Êdî ti mafê ti dewletî tine ye bi feraseta siyaseta navendî ve li her kolanê û taxê serwer bibe û ev rewa nîne. Tu nikarî her mal, kolan û taxê bi rê ve bibî, gel wê kolan, tax, navçe û bajarê xwe bi rê ve bibe û ti yê vê qebûl bikî.
Dem bi dem di çapemeniyê de nûçeyek wekî; 'Êdî dewlet Îmraliyê, HDP’ê û PKK’ê muxatab nagire, wê bi muxatabên nû re pêvajo dest pê bike' belav dikin. Ev ji binî ve derew, demagojî û sefsete ne. Eger ev dewlet nikaribe bi Îmrali, HDP û PKK’ê re pirsgirêkê çareser bike, nikare bi ti kesî re pirsgirêkê çareser bike.
Eger pirsgirêkeke mîna pirsgirêka kurd bi çareseriyên siyasî û civakî ve pêwendîdar be, Îmrali, HDP û Tevgera Azadiya Kurd ji bo çareseriyê helwest û nêzîkatiyên herî maqûl nîşan dane û didin. Xweseriya demokratîk çareseriya herî maqûl e. Li welatekî demokratîk tişta ku divê pêk were çareserî ye. Îmrali, HDP û PKK’ê helwesteke wiha nîşan dan û ji bo kesên dixwazin pirsgirêkê çareser bikin firsend û şans dan. Li gel vê çareserî pêk nehatibe sedema vê ew e ku dewleta tirk xwedî zîhniyet û polîtîkaya çareseriyê nîne. Ji ber vê nirxandinên wekî; wê muxatabên nû bên dîtin, bi van muxataban re pirsgirêk bê çareserkirin nirxandinên rast nînin. Dixwazin wisa ji civakê re wisa bidin nîşandin ku polîtîkayên wan ên çareseriyê hene û hewl didin bi vî rengî civakê bixapînin.
Eger dewleta heyî ji bo pirsgirêka kurd xwedî zîhniyet û polîtîkaya çareseriyê nebe, bi ti kesî re pêvajoyeke çareseriyê nade destpêkirin. Ji ber vê yekê divê ti kes xwe nexapîne û xeyalan neke. Ev hikûmet tenê ji bo xapandina civakê nûçeyên bi vî rengî dide çêkirin. Dibe ku hinek caran bi hinek kesan re werin cem hev; lê ev ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nînin. Ev hevdîtin ji bo dewamkirina bêçareseriyê û mijûlkirina civakê ne. Ji bo hinek kes û koman li hemberî PKK’ê bi kar bînin, bi wan re hevdîtinan dikin û nirxandinan bi wan didin kirin.
Bi kurtasî ji bo li hemberî PKK’ê bi kar bînin û civakê bixapînin bi wan re têkiliyan datînin. Ji ber vê Tevgera Azadiya Kurd nûçeyên bi vî rengî cidî nagire.
Ev kes û kom di mijara ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurd tên bikaranîn de dikarin cidî werin girtin. Ji bo di vê mijarê de civakê hişyar bikin dixe rojeva xwe.
Kes û komên ku AKP dibêje wê muxatab bên girtin herî zêde ew êrîşî berxwedana gel a xwerêvebirinê dikin. Ji bo wan kesan li hemberî berxwedana gel bi kar bînin bi wan re hevdîtinan dikin, ji bilî vê ti wateya van hevdîtinan nîne.
Ev kesên tê gotin ku wê muxatab bên girtin komên marjînal in, civak piştgiriyê nade wan, piraniya wan dewlet û federasyonê dixwazin. Herhal dewlet an jî AKP ji bo çareseriya pirsgirêkê bi wan re mijûl nabe. Tenê dixwazin dijberên PKK’ê bi kar bînin. Mijar evqas zelal e.
Ji ber vê yekê divê ti kes di mijara muxatabiyê de nûçeyan çênekin û der barê wan kesan de nirxandinan nekin. Ji ber ku nivîs, axaftin û nirxandinên vala ne. Nirxandinên der barê wê AKP hinekên din muxatab bigire, muxatabên nû bibîne, wê ji şerê psîkolojîk ku AKP û dewlet li hemberî kurdan dimeşînin re xizmetê bike.
Di esasê xwe de komên ku AKP dibêje wê muxatab bigirin, êdî ji bo dewletê bûne komên ku werin bikaranîn. Piraniya van kom û kesan ji bilî vê xwedî nirxandineke siyasî nînin. Ji ber ku dijberên PKK’ê ne tên bi van re eleqedar dibin. Demên borî hinek kes ji ber ku dijberên PKK’ê bûn televîzyon bi televîzyon digeriyan, niha tenê wê roleke wiha bidin van kesan.
Ev kes niha êrîşî xwerêveberiyên gel dikin. Wekî ku li hemberî êrîşan kolana xendekan tiştekî xirab e, di devê wan de bûye benîşt. Ev kes 40 sal in her tiştê PKK’ê rexne dikin û her tim bi devê dewletê diaxivin. Bila hemû kes bizanibin ku berxwedanên li Sûr, Cizîr, Silopî, Kerboran, Nisêbîn, Gever, navçe û bajarên din tên pêşxistin têkoşîna demokrasî û azadiya gelê kurd in. Pirsgirêk xendek nînin, xendek ji bo berxwedêrên jiyana azad û demokratîk mewziyên parastinê ne. Kesên li pişt xendek û barîkatan in, êrîşî kesekî nekirine. Tenê xwe diparêzin, ji bo gelê kurd xweseriyê dixwazin.
Pêngava gel a xwerêvebirinê kuştina polîs û leşkeran hedef nayê girtin û ev pêngava çareseriyê ye. Bêyî ku serî li şîdetê bidin pêngava pêşxistina çareseriyê ye. Dewleta tirk çawa ku êrîşî hemû modelên çareseriyê dike, bi heman rengî êrîşî vê modela çareseriyê jî dike. Hikûmeta AKP’ê leşker û polîsan dişîne ser gel.
Niha li cîhanê serdestî bi hakimiyeta ser her mal û her kolanê pêk nayê, serdestî bi demokrasiya xwecihî ango xwerêvebirinê pêk tê.
Eger li cihên xwedî nasnameyên cuda nînin feraseta rêvebirinê wiha be, li cihên etnîk û baweriyên cuda hene bi xwerêvebirinê û xweseriya demokratîk aştî û îstikrar pêkan e. Ji ber ku dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê hêj xwedî zîhniyeta siyasî û paradîgmaya sedsalên 19. û 20. in, erîşî qadên xwerêvebirinê yên gelê kurd dikin.
Êdî ti mafê ti dewletê tine ye bi feraseta siyaseta navendî ve li her kolanê û taxê serwer bibe û ev rewa nîne. Zîhniyeta ku divê Tirkiye biguherîne ev e. Tu nikare her mal, kolan û taxê bi rê ve bibe, gel wê kolan, tax, navçe û bajarê xwe bi rê ve bibe û ti yê vê qebûl bike.
Eger ev gel xwedî nasname, ziman û çandeke cuda nebe jî ev berxwedan rewa ye. Eger gelekî cuda hebe, dewleta tirk dagirker û mêtinger be, wê demê ev berxwedan sed caran rewa û mafdar e. Bila ti kes mijara xendekan berevajî neke. Ev berxwedan rewa ye, çêkirina xendekan jî rewa ne!
Kesên ku vê berxwedanê û amûrên parastina rewa ango xendekan meşrû nebînin, ev tê wê wateyê ku dagirkirina Kurdistanê û mêtingeriya komkujiya çandî ya dewleta tirk rewa dibînin.
Hevserokê Konseya Rêveber A KCK'ê Cemîl Bayik Li Gel Rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat