Raperîn bi xwezayê re destpêdike;dema ku kefenê sipî yê zivistanê diçirînê, dema ku kirasê sir û seqema hişk cihê xwe ji şemala narîn re dihêlê, li ser lêva kevîyên berfê reqsa berfîn, qasidê vejîna biharê ye; rûniştina cemre, pêş înqilabên di giyana av, ax û hewayê da ne,teyrên mihacir ref bi ref ji germistanên xerîb ber bi zozanên Welat ve koç dikin. Senfûniya azadiyê despêdike; sifreyeke rengîn ji reng û bêhna Gulan;Sosin û nêrgiz û beybûn, saz û awaza balende, ajalên kovî û derendeyan; deng dengê azadiyê, bêhn bêhna azadiyê, reng rengê azadiyê û ev heman kêliya ku ruh û giyana mirov ber bi ronahiya bê dawî ve diherike dem û kêliya azadiyê ye bêguman.
Di nav zayîna xwezaya welatê rojê de, dengê çakûçê Kawa mizgîniyeke nû bû xemla rengîna vî wargehî bi pençeyên xwîn hatibû herişandin; dagir bibû azadî bi qeyd û zincîrên sar û li şûna refên teyran, leqên leşkerê neyar, perdeya reş û konekî tarî li ser rûçikên wargehê Medî de vegirtibûn, ji şikestina xeyal wêdatir bû, weke secereşeke kûr û derbên bêeman xweşî û şahiyê konê xwe bar kirbû û naqûsa mirinê lê dida. Şevên reş yek bi yek dadiqurtand horî û ciwanên Arî, bi hezaran fîdaê nû gihîştî, bê ku çavên xwe li jiyanê vişkênin hatin qetil kirin. Bi sedan sal buhurîn lê Newrozên me her bi jan derbas bûn. Caran koçberî, îşkence, kuştin û birîndarî berdêlên ku qet tu efsaneyek nikaribe vebêje, tu zindiyek taqeta dîtin-bihîstin û guhdarkirina wê neke. Di xeyal de azadî, di hêvî de aramî her ku diçû geş û gur dibû weke çirûskek agir di şeveke tarî de lê didan û êşa bindestiyê gihîştibû hestî. Kê ye, yê ku ji firdûsê dest berda û bi dojehê razî bibe; lale û şilêr nûnetên xwîna sor a ciwanên Kurd di nav qelîştekên lat û zinarên bê nav nîşan bûn, agir geş bikin, ên ku agir vemirîne xîyanet kar e… Dûrûşmeya pêtên agir a li ser bedena Mazlûman bû Zekiye. Bi gotina , êdî agirê Newrozê ne bi qirş û qalan; bi agirê canê xwe pêbixin. Ev deng bilindtir kir, berdêla Newrozê giran bû ji bo ku nirxên azadiyê giran biha ne. Weke jana Helepçe; Komara Mihabad; Dêrsim, Agirî, Sînema Amûdê; Qamişlo û can û dilên ku bi azadiyê şiyar bibin tu car ji bîr nakin, ji nedîtî ve nayên. Ma qey xweza her tim di bin pençên zivistanê de xwe radigire; govenda evîndarên rojê bi pêtên agir, bi qasî ku tu qeyd û zincîr nas neke; bi coş e. Giyanên azad tenê bi gihîştina azadiyê ve aş dibin; ji bo bîranîna dilên pak ên welatê xwe re vefadar bimînin; ji bo agirê Zerdeştî di Îmralî de bibe volkana azadiyê.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
21.03.2011.
Bahoz Arya