Di derbarê şerê Zap’ê de hevpeyvîna bi Endamê Konseya Leşkerî ya HPG Dr. Bahoz Erdal re.
Amadekar: Polat CAN
Beşê Yekem
- Berî ku operesyona bejahî di 20’ê Şubatê de li ser herêma Zapê pêk werê, dewleta Tirk amadekariyek çawa kir ta ku rê ji bo êrîşeke bi vî rengî vekê? Ango mirov çawa dikarê pêvajoya berî operesyona bejahî binirxînê?
Niha ev operesyon di aliyê bejahî de neh rojan dewam kir. Lê cudahiya vê operesyonê çibû? Artêşa Tirk, ango fermandariya artêşa Tirk plan û amadehiyên vê operesyonê û textîkên wê ji mêj ve kiribûn. Xwestin ku vê operesyonê wekî textîkên Emerîka yên ku li Afganîstan, Îraq û Yoguslaviya meşandibûn pêk bînê. Tê zanîn ku (Îlker Başbuğ) li NATO yê erkdar bû û ji wir hatiye, wî jî xwest şêwazê şerê NATO yê bimeşînê. Xwestin vî şêwazî li hemberî me jî pêkbînin.
Emerîka li Îraqê çi kiribû? Destpêkê bi salan xebatên dîplomasî meşandibûn ta ku Îraqê bi tenê bihêle, ambargoya aborî li ser ferz bikê. Berî ku destwerdana leşkerî pêkbînin şerekî derûnî(pskolojîk) yê pir xurt dan meşandin. Pişt re jî, erîşên hewayî bi balefiran pir zêde pêkanîn. Di dawiyê de êrîşa bejahî bû encama wan amadekariyan. Di demek kurt, din ava du- sê hefteyan de Bexda berxweneda û ket. Niha artêşa Tirk jî, ji zû ve amadekariya operesyona li ser Zap ê dikir. Ji havîna sala 2007’an de dest bi amadekariya vê yekê kiribû. Bi taybetî jî herêma Zapê, ango wargehên bîryargeha navendî bûn hedefa bombebarana topên (Hawan û Obûsan), ev topbaran dirêjahiya havîn û payîzê dewam kir. Piştî çûyîna Erdogan a Washington’ ê di 5-ê meha Mijdarê de, êdî amadekariyên leşkerî kete pêvajo û asteke nû. Ji bo vê yekê di serê zivistanê û vir ve êrîşên hewayî yên pir zêde li ser herêma Zapê çêbûn. Çendî ku êrîşên bi vî rengî li ser herêmên din çêbibûn jî, lê esas hedef herêma Zapê bû. Li gorî wan difikirîn ku li hemû kamp û wargehên me xistine, xerab kirine û zagona me belav kirine. Jixwe wan dihanî ser ziman û digotin “ Me sîstema wan ya komîta, ya girêdan û têkildayînê û ragihandinê belav kiriye”. Ev di milekî de bû, di milê din de, di nava van çend heyvan de şerekî pskolojîk û propagandayê yê pir zêde dan meşandin. Ev herdu mil jî, di şer de girîngin. Di rex van re, xebateke dîplomasî ya pir berfereh dan meşandin, ew jî, bi armanca ku me bi tenê bihêlin û arîkariya navnetewî ji xwe re çêbikin. Bi vê mebestê ji bi Emerîka heta Ewrupa heta Îsraîl û heta hêzên herêmî û Kurdistanî re pir mujul bûn ta ku eniyeke navnetewî li hemberî me çêbikin. Wan li gorî xwe di hemû milan de amadekariyên xwe temam kiribûn û tenê êrîşa bejahî mabûn.
Êrîşa bejahî jî, di nîva zivistanê de, di demek ku em hêvî nekin(li gor wan) û me di xefletê de ji nişkeve bigrin pêk anîn. Wan bawer dikir ku êrîşên hewayî derbeyên mezin li me xistiye, şerê piskolojîk jî rewşa me xerabtir kiriye û tenê êrîşa bejahî maye ta ku werin di demek kurt de cihên me dagirbikin, têkevin Zap ê û serkeftina xwe rabighînin. Her kes û derdor li gorî vê baweriyê amadekiribûn. Jixwe raya giştî û her kes dabûn bawerkirinê ku wê têkevin başûrê Kurdistanê û wê me tûnebikin û biqedînin. Operesyona ku di 20’ê Şubatê de li ser Zap ê destpêkirî bi vî rengî bû û li ser hesabên wisa bûn. Yanî ji 70 % opersyunê ji berê de çêbibû û mabû ku 30 % jî bi operesyona bejahî ve temam bikin û encam bi destbixin. Yanî bawer dikirin ku wê bi êrîşa bejahî, di demek kurt û bil ez encam bi destbixin. Bi giştî plan û textîkên wan berî êrîşa bejahî wisa bû.
- Gelo çima bitaybetî herêma Zapê kirin hedef? Mirov di çapemeniya Tirkan de hîn bêhtir Qendîl bi plana pêşîn de didît, lê çima Zap?
Sedemên hedefgirtina Zap ê hene. Sedema bingehîn ewe ku, Zap qada bîryargeha navnedî ya HPG ê ye, li ser sînor e û bi awayekî dîrekt xebatên leşkerî yên li hemû bakurê Kurdstanê dimeşînê. Dijmin jî ev der ji bo xwe tehdîdek mezin didîtin. Di aliyê din de, Qendîl gelek dûr e û gihîştina wir zehmet e, ji bo ku biçin Qendîl divê destpêkê di Zap ê de encam bigrin, ku li Zap ê encam negrin wê nikaribin gavekê jî ber bi Qendîl ve bavêjin. Di aliyê din de, Zap qada bîryargehê ye, eger êrîşa li ser Zap encam bigrê ewê moral û manewiyeta hemû hêzên me xerab bibê, ewê bandoreke pskolojîk a xerab li ser hêzên me çêbikê, û pişt re jî hemû êrîşên ku li hemberî hêzên me li darbixînin wê gelekî asan be. Jixwe di planên wan de hebû ku êrîş bibin ser herêma Heftenîn, Xakurk û di vê qadê de xwe bi cih bikin û di bakur de jî wê hîn asantir operesyon li dar bixistibana. Wê rewşa hêzên me yên li bakur di warê pskolojîk de ne baş be. Jixwe ku hêzeke leşkerî ya gerîla bîryargeha wê ya navendî derbe bixwê û maruzî êrîş û dagirkeriyê bibê, ew hêza gerîla wê nikaribê bi moral û hêzeke xurt şer bikê û ewê bêkontrol bimînê. Ji lewra Zap ji bo wan gelekî girîng bû.
Hedefa wan ya leşkerî jî ev bû: Bikevin Zap ê, dagirbikin, derbeyeke mezin li bîryargehê bixin, hemû hêzên HPG bê kontrol bihêlin, bê komîta bihêlin û perçe perçe biçin ser hêz û qadên me yên din û wir jî belav bikin. Ku ev hedefa wan bi cih bihatiba û bigihîştina encamê di warê leşkerî de, wê ji bo hedefên xwe yên siyasî kar bikiribana. Ku di vir de bi ser biketibana, niyaza wan tûnebû ku ji başur derbikevin. Ji xwe hewayê ku pê hatibûn jî destnîşana vê yekê dikir, ew jixwe ji bo mayînê hatibû, ku bi ser biketibana, wisa di nava 9 rojan de paşve venedikşîn. Wê destpêkê Zap têxistana destê xwe û pişt re jî bigotibana: “ Me gelek qedandin lê yên mayî çûne hûndir başur” û bi vê buhaneyê wê êrîşî Garê jî bikiribana û wê derbasî kûrahiya başur jî bibûna. Heta wê biçûbana Qendîl. Wê her wiha jî, tehdîdên xwe li ser herêma Kurdistanê zêdetir bikiribana. Bi vê rê jî, qaşo- wê tevayî tevgera azadiya Kurdstanê lewaz bikiribana, wê destpêkê PKK belav û marjînal bikirbana, pişt re rewşa ku li Kurdistana Îraqê çêbûye tehdîd bikiribana û têxistina bin kontrola xwe. A, hedefa wan a bingehîn jî ev bû. Her wiha wê piştî van hemûyan, di tevayî Îraqê de bigotiba: “ Mêze bikin Tirkiye dewletek çiqas xurt e, divê her kes hesabê me bikê”. Yanî bi hêza xwe ya leşkerî, bi teknolojiya xwe ya şer xwest ku çavên her kesî bitirsînê û mesaj bidin hemû aliyan.
Lê van hedefan hemûyan jî bide aliyekî… Gelo çima başûr evqasî kete rojevê? Çima başûr ji wan re bû hedef? Çima ewqasî pêwîstiya êrîşkirina ser başur dîtin? Ya girîng eve! Ev bi konsepta ku hukumeta AKP û Artêşa Tirk di 2007 de destpêkirin ve girêdayî ye. Tê zanîn ku di buhara 2007’ê de bûyera jahrkirina Rêbertiyê deşîfre bû û kete rojevê, operesyonên berfereh li ser hêzên me li bakur pêkhatin, bi taybet li Botanê, êrîşên mezin li ser gel pêşketin, di xebatên demokratîk û qada legal de bi hezaran binçavkirin û girtin çêbûn… Ev konseptek bû; lê vê konseptê di 2007’an de tam encam negirt. Yanî ne êrîşa li ser Rêbertiyê encam girt; ji ber ku mijar deşîfre bû û gel li hemberî vê serhildan kirin û ne jî, êrîşên li ser gerîla encam girtin; ji ber ku bi berxwedaniyeke pir mezin re rû be rû man, taybetî jî berxwedaniya Gabar û Oremarê. Ji bo vê yekê ew neçar man ku berê xwe bidin başûr. Wan li gorî xwe digotin ku heta başur hebê û heta ku em di qada başûr de derbeyekî li navendê nexînin emê ne di aliyê moral û ne pskolojîk û ne jî leşkerî de nikaribin wan bişkînin. Êrîşa li ser Zap ê, li ser qada bîryargehê bi vê yekê ve girêdayî ye. Konsepta wan ya ku di sala bûrî de bi ser neketibû xwestin îsal bi vî rengî bi ser bixînin. Yek ji hedefên wan jî ev bû. Em dikarin hedefên wan him di aliyê siyasî û him jî leşkerî de wisa bînin ziman.
- We behsa stratîjî û textîkên leşkerî kir û şibihand textîkên NATO yê, ev bi giştî bû. Gelo di aliyê êrîşa bejahî de, Tirkan textîkên çawa bikar anînin? Bi taybetî jî, ku berê gelek caran operesyonên artêşa tirk li ser vê herêmê çêbûn e, cudahiya vê operesyonê ji yên berê çibûn di warê textîk û şêwaz de çibû?
Cudahî eve: xuya dikê ku fermandariya artêşa Tirk, xwe qanî kiribû ku bi wan êrîşên hewayî yên zivistanê derbeyek mezin li me xistiye. Êrîşa wan a bejahî jî, bi vî rengî bû:
yek; xwestin ku bi dizî li darxînin. Mînak, wan hêzeke leşkerî ya mezin anîn Çukurca û ji nişkeve derbasî cihê operesyonê kirin.
Dudu; qaşo zaf îstîxbarat komkiribûn; yanî him bi arîkariya Emerîka (bi riya hewayî), him jî, bi riya hêzên xwe yên li başur ku pereyekî pir zêde ji bo komkirina istixbaratan xerckiribûn. Yanî bi riya hêzên xwe yên li Şêlediz, Bamernê, Kanî Masî û cihên din bi riya van gelek istixbarat komkiribûn. Hedefa wan diyar e, xwestin ku bi awayekî dizî û lezgîn têkevin tevgerê û dîrekt werin têkevin kampên me yên bîryargehê.
Ango werin di serî de du cihên stratîjîk bigrin, yek ji wan Çiyayê Reş e û ya din jî Şkefta Birîndaran û dirêjahiya wê heta Çemcu ye. Xwestinvan deran bigrin û pişt re xwe bedrin kampên bîryargehê. Ji bo vê yekê jî, pir bilez hereket kirin, li gorî wan hîn berî ku em bi wan bihisêin wê me ji nişkava xafîl bigrin e. Ji bo vê jî, baskê ku di milê Çiyayê Reş ve û baskê ji aliyê Şkefta Birîndaran û Baskê Şamkê ve hatî pir bi lezgînî hatin. Jixwe leşkerên di pêş de dihatin ala Tirk bi xwe re anîbûn, ji bo ku werin li Çiyayê Reş û Şkefta Brîndaran alên xwe biçikînin. Ev textîka wan ya hatinê bû.
Sê; wan ji bo xwe şert û mercên zivistanê awantaj dîtin. Yanî balefir û hîlokopterên wan hene, û qaşo ev bi mehan e ku artêş van leşkeran perwerde dikirin, propagandiya wan dikirin, li gorî jiyan û mercên berfên perwerdekiribûn. Artêşê ev hêzên xwe yên taybet ji zû de ve amade dikirin.
Ez vê jî, bêjim: Hêzên ku anîn vê operesyonê hemû jî hêzên taybet bûn, leşkerên normal pir kêm bûn di nava wan de. Belge û dokmentên wan ketin dest me, lîsteyên yekîne, tabûr, navên wan, erk û çekên wan, rûtbe û sîcêlên wan hemû ketin dest me, di wan belgeyan de jî diyar dibê ku ji 10 % tenê leşkerên normalin, ên mayî hemû fermandar bûn, ango subayî bûn. Ev hêzeke qaşo- taybet hatî perwerdekirinbûn. Jixwe pir bilez û di mercên zivistanê de hatin ta ku însiyatîfa şer têxin dest xwe û me bê hazirtî bigrin.
Divê ez vê jî bibêjin: Roja berî operesyona bejahî despêbikê, ji Zap êheta Çemcu, dirêjahiya rojê balefiran êrîş û bombebaran kirin. Çiqas gundekî kevin heye, çiqasî kampek kevin heye, çiqas şikeftek deşîfre heye, çiqas ku girek heye hemû jî bombebaran kirin. Li gorî wan cihekî ku lê nexistin û tûnenekirin nemabû. Dû vê yekê jî dîrekt leşker ketin hereketê.
- We behsa textîkên artêşa Tirk kirin, bi taybetî di warê îstîxbarî de… Gelo li hemberî van textîkan we textîkên çawa bi karanîn, bi tayebtî jî ji b ovala derxistina xebatên Tirkan ên îstîxbarî û şaşkirina wan de?
Niha ji bo vala derxistina textîkên dijmin me textîkên çawa bikaranîn? Ji ber ku şerê me hîn dewam dikê; ji lewre ez pêwîst nabînim ku hemû tiştî bibêjim. Lê me dizanî ku him ji asîman û ji erdê, him ji başûr û him jî, ji bakur istixbarat li ser me kom dikin. Me dizanibû ku karekî wan ê pir zêde heye. Ji bo vala derxistina van xebatên wan ên îstixbaratê, çi tedbîr pêwîstbûn me kirin. Di encamê de, piştî binketina operesyonê, fermandarê artêşa Tirk ê li başur ji wezîfeyê hat girtin. Gotin ku wî istixbarat şaş komkirine.
Tedbîrên ku me girtin, artêşa Tirk xiste nava nirxandin û dîtinên şaş di derbarê me de. Bi vî rengî istixbarata wan vala derket. Helbet tenê tiştên ez dikarim bibêjim ez tînim ziman. Ew balefira casus a ku ji asîman de keşîf dikir, jê re wisa xuya dikir ku Çiyayê Reş û Şikefta Birîndaran, tenê çiyayên bilind, tijî berf û çi şop, çûyîn hat, tevger û tu kes lê nîne ye. Li gorî wan çiyayên vala ne. Ji vê baweriyê jî, ew pir bilez û jixwe bawer hatin. Lê dema ku hatin, di roja yekê de li her derê ketin kemînên xerab, cihên ku hîç hêvî nedikirin de ketin kemînan û derbeyên pir mezin ji hevalan xwarin. Jixwe taybetmendiyek şerê Zap’ê jî eve: Di hemû operesyonên berê de, roja destpêkê artêşa Tirk her tim di êrîşê de bû, di rojên ewil de ew pêşve dihatin, em jî, bêhtir diketin nava tedbîrên parastin û xwevekşandinê de bûn. Encax di pêvajoyên duyem û sêyem de em diketin nava çalakiyan û hêzên me li operesyonan dixistin… Lê di vê operesyonê de mijar cuda bû, heman di roj û kêliya yekem de me li operesyonê xist, jixwe di her sê rojên destpêkê de artêşa Tirk kete nava çiravê û nekarî gavekê jî bavêje. Ew hatin xapandin, wan digot qey ev çiyayên bilind ên titjî berf hemû vala ne, ji lewre jî di cihên hîç bawer nedikir de kete nava kemînên hevalan.
Tedbîrên me, ne yên wê rojê bûn. Tedbîrên me vedigerin par, heta vedigerin berî du salan ku gelek amadehiyên me ji bo vê yekê hebûn. Ji warê moral û pskolojîk bigre, heta warê bicihkirin û destlatiya li ser hawirdorê, heta tedbîrên ser-erd û bin-erd, heta tedbîrên çek û cebilxaniyê û hîn jî gelek tedbîrên din me girtibûn. Ev hemû, me heta astekê bi nepenî (sirrî) kiribûn. Dijmin jî, baş hesabê vê yekê nekiribû, xwe pir mezin û werimandbû… Ji bo vê jî, dema ku hatin û rastî wê berxwedaniyê bûn, ew şaş û maşo bûn, ew matbûn ka rastî çi hatin e! Ji bo tedbîr û textîkên ku me berî operesyonê pêk anîn wisa bûn.
Lê di dema operesyonê de, di nava pêvçûnan de, hêzên me gelek textîkên din bikaranîn. Bi vî rengî encamên operesyonê di her sê rojên ewil de diyar bûn. Di roja ewil de dujmin hat çiyayê Reş û li wir kete kemîna hevalan û di encam de 28 leşker mirin, Bînbaşiyê wan jî, li wir hat kûştin, nedikarîn du rojan termên leşkerên xwe kombikin. Li wir bi giştî şikestin.
Roja duyemîn, di eniya Şamkê-Çemcu re xwestin bikevin hundir û li dora me bizivîrin… Ew bi “Hella Hella” dihatin! Ji berbangê heta êvarê çar caran êrîş kirin, hevalan ev hemû êrîşên wan jî şikandin û ber êvarî jî Kobraya wan xistin. Bû şev, vê carê heval ketin êrîşê û dijmin ji wir damalandin û paqij kirin. Wisa, ew enî jî li vir şikest.
Roja sêyemîn jî li xeta Şikefta Birîndaran, ku herî bêhtir berf li wir hebû. Ji roja yekê û heta dawiyê balaefiran bê rawestîn êrîşî vir dikirin û bombebaran dikir. Xwestin di vir de têkevin êrîşê. ji sibehê zû û heta şev zêdetirî 6-7 caran dijmin êrîş kir ta ku Şikefta Birîndaran dagir bikê, li vir jî, di nava hev de pêvçûn û şerekî pir mezin çêbû. Di vir de dijmin şiket. Di her sê eniyan de jî dijmin şikest, lê şikestinek pir xerab bû. Artêşa Tirk di Zap’ê, di her sê rojên ewil de têkçû. Ew him di aliyê moral û di aliyê pskolojîk de û him jî, di aliyê leşkerî de şikest. Piştî vê yekê êdî însiyatîfa şer bi giştî di destê hêzên me de bû.
Êdî hevalan bi roj li dijmin dixistin, êrîş dikirin, suîkast dikirin, bi şev jî, çalakiyên êrîşê dibirin ser dijmin. Êdî dijmin di cihê xwe de çikayî mabû, nedikarî pêşve biçe û kete rewşa parastinê. Lê hevalan nehîşt ku ew li vir jî rehet rawestê. Hevalan bi şev û roj lêdixistin. piştî roja heftemîn dijmin êdî dît ku nikarê di cihê xwe de jî rawestê, êdî kete nava hewldanên paşvekişandinê. Jixwe baskê dijmin ê li Çiyayê Reş û Şikefta Birîndaran zêde pêşve nehatibû û pir nêzî sînor bûn, baskê Şamkê hinekî ketibûn hundir, ev bask jî encax dirêjahiya sê rojan(27 heta 29 ê mehê) karîbû paşve vekşê. Yanî vekşandin jî gelekî zehmet bû. Di operesyonê de textîk û şêwazên çalakiyan ku hêzên me meşandî bi vî rengî bûn.
- We din ava bersîva xwe de jî anî ziman… We anî ziman ku dijmin di sê baksan de êrîş kir û sê eniyên şer hebûn. Di nava van her sê eniyan de koordîneke çawa din ava hêzên we de hebû, bandorên çawa ya serkeftina eniyekî li ser eniyên din dikir? Ya din, mirov dikarê di aliyê kornolojî de rojên şerê Zap’ê çawa rêzbikê?
Divê mirov vê rastiyê bînê ziman: li herêma Zapê şerekî pir dijwar qewimî. Di van neh rojan de bi piranî ji berbangê heta şev balefiran bê rawestîn li herêmê dixistin. Hilîkopter û Kobreyan êrîş dikirin, topavêtina Obîs û Hawan qet ranediwestîn, ji aliyê bejahî ve jî, 9 rojan di mercên zivistanê, di nava berf û şilahiyê de, şer sîng bi sîng birêve diçû, şerên pir dijwar, pir mezin çêbûn. Bi giştî ev 9 rojên şer wisa bûn. Lê ku mirov bixwazibê roj bi roj bînê ziman. Bi kurtahî mirov dikarê vê yekê bêje:
Roja yekê- 20’ Şubat: Bê rawestîn bi topên giran û balefirên şer, herêm bombebaran kirin. Wan heman li hemû deran xistin, li gorî xwe xwestin hemû hêz û cihên me îmha û tûnebikin û rê ji leşkeran re vekin.
Roja duyemîn- 21’ Şubat: Di Eniya Çiyayê Reş de ketin êrîşê. jixwe Çiyayê Reş cihê herî nêzî wan e. Di wir de ketin êrîşê û xwestin di şeva ewil de Çiyayê Reş dagirbikin. Li wir bêhtirî 120 leşker ên li pêş ketin kemîna hevalan, hevalan li wan da û bêhtirî 26 leşker kûştin, di nava wan de Bînbaşiyek hebû, wisa jî însiyatîf li vê eniyê kete destê hevalên me. Yanî şerê destpêkê li Çiyayê Reş bû.
Roja Sêyem- 22’ Şubat: Dijmin xwest ku li dora me bizivîrê, herêmê dorpêç bikê û hêzên me têxe çemberê. Ji bo vê yekê, ji Cîloyê Biçûk xwe berdan û di xeta Şamkê re xwestin wirin di Çemcu re bizivirin. Li vir leşker hatibû amadekirin û pir bi lezgînî ta ku bi awayekî dîrekt têkevin kampên bîryargehê. Li vir jî, şerên pir dijwar qewimîn. Li vir, ji sibehê heta êvarê dijmin çar caran êrîş kir û her çar caran, êrîşên wan hatin şikandin. Ber êvarê, hevalan Kobraya wan di nava leşkeran de xistin, bi ser serê wan de xistin. Dema ku tarî ket jî, hevalan çalakiyek êrîşane birin ser wan û dijmin ji wir damalandin û hemû gir paqij kirin. Li vir gelek kûştiyên dijmin çêbûn, çek û cebilxaneya wan kete destê hevalan. Wisa, ev bask jî, di cihê xwe de sekinî. Di heman roj de, di eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran de jî şer qewimî.
Roja Çarem- 23’ Şubat: Li vir jî, dîsa di eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran de bê rawestîn şer û pêvçûn çêbûn. Heval û leşker ketibûn nava hev û şer dikirin. Heval û leşker evqasî ketibûn nava hev ku dijmin nedikarî çekên giran bikarbînê. Balefir û top bê bandor mabûn. Şer li vir pir dijwar bû. Jixwe şerên di van her sê rojan de encama şer bi giştî diyar kir. Di her sê eniyan de jî, artêşa Tirk şikest. Bîryara me hemûyan jî, ew bû ku emê nehêlin artêşa Tirk bi asanî têkevê Zapê.
- Yanî ev diroşmeya we ya nû bû? We berê digot “ ku dijmin têkevê Zapê lê wê deretin tûnebe”, we vê carê got “ ketin jî zehmete”.
Belê! Jixwe jiberê de amadehiyên me hebûn. Em bêy amadekarî nebûn. Diroşmeya me ya nû jî, ji vir dihat. Yanî artêşa Tirk wê bi asanî nikaribê têkevê Zap’ê, wê bi asanî û rehetî ranewestê û wê derketina wê jî gelekî zor û zehmet be. Bi rastî jî, nekarî ku yek gav bi pêşve bavêje, di her sê rojên ewil de ev yek di warê pratîkî de pêk hat. Bîryar û soza hevalan di vî warî de net û zelal bû. Heval pir net bûn û qet dudilî tûnebû, piştî sê rojan û şûnve êdî em di êrîşê de bûn, me bêrawestîn lêdixist. Piştî roja heftemîn dijmin ket nava hewldanên paşvekişînê. Di vir de divê ez xaleke din jî bînim ziman. Yaşar Buyukanît çi digot? Got ku me paşvegerandinek serkeftî pêkanî! Tiştê tenê ku karî bêje ev bû. Ji bo Tirkan tiştê ji operesyona Zap’ê girtin evin: Çend wêneyên leşkerên jihevketî û qaşo- serkeftina di xwevekşînê de. Van jî, ji bo xwe serkeftin dihesibînê. Serkeftina wan evqas bû! Jixwe cudatir tiştekî ku pê pesna xwe bidin jî nîne. Evqasî derbeyên mezin xwarin, êdî ji destên me xelaskirin ji bo xwe wek serkeftin dihesibînin. Lê divê ez bibêjim: Artêşa Tirk ne paşve zivirî, ji ber ku paşvezivirîn di nava plan û nexşeyekê de çêdibê, lê artêşa Tirk riviya! Riva wan jî, bêplan bû. Encax di tarîtiya şevê de karîn hinek hêzên xwe ji çembera hevalan derxînin. Ku ew du rojên din bimana, belkî ku sed- dused leşkerên din jî, an dîl an jî kûştî têketana destên me. Ji ber ku karîn xwe ji destên me xelasbikin ji bo xwe wek serkeftin dibînin. Yanî serkeftina Yaşar Buyukanît ewe ku bikaribê leşkerên xwe ji destên hevalan xelas bikê.
Wê bidomê...