ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 13’ê Gulanê saet 08.30’an de li nêzî Girê Meskanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk yên ku ji du aliyan de bi ser gerîlan me de dihatin pevçûn derketiye.
ji gelê me û raya giştî re!
Cerdevanên bajarokê Sêgirkê ê navçeya Şirnex Qilabanê û gundê Gite yê ser bi navçeya Silopiyê, hewl didin darên li daristanên vê herêmê bibirin. Li vê qada me ya Botanê, ev talankirina xwezayê ya ji aliyê artêşa TC a dagirker ve tê birêxistinkirin, di çarçoveya sûcê zerardayîna xwezaya Kurdistanê de cih digire.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Gulanê de artêşa dagirker a Tirk li gundên navçeya Mêrdînê Stewrêyê, yên binavê Avîna, Civirê, Dengiza, Girê Şira û Evtê operesyonek pêkanîn. Di 7’ê Gulanê de operesyon bi qismî paşde hatiye kişan, lê belê li herêmê hîn jî tevgerek ya leşkerî heye.
ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 5’ê Gulanê de navbera saet 09.30 û 11.00’an de Artêşa dagirker a Tirk li hemberî navçeya Şirnexê Qilabanê û Herêmên Parastina Medya yên sînor, li ser herêmên Deryê Dawetiya û Kilika Sînor bi obûs û hewanan êriş pêkaniye.
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Gulanê saet 20.00’an de balefirên bê mirov yên aîdê artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên Parastina Medya, li ser herêma Heftanînê re gerên keşifê pêkaniye. Ev gerên keşifê hîna jî didomin.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Artêşa Tirk bi sûdwergirtina ji mercên agirbestê re li gelek deveran qereqol-kalekolên nû çê dike. Ev helwest di heman demê de tê wateya xerabûna agirbestê. Tevî hemû nerazîbûnên gelê Kurdistanê û raya giştî ya aştîxwaz-demokratîk jî, ji vê polîtîkaya xwe venagere. Ev helwest helwesteke xetere û bi rîsk e.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbra dîrokên 28’ê Nîsan û 3’ê Gulanê de li herêma Ewtê a girêdayî navçeya Mêrdînê Stewrê de artêşa dagirker a Tirk keşif pêkaniye û kemîn daniye, di 3’ê Gulanê de jî li heman herêmê operasyon li darxistiye. Operasyon di heman şevê de bê encam paşda vegeriyaye.