HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

jiyan suruc saime argunTu bi xêr hatî mêhvanê xewnên min, vejîna helbestên jiyanê.

Rêheval, peyva navê te bû birîna ji nû ve pişkivî. Bû jan û avîna dayîkan. Bû hêlîn û wargeha lorînan. Bû xwîn û herikî di nav rayan de. Lewma pîroz dibe wateya navê te.

Belê rêhevala min; xwediyê çavên ku axînan derman dike bi awirên xwe. Xwediyê hestên bi bask û dilekê germ. Di mijara te de xembar dibe pênûsa min. Çawa biwesifîne te, nizane. Mîna nexweşkî bi jehrî, bêhal dibe û neçar dimîne. Ji ber pir zehmete ku bi lêv bike bîr û baweriyên te. Binivîse dinav rûpelên dîrokê de qehremaniya te. Ji şagirtên dibistana azadiyê re bineqişîne rûkeniya te. Lewma, nikare peyvên xwe li himber serhildana te kom bike.

Tê bîra te heval, wan sozên te dayî. Ma ne te digot di vê em bi hevre bidomînin rêwîtiya xwe. Li ser axa pîroz bikişînin hindirê xwe hilmekê ji tîhna roja pîroz. Mîna li ber ava çemê ş. Harunê henekên xwe bi wan topên xesûkî bikin. Derxînin serê xwe û bibin temaşevanên ezmaneke zelal. Rakişînin bedenên xwe li têhna rojekê tevzonek. Hildin agirê veşartî di şevên cejnê de.

Heval, ma ne diviyabû me bi hevre behsa serpêhatiya bikira. Nivsandiba çîrokên evîndarên xeyalên veşartî. Xîz kiriba wêneyên şerkerên bi kevir di nav kolanên welat de. Ma ne te digot; di vê em hêz bidin hev di zor û zehmetiyên rêwîtiyê de. Derbaz bikin hemû bendên li pêşiya hevalbendiya rast. Bi hevre rakin çekên xwe û bikevin pey heqîqeta jiyanê. Çima heval mîna stêrkekê di ezman de tu li pêşiya me herikî. Bareke giran jî di cihana me de hişt. Cardin pişkivand wan birînên kûr û bendewar kir çavên li rêyên te.

Belê, te herdem digot di vê em bi xwîna xwe siberojekê azad ava bikin. Xende bikin çavên zarokên bigirî. Jehrê bikin hişmendiya hêzên gelekomî. Ji ber ti kes nikare li pêşiya azweriyên neviyên Iştaran raweste. Êdî ti kes nikare çarenûsa me binivîse. Ti kes nikare me ji himbêza dayîka me dûr bixe. Ti kes nikare evîna me qirêj bike û roja me tarî bike. Lewra di vê çav li bilindbûna çiyayên berxwedêr bikin. Mîna pêlên deryayê bilind bikin azweriyên xwe. Rengîn bikin bîr û baweriyên xwe. Bextewar bin di her kêliyê de.

Bikene hevala min a bedew, xêz bike wêneyên bîrhatiyên xwe di hizrên me de. Lê ji bîr neke, fêrmeskên kêliyên veqetînê. Pêdegariya hilgirtina hêmaya ronahiyê. Areteyên beriya serkeftinê. Mixabin, xemgîn dibe dilê min dema bi bîrtînim wan kêliyan. Tije dibe qirika min û kelegirî dibim. Mîna te gelek rêwîbûn mêhvanên heman rêyê. Lê belê, her yek xwedî şungeh û wateyekê cuda ye. Her yek jî bi heqîqeta xwe manîdar dibe.

Îro jî derbaz bû li ber çavên me wêneya evînekê pêçandî bi xwînê. Di bihareke nû de belav bû ye bêhna barûtê. Bilind dibe bi teqîna narincokê dengê qêrîna zayîneke nû. Di ezmanek şîn de qêrîna dirûşmeyên ‘‘yan jiyaneke azad, yan jiyaneke azad’’ deng vedide. Dengê qêrîna bangawaziya pênç rêhevalên hêja bilind dibe. Pênç pepuleyên ku bi bêhna biharê re zindî dibin. Bi vê qêrînê sekinîn dilên dagirker. Lewma hevala hêja Jiyan, tu bû destana vînê. Pêşeng li helwesta berxwedanê. Ji Viyan û Şîlan’an re bûyî rêheval û te keyfxweş kir dilê Zîlan’an.

Belê hevala Jiyan, bi zindîbûna xwîna dilê xwe te xêz kir yek ji çîrokên qehremaniyê. Te neqişand xalek ji wateya peyva heval. Li gel Sema û Fikrî gerand govenda azadiyê û şanaz kir serê xwedewenda dayîkê.

Li ser bîranîna rêhevala Jiyan Suruç ku bi heft rêhevalan re di encama ketina kemîna pastaran li herêma Somayê şehîd ketine.

Yekîneya Ş. Viyan Heftenîn