HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Tê diyarkirin ku desthilatî û dewlet ji çavkaniya xweda ne; lewre êdî rê vedibin ku, weke desthilatdar û xwedî dewlet, îdea bikin ku ew bi xwe jî pîroz in û xwedayî ne. Êdî ne zor e ku xwe bigihînin têgînên ‘qralê xweda’ û ‘siya xweda’.

Dewlet-netew, weke bêberdewamiya sêyemîn û herî girîng a modernîteyê, şêwê (form) ya herî bingehîn a navgînî ya çalakî ya kapîtalîzm a fethkirin û mêtingehkirina civakê ye. Dema lîberalîzm xwe weke yekpareyıya armancan (civaka îdeayan) pêşkêş dike, dewlet-netew jî weke şêwe (form)ya bingehîn a desthilatî wateya xwe dibîne. Feth û mêtingekirina herî berfireh a civakê li hundir û derve, ku di dîrokê de rûbirû maye, eger forma dewlet-netew nebe, nikarin bêne pêkanîn. Dîsa, mijara ku zanistên civakî li ser wê herî zêde korkirin, ji rêderxistin û loda dogmayan pêş dixe, dewlet-netew e. Hîn jî zor e ku mirov bêje ku tehlîla berfireh a dewletê hatiye kirin. Marksîstekî tew mîna Lenîn jî; dema berê xwe da avakirina yek ji şoreşên herî mezin ên civakî yên dîrokê, nekarî biserketa ku tehlîlkirina ‘pirsgirêka desthilatî û dewletê’, ji linga dewlet-netewê rizgar bikira. Serketinê li milekî bihêlin, tevî hemû rexneyan, nikare xwe jê bide alî ku tew veguherandina Sovyetan, ku rêxistingeriya civaka demokratîk e, bo dewlet-netewê, weke saxlemkirina şoreşa nenirxîne. Dewlet-netewa Çînê, ku di roja îro de xizmeta herî mezin pêşkêşî kapîtalîzma cîhanê dike, nimûneya dêwane ya heman nêzîkatiyê ye.

Nêzîkatiya Anthony Gîddens a di derbarê tekanetiya dewlet-netew de, tevî ku para rastiyê di xwe de werdigire, di hêla girêdana wê ya zincîrane bi yekdestiyên desthilatî re yên lodane (kumulatîv) yên dîrokî de, vegotineke pirr nebes e. Ez ê li vir dubare nekim, ji ber min hewl dabû ku dewlet-netewê di bergên berî vê de bi berfirehî pênase bikim. Lê,bi rêya ronîkirina vê mijarê di hêlên cewaz de û bi diyarkirina encamên ku pêwîst e jê bêne derxistin, ez ê vegotinê bihez bikim.

Berî her tiştî divê netew-dewlet weke mezintirîn şêweya (forma azamî) desthilatiyê were hizirîn. Ti şêweya dewletê, bi qasî dewlet-netew (wê rasttir be ku jê re bê gotin ‘netew-dewlet’), ne di kapasîteya desthilatî de ye. Sedema herî bingehîn a vê yekê ew e ku beşa jorîn a çîna navîn, di rêjeya zêdebûyî de, bi pêvajoya yekdestîbûnê ve tê girêdan. Pêwîst e mirov qet ji heşê xwe dernexe ku dewlet-netew bi xwe yekdestiyek tevdeyî (komple) ya herî pêşketî ye. Yekdestîperestiyên bazirganî, sanayî û malî (fînansî), di qonaxa dewlet-netewe de, bi yekdestîperestiya desthilatî re mezintirîn peymanê saz dikin. Yekîtiya herî pêşketî ya tevahiya yekdestiyan e. Pêwîst e mirov yekdestiya bîrdozî jî, weke perçeyekê jeveneqetî ya yekdestiya desthilatî, di vê wergiriyê de bihizire.

Yek ji qadên ku zanistên civakî têde herî zêde şaşwazî dikin, ewa di derbarê yekdestiyan de ye. Bayêxa mezin nîşan didin da ku emrazên desthilatiyê, weke ser-aborî, ji yekdestiyên bazirganî, sanayî û malî cûda bi cî bikin. Bi vî rengî, dixwazin ku desthilatiyê bi giştî û dewletê jî bi taybetî, mîna ku diyardeyên cewaz bin, pêşkêş bikin [nîşan bidin]. Yek ji xalên bingehîn ku zanistên civakî seqet dihêlin, ev e. Cewaziya di navbera yekdestiyên ser-aborî û yekdestiyên desthilatî de, dikare ancex di wateya karbeşî de were ravekirin. Ji bilî vê, yekparetiya di navbera wan de dîrokî ye û misoger e. Divê ez hevokekê Fernand Braudel bigirim vê derê, ku ez wê pirr bandorker dibînim. Braudel dibêje: “Desthilatî jî, weke sermaye, tê berhev kirin.” Wisa ye weke ku yekparetiya di navbera wan de qefaltibe. Bi ser de, kesekî pirzan e ku vê mijarê ji gelek hêlan ve zelal dike.

Desthilatî ne tenê weke sermaye tê berhevkirin, lê, awayê sermaye yê herî homojen, parzinandî û weke dîrokî berhevkirî ye. Eger ez bi tîpên mezin binivîsînim; DESTHILATÎ, AWAYÊ SERMAYE YÊ HERÎ HOMOJEN, PALANDÎ Û WEKE DÎROKÎ BERHEVKIRÎ YE.

Sermayeyên din ên ser-aborî, di şûngeheke wisa de ne ku, bi rêya berhevkirina cewaz, dest diguherînin û xwe birêxistin dikin. Sedema ku li hemûyên wan weke yekdestî tê nêrîn û wate tê dayîn, ew e ku ser-aborî ne û di wê karakterê de ne ku dest datînin (desteserkirin=yekdestî) ser nirxên civakî bi giştî û nirxên-zêdemayî yên civakî bi taybetî. Hemû çirpandinên ji civakê, dixwazî bi awayê bacê bin, dixwazî bi rengê kara dam û dezgeh bin û dixwazî bi şêweya talana dipdiyar bin, di karaktera yekdestî de ne. Ji ber vê, divê têgîna ‘yekdestî’ di cî de û baş were têgihîştin.

Ciyê dewlet- netewê di nava dîrokê de ew e ku tevahiya van yekdestiyan bi şêweyeke baş di wergiriya xwe de kiriye yek. Ew bi xwe dibe mezintirîn yekparetiya sermaye û hêza xwe jî ji vê şûngeha xwe digire. Her wisa, ji ber vê şûngeha wê ye ku navgîna herî bandorker a daneheva sermaye ye. Ji bo me hemûyan pirr şaşwazker bû ku dewlet-netewa Partiya Bolşevîk ew ava kir, piştî heftê salan weke yekparetiyeke sermaye ya biqelafeta dêwekî qelantor- derket pêşiya me. Lê di rastî de, dema em di hêla tehlîla dewlet-netew de li mijarê binêrin, ev rewş ta radeya dawî têgihîner e. Ji ber ku rêxistingeriya dewlet-netew, awayê herî kevneşop (tîpîk) û kurtebir ê xwe rêxistinkirina sermaye weke dewlet e. Bi dewlet-netewê, mirov dikare, ne sosyalîzmê, lê, kapîtalîzma herî xas birêxistin bike. Çiqas gengaz be ku hêstir /qantir were kirin hesp, ew qas jî gengaz e ku dewlet-netew were kirin, yan jî hesibandin, sosyalîst!

Tevî vê yekê, gengaz nîne ku tekanetiya dewlet-netew, bi rêya qutkirina wê ji şêweyên dîrokî, yên berê were ravekirin. Cewazîbûna wê ji çiqas pêşketibe bila bibe, ya destnîşankar daneheva dîrokî ya desthilatî ye. Em li Îngilistanê binêrin, ku yekemîn welat e ku dewlet-netewê birêxistin kiriye. Îngilistan di destpêkên sedsala 16. de di pencika desthilatî ya Îspanya, Frensa û Normanan de ye. Eşkere ye xeteriya ku tesfiye bibe, eger nikaribe xwe weke dewlet-netew birêxistin bike. Ew bi xwe qraltî ye. Xanedanî li pey hev tên û diçin. Aboriya wê, bi koçberiyên ku ji dema neolîtîkê û vir ve di rêya Ewrûpa re diçin, tê avakirin. Cewaziya wê ji welatên din ên Ewrûpî, di bingeh de şûngeha wê ya giravî e. Dewlet-netewa xwe, bi rêya xwespartina van mercên dîrokî û şênber, ava kir. Dîrok vê pêvajoyê di nava temamiya şênberiya wê de vedibêje ka zêdebûna hêza Sterlîn (yekeya pere ya Îngilîs) çawa meşiyaye dest bi dest (mil bi mil) li gel deyndarbûn û yekdestîbûna mezintirîn a li ser aboriyê. Her wisa, tê zanîn ku, ji bo pêngaveke serwerî, berê xwe da şoreşa sanayî jî. Wate, eşkere ye ku, bêyî hebûna dîroka Îngilîs, dîroka wê ya xanedanî bi taybetî û xanedanî ya wê bi xwe, em gengazbûna dewleta netew a Îngilîs li milekî bihêlin, tew qet nikare were hizirîn. Xanedanî şêweya dewletê ya herî berfireh û demdirêj a bi dirêjiya dîrokê ye. Sedema ku Îngilîstan hîn jî dev ji forsa xanedaniyê bernade, bi vî aliyê dîrokê re pêwendîdar e. Demokrasî û komar pirr sînordar in. Împaratorî formeke hîn guherdetir e. Eger danehevên desthilatî nebin, ku bi hezaran salan in weke yekdestiyên herî palandî (refînekirî) herikîne û hatine, nikarin çêbibin devlet bi giştî û dewletên netewî bi taybetî.

Pirr hindik qala pêwendiya dewlet-netewê bi çavkaniyên teolojîk re hatiye kirin; lê vê mijarê ta radeya dawî girîng e. Karl Schmîtt, dema diyar kiriye ku çavkaniya tevahiya têgînên hemdem ên siyasî, teolojîk (zanista li ser xweda) e; rastiyê bi aliyekî wê ronî kiriye. Eger kesek bi baldarî lêhûrbûneke sosyolojîk bike, wê zoriyê nekşîne tespît bike ku ol û hêmaya xweda, ku pê re pêwendîdar e, şêweyên herî kevn ên nasnameya civakî ne. Ol û xweda, divê bêne têgihîştîn weke pêdiviyeke serdemên heşmendiyê, bêhtir ji bûyîna her yek ji wan bizanebûn nasnameyeke hêmayî. Sêwiran (tesawir)a kolektîv a civakî, dihizire weke yek ji rêyên mayîna li ser piyan, ku xwe bi têgînên herî pîroz bike nasname. Di jêderka xwedatiyê de homîn/pîrozbûyîna heyîna civakî heye. Bi pêvajoyê re, herku veqetîna dewlet û civakê bilez dibe, payeyên pîrozî û xwedatî têne derxistin ji bûyîna nasnameya kolektîv a civakê û têne kirin malên desthilatdaran û yên xwedî dewlet. Serweriya bîrdozî li vê derê rola girîng dilîze. Tê diyarkirin ku desthilatî û dewlet ji çavkaniya xweda ne; lewre êdî rê vedibin ku, weke desthilatdar û xwedî dewlet, îdea bikin ku ew bi xwe jî pîroz in û xwedayî ne. Êdî ne zor e ku xwe bigihînin têgînên ‘qralê xweda’ û ‘siya xweda’. Her wisa wê dereng nemîne ku têgînên ‘qasidê xweda û siya xweda’ jî, li pey hev pêş bikevin.

Her çend dewleta laîk dixwaze xwe li derveyî vê pêvajoyê bihêle, li ev ne rast e. Laîktî, ku rêgeza bingehîn a civata Mason e, ku ji bandora dêrê nerehet e û koka wê bigiranî Cihû ye, weke pêdiviya xwezaya wê ye ku, ji xwe weke cemsera dijber a rêgeza rûhanî, heyîna xwe di pîvana mezin de ji van têgînan bigire. Pêwîst e bi rengekî eşkere bê diyarkirin ku ne laîktî bi qasî ku tê rawêjkirin cîhanî û sekular e û ne jî rûhanîtî bi qasî ku tê têxmîn/rawêjkirin axretî û ûxrewî ye. Herdu têgîn jî cîhanî ne û civakî ne. Dogmayên bîrdozî cewaziya di navbera herduyan de vekirine.

Lewre, dikare bê payîn ku hêmaya ji çavkaniya xwedayî ya desthilatî û dewletê, ku bi dirêjiya tevahiya çaxan hatiye dîtin, heman weke xwe, li çaxa me biteyîse. Nikare were hizirîn ku dewleta hemdem jî ji vê teyisanê bibandor nebe. Ev têgîn bi dirêjiya dîrokê wisa hatiye strandin. Têgînên dewleta laîk û desthilatî binakok in û nediyar in.

Dewlet-netew barkirî ye bi têgînên xwedayî, zêdetir ji ya tê rawêj/texmînkirin. Rajêrî merasîmên homîn/pîrozbûyînê ye, bi qasî ku di ti serdema dîrokê de nehatibe dîtin. Têgînên mîna ‘welat’, ‘al’, ‘unîter’, ‘serxwebûn’, ‘pîrozî’, sirûd/marş-muzîk’, ‘vegotina bi awayê çîrokkirinê’, û wekî vana, ku xwe dispêre wan û wana weke hêma ji xwe re bijartiye, ji qraltiyên-xweda zêdetir xwedî payeyên xwedayî ne. Ti şêweya dewletê, bi qasî dewlet-netewê, zirxên bîrdozî, huqûqî, siyasî, aborî û olî li xwe nekiriye. Sedema bingehîn a vê yekê dîsa ew e ku deriyê bingehîn ê debarê ye ji bo burokrasiyeke sivil-leşkerî, ku pirr qelebalix bûye. Eger ji bin burokrasiyê qoltixên dewletê bêne kişandin, wê mîna masiya derketî ji avê lê were. Dewlet ji bo wan pirsgirêka mirin û mayîne ye. Kirmişandina dewletê bo payeya herî pirole ya xwedatî, têkîldar e ji nêz ve bi vê taybetmendiya burokrasiyê re. Sedema ku di modernîteya kapîtalîst de, bi qasî ku di ti modernîteyan de nebûye, ewqas li ser dewletê tê rawestîn û tofan tê rakirin, dîsa guherana di pêkhateya wê ya çînî de ye. Her wisa, di navbera kirpana modernîte, dewlet-netew û bi taybetî “yekîtîgirî-unîterî” û têgîna ‘yekîtiya xweda’ de têkiliyeke nêzîk heye. Çawa ku di dîrokê de xwedayên qewm û qebîleyên din tevli qebîle û qewmên xwe ve hatine tesfiyekirin û di nava xwedayê zal/hakîm de hatine helandin, xwedayên wan jî di nava xwedayê qebîle û qewma zal de têne helandin û tekkirin. Dema em di nava vê rastiya sosyolojîk de li têgîna ‘yekîtiya xweda’ binêrin, em ê bi rengekî hîn hêsantir xwe bigihînin wateya wê.