Bêrîtan di cihê xwe de req bûbû û bi baldariyeke mezin li dayîka xwe guhdarî dikir. Di cîhana xeyalan de bû, tiştên ku dibihîstin ew şaş dikirin. Wekî ku temaşeyî fîlmekî dikir. Gelekî pirs di mêjiyê wê yê zarok de diçûn û dihatin. Gotinên nû dibihîst ji devê diya xwe. Çavên wê diçûn û dihatin mîna ku ji wê kuna xwe ya biçûk aciz bin. Dixwest ber bi ezmanan ve bifire. Bêrîtanê ji bo ku çokên xwe yên ji heyecanê dilerizîn, ji dayika xwe veşêre, destê xwe danî ser û bi dil û can li dayîka xwe guhdarî kir.
Dayika li ber giriyê bi dengekî ku ji kûrahiya dil dihat, digot: “ Wê rojê destanek nû dihat nivîsandin li Lelîkanê. Ew roja Lelîkan bi tîpên zêrîn diket nav dîroka berxwedana mirovahiyê. Dîsa jinek qehreman bû, nivîskarê dîroka berxwedan û azadiyê.
Li ser lutkeya zinarekî reş û mezin bû. Li paş wê Çiyayê Şekîf, li biniya wê Dola Çil û çaran hebû. Beriya demekî 44 çar hevalên wê şehîd ketibûn li wê dolê. Perçeyek mezin ji dilê wê qut bûbû. Lê di pêçandina birînan de hosta bû. Ew, roj pir asê bûn hemû çiyayên Xakurkê. Bûbûn mertal li beramberî îxanetê.
Guleyên di çeka wê de xelas bûbûn. Bi guleyên xwe yên heyî hevalên xwe parastibû. Tenê ew, çeka wê ya bêgule, çiyayên asê ên Xakurkê û dilê wê yê ku ji bo azadiyê lêdida mabûn. Ev çend roj bû di pevçûnê de bûn. Şerê Başûr bi hemû dijwariya xwe berdewam dikir. Bêrîtan heta niha gelek caran ketibu pevçûnan. Gelek caran ji gelek cihên bedena xwe jî birîndar bûbû. Lê vê carê tişta ku zora wê dibir, ew bû ku yên li hemberî wê şer dikirin kurd bûn. Lê belê tevî ku vê yekê zora wê dibir jî Bêrîtan bi biryar bû ku di vî şerî de bi ser bikeve. Ji ber ku heta niha tevgerên azadîxwaz ên kurdan ji ber îxanatên hundirîn têk çûbûn. Dîroka kurdan bi îxanetên bi vî awayî ve tijî bûn. Bêrîtan vê carê bi biryar bû ku, li hemberî îxaneta kurdan bi serbikeve. Diviya dîrok vê carê dubare nebûya. Diviya berxwedanê îxanet têk bibira.
Dengê pêşmergeyên birakuj ên PDK u YNK’ê her ku diçû ji nêztir dibû. Du hestên cuda xemgînî û kêfxweşî bi hev re ketin dilê Bêrîtanê.
Xemgîn bû... Ji ber ku carek be jî serokê xwe ji nêz ve nedîtibû. Carek be jî ew hembêz nekiribû û bi heskirineke mezin maçî nekiribû. Ev bê edaletiyeke mezin bû. Xeyala wê ya herî mezin carekî be jî dîtina Roja Pîroz bû.
Xemgîn bû... ji ber ku ên li hemberî wê şer dikirin kurd bûn. Lê ji bo berjewendiyên biçûk û malbatî birayên xwe firotibûn û çek hilgirtibûn li dijî wan.
Keyfxweş bû.. ji ber ku bi şerê xwe yê azadiyê xweşik bûbû. Keça herî xweşik a cîhanê bû êdî. A li ser ruyê wê ne şopa gule, belku destegulek bû ji nav bexçeyê azadiyê. Kêfxweş bû.. ji ber ku heta dawiyê li ber xwe dabû. Neketibû destê îxanetkar û birakûjan.
Bi aramîyek mezin liviya ji cihê xwe û rabû ser piyan. Destpêkê çeka xwe ya azadiyê ku ev çend roj bû bûbû parêzvanê wê yê herî mezin şikand ji bo nekeve destên qirêj ên îxanetkaran.
Êdî li pêşberî hev bûn. Komek cerdewanên dilpasgirtî wekî ku serkeftinek mezin bi dest xistine temaşeyî Bêrîtanê dikirin. Haya wan ji tiştên berî biqewimin tunebû. Digotin qey her tişt xelas bûye û îhanet gihîştiye armanca xwe. Bêrîtana ku ji rû, mil û sînga xwe birîndar bibû bi tevgerek xurt û jixwe bawer derket ji mewzîya xwe. Cara yekê bû, ew qas nêzî azadiyê bûbû. Azadî tenê bi qasî gavek biçûk durî wê bû. Çavên wê ne li pêşmergeyên çavsor bû. Çavên wê, peşmergeyên birakuj, guhên wê bangên ji bo teslîmbuyînê nedibihîstin. Berxwedan û mirin di tama azadiyê de bûn, di riya armancên pîroz de. Bêrîtan bi biryar bû ku ew navbera bi qasî gaveke biçûk ya di navbera xwe û azadiyê de ye, ji holê rabike.
Hemû jiyana wê wekî şerîdeke fîlmê ji be çavên wê re derbas bûn. Heta wê demê qet bawer nedikir ku di bêhna dawî de hemû jiyana derbasbuyî, hêvî, bêrîkirin,armanc û hwd. ji ber çavên mirovan derbas bibin. Lê rast bû. Bêrîtan di carekî de çû, Dêrsîm û Çewlikê. Keçeke biçûk a Dêrsîmê bû. Lê di sala 1971’î de li Çewlikê hatibû dinê u li wir mezin bûbû. Di sala 1989`an de li zanîngeha Stenbolê fakulteya Zanistî û Bazirganî beşa îngilizî dest bi xwendinê kiribû. Di newroza heman salê de fêr bûbu ku ew jî keçeke kurd e. Di tevahiya jiyana xwe de miroveke serkeftî bû. Tu tiştekê ku wê dest avêtiyê nêvî nemabû heta niha. Di jiyanê de çalak û bêhempa bû. Ji biçûkatiya xwe heta ku beşdarî nav refên PKK bibe jî ew wisa berdewam kiribû. Di sala 1990’î de bi destgirtiyê xwe re beşdarî refên gerîla bibû û di cotmeha sala 1992’yan de jî beşdarî şerê Başûr bûbû.
Li ser zinarekî reş û mezin bû niha, carekî de gotina wê ya ku beriya beşdarî nav refên PKK bibe ji diya xwe re gotibû hate bîra wê. Dema biryara beşdariya wê bihîst diya wê dest bi giriyê kiribû. Bêrîtanê serê xwe rakir û bi awayekî ji xwe bawer got: Dayê negrî, tiştek bi min nayê. Ger rojekî ez pir tengezar bibim ji bo ku ez nekevim destê dijmin ezê xwe ji zinaran bavêjim û bi destê xwe dawî li jiyana xwe bînim. Ez nahêlim ku destê wanê qirêj bi min bikeve.”
Bêrîtan li wê gotina xwe xwedî derket.. Ji bo ku nekeve destê peşmergeyên birakuj, gava dawî ya azadiyê jî bi serkeftî avêt. Di wê demê de erd û ezman gihîştin hev, çiyayên Xakurkê rabûn dîlana azadiyê. Bêrîtan bû tovê azadî û berxwedanê û ket nav dilê xaka Kurdistanê. Bêrîtanek çû lê bi hezaran Bêrîtanên din hatin dinê.
Belê, piştî 12 salan 25’ê cotmeha sala 2004’an de dayikek kurd ji keça xwe ya 12 Salî ya bi navê Bêrîtan re wiha vedigot qehremaniya Bêrîtanê ango Gulnaz Karataşê. Dayikek kurd wiha vedibêje Bêrîtanê.
Lê ez... ezê çawa qala Bêrîtanê bikim. Pênûsa di destê min de wê hestên di dilê min de çawa xêz bike li ser kaxiza spî. Ez nizanim dê pênûsa min şiklekî bi çi awayî bide vê kaxeza bêwate. Beriya du salan di nameyeke xwe ya ji bo Serok Apo de min gotibû: “ma mirov çawa dikare rojê, ji “Rojê” re vebêje.” Kesek nikare rojê ji Rojê re bi hemû aliyên wê vebêje. Ji ber ku roj jînê dide, germ dike, dişewitîne, ronî dike, tê hîskirin, lê nayê vegotin.
Vê carê difikirim ma gelo mirov dikare tîrêjên rojê vebêje. Ew tîrêjên ku jînê didin can û axa me, tarîtiyan parçe dikin, ronahiyê didin rûyê erdê û ronahiya çavên me...
Bêrîtan... fermandarek jin a leşkerî.... helbestvanek û evîndara azadiyê... Têkoşera rizgariyê. Rêwiya riya azadiyê. Lêgera dîroka windabûyî. Jineke berxwedêr û dijbera xiyanetê. Belê Bêrîtan, di 12. salvegera çalakiya te ya li dijî îxanetê de vegotina te u çalakiya te gelekî zehmet e.
Bêrîtan... Xezala nav baxçeyê azadiyê, awirên reş ên îxanetê qet kêm nebûn ji asîmanên Kurdistanê. Dîroka reş a Kurdistanê dîsa dubare dike hemû qirêjahiya xwe.
Lingên neyar u îxanetkaran dîsa dixwazin bipelçiqînin gulên azadiyê.
Dizanim, encax ligel bicihanîn û piratîk-kirina xeyalên te dikarim bibim bersiv ji bo bîranîna te.
Dîsa ev helbesta te zeng dide di mêjiyê min de:
“Ma ne em in, yên ji bo têrbûnê erdên birçî dikêlin?
Ma ne em in, yên ji bo xweşikbûnê şerên kirêt dimeşînin?
Ma ne em in, yên li bin siya lûleyên sîlehan eşq û di behra mirinê de dostanî danîn?
Ji lewra êdî mirin natirsîne,
Ji lewra paşeroj nêzîk e,
Ma ne em in, yên ha îro ha sibê bigihîjinê?”
Belê Bêrîtan em in yên ku ji bo bedewiyê şer dikin û bi şerê xwe bedew u xweşik dibin.
Û paşeroja azad li benda me ye.