Şerê Lı Rojhılata Navîn Lı Dıjî Kurdan Tê Meşandın
Li Rojhilata Navîn ev sê, çar sal in şerek dimeşe. Bi taybetî şerê li Sûriyeyê, wêneyekî şerê me yê çil salan ê li hemberî Komara Tirkikyeyê ye. Ji ber ku hêzên ku em li Sûriyeyê li dij şer dikin, hêzên ku bi banga cîhada navneteweyî û bi desteka Tirkiyeyê li herêmê kom bûne, ye. Tirkiye siyaseteke bi vî rengî li hemberî pirsgirêka Kurd dimeşîne: eger ev siyaset bi rê ve biçe û encam bi dest bikeve, ji xwe pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd namîne. Bi serketina vê yekê re wê pirsgirêka Kurd bi qede. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Rojhilata Navîn di heman demê de polîtîkaya wê ya Kurd nîşan dide. Di vê mijarê de ti pirsgirêkeke Kurd a Barzanî jî nîne. Derdê wî hegemonya û pirsgirêka berjewendiyan e.
.Lı Rojava Ne Lı Dıjî Daış'ê, Lı Dıjî Tırkıyeyê Şer Hat Meşandın
Şerê tê meşandin çi ye? Şerê tê meşandin, şerekî bi giranî li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan tê meşandin e. Dema mirov DAIŞ'ê binirxînin; gelo DAIŞ'ê bi giranî li hemberî rejîmê şer kir, an jî li hemberî kantonan? Li dijî kantonan şer kir. Çima li dijî kantonan şer kir? Halbûkî eger bi tenê weke hêzeke Ereb bima, berê xwe bida rejîmê û rejîm têk bibira, di çarçoveya lihevkirineke bi Kurdan re dikarî bû pirsgirêk çareser bikira. Lê belê DAIŞ'ê polîtîkayeke bi vî rengî nemeşand. Rejîm danî aliyekî û bi giranî êrîşî Kurdan kir. Ev yek şerê Tirkiyeyê yê li hemberî Kurdan e. Lewma encamên li Sûriyeyê li Bakurê jî diyarker in.
Eger AKP hilbijartinê qezenc bike, wê rewş çiqasî xetere be. Eger winda bike, wê darbeyê bike. Piştî 7'ê Hezîranê darbe kir.
Sedema hebûna AKP'ê, meşandina polîtîkayeke li dijî Kurdan e. Têkiliya xwe ya bi koalîsyona navneteweyî, bi Tirkmenan, DAIŞ'ê, El Nûsra û her kesî re, ji bo ji holê rakirina statuya Kurdan e. Ji bo pêşî li pêşdeçûna Kurdan bigire ye. Girtina Cerablûs û rojavayê Firatê, ji ber vê yekê ye. Li gorî hesabên wê, eger li Sûriyeyê encam bê girtin, kantonên li Sûriyeyê werin hilweşandin, hingî wê li Bakurê Kurdistanê ti pirsgirêka Kurd nemîne. Ji xwe hêza bingehîn a bakur wê li wê derê bê têk birin. Hêzeke têkçûyî wê li Bakur nikaribe xwe nîşan bide. Bi vî rengî rewşê dinirxîne.
Plana Tirkiyeyê ya li Iraqê, ji polîtîkaya xwe ya Sûriyêyê wêdetir e. Eger bi tifaqa PDK'ê re karibe xwe xurt bike, wê li hemberî hebûna me ya li Başûr operasyonekê pêk bîne. Pêwîste ev yek weke hewldaneke leşkerî ya li hemberî hebûna me ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr, Kerkûk û Şengalê were nirxandin."
Jı Ber Îflasa Polîtîkaya Lı Sûrıyeyê, Erdogan Mase Qelıband
Pêvajoya şer a bi qelibandina maseyê re li Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve hat destpêkirin, tê wê wateyê ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li hemberî tevgera azadiyê dimeşand, têk çûye.
Li vê derê îlanên xwerêveberiyê di rojevê de ne û li ser bingeha ragihandina xweseriyê, şer cara yekemîn ketiye nava bajaran. Ev rewşeke nû ye. Encameke bêçaretî û şaşîtiya siyaseta Tirkiyeyê ye. Em çil sal in têkoşîneke siyasî û leşkerî dimeşînin. Heta niha me şerê gerîla meşand. Di herikîna dîrokê de yekemcar me li bajaran xweserî îlan kir û li bajaran Têkoşîna Azadiyê ya Kurd derxistin asteke nû. Dema ev yek paralelî Rojava bê nrixandin, wê bê dîtin ku Tirkiye gelekî jêhatî nîne. Di rewşeke ku dixwest pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê bifetisîne de, bi nêzîkatiyên xwe yên çewt, şerê li Sûriyeyê xist nava welatê xwe û ket rewşeke ku nikare ji nav derkeve.
Lı Tırkıyeyê Rewş Û Zîhnıyeta Dewletê Neguherıye
Li Tirkiyeyê siyaseteke dewletê ya kevneşop heye. Ev siyaseta dewletê bi temamî ji holê ranebûye. Guherîn nîne. Li Tirkiyeyê gelekî tê nîqaşkirin, qala guhertinê tê kirin. Ev tiştên rast nîne. Li Tirkiyeyê rewş û zîhniyeta dewletê neguheriye. Hin kevir ji şûna xwe leqiya ye. Lê belê zîhniyet li şûan xwe ye. Dibe ku hin kes hatibin guhertin. Lê belê yên ketina şûna wan, ji wan bêhtir statukoparêzin. Di polîtîkaya dewletê de ti guhertin nîne. Ji nava wan ê herî bi aqil Davûtoglû ye, lê cihê ku wî xwe gihandiye Osmanîtî ye. Hewl dide Tayyîp Erdogan û AKP'ê demokrat, azadîparêz nîşan bidin, lê referansa wî jî Osmanî ye. Yanî nêzîkatiyeke ewçend paşverû heye û asta wan a destwerdana li pêşketinên rojane, bi hegemonya û mezhebî re bi sînor e. Bi rêxistinbûyîneke bi vî rengî re, nepêkane ku aramî serdest bibe. Cîhan diguhere, herêm diguhere, her tişt diguhere. Vê pêvajoya guhertinê xwe li ser Tirkiyeyê jî ferz kiriye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn