HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

gerila jiyanDembaş Heftenîn ezê îro li te guhdar bikim, ma tu ji min re behsa zarokên xwe yên delalî nake? Bi qasî ku min bihîst gelek mirovên ku ji ava te vexwarine û bûne perçek ji suruşte te, di hembêza te de xewdikin û îro li ser goristana wan kulîlkên hêviyê şîndibin. Gerilayê ku di bin darên geliyê Pisaxa de jan ji kûrahiya dilê xwe dikişandin, bedena wî di nava xwînê de mabû, dîsa jî riwê wî bi ken bû, ma qey nayê bîra te. Ma te jibîrkiriye çîroka wan lehengan anîne ser ziman, erkê te ye. Ma tu nizane em ji wan pehlewanan fêrî jiyanê dibin. Ez dizanim behsa wan kirin dilekî qewîm dixwaze, hevaltiyeke durust û girêdaneke bi rêgez dixwaze, lê belê jibîrneke ewê rêya rast nîşanî me bidin û kokên wijdanê di me de avabikin. Ji êşa ew anîne ser ziman netirs e.

Belê gerilayên hêja bila mirovên ku dilê wan germ, çavên wan vekirî û xwedî li bîranîna van hevalên şehîd derbikevin li min guhdarbikin. Yek ji gerilayên ku gerilayetî li asoyên çiyayên min kir, bedewbûna min jidil hîskir û bû perçek ji min, hevalê Cîger Guyî bû. Bi salan bi êş û zehmetiyên min re bû heval.

Hevalê Cîger sala 1993 an tevlî nava refên gerila bû, temenê wî gelekî biçûk bû. Li Uludera ku lehengan dafirîne ji dayîkbibû. Li ser wê xaka ku bindestiyê napejirîne û di ruh de azad dijî, mezinbibû. Zarokekî kêrhatî ye, bala herkesî dikişîne û şeydayê welatê xwe ye. Çawa dibihîse gerila ji bona azadiya welat li çiyan ditêkoşin ew jî biryar dide û hatine çiyan çêtir dibîn e. Bejna hevalê Cîger kin bû, çavên wî diperiqîn, bê ku baxive di çavê xwe de gelek rastî îfade dikirin. Mirovên ku ji êşan fêmdikin anceq dikarîbûn çavên wî bixwînin. Her hezdikir wê kefiya xwe ya reş û spî bavêje sukra xwe, birastî ew cemedana reş û spî gelekî li bejna wî dihat. Bi hezkirina xwe ya jiyanê herdem ji min re digot “ emê biserbikevin û tê xakeke pîroz were naskirin. Dilê xwe negire herdem cihê te di dilê gerila de heye.” Bi salan hevalê Cîger bê ku dudilî bijî ked dida, hedana wî nedihat ku tevlî çalakiyan nebe. Azweriya wî ya fêrbûna jiyanê mîna agir gur bû û bi zeman re diherikî. Kesekî nikarîbû li pêşiya aşka wî ya jiyanê bibir e.

Hevalê Cîger sala 1995 an di çalakiyekê de pêlî mayînekê kir û lingekî xwe wendakir, wê demê dilê min birîn bû, ez tirsiyam ku ji min dûrbikeve. Min lawê xwe nasdikir û min dizanîbû wê li berxwebide. Piştî ku hevalê Cîger birîndar bû, operasyona PDK ê û artêşa Tirk bi hev re destpêkir û neh rojan dewamkir. Heval neçar man ku hevalê Cîger û hevalekî dîtr di şikeftekê de veşêrin. Derman di destê hevalan de nînbû ku birîna wî derman bikin. Ji rewşa xwe raziye û gazinc nake çima birîndar bûye. Moral dide hevalê li kêleka xwe. Her çiqasî birîna wî girandibe û kurm didine, ew xwe radestî mirine nake. Heval texmîn nakin ku hîna hevalê Cîger jiyandike û dibêjin “ Hevalê Cîger gelekî xwîn wendakiriye û birîna wî nehatiye derman kirin, teqez şehîd ketiye.” Di kêliya heval diçin şikeftê û dixwazin bi hevalê Cîger ve biçin, hevalê Cîger bi saxmayîna xwe ve hêza îrade bi hevalan dide naskirin. Tişta balkêş çi bû; heval ji moralê wî matmayî dimînin û gelekî dilşad dibin ku hevalê Cîger şehîd neketiye. Hevalê Cîger bi wê heyecana Rêber APO dîtin, berê xwe dide rojavayê Kurdistane. Dilê wî şêtbûye, kesek nikare rêya wî bigire, sînoran bi lingekî qutdike, dizane wê hesreta xwe ya bi salan bijî. Xatirê xwe ji min nexwest, dizanîbû bê min nikare bijî.

Di sala 1996 an de xwe amadekiribû ku biçe Botane, hevalan destor neda û dîsa vegeriya warê xwe. Dilê min dişewitî gava ku min wî bi lingekî didît, dîsa jî mîna berê ez tenê nedihiştim. Qul bi qul li çiyan, li dol û li newalên min digeriye. Hedana wî nedihat ku di cihê xwe bisekine. Ji bona ku hevalên wî nekevin zoriyê de herdem bi tedbîr bû. Serkeftine dijmin ji bona wî mirin bû, lê belê binkeftine dijmin ji bona wî rêgez bû. Dilê wî ranedikir ku hevalên wî birçî bimînin, yan jî êş û zorî bikişînin. Sala 1998 an êrîşên dijmin li ser gerila gelekî dijwar bûn. Bi taybet rêyên arzaq anînê, hemû hatibûn girtin. Hevalê Cîger bêçare nemabû, aşên gundiyan yên li geliyê Pisaxa çak kirin, ce û genim ji bona hevalan dihêrand û arzaq li hemû yekîneyên hevalan belavdikir. Rêya serkeftine dijmin bi jêhatîbûna xwe dixetimand. Bi vê jêhatîbûna xwe cihê xwe di dilê hemû hevalên xwe de çêdikir. Xizmetkirine hevalan ji bona wî moral bû. Piştî sala 1999 an rêveberiya rêxistine biryar da ku hevalên nesaxiyên wan hene û birîndarin wan rêke cihên dîtir. Lê belê kî dikare hevalê Cîger bide qenaet kirin ku ji çiyan dûrbikeve? Dûrketine ji çiyan, ji bona wî mirin bû. Dilê min rehet bû, min dizanîbû dost û hevalê min ji min dûrnakev e.  

Rojekê dengê teqînekê cîgera min şewitand. Janeke ku dawiya wê nîne dilê min girt û berneda. Gelo min hîsdikir dostê min nefesa xwe ya dawiyê dide. Hevalê Cîger berbi êvarî ve dixwaze muhabere bike, pêlî mayînê dike û lingê xwe yê dîtir jî wendadike. Heval hemû direvin û diçin bi hewara hevalê Cîger ve, herkes bandor dibe. Hevalê Cîger di nava xwînê de maye, dîsa jî ew moral dide hevalan û dibêje “ heval tiştek nabe, lingên min herdu mîna hev lêhatine.”

Heval wî dadixin geliyê Pisaxa. Hevalê Cîger herdem bi hevalan re daxive. Nikare xwarinê bixwê û tenê çixare vedixwê. Heval dixwazin wî rêkin derve, rê hemû girtîne û dijminê hov destor nade ku dostê min ji mirine bifilite. Hevalê Cîger dizane ew kêliyên dawiyê ne ku bi hevalên xwe re bijî û naxwaze ji çiyan dûrbikeve, du rojan liberxwedide û bi rûkenî di roja 26.6.2001 an çavên xwe dide ser hev. Du rojan kêlî bi kêlî min êşa dostê xwe Cîger hîsdikir, li berçavê min bi zorê nefes dikişand. Di xaka min de hate veşartin û bi rondikên çavên min kulîlkên li ser gora wî avdan. Piştî çend salan hevalan goristana şehîdan bi navê hevalê Cîger çêkirin û di konferansa HPG ê yê yekemîn de hevalê Cîger sembola kedê tê îlankirin.

Belê gerilayên hêja min pirtûka hevalê Cîger careke dîtir vekir û çîroka wî bi were parvekir. Lê belê hêviya min heye ku hûn xwedî li bîranîna wî derbikevin.

Hevalên wî yên rê