HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

A. Haydar Kaytan
heval fuatLi hember pirsa Mûsa peyxamber, xweda xwe, kesayeta xwe bi şêwazekî balkêş pênase kiribû. Mûsa fikirî dema bizivire wê ji qewmê xwe re çi bêje. Ji xweda pirsî; ``dema ku ji bo te, ji min bipirsin kêye, ez ê çi bersivê bidim wan?``Îfadeya xweda ya ku pê xwe pênase kir, pir sihêm bû ; `` Ez, yê ku ezim!`` hemû bersiva wî ev bû. 
Ev peyvana, tên wateya di herkesî de ``ez`` a rastî, xweda ye. Yê ku bikaribe wek xwe bimîne ew xweda ye. Ev jî mirovê ku bikaribe ji pirsa nasnameyê re bersiva rast bide ye. Darazadina diyayektîk a di derbarê her tiştek him bixwe ye, him jî ``yê/ya din e``, di qonaxa rewşa çêbûnê de nakokiya ku rê li ber vê rewşê vedike vedibêje. 
Takekesekî mirov ku him dibe xwe bixwe, him jî dibe ``yê/ya din`` ev dibe nakokiya bingehîn a pêvajoya xwedabûna wî, yanî di zimanê me yê giştî de dibe despêka pêvajoya wî ya azadbûnê. Ev nakokî, ne ku dijminên li hember hev disekinin, di hundirê hev de derbas dibin, dema pêvajoya şer de yê li hemberê xwe re bi vî awayî têkîlî danîne digihêje asteke nû. Yekîtiya dijberan, bi vî awayî çavkaniya xwe di têkoşîna van de dibîne. 
Niha pergal, împaratoriya dinyayê, ji bo nakokiyek mezin derbas bike, hêvî dike li ser re derbas bibe. Ev nakokî, çavkaniya xwe ji daxwaziya mirovên ku pergal dixwaze bê nasname û bê kesayet bike, di asteke dîrokî de dixwaze kesayet qezenç bike digire. Kesayet, organîzamyek bi bîr ê ku pirsên rast û rastîn dipirse û ji pirsên ku lê hatine pirsîn re bersivên rast û rastîn dide ye. 
Hebûna me ji bo yên din pirsekî çê dike; ``Çi dixwaz e? Berevajiyê vî, hebûna me li hember daxwaziya yên din bersivekî ava dike; ``Erê`` û ``Na``. 
Li gor pirtûkên pîroz mirov, bersiva xwedayêtiyê ya rast û rastîn e:
-``Ma ez ne xwedayê we me? 
-``Erê.``
Mirov, erêkirina yekemîn a afirandina gerdûniye. 
Pirs waha berevajî hatiye pirsîn: `` Ma ez nînim?`` Di vir de gelo bê bawerî û tohmet heye, gefxwerin heye, gelo gazin heye, gazind heye? Xwedayê ku dixwaze xwe di mirovên ku bixwe afirandiyê de fêm bike, dibe ku teşeya pirsa yekem a heyîniya gerdûnî be. Çalakiya afirandinê, ji nakokiya pirsa hebûnê re bersivek dîtin, daxwaziya çareseriya wê ye. 
Lê pirsa xwedayî, bi vî awayî dizivire daxwaziya bûyîna xwediyê nasnameyekî: ``Xwedayê we!`` pirsa yekemîn heman demê de pirsa nasnameyê bû. Çalakî, bersiva wê ya cewherî ji pirsa nasnamê ya kirde(özne) ya xwe re bû. Afirandin nasnameya xweda bû. Û hemû naverokên pirsê, çalakî, nakokî û nasname; ev hemû nakokiyekî ava dike. Nakokî çalakiyê, çalakî jî dibe nasnamê û ev hemû çêbûnekî pêk tîne. Çêbûn bersiv dixwaz e, ev jî azadbûna kesayete: ``Erê!``
Mirov, bersivek ku xweda azad dikeye, azadiya xweda ye. Wek ku dibêjin, mirov nîv xweda ye, xweda jî mirovek tund e. Wisa ye; mirov, gerdûna xwe temamkiriye. Lê ya kêm çiye? Azadiya wi ye helbet. 
Hemû pêvajoyên bi nakokî, bersiva xwe ya dawîn di azadiyê de dibîne. Kesayet wiha pêş dikeve û ew êdî ji hemû bûyînên gerdûnî re vebûn, temambûn e. Bêguman ev ne temambûneke ku di dibistanan de em dielimin; Temambûneke tê wateya têgihîştina bêsînoriya jiyanî. Ev tê wateya bê miriniyê. Ji ber her mirinek, rewşeke ne fêmkirinê ye. Mirina mirov ji ber ne fêmkirina wî tê. Heke ku me çêbûn fêm bikiraba, em ê  bê mirin bibûyana. 
Her pirseke rast û rastinî, daxwazî û israra jiyanê ye. ``Ma ez… nînim.`` 
Min her tim hemû pirsên xwedayî ji Rêber APO re anî. Kesayeta wî û jiyana wî lêkolîn bikin, hûn ê bibînin: Rêber APO, nûbûn û dawaza bersiva pirsa yekemîn a vê demî, ya vir e. Pirsa hebûna Kurdan û daxwaziya bersivê, ji ber vî aliyê xwedayî, ziviriye rewşa pirsa çêbûna mirovahiyê. 
Xwe, li hember mirina bê dawî, pirsek çije xislet pirsîbû; ``Ma ez ne xwedayê we me?`` û bersivê, rê ji ber jiyanek bê dawî, vebûna çêbûn û gerdunî yanî; rêya azadiyê vekiribû: ``Erê!``
Em Kurd di dîroka xwe de diyardeya herî sihem ku lê rast hatine Rêber APO e, kesayetek gerdûnî ku heya pirsa azadiyê çûyî ye. Kesayetê, nakokî bilindê çalakiyê kir, çalakî bixwe jî zivirand nasnameyekî û benda bersîvê ye:
-``May ez ne Rêberê we me? Ma ez ne çalakvanê azadiyê me?``
Li hember vê pirsê, derveyê yên berî dane azadiyê li cihekî din nay. Rêber APO, pirsa ku hemû mirovan û gerdûnê hatiye pirsîn e. Wiha, ev kesayete. Kesayeta ku di çarîka sedsala 20. de ber bi windabûnê de çû, di cismbûyîna Rêber APO de, di çêbûna Rêbertiyê de carek din teyîsî. Pirsa xweda ya yekem, yekemîn bersiva mirov û daxwaziya temambûnê ya wek têkîliya van hat pirsîn, çêbûna wê bîra gerdûnî, di pirsa Öcalan de nû bû. 
Sixletbûyîna yekem a mezin, sixletbûyîna di afirandina xweda ya mirovan, îro hemû rûyê erdê hebûna xwe, bîra mirov a ku bi bîra wî ya teşegirtina mûcîze ve hatiye dorpeç kiriye. Bi hêsta bêmirinê ya bê dawî ve, jiyana bê dawî ya ku îfadeya xwe di daxwaziya temamkirina nîv xweda de dibîne, hêsta azadiyê, ya bê mirinê. 
Yên ku berpirsiyarin bersiva pirsa Rêber APO bidin, bi pirsa ``bibin yek an jî nebin yek`` ve rûb rû dimînin. Ev ji bo wan jî, heta berî her tiştî ji bo wan pirskirêkeke hebûn an jî nebûnê ye. 
Herî kêm niha ev pirs bi bêdengiyê ve tê pêşwazîkirin.
Ev ew gava ku sixletbûyîna xwedayî ya mezin çije dibe ye. 
-``Erê!``
Li hember Rêber APO ev bersiv, wê bîra mirovahiyê ji çêbûneke asta nûde veke. 
Ev gaveke mezin ber bi mirovên xwe temamkiriye û azadkiriye ve ye. 
Pirs û bersiv, afirandbûyna xwedayî gihiştina bîra xwe ye. 
-``Erê!``
Bûyîna yekî qedir zane, yanî, nirx naskirin û girêdanbûn ji nirx re dayîn nîşandan, ez bawerim taybetmendiya mirov a herî bingehîn e. 
Lê, çiye ev? Dema ku tê gotin nirx, gelo tenê tiştên ku dibin mijara milk, pêwîste werin bîra mirov? Mînak; gelo ji nirx tenê pêwîste pertalekî biqîmet ên me, em fêm bikin? 
Hûnermend, bûyîna xwediyê çavê siyem û bi vî awayî rastî berî herkesî dîtine. Shakespeare, wek dehakî mezin yê hunera wisa, di tişta ku jê re tê gotin pere de têkîlîyê mirov ên ku ji hev xerîb bûne dît. Ji ber vî jî pere wek fahîşa gerdûnî bi nav kir. Sûk anjî bazar, hemû têkîliyên mirov anî asta bi pere ve were pîvandin, herwiha anî rewşa ku di bazarê de were firotin. Mirov di bazarê de xwe frotin, neçar ma ku ji bo xwe debar bike hunerê xwe di bazarê de firot. Bi vî awayî têkîliya bazarê, di dawiyê de hat rewşeke ku mirov dixe mijara firotanê ya têkîliya orispî û îbnetiyê. Mirovê ketî bi vî awayî derket holê. 
Bê guman mirov nirxa herî mezine. Lê di civaka kapîtalîst de ku pere hindav(yön vermek) dide têkîliya mirovan, diyardeya nirxê ji mirov girt da biresera mal. Mirov li hember malê ku bixwe afirandiye ket rewşa bênirxbûnê. Mal bilindê asta xweda bû, mirov jî kete rewşa koleyê bê zincîr. Bi vî awayî pût beden ji xwe re dît û pûtperêz jî bi hemû erjendiya xwe ve nûva hat sawêrkirin. Wek xwedayekî zalim mal, feqîr perçiqand. Mirovê kedkar, mirovê xwiliqkar kir belengaz, li bin hikmê pût de her çû piçûk bû. 
Mirovê Kurd ê nû, wek mirovek ku li hember vê pûtpereziyê serî rakir derket li ser dika dîrokê. Vî mirovî, li berê her tiştî û wek nirxên herî mezin ji jîna ku li jiyanê hatiye xerîbkirin re hîmbû bêje na. Mirov ne bi hêza wî ya maddî ve nirxand, bi nirxên manevî û exlaqî ve nirxand. Xwe bi van nirxan ve arast, ev esas girt û ev bi ser jî xist. 
Me Kurdan berê li gundê xwe de jiyan dikir. Bi malê yên din re ney qiyas kirin jî, em jî xwedî mal, avahî, mal û milk bûn. Çend perçe zeviyê me, maleke me ku em serê xwe bixinê, malbateke me hebû. Me bawer dikir ku tiştên piçûk me kêfxweş dikin. Di dinya ya xwe ya piçûk a ku li gor sînorê tiştên em xwediyê wan de nin, bi şêwazekî xirikandinê me jiyan dikir. Li derveyê dinya ya xwe ya piçûk me nizanibû, agahiya me ji hebûna dinya ya din tunebû. 
Piştre her tişt hat guhertin. Roja Kurdan derket û em ji tariyê derxistin ronahiyê. Ranahî, zanebûn û nazkirin e. Bê zanîn koletiye, zanîn jî azadiye. Koletî heke tazîbûna hemû nirxanbe, azadî jî bi nirxan ve xemilandine. Mirovên ku bênirxtî xwe kiribe, wisa dizane ku xwe bi nirxan ve xemilandiye, ji kole bêtir paşketiye. Ronahî bîra vî da me. Vê bîrê jî em anîn asta mirovên ku bikaribe hilbijêrîne. 
Zanebûn, hatina rewşa ku karibe hilbijirîne ye. Mirov heke dikare bêje erê an jî na, ev dide nîşandan ku ew dikare hilbijarê bike. Hilbijartin di navbera rastî û şaşiyê de, başbûn û xirabûyînê de, bedewbûn û nebedewbûnê de tê kirin. Ji van yên yekem nirxan, yên duyemîn jî yên bê nirxin. Ev jî tê wateya ku mirovê bikaribe hilbijartinê bike, dixwaze bi nirxan ve hevdîtinê çê bike ye. 
Hilbijartineke wiha û encamê wê ji gundiyên Kurdan baştir kes nizane. Gundiyê Kurd hilbijartina xwe ji bo nasname û azadiyê kir. Wek koleyên bê nasname jiyankirin red kir, hemû berdêl da li ber çavên xwe, rêya ku li ber jiyana nû diçe hilbijart. Bûyîna gelekî ku ``namûsa wî hatiye gasp kirin``, dihate wateya ku ew nirx nebin tu wateya jiyanê jî tuneye û Kurd gelekî ku namûsa wî hatibû gasp kirin. Ji bo ku namûsa xwe xilas bike berdêla têkoşîna wî, ji mala xwe mayîn, ji axa xwe hatina qewitandin û çûyîna surgin; ketina di nav pençeyên birçibûn, feqîrtî û tunebûnê bû. Lê gelê Kurd tişta ku hilbijart dev jê berneda. Li hember zehmetiyan tu carî bê biryar nema. Berevajiê vî bêtir biryara xwe ya di jiyana azad de xwirt kir. 
Statuya koltiyê ya kevin a bê nasname ya Kurd ne qederek bû, statuyek ku serdesta bozber dikirinbû. Serdestan li hember hiwaşandina vê statuya ku eserê wan bixwe ye sekinîn. Ji bo vî hemû şêwazê zilmê û zordestiyê ceribandin. Herî dawiyê çare di Roja Kurdan tarîkirinê de dîtin. Bi vî awayî xwestin careke din serkeftina tariyê li hember ronayiyê saz bikin. Ev hewldana bê oxir hê jî didome. 
Tecrîta dij miraviyê ya ku li hember Rêber APO tê meşandin, di nêzîkatiya desthilata li hember pirskirêka Kurt tê dayîn de erka kaxizê tûrnosolê dibîne. Ya ku devê wî tê girtin di bêdengiyê de tê fetisandin, ji dinyayê hatiye şênber kirin û tê xwestin were rizandin, di şexsê Rêber  APO de pirskirêka Kurd e. Ya ku tê tecrîtkirin, nirxên bingehîn ku Kurdan tercih kiriye, rastiya jiyana azad û bi nasnameye, meşa mirovên me ber bi axa xwe û cewherê xwe ye. Yê ku tê tecrîtkirin, xeyalê me yê derbarê azadiyê de  ne, biratiya Tirk û Kurdane, dinya ya li ser azadî û wekheviyê hatiye afirandine. 
Hz. Alî gotiye; ``Yê ku tîpekî hîmê min bike, ez ê bibim kolê wî.`` Ya ku bi tîpê tê xwestin were gotin, bîra ku naskirina nirx pêk tineye. Me tiştên ku em xwedî ne hemû di Roja Kurdan de dît, em hemû nirx ji wî hîmbûn. Wê demê heke ku em naxwazin careke din bibin mehkûmê bênirxtiyê, pêwîste em ji Roja xwe xwedî derbikevin. Ji wî xwedî derketin, tê wateya nasnameya xwe, kesayeta xwe û azadiya xwe xwedî derketine. Pêşiya tariya ku dîsa me daqurtîne girtin, tenê bi wiha gengaz e. Nexwe her yek me wê bikeve rewşa yên qedir nizane.