Belê heval baş dizanim li hemberî şehîdan û mirovên wekî we pîroz, yê ku ji şerbeta şahadetî vexwarine, nivîsandin û axaftin wê zor be û kêm bimîne, lê belê mirovên xweşik, bedew û bi jêdert nivîsandin wekî erkekî xwedî derketina xatê wane, û dibe wekî berpirsiyartîyekî vîcdanî û bi cî anîna daynê xwe yê li hemberî wan hevalane. Nivîsandina hevalên şehîd wekî nivisandina dîrokekî ne hatiye nivisandin ji ber ku şervanên heqîqatê di dîrokê de nehatine bibîranîn û nivîsandin, lewra bi bîranîna şerwanên heqîqetê bi navkirin wekî erkekî exleqî pîroze ku heyecan û moral dide mirov. Dema mirov bixwaze hevalên şehîd yên jin dest bigre û binirxîne divê mirov nirxê ku Rêber Apo dide jinê tu caran ji bîr neke. Ji ber ku Rêber Apo sembola asta mezinbuna zanistî, bîryarbun û vîna her jinekê ye, û jin aniye asta bêdewî ê gulekî ku bi strîyê xwe hatiye xemilandin. Dema ku mirov temaşe dike dibîne ku jin bi qasî bedewî ya xwe dibe hêza parastin û şerkirinê ji bo hebun, jiyan, rûmet û azadi ya xwe û jin digihije asta ku mirovên mezin Rêber Apo dibêje “jin kevirê esasi yê koşeya felsefeya mine” belê wekî jin di rojhilata navînde jiyan kirin em bi tevahî dizanin ku pir zor û zehmete, dîrok û roja jin bi kuştun, tecawiz, destavêtin derbas dibe li hemberî wan hemu leyistik û bê exlaqî yên pergala dest qirêj, jina PKK’yî bi keda Rêber Apo kariye, wê jiyana zor ya ku jiyan têde çûye ser merzela mirinê zivirandiye. Ji bo jiyan kirina jiyane kî bedew, û tevî zorahiyên vê jiyanê ev jiyan bi serxistiye û em wekî jin û mîlîtanê PKK’ê û şervanên heqîqatê yê Rêber Apo em bun biryardar û xweragirt ên jiyane kî her çiqas bi êş be ewqas bedewe û her çiqas zor be ewqas xweşe jiyan.
Di despêke de dema meşa şehit Çavrê û terzê wê ya têkoşînê dinirxînim, ji aliyekî de mîna trajedî ya bi êş ku hemu jinên rojhilata navin û jina Kurd, û Şehit Çavrê weke jineke Kurd u jineke rojhilata navin, di terzên xwe yên têkoşinê de, li hemberî rastiya pergalê karibû serbixe lê belê şehadeta heval Çavrê ya di demekî kurt de mîna heyamekê bu ji bo tevahî rêxistinê, cara destpêkê min heval Çavrê li Zağrosê naskir, naskirina heval Çavrê, meşa wê terzê jiyan û têkoşîna wê, bi qasî ku ji wê fêrbûme, û min famkiriye ezê hewl bidim ji bo we bidim naskirin. Heval Çavrê bi navê xwe yê rastî Fadîme ji Mêrdînê beşdarî rêxistinê dibe. 2006 de tevlîbûyîna wê ji refên têkoşînê re, û hatina wê ya ji çiyan re çêdibe, û li xakurkê perwerdeya şervanên nû dibîne, 2007’an de derbasî Zağrosê dibe. Di serîde beşdarbuyîna heval Çavrê ya ji tekoşinê re hindek milên xwe yên xweser hene, ji ber ku heval Çavrê ji aliyê dijmin de tê rêkirin wakî sixur tê amade kirin, û peştre wê dişînin çiyan. Em hemû dizanin siyaseta dijmin ya ku li ser civaka me, ciwan û jinan tê meşandin çawaye. ji milekîde xizan dike û bi her awayî bê çandî, bê exlaqî û bê çareserî yê li ser civaka me ferz dike, û bi wî awayî dest davêjine jinan û ciwanan. Rêheval Çavrê bi hevkariya xal û dayika wê ya ku bi dewletê re kar dikin wê tehdit dikin, û ev têkîlî bi rêka birayê wê û bavê wê tê çêkirin û bi vî rengî dewleta TC dixwaze heval Çavrê bike sixor, û bi vî awayî bahaneyên ku me diyar kiribu. Dijmin dixwaze heval Çavrê bê deng bike, lê hevala Çavrê ji alî istixbarata MİT’ê ve tê perwerdekirin û wê dişînin çiyan bi armancên ku dijmin dixwaze têçêkirin, û ji bo ku dewleta TC ajantî bi heval Çavrê bide pejirandin. Pir bi hêz siyaseta reşkirina tevgera PKK ê û rastiya jiyana wî dide kirin, lê piştî demeke kurt heval Çavrê sûcên ku navdeye ji rêxistinêre bi mikur tê. Pişti ku rastiya jiyanê bi çavên xwe dibîne, û bi taybetî ji terzê têkîlî û hevaltî ya PKK’ê û fedakartiya hevalan pir bandor dibe. Tişta ku hîşt heval Çavrê li sûcên xwe mikur were aliyê wê a jina paqij ku ti caran gemar nebuye, û lêgerîna wê ya jiyana azad ya ku bi sedsalane mîna her jinekê ku, mehrum mabu û heza ya vijdanî piştî dîtina hindek rastiyan bi çavên xwe ji hevalanre dibêje “rastiya min eve” ger ku hesabê wê mirin be jî ez amade me divê astêde li xwe mikur hatin hêz dixwaze. Li xwe mikur hatina heval Çavrê mîna vereşandina hemu gemarîyên pergala dagirker û mêtîngere. Em demekî dirêj di nava pratîkê de bi hevdira man her dem tevlî buyînekî bi moral û kelecan hebu, di heval Çavrê de xwesteka xwedî derketîna li Rêbertiyê û şehîdan di warê pratikî de hebu, wekî kesayet li gori tevlibuyîna xwe ya demekî kurt xwedi seknekî ji pêşketinê re vekirîbu, pirtûkên Rêbertî dixwand û li gorî wê xwe di ber çavanre derbas dikir, pivanê tekoşîn û xwe pêşxistinê bi rêbaza guhdarkirina ji minakê pir hevalên şehîd re çêdibû û hewl dida kesayetiya xwe bi rêgezên milîtantî pêşbixe. Pir caran stran gotina wê ya “Beritana min” û strana Dino ya “Oy yare û oy hevalê” heskirina wê ya ji jiyanê re, hevaltîyê re û şehîdan re bilêv dikir. Pir caran heskirina wê ji nîqaşkirinê re û buyina wê yek bi xwezayêre û heskirina wê ya ji zinarên bilind re sekîna Şehid Beritan di anî bîra mirov. Beriya heval Çavrê Şehid bikeve raporekî xwe nivisandi bu. Li ser bingehê ditina perwerdeyekî ekademîk ji bo naskirina Rêbertî, rêxistin û şehîdan bi rengekî kûr û jiyan kirina xeyalên xwe yê çunduna Gabarê pir caran ji hevalan ra digot “ezê biçim GAbarê û ezê ji wera silav û notên xwe binivisim” lê bele ew xeyal û xwestekên heval Çavrê pêk nehatin û wekî hesreteki man, pişti demeki kurt bi şahadete kî bê siûd û ne laîqî wêbe çêbû. Dema ku şehîd ket li pey xwe rojane xwe hîştibû, û piranî jî di rojane xwe de di serê her nivîsekî xwe de serokatî muhatap girtibu. Dema ku heval Çavrê şehîd ket xwendina rojanaya xwe wê ji milê hevalan de hat çêkirin. Di wê demê de herkesi famkir ku naskirina heval Çavrê û terzê wê têkoşinê û lêgerina wê em pir kêm mane. Beriya ku şehîd bikeve pir caran şahadeta xwe hîskiri bu. Gelek caran dema çunduna me ya görevan dihat çêkirin heval Çavrê digot “gereke ew cî û ew kaniyên ku heyî bi navê min bin dema ku ez şehid ketim” pişti ku şehîd jî ket ew kanî yên ku ew wesiyet kiribu hevalan navê wê li wê kaniyê kirin. Şahadeta heval Çavrê li Zağros li ber Avaşîn bi hatina wan ya göreve ew hîna di rê de bun ji xum xuma avê tu denge nabihîzin. Bi qazana balafirê şehid ket. Dema ku şehîd ket despêkê de hevalan nedizanibun ku şehîd ketiye, heta demekî heval lê geriya bun digotin “belki xwe li cihekî veşartiye” ji ber ku tu şopên cenazêyên wê jî nebû. Pişti wê heval ketin gumana ku cenazeya wê li ber Avaşîn çuye. Ketin şopa avê le bele cenaze peyda nekirin. Pişti wê heta demekê hevalan ciyê ku qazan lê dabu kolan digotin belki cenaze çu be neva axê û winda bûbe. Pişti dû rojan şahadeta heval Çavrê cenazeya wê li milê din yê avê hat peydakirin, Ji ber ku çewsa qazanê ew firandi bu. Pir hevalên ku nava şer da jî mabun serpêhatiyekî ewqas ecêp hêvî nedikirin. Piştî dîtina cenaza heval Çavrê li kêleka Avaşîn goristana wê hat çêkirin. Beriya ku şehîd jî bikeve heskirinêkî wê pir mezin ji Avaşîn ra hebu. Pir caran dema ku weha çêdibu digihişt ciyê ku lê şehîd ketiye qîr dikir û bi navê azadî yê bang dikir. Wakî ku bizanibe wê li wir şehid bikeve. Dema ku ez herî dawî ji Zagrosê derketim em di ciyê ku heval Çavrê şehid ketibu de hatin li ber Avaşin re derbas bun wê demê hevalan cenazeya wê derbasî şehitlika giştî kiribun. Dema ku şehîd ket heval çubun li ser cenazeyên wê ji basincê hemu li ser cepxaneyê wê teqiyabun. Li rext heta çek. Cenazeyên wê jî pir xira bibu. Dema heval çun pora wê şekirin û cenazeya wê xwestin ku xweşik bikin. Cihê ku heval Çavrê le şehîd keti li ber şikefta Qehreman, kaniya esasi ya Avaşîn nêzî segoşeya Basya û Avaşîn ye. Niha ev şikeft bi nave Şehit Çavrê tê naskirin. Roja şahadeta wê 16 ê tebaxê di sala 2008 de bû. Roja şahadet û tevlîbuyîna wê di êynî rojê de bû, û ji hevalan re jî gotibu “Ez di roja ku tevlê bûme di wê rojê de ezê şehîd bikevim” bi rastî jî wisa derket…
Peyman Hesekê