Bîranîna hevalê Egîd, anîna tekoşîna wî li ser ziman, tê wateya fêmkirina destaneke qehremantiyê û bibîranîna wê, ku destaneke wisa ye ya herî pêşe di tekoşîna me ya demokrasî û azadiya civakî de. Gelo mirov dikare behsa mirin an jî mayîna kesên wisa bike, ewê ku pêşeroj û paşeroja miletê xwe û çînên wî yên bindest ya esîl di kesayeta xwe de temsîlkirine?
Belê, bê guman pêwîste mirov wî nasbike û fêmbike. Hevalê Egîd hevalekî şêrîne, hevalekî mêrxase, hevalekî fîdakare! Pêwîste mirov li hevalê weha yê bi can û ruh her gav bigere û nasbike. Ne xasim di roja me de ku ew mîrasê dîrokî yê ku mirov ji ber ve şermdike, hêjî mîna bend û zincîran di gerden û lingên gelê me de ye, gava ku mirov vî dîmenê jiyanê yê ku nayê kişandin, bîne ber çavan, mirovê bixwaze ku li hevalê mîna Egîd nasbike û di tevgera ku ew tê de ye, cih bigre, her weha mirov wê bixwaze ku pêre hevaltiyê bike û bibe mîna wî û hemî zehmetiyên jiyanê pêre hevparbike. Hevalê Egîd di serî de hiş û ruhê zincîrxeleka şehîdan kariye fêmbike. Her weha mirovekî mezine ji ber ku kariye dil û hişê miletekî di kesayeta xwe de bi cih bike. Kesekî ku bigihêjê pîvanên wî dikare mezinbûnê, qehremantiyê û esîltiyê di kesayeta xwe de pêkbîne. Mirovekî ku vê rastiyê pêkbîne, ma mirov dikare behsa mirina wî bike? Mirovekî ku gihiştî reseniya jiyanê, gelo ma ew mirov dimire?
Heger ku jiyan komkirineke bê hejmar ya çendaniyan (nîcelîk) be di hundirê demeke kurt de, navê wê piştî demeke kurt dibe mirin. Lê belê gava ku jiyan, têgihiştina gerdonê ya bê sînor be, her weha xelekên pêşketina zayenda mirov be, wê demê ew mirovê ku vê têgihiştinê di kesayeta xwe de pêkbîne, mirov nikare behsa mirina wî bike. Gelê me yê ku xwediyê kesayet û rêbertiyekî weha ye, di kesayeta wî de ev rewş bi şanazî gihiştiye vejînê û bêmirinê. Gelê me û PKK ê şanaziya xwe bi vê rewşê didin xuyakirin. Ew wê her gav di berxwedana me ya netewî de mîna sembola qehremanê tekoşîne bê bibîranîn.
Berxwedana Mezlûm ruhê partiyê yê herî mezine.
Em hinekî li ser şehîdên newrozê sekinîn, ewên ku temsîla vejînkirina rojekî nû dikin. Hinek hevalên me yên hêja bi mirineke ku jiyanê bi xwe re dafirîne bersiva vê rojê dane. Kêm zêde me wate daye şehadeta hevalê Mezlûm. Di şehadeta hevalê Mezlûm ya newrozê de, wateya ku derdikeve pêş eve: li dijî radestkirinê (teslîmiyetê) û hovîtiya ku di wê demê de ronahiya hêviyê ya herî biçûk jî di bin vê êrîşa hovane de bû, her weha hemû derfetên jiyanê gihiştibûn asta tunebûnê, li dijî vê mîna pêngavekî ku di kesayeta xwe de biberxwedanê bersiv daye, me wateyeke weha jê derxistiye. Di hundirê tarî û zulûmatê de bi darikekî yê kibrîtê afirandina ronahiyê, çêbûye. Li dijî daxwazên ku armanca wan radestkirina jiyanê ye, xwe fedakirin û ji nûve afirandin, bibiryar hebûna xwe berdewamkirin, bêguman tiştekî pir girînge ku di kesayeta heval Mezlûm de pêkhatiye. Ji ber ku rewşa ku dihat jiyankirin, ne gengaz bû ku bi wî awayî derbasbibûna. Êrîşek û hovîtiyeke wisa hebû ku, inceq bi lêvbaziyekî wisa jiyaneke azad, bi namûs û rûmet derketa holê.
Weke min got, şehadeta hevalê Mezlûm vê rastiyê temsîldike. Bê guman ev tişetekî gelekî girînge. Heval Mezlûm hevalekî me yê ku herî zêde bîrdoziya partiyê fêhimkirî û ruhê patiyê temsîlkirî her weha her gav hewl dida ku wisa bimîne, hevalekî weha bû. Ew kesayeteke bêhempa bû. Di vê wateyê de ew yekser dibû PKK e, gotina jiyana PKK e di lotkeya herî jor de temsîlkiriye. Ji ber ku wê demê zextek wisa hebû ku radestkirin serdest bibe. Ev radestkirin bêguman li dijî kesayetek weha nayê pêkanîn. Heta em dikarin bêjin ev radestkirin ne li dijî PKK ê tenê bû. Bêguman me jî li derve liberxwedida. Tiştê ku me ji derve dikirin hebûn, lê belê radestkirin bêhtir derdiket pêş. Her weha pirsgirêk ew bû, ku piştî vê radeskirina li zîndanê wê çi li pey wê bihata? Belkî ev rastî bêhtir bingeh dihate girtin. Serkeftina radestkirinê li zîndana Amedê, ew xiyaneta Şahîn – Yildirim heger biserketana, bi hezaran radestkirinên dî wê li pey hev mîna ristikekî berdewam bikirana. Ev jî wê bibûna belayekî mezin li serê gel bêguman, bi destê Kemalîzmê, ji xwe vana navê xwe kiribûn “ xortên Kemalîst” û bi vî navî ev xiyanet dikirin. Heger ku evana bi serketibana, ev serkeftin wê mîna ya 1925 an bibandorbûna.
Berxwedaniya hevalê Mezlûm, dema ku rewş giha vê xalê, li dijî vê rewşê di xaleke gelek nazik de derket holê. Ji ber ku wê demê her tişt berovajî bibû. Radestî û xiyanet bi lezgînî pêşdiket. Tiştê ku wê demê bihata kirin, inceq lêvbaziyekî weha bû. Lêvbaziyeke bi vî rengî di rojekî weha watedar de, di rojeke jiyanê de, di rojeke nû de, di rojeke vejînê de hevalê Mezlûm pêkanî. Bi rastî jî evê lêvbaziyê serdema piştî xwe bi xurtayî xiste bin bandora xwe. Tê zanîn ku li dijî radestkirinê berxwedan serdest kiriye. Evê berxwedanê berxwedana me jî xurt kir, tê zanîn ku xwe gihand serê çiyan. Em niha têdigihêjin ku ev berxwedan, berxwedaneke netewî bû.
Ya girîng, em her tiştî li şehîdekî barnakin, an jî em nabêjin di her tiştî de ya rast eve, em ne di hundirê nêzîkatiyekî xapandinê ya weha de ne. Lê belê heger ku feraseteke kûr pêwîste bike, ew ferast jî kêm- zêde bi vî awayî inceq bibandor be, em karin vê rastiyê bi hêsanî bêjin. Ji xwe ew lêvbaziyên li pey hev, piştî vê berxwedanê hatîn kirin, vê rastiyê isbatdike. Bi rastî jî newroz piştî vê dîrokê û şûnde bêhtirîn bi jiyanê ve hate girêdan. Bandora berxwedana hevalê Mezlûm, ku hiştiye rojên newrozê bibin rojên berxwedanê, tu carî kes nikarê çavekî biçûk lê binêre.
Rehşan Demîrel, pireke ji bona ku gelê me yê Metrepolê di ser wê re derbasî welêt bibe.
Berxwedanek, li kela Izmîrê buyerek xwe şewtandinê heye. Berxwedana keçeke Kurd ya gelek ciwan bi navê Rehşan Demîrel heye. Rastiyeke Kurdistanê û Mêrdînê ku hatiye koçberkirin, li wê derê heye. Welatparêzî li wê derê ji xwe bibandore. Ev keça ciwan di nava şer û bengiyeke azadiyê de ye. Li aliyekî dîtir jî rastiyeke lawaz jiyandike. Rastiya şerê rêxistinî bandora xwe dike! Di rojên newrozê de ev rastî bi lezgînî û tundî tê jiyankirin. Diyare ku vê keça ciwan xwestiye ku bi awayekî mendehoş hebûna xwe ji bona şerê azadiyê pêşkêş bike. Her weha dixwaze ji bona vê rastiyê tiştekî bike. Lê belê hêza wê ya ramanî û derfetên wê yên bikaranînê têra vê tiştê nakin, lewre ew hê negihaye vê derfetê. Ango asta bengiya wê ya azadiyê hêza wê ya ramanî û asta wê ya rêxistinî derbas dike. Li hemberî vê jî soz û peymana wê heye ku tiştekî bike, ji ber vê yekê radibe lêvbaziyekî weha pêktîne. Şert û mercên ku mirov ji ber ve şermdike, yên ku miletê me li Metrepolê tê de jiyandike, her weha rewşa malbata wê ya zor û zehmet, şertên jiyanê yên biçûkxistinê ku bi feraseta wê ya azadiyê re dikeve dijîtiyê, ev tiştana hemî dema ku bi zindîtiya newrozê û hêza wê ya kişandinê re dibe yek, dihêle ku ev keça Kurd lêvbaziyekî weha pêkbîne û bibe pêtgehek(meşale).
Gengaze, di ruhekî weha de wêrekî û piştî wê jî lêvbaziyekî weha derkeve û dertê jî. Me got em vê lêvbaziyê watedar dibînin. Evê şehadetê cemawerê me yê Metrepolê gihand ronahiyê. Her weha bi awayekî gelekî berûçav ji bona gelê meyê Metrepolê ev lêvbazî roleke wê ya mîna pirekî û amorekî rakirinê leyîstiye. Gelê me yê wêderê bi vî awayî hinekî biser xwe ve hat û berê xwe da welêt. Peyama lêvbaziyê biqasî pêtgehekê rola xwe bi vî awayî isbatkir. Ez dibêjim mîna hêzekî pêşeng xwe isbatkiriye. Ji ber ku bi sedan kes birêxistiye, ev jî tê wateye ku rola fermandariyê leyîstiye. Bi taybetî bi jin ve girêdayî, rê li pêşiya tevlîbûneke mezin vekiriye. Mirov dikare bêje ku ji tevlîbûna mêran zêdetir bandora xwe li tevlîbûna jinan kir. Di vê wateyê de ji bona azadiya jinan karekî mezin û alîkariyeke mezin kir. Ev jî dide xuyakirin ku ji bona wan bûye hêzekî pêşeng û artêşê.
Hevala Sema Yûce û hevalê Fikrî Baygeldî
Heger ku ez li derve bim ezê milîtaniya şerê demdirêj bipejirînim, wisa dibêje hevala Sema, lê belê li wê derê jî dixwaze teqez mezinbûnekê bide xuyakirin. Li pêşiya wê du pejirandinên (seçenek) mezin hene. Lê belê ew xwe bi van her du pejirandinan ve mehkûm nake. Mezinbûnek jî di vir de derdikeve holê. Pejirandina xwe li milê ya herî zor û zehmet datîne, her weha ev mezinbûna wê bêhtir dibe. Em dikarin bêjin ku ew kesayetek wisa ye, ya ku herî zêde bersiva vê rastiyê dide. Gotinên wê yên wisa balkêş hene, ku isbatdike ew xwediyê ramaneke kûre û milîtaneke partiyê ya duriste. Gelekî bi xwe re şerkiriye, di encamê de gihiştiye hêzeke biryarbûn û xwe terbiyekirinê.
Axaftina wê ya 8 ê Adarê girîng bû. Binêrin ew encamên ku we ji vê rojê dernexistîn, ewê di wan şert û mercên zor û zehmet de derxistine. Li wê derê min gelek nirxandinên balkêş û nû kirin. Ewê ew nirxandin hemî jî pejirandine û ji xwe re esas girtine. Vegotina navenda bîrdozî – siyasî û temsîla wê ku di rêbertiyê de ye, ev nêrîna wê bi serê xwe hêzekî dahorînê û biryarek xurte. Di rêbertiyê de dîdera azadiyê, bi hemî rêgeza xwe ve û pêkanîna xwe ve mîna rojê ye. Pêwîste em tevlî bibin û tevlîbûna me jî bê guman wê bi xwe re encamê bîne. Hevala Zîlan bêhtir ji aliyê bîrdoziyê dagirtî bû û bêhtir xwedî rêgez bû, lê belê hevala Sema ev rastiya hevala Zîlan, bi piratîkê û tekoşîna li dijî pirsgirêkan sergihayî kir (temamkir).
Nêzîkatiya ku di Fikrî Baygeldî heger ku em lê binêrin, gotinên “ evîn, bengî” di wateyeke gelekî binirx de daye xebitandin. Ewî hevalên jin baş lêkolîn kiriye û rastiya wan pejirandiye. Ew ne mirovekî nezane. Di asta netewbûnê de vê meselê dibîne û pêve tê girêdan. Binêrin girêdana ku em dixwazin pêkbînin li ser vî bingehî ye. Gelo di nava refên me de ev rastî çiqas tê pêkanîn? Kesayetên mêr peywerek wan ya bi vî awayî heye. Di hevalê Fikrî de bersivên kesayeta mêrê ku wê çawa xwedî rêgez be, ji nûve gereke çawa şêwe bide xwe û kesayetek pêjindar (duyarlî) be, hene. Ji xwe ew bi xwe jî dibêje. Evane pêkanînên mezinin, ne tenê gotinên mezinin, di heman demê de lêvbaziyên mezinin.