HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

arjin leyla altan16Navê Kod: Ajîn Garzan
Nav û Paşnav: Leyla Altan
Cih û Dîroka ji Dayikbûnê: 05 06 1975/ Êlih
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 1993/ Êlih
Cihê û Dîroka Şahadetê: Di 24`ê Adara 2012`an de li Bedlîsê (li qada Şêx Cuma) di pevçûnê de

Ji jiyana nevîya Elîyê Yunus, Heval Arjîn Xerzan a wek behrekî ku dilopek jî be, ez karibim bînim ziman û binivîsim, ezê pir kefxweş bim. Bêguman ez di zanebûna wê de me ku ezê nikarbim rastiya wê fermandara leheng biqasî ku tê xwestin binivîsim. Ji ber ku mirov rast û bi besî binivîse, pêwîste ku ji zarokatiya wê heya şehadeta wê mirov baş lêkolîn bike û bizane. Ez ancaq karibim çend bîranînên ku me bi hev re jiyankirî û bandora wê ya ku li ser min çêbûyî, hinekî bînim ziman. Çend rojên ku em li welatê bav û kalê wê, cihê serhildana Eliyê Yunus bi hev re man, ji bo min pir bi nirx û balkêş derbazbû. Em bi deh salan di heman şoreşê û nav gerîla de bi hev re man û têkoşîn meşand, lê cara yekem me hev dû di sala 2007’an de li Xinêre, li Ocaxa PKK’ê dît. Min jî hevala Arjîn mîna we bihîstî bû û tevlîbûna wê ya xebatê ya serkeftî, hatibû guhê min. Jina têkoşer û serbilind hevala Arjîn, tenê ne li çiyayê Kurdistanê, li gelek qadên têkoşînê, xebat meşand. Herî zêde li eyaleta Xerzan û qada Ewrûpa tevlî xebatên têkoşîna azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê bû. Herî dawî piştî çend sal li Başûrê Kurdistanê tevlîbûna wê ya xebatê, ew sala 2010’ê biharê cardin derbasî warê kal û pîrikê xwe, eyaleta Xerzan bû. Ew cardin gihişti bû cihê serhildan û berxwedana gelê Xerzan ku di bin serkêşiya malbata wê de, mala Eliyê Yunus, hatibû pêşketin. Ew di destpêka tevlêbûna gerîlatiya xwe de li wir tevlîbû û dest bi şopdariya bapîrê xwe kiribû, li dijî dagirkeriya dewlata Tirk.

Belê, min bihara 2007’an li dibistana PKK`ê dema ku hevala Arjîn rêveber bû dît û ez mehek zêdetir li gel wan mam. Hevala Arjîn berpirsyara dibistanê bû û du dewre di vê dibistanê de perwerde dît. Hevala Arjîn biqasî xwe perwerde dikir, ewqas jî perwerde dida hevalên dibistanê. Pîvan û zanebûna xwe ya PKK’ê û girêdana Rêber APO, di asta jor de bi heval Arjîn re hebû û dida jiyankirin. Bi van dewlemendiyan tevlî nîqaşên perwerdê dibû û bi hevalan re parvedikir. Parvekirina wê ya ji dil û paqij, hêz dida mirov û nakokiyên ku di serê mirov de hebûn, derbaz dikirin. Rastî jî di warê dîrok û rastiya rojevê de, ew baş pêgihiştî bû û ji hevalan re pir zelal dianî ziman. Mehekî ku min bi hevala Arjîn re derbaskir, min ji hevaltiya wê ya paqij û danûstandinê wê yên bi pîvan, hêzek xurt girt. Hevala Arjîn bi zanebûna xwe ya rêxistinî û girêdana nirxê şehîdan û wî rûyê xwe yê biken, bi bejna xwe ya dirêj û çavê xwe yên zer, hezkirin û rêzgirtina xwe pir li ser hevalan çêkiri bû. Di warê lêhûrbûn û hişmendiya xwe de, pir kûr û fireh bû. Ji ber vê bû tevlîbûn û nirxandinên xwe kûr û dida fêmkirin. Piştî vê perwerda dibistana PKK’ê ew derbasî eyaleta Zapê dibe û di fermandariya eyaletê de cih digire. Cara duyemîn a min ew li herêma Dorşînê ya nêzî Pasûra Amedê, payîza 2010’an de dît. Ew nû ji Başûrê Kurdistanê hatibû û daxwaza wê ew bû ku xurt tevlî pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe bû. Vê carê moral û coşa hevala Arjîn bêhtir xuya bû, ji ber ku ew hatibû eyaleta Xerzanê, wê tevlî şerê azadiya Kurdistanê bûya. Jixwe ew tim bi armanca azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê, têkoşîn dida. Lê ji bo wê têkoşîn li warê bav û kalê xwe meşandin, hestekî cûda pêre çêdikir. Ji ber ku şopên berxwedana Mela Yunus hêj pir diyar bû û wek neviyê wan, eşqa şopdariya wan jiyan dikir. Ew şopdara keça Eliyê Yunus, Rindexanê bû, Rindexanê, piştî serhildan têk diçe tê girtin û dikeve destê artêşa Tirk. Lê ew li berxwe dide û nahêle ku destê qirêj ên leşkerê Tirk bigihijiyê, wiha ji leşkerê Tirk re dibêje “hûn di welatê bavê min de dest nedin min, dema ku we ez ji vê axê derxistim, hûn çi ji min bixwazin ezê bînim cih” ango dixwaze wan bixapîne heya ku derfetê xwe kuştinê bibîne. Leşkerên tirk vê daxwaza wê dipejirînin û wê bi xwe re dibin. Piştî ku ew digihin ser pira Mala Badê, helbestekî li ser girêdana xwe ya welatê xwe dixwîne û xwe ji ser pir diavêje ava çem û dawî li jiyana xwe tîne! Çîroka vê jina serhildêr ku heya dawî paqijbûna xwe û azadiya xwe parast, girêdana xwe ya bi axa xwe re da nîşandan û li ser axa xwe dawî li jiyana xwe anî. Belê, hevala Arjîn ev çîrok ji me re digot, dema digot her çend hevokan carekî navberek dida û nefesek kûr dikşand dilê xwe û keserek berdida. Di rûyê hevala Arjîn de diyar bû ku çiqas Rindexanê, di dil û hişmendiyê xwe de jiyan dike. Hevala Arjîn jî bûbû şopdarê berxwedaniya Rindexanê ya ku ji malbata wê bû, girêdayî nirxê wan jiyan dikir û têkoşîna azadiyê dida. Belê hevala Arjîn di derheqê dîroka serhildana Eliyê Yunus de xwedî agahî bû û wek zarokekê wê serhildana berxwedêr ku bi hezaran xwe dan kuştin, lê ew tu car li hember hovîtiya dewleta Tirk serî danenîn. Heval Arjîn bi vê serhildanê ser bilind bû û wek neviyê wan erkê xwe yên şopdarî û tol rakirina wan baş dizanî. Di tevayê têkoşîna xwe de, bi vê fedakarî û xwestekê tevlî xebatên azadiya Kurdistanê bû.

Piştî hevala Arjîn gihişt Dorşînê gel me, me civîna xwe kir û nîqaşê pêwîst meşandin. Destpêkê hevala Arjîn ji ber ku nû ji Başurê Kurdistanê hatibû, perspektîfên rêxistinê veguhazt me û erkê qada me yên demê çi ye, tiştê ku rêveberiya rêxistinê jêre gotibû, ji me re anî ziman. Me jî di derheqê qadê û eyaleta Xerzanê de agahiyên nû danê. Bi nêrînên xwe yên ku di civînê de anîn ziman, diyar bû ku lêhûrbûna xwe ya tevlîbûnê pir xurt e. Jixwe ew bi amadekariyeke baş hatibû û hêviyek mezin dida mirov ku xebatekî serkeftî bimeşîne. Ev bi coş û xwesteka xwe diyar dibû. Piştî ku civîna me xilasbû, me bi hev re berê xwe ji Dorşînê da herêma Sasonê û ber bi welatê Xerzan ketin rê. Çar şevê tijî ku ji êvarê heya sibehê, bê navber em meşîn û gihiştibûn herêma Sasonê. Di van çar şevê tarî û dirêj de, hevala Arjîn moral dida koma me û ne dihişt heval biwestin. Tim bi hevalan re rûbiken bû û çîrokên berxwedaniyên welatê Xerzan ji me re digot. Ji ber ku ew berê jî li vanderan mabû, baş nasdikir û bi hevalan dida naskirin. Bîranînên wê yên eyaleta Xerzan pir bûn û çiqas digot, xilas nedibûn. Hevala Arjîn meşa xwe xurt û zîrek bû, dibe ku jî ji eşqa welatê xwe ewqas bi coş û zîrek dimeşî. Tevayê çiya û gelê herêmê baş nasdikir û dixwest ku cihê ku heval nedigihiştinê, ew xwe bigihîne û rista xwe bileyîze. Bi xwe pir bawer bû ku xebatek serkeftî bimeşîne. Me ava çemê Gudernê û çemê Sasonê jî derbaskir û em gihiştibûn çiyayê Gomike. Gundê mela Abdurahmanê Timaqî, nêz me bû û heval Arjîn ew jî bi hevalan dida naskirin. Ji Gomike heya ava Hezo (Qozluk) nêzî gundê hevala Arjîn, koma me bû du beş û li wir cardin em gihiştin hev. Hevala Arjîn gundê xwe û derdorê wan cihê berxwedaniya serhildana mela Yunus, nîşanî me da. Kela Yunus, bi heybeta xwe ya bilind û asê li pêşberî me bû. Ev Kelanûs, bi navê din Kela Yunus ku dihat gotin, kela berxwedaniya serhildana Eliyê Yunus bû û bi asêbûna xwe dihat zanîn. Bi zinar û bilindiya xwe welatê Xerzan tev dixist bin bandora xwe û bi sed sala malovanî ji berxwedaniya gelê Xerzan re kiribû. Hevala Arjîn, çîroka berxwedaniya van çiyan û gundan jî ji me re digot û dilxweşiya ku îro ew şopa van berxwedêran dişopînê, bi serbilind û şanaz nîşandida. Belkî bi hezaran mirov li van çiyan û gundan, bi hovîtiya dewlata Tirkan hatine qirkirin û bê gor hatine winda kirin. Gelo çend car ev gund hatine xirakirin û wêrankirin? Gelo çend mirovan xwe di van zinarên bilind de avêtine û ji bo sax nekevin destê hovên Tirk xwe di van avan de xeniqandine? Dema ku mirov di vî welatî re derbas dibe û li gund û çiyayan temaşe dike, wek van pirsan gelek pirs tên bîra mirov. Jixwe PKK’ê bi xebatên xwe, bersiva van pirsan dida û bi tol rakirina van qirkirinan ketibû rê û yên wek hevala Arjîn, bi hezaran neviyên van berxwedêran tevlî xwe kiribû. Belê, hevala Arjîn rêka xwe rast dîtibû û bi coş di vê rêkê de ketibû meşê. Piştî ku em li ber ava Hezo, nêzî gundê hevala Arjîn gihiştin hevalan, hevala Arjîn ji min re got “heval Heqî duh hinek mirovên me ji min re gotin heya ku hûn neyên, li mala me kotilkan nexwin, hûn derbaz nabin, ji bo vê hûn jî werin em herin gund û piştre têkevin rêka xwe” pişti re min fêmkir ku hevala Arjîn hêj li malê, pir hej xwarina kotilkan dike û mirovê wan dema dibihîsin, jêre kotilka çêdikin û dixwazin bidinê. Ji ber hejmara me zêdebû û ji gumanê ewlehiyê, min ji Heval Arjîn re go “heval ma demkî ew li bendî we ne, hûn çend heval herin kotilkê xwe bixwin û hinekan ji me re jî bînin, emê li derveyî gund ewlehiya we bigrin”. Dema min ev got, hevala Arjîn wek her car keniya û got ”baş e heval” ew çûn, lê zêde neman hatin û ji me re jî kotilkên nava wan tijî goşt anî bû. Piştî me xwarina xwe xwar, em ketin rê. Berê min li Başûrê Kurdistanê bû û berê hevala Arjîn jî li herêma Şêx Cuma bû. Roja din emê ji hev cûda bibana. Ev meşa dirêj ku zêdeyî heftekî bi hev re em meşîn, me gelek nêzîkbûnên vê jina serbilind ku bi hevaltiya xwe ya dewlemend, danûstandinek bi pîvan û germ bi hevalan re dimeşand, me jê girtin û hezkirina wê ket dilê tevayê hevalan. Belê, mixabin ev jina serhildêr û berxwedanvan, di 24’ê Adara 2012’an de li herêma Şêx Cuma bi 15 lehengê berxwedanvan re ku Hevala Berfîn a rûken jî di nav de bû, bi qehremantî li hember êrîşên artêşa Tirk şer kirin û şehîd ketin. Ev berxwedaniyek layîqî bav û kalê wê bû, çiqas 15 jinên leheng me winda kirin û êşek di dilê me de çêkirin jî, lê berxwedana wan a bi mînak, heya serkeftinê wê hêza mirovatiya azadîxwaz be. Belê, em van 15 jinên berxwedêr ku bi sekna xwe tirs û xof xistin dilê neyaran, bibîr tînin û soza şopdariya wan ku emê li pey berxwedaniya wan bin, heya armanca wan a azadî û serxwebûnê bê cih didin. Bîranînên wan wê tim rêka me ronahî bike û wê bibin hêza me ya berxwedanê. Şewqa van her 15 sitêrkên asîmanan, wê tim roniya çavê me bin û tu car neyên ji bîrkirin. Hevala Arjîn, fermandara mezin û serbilind, wek şervanê wê emê di bin fermadariya wê de bimeşine azadî û serxwebûnê, soza me ji vê şehîda mezin re ev e.

Heqî MARDÎN