

-“Me yek şande ba we, miqayte bigere.” Lê her tişt êdî çû, dema lomekirinê û xwe xeyidandinê nema. Bênamusan mala dostên me hemû girtibûn, tenê li benda hatina min bûn, li benda ku çûk têkeve dehfê. Çawa ku derî vebû û ez ketim hundir, ji paş ve tiştekî hişk li serê min ket û bêyî ku ez dijminê xwe nas bikim yan jî bibînim, ez ji ser hişên xwe çûm û min xwe li vê derê dît. Lê niha jî ez ji wan bênamûsan bi miriniyê xelasbûm.

Qêrîniya min dihat, dil û hinavên min rabibûn jor... Ez li benda ku serê min li erdê bikeve û biteqe, ew mêjiyê ku evqas hêvî, evînî û awat tê de hebûn, wê li ser rêka reş belav– belav bibe. Gelek caran dema ku dayîka min ji min dixeyîdî, li min nifir dikirin û digot “ kuro xwedê mejiyê te biteqîne!” wê niha nifira dayîka min pêk were.

Bêyî ku ew hêvî bike di demeke kurt de li ser pişta xwe ket, lê ew tev ne li benda wê encamê bû. Cîhan çû, her tişt radiweste dema ku mejiyê me pê hîs nake. Her tişt çû. Bêveger çû, li ser rêka reş, şil û sar hêvî bi ava baranê re belavbû û çû. Wê sibe, rêwî û wesayît li ser wan re bi ling û tekerên xwe yên genî bimeşin... Lê hêviyên min ne wisa bûn, ne wisa bûn... Pir-pir cuda bûn. Xeyalên bi rengê pembe û xewnên şîrîn bûn, lê di şeveke bêheyv de, her tişt çû.

Lê ez bawerim ku tiştekî dîtir çêbû, tiştekî ku min hêvî nedikir, ew heyama ketina min gelekî kurt bû....ew hîn li wê derê bi hezaran hevalên xwe re li çiyayên bilind digere, ne ew bû jina malê, ne jî ez...

* * *

 

Sibeh bû, zarok , direviyan dibistana xwe, ji paş wan ve roj hêdî- hêdî tirêjên xwe dirêjî cîhana qerisî dikirin, her kes li ser rê re dimeşiya. Zarokekî xwe xwar kir û mendîleke bixwîn ji erdê rakir, li jor mêze kir û berve dibistana xwe ve reviya...çû

 

* Ji Pirtûka BERFA GERM hatiye girtin