Rêber APO
Di vê dema ku em dikevin 15’ê tebaxê, tê zanîn ku hewldana ku min nîşan da, heman tiştî ji bona aştiyê jî nîşan da. Aştî herî hindek bi qasî hevcivîna teorîk, hêza liberxwedayînê dixwaze. Teqez ne xebateke ku mirov bi sivikî bi dest bigire. Tadeyiyên aştiyê, ji şer zêdetir in. Her çiqas ez bi hevsengî nêzîkî tevgera me bûm, bi heman nêzîkahiyê nêzê dewletan bûm.
Ev şer ne tenê şerekî leşkerî ye, di heman demê de şerê jiyanê ye. Ev civakê nû dike, çandê nû dike, rih nû dike, mejî û polîtîkayê nû dike. Her kurd dizane ku, ev ji nû ve vejîna wî/ê ye. Ronesansa wî/ê ye. Edî kurdbûna berê nîn e. Jiyan kevn nîn e. Divê her kes hişê xwe bîne serê xwe. Ev kurdê nû dikare ciyê xwe li Rojhilata Navîn bigire û dikare di vê dinê de ciyê xwe bigire. Lê ger tu di kurdbûna kevn de bi bergirî nêzîk bibî, tu miriyî. Yê mirî ne kurdbûna PKK’ê ye, ev kurdbûneke kevn e. Sedî sed miriye. Bes kurdbûna ku me afirandiye, bi tevahî kurdbûneke jîndar e. Her tişt bimire jî, yê heta dawîn jîndar bimînin em in. Di nava rêxistina me de, jiyana ku em di nava xwe pêktînin, ew qas mezin e.
Berxwedaniya Tebaxê; kûr bûye, fireh bûye û bilind bûye. Tiştê ku Kurdistanê ji nû ve afirand, jiyana nû pêkanî ev şerê me bû. Di çûyîna pêngava 15’ê Tebaxê de, bandora rojiya mirinan diyarker e. Ger rojiya mirinê nîn bûna, bi vî şêweyî wê pêngavek neketina rojevê. Çawa girêdana bîranîna Heqî Qarer me ber bi îlankirina PKK’ê ve bir, berxwedaniya Zîndana Amedê, 15’ê Tebaxê afirand û bû wateya bergirîbûna vîna azad. Inyadkirinên rêxistinên noker û hinek kesayetiyên hundir û derve, yekem car vala hatin derxistin, hemû dewletên biçûk an mezin ên têkildar, hewldanên wan ên eciqandin û çewsandinê vala hate derxistin û vîna azad a gel xwe li piya hişt û biserket. Ev vîna mezin ku bi gelek êşên mezin, bi windayî û bedelên mezin bidestketiye, di dîrokê de ciyê xwe girtiye. Girêdana bîranîna berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, bi pêngava 15’ê Tebaxê çêbûye.
Em pêngava 15’ê Tebaxê, gelekî ku henasa wî bi tevahî hatiye çikandin û rastiya xweparastina wî binav bikin, wê derbirîneke rast be. Ev her çiqas wekî êrîşek bê binavkirin, di cewherê xwe de, hişyariya; “Ez gel im, min ji holê raneke.” hat dayîn. Bi taybet berteka li hemberî hovîtiya li Zindana Amedê dayîn, bersiva qîrîna; “Em dev ji hebûna xwe bernadin” e. Bi qasî soza Mazlûm Doxan a; “Divê em dengê xwe bigihîjînin dinê.”, bersiva sozên Xeyrî Durmûş a ku dibêje; “Hûn nikarin hebûna me înkar bikin.” û destnîşankirina Kemal Pîr a ku dibêje; “Ez rizgariya gelê tirk, di rizgariya gelê kurd de dibînim.” şerê herî mezin e ku em wate bidinê ye. Ev pêngava şer, di serî de hêzên olîgarşîk ên kurd û tirk, li hemberî hêzên despotîk bersiva; “Dema mêtandin û çewsandinên we yên bêsînor derbas bû, dema jiyana azad hatiye” ye.
Taybetmendiyên herî mezin ê şerê 15’ê Tebaxê, di warê perwerdehiyê de seyr e. Û dibe ku bê gotin ku, di jiyana netewekê de, em dev ji rastiya neteweyî berdin girtina wê, nasname hew maye ji dîrokê bê paqijkirin, li hemberî vê yekê ji şerê netewî û çînî wêdetir, bi her awayî şerê nasnameya xwe qezenckirinê ye.
Ger roja îroyîn qonaxa ku 15’ê Tebaxê xwe gihandiye wateyeke wê hebe an şîroveyeke cuda bê kirin, di vê bingehê de Pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina mirov a ku pêkhatiye ye. Êdî divê em we bigihînin ravekirina mirovê ku pêk bê û divê vê bixwe em bikin. Ev encameke rast û pir pêwîst e. Dijberî vê yekê, emê nikaribin hev û din erê bikin.
Pêngava 15’ê Tebaxê, di bingeheke aştiyeke bi rûmet de, ez bawer im ewê bigihîje serkeftinê. Armanca bingehîn a pêngavê, gihîştina serkeftina aştiyê ye. Bi vê armancê ez banga xwe ya 15’ê Tebaxê nû dikin. Ev banga aştî, demokrasî û yekîtiyeke azad e. Di vê mijarê de, banga sekneke bi hêz e. Divê sekn bi hêz be. Ger vê nekin, wê nikaribin tiştek bikin. Ez banga 15’ê Tebaxê, ji bona xwe biparêzin û yekîtiyek saz bikin dikim. Divê ez rast bême fêmkirin û rast pêkbêm. Nexwe ez nabim berpirsê niqutek xwînê. Tu yê zexm bisekinî. Ger tu li ser navê min tevbigerî, divê tu zexm bî. Tu yê xwe biparêzî. Ji bona aştî û demokrasiyê tê baş bixebitî. Ev li gorî siyaset û hiquqa demokratîk e.