“Pêşî li jinê bixin, pêşî jinê bixînin, pêşî bi jinê bikevin.”
Mêtîngerî bi vê çekê civakê bi rê ve dibe. Va, ji bo vê pêşî di jinê de rizgarî... Şoreşa jinê, rêxistina jinê, YAJK pêwîst in.
A herî dawî tê ramandin, digirim herî pêş.
Min ev baş dît; ger di têkiliyê de rizgarî nebe, ji hemû xirabiyan re derî tê vekirin. Bingehîn sedemê nepêşketîna pênaseya şoreşgerî ji ber nêzîkatiya “em pêşî jinê bixînin, pêşî jinê bigirin, bifiroşin, bi kar bînin, bizewicin, evîn çêbikin” e. Rastîna civaka biçîn, bizilam û têkçûyî beriya her tiştî vê esas girtiye, -çek ev e.
Li ciyê hatî lêxistin, lêxistinê zanîn; -YAJK hinek ev e.
Ji têkiliya ku hatî lêxistin ber bi têkiliya lê dixe... Ji têkiliya ku dide wendakirin ber bi têkiliya qezenc dike... Me ev baş peyitand û bi wêrekî, afirandiner gavên xweser avêtin. Rewş ber bi erîniyê ve diçe. Li hember fermana CIA’yê “pêşî li jinê bixin”, em jî dibêjin “pêşî jinê rizgar bikin, pêşî rizgariya jinê.” Di bingeh de jina ku xwe li rizgariyê ranazîne, dibe amrazê herî tirsnak û êxistok.
Gotina “pêşî li jinê bixin”, tê wateya “bi kar bînin, bikin sîxûr.”
Va împeryalîzm, bi vê jinê şerê çînayetiyê vegerand lehê xwe, hemû civakên paşketî bi xwe ve girê da û heta bawî kir. Bi riya medyayê jîrekatî û giyanan weke ku dagir bike feth kir. Ê me jî, lêgerîna me ya bi rengê ka emê çawa karibin vê vegerînin berevajiyê heye.
Jina di nava PKK’ê de divê pêşî xwe rizgar bike. Jina di nava PKK’ê de ew jin e ku pêwîst e xwe razîne veguherîna herî radîkal. Jina di nava PKK’ê de ew jin e ku pêwîst e qasek jî îhmal neke. Bikin dê çi bibe? Ger bike, dê li me bixe, metirsîdar e. Her wiha pêwîst nake ku em bigirin artêşê.
Çima di hinek artêşan de jin qet nîn in. Ji ber ku metirsîdar e, ji ber ku hêza şer a artêşê bawî dike. Rasteqîna objektîf a jinê li ber vê rê vedike. Taybetmendiyên zayendê, taybetmendiyên koletiyê; ji ber ku kesayetek hatî gelemperîkirin û dagirkirin, her libatên wê disîplîna zilam xira dike. Zilam jî ji ber ku hinek serdest e, dibêje “ez jinê bi dest bixim.” Şer di destpêkê de li ser jinê meşandin û jin jî li wirê dixwaze xwe weke amrazê tolwergirtinê bifiroşe. Ji bo ku “xwe bifiroşim vî rêveberî, vî kesî” ber bi şerekî mezintirîn ve dibe ku, ev di civaka me de darîçav e.
Her wekî di civaka Kurdistanê de, di bingehê gelek dozên xwînê de jin heye. Civakê dişikîne û diçe. Malbûna jinê, rewşa wê ya tûşî tecawizê hatinê, rewşa wê ya kerxaneyî li ber vê rê vedike. Qet nebe li ber kerxaneyê nobedarek heye, bi pere dikevê û dertê, lê jina di civakê de vedigere amrazê dagiriya her kesî.
Va, li virê bêgavî ye ku jin xwe veguherîne kesayeta rizgariyê. Yekîtiya Jinên Azad a Kurdistan bergiriyeke giştî ye. Dê pêwîst bike ku nava wê bê dagirtin; bêyî ku were taloxkirin û heta beriya şer... Di halê berevajî de dê pêwîstiya derveyîkirinê derkeve. Çi bike bila bike, dê jin di xwe de çareyê peyda bike. Zemînê giştî yê objektîf dê xencera azadiyê li sîxûrtiyê bixe. Di bingeh de Sema û Zilan li hember vê jinê xencerek in. Jin bi vê erjeng dibe amrazê şer, amrazê rizgariyê, dibe amrazê evînê.
Belkî zor e, lê ku jin bikeve nava artêşê, ev dibe avêtina gava herî radîkal a wekhevî û azadiyê. Ger bi gor pêwîstekên vê mezinbûn nebe, emê xwe bi xwe biqedînin. Ji ber ku ti artêşê wisa nekiriye. Em bikin, dê çareseriya radîkal jî wisa be. Yanî tenê weke amrazê şer na, ji bo kesayeta rizgariyê jî na, ji bo peydakirina kesayetiya jiyanê.
Navê wê jin...
Weke yekî ku ewqas bi karên şoreşê re mijûl dibe, ez dibêjim bi vê jinê re bi zor tê jiyîn. Dema ku ez vê dibêjim, tenê ji bo xwe nabêjim. Hemû rewşên netewî, siyasî, rêxistinî û şerî tînim ber çavan û wisa dibêjim. Heman tişt ji bo zilam jî derbasdar e. Dema ku jina azad dibe mijara gotinê, “bi vî zilamî re nayê jiyîn.” Ev jî nirxandineke giştî ye û ji xwe ve nayê gotin. Jina kole di bingehê sîxûrtiyê de nêzîk dibe. Ev ew nêzîkatî ye ku divê bê tesfiyekirin. Dema ku jina azad dibe mijara gotinê, karê pêşîn ku asta zilam a heyî bike, qedandina jina azad e.
Nikare bê gotin “ez bi zilam re bijîm, dikarim bijîm.” Rêgeza zilam tune, azadiya wî tune, şerê wî tune, heke hebe jî tevek bêserkeftin in. Dilê wî tune, xweşiktiya wî jî tune, hêza wî ya hezkirinê tune, wê demê tuyê çi bikî ji vî zilamî?
“Ezê xwe weke sîxûr bifiroşim û wî ji bikirim.” Di her halî de di partiyekî de, di artêşekî de tawana herî mezin ev e. Ma ez dîn im, ez hatime vî temenî hewl didim ku şervantiya mezin di vê jiyanê de bi cî bikim. Çima? Ji bo afirandina pîvana zilamtiyeke tê pejirandin û jineke tê pejirandin.
Cewaziya min ev e; min weke we astê danexist. Min weke we lavelav nekir. Min negot “bêjin û mêr nayê jiyîn” û stû netewand. Min li ber xwe da; li ser navê netewbûnê, li ser navê azadiyê, li ser navê artêşê... Di encamê de hinek pêşveçûn derketin holê. Dilêriya mezin a jinê û rastîna jina azad derkete holê.
Di şer de serkeftin, di têkiliyê de evîn e. Lê weke ku hun hizir dikin bi teşeyê “ka em çalakiyekê çêbikin û jinê bixapînin, zilam bixapînin” na. Serkeftin cewaz e. Serkeftin ew kesayet e ku, di hemû gelşên stratejîk û taktîk de hêza têkbirina dijmin nîşan dide.
Beriya evînê serkeftin divê.
Kesayeta serkeftinê, meşa serkeftinê, lêxistina serkeftinê. Evîn di pey re tê. Evîn rêhevalê serkeftinê ye. Evîn evîna serkeftinê ye. Ê ku serkeftina wî tune ye, her wiha rêhevala wî ya evînê jî nabe.
Pêşî evîn... kesayeta evînê, kesayeta serkeftinê. Piştî van hemûkan zilam û jin tê.
Hun ew kesayet in ku eleqeya we bi serkeftinê re tune ye, eleqeya we bi rastîna evînê re tune ye.
Jin-zilamê ku serkeftin û evîna wan heye li kû derê ne?
Lê divê, heta armanca dawî ya şer serkeftin e. Taybetmendiya şer ku herî pê bixeriqe, taybetmendiya evînê ye û ew jî bêguman dikare di jin û zilam de şênber bibe. Yanî di virê de zayend ewqas ne girîng e. Hebe hêza wê hun bi xwe îspat bikin. Dîsa jin û pirsgirêka desthilatdariyê pir girîng e. Ji wisa bûnê, divê jin û pirsgirêka desthilatdariyê bê çareserkirin.
Jin, serokatî û siyaset...
Da ku encam bê girtin, divê jin di xeta sekoratiyê û di siyaseta wê de bibe milîtan. Ji bo ku ev pêk bê, esasên qûtbûna rast ên jin ji zilam û zilam jî jinê divên.
Jin û leşkertî...
Leşkertî, artêş û şer e. Divê jin jî şûngeha xwe ya di nava artêş û şer de bîne halê birêgez û pratîk.
Ûtopyaya jinê...
Helbet tebî, ûtopya pêwîst e. Ûtopyayeke pir balkêş, dewlemend û bireng hêja ye. Cîhaneke azadiyê ku dixwazim biafirînim heye. Ev cîhaneke him giştî û him jî ya ku dixwazim bi taybet pêş bixim e. Him ji bo netewekê, him ji bo xwe û heta ji bo mirovatiyê. Ez xwe jî weke kesayeta vê ya mînak dibînim. Ê ku azad e, di pêwendîdariya evîn û serkeftinê de kesê ku digihîje xwesteka xwe ye. Azadî gihîştin e, lê ku ev di rastîna serkeftin û evînê de bê îspatkirin...
Li ber azadiyê, li ber pêşveçûna azad ezezî astengeke erjeng e. Di vê qasê de, di jinê de ezeziyên ku sîsikê hejîrê tijî nakin hene. Bi ya min hişê jinê li dora sîsikê hejîrê digere. Ji bo vê yekê jî divê şerê rizgariyê pir hêzdar bi rê ve bibe. Bi ya min çîna jinê zêde ne diyarker e. Di têkiliya zayend-çînî de bindestiya zayendê bêtir diyarker e. Bandora çînê jî heye, lê di esasê de ketina di taybetmendiyên zayendê de, pir bi metirsî diteyise ser bûyera şer û rêxistinê. Weke sîxûrtiyê ye. Pakrewaniyên hêja yên milîtanên me yên jin hene. Va, li zozanên Fereşînê çar milîtanên me yên hêja, ji bo ku radest nebin bombeyên xwe di canê xwe de diteqînin. Weke Zîlan, Sema û Fikrî Baygeldî.
Jin û zilamê ku nabine hêz, qet nebe bila xwe ji bûna zemînê sîxûrtiyê derxînin, “Ez nagihîjim kesayeta serkeftin û evînê, lê ez nikarim bibim amrazê kesayeta ziwa û têkçûyî.” Yanî ku nagihîje erêniyê, divê nebe zemînê neyiniyê. Divê xwe bigire parastinê.
Kesayetên evîndar û serkeftî çima pêş nakevin? Ez van jî lêpirsîn dikim. Ger hebe hêza we hun jî mijûl bibin. Lê bi rastî weke ku li gelek qadên me derketiye holê, di bingehê qedandiner de na. Yanî bi gora fermana “lê bixe” ya CIA’yê na, divê hun bi gor fermana “rizgar bibin” bidine meşandin.
Divê jin taca serkeftin û evînê li serê xwe bike.
Divê ji fîzîkê bigrin heya hîtabê, ji nêrînê bigrin heya meşa wê ya dilkêş, ji fermanê bigrin heya şervantiya wê ya pir hişmend, ji bûyera ku jê re tê gotin jiyana pir watedar û çalakmend re bibe bersiv. Ma gengaz e? Bi ya min divê tim xwezî pê were anîn û gihandin.
Zilam jî heke ku dixwaze şensekî bi xwe bide, derketinek divê. Bi hêza zilamtiya bêteşe, bi zilamtiyê û heta ku xwe bispêre karbidestiya rêveberî û fermandariya partiyê û jineke bêçare bigire ba xwe, dê bi navê azadiyê bê darezandin. Dê were gotin “ev bi zimanê serdestan bênamûsiyê dike, ev ketî ye.” Ev tawan jî bes e, ji bo qedandina takekes. Him moral, him rêgez, him xweşiktî; va ya ku bi gelek hewlan hatiye xwestin bê afirandin, te dagir kiriye. Yanî çawa ku tu herî mala keça malbatekî û bibêjî “min keçê girt, revand û tecawizê kir” û parastina puxte ya malbatê te bibe hetanî mirinê; ger tu bi karbidestî û derfetên partiyê keça ku tuyê bixînî ango keç jî bi jinaniya xwe ya sihêl zilamê me yê belengaz bixîne, ev tawanê herî mezin e. Ji ber ku rêgezên bingehîn û şervantiya herî bingehîn dikuje. Sîxûrek jî nikare ewqas bike. Bi hêza partiyê, ne li ser jinê dikare serdestî bê avakirin, ne jî jin dikare bi teşeyê “di zilaman de ajoya hêzê ya serdest nayê sekinandin, ger ez jî xwe bi gor vê eyar bikim, ezê xwestekên xwe bi dest bixim” nêzîk bibe. Ev, sîxûrtî ye ku çînên serdest bi sedsalan dane sepandin. Helbet eşkere ye ku evê jî neyê bexşandin.
Dibêjim ya, têkilî di nava me de pir zor e. Çima? Ji ber pêwendîdariya evîn û serkeftinê zor e. Ez çima neçar mam ku hetanî vî temenê xwe wisa tev bigerim? Ez naxwazim ji pêwendîdariya evîn û serkeftinê qût bibim. Min di yoma evîn û serkeftinê de ewqas çêkir. Têkiliyên min bi jinê re bêtir sînordar in, jixwe jin bi xwe sînordar e, wisa evîn û serkeftin zêde nayê pêkanîn. Yanî li holê jin pir in, bikevî berevajiyê têkiliya evîn û serkeftinê dikarî weke dixwazî bijî. Weke ku piraniya we dike, hun xwe bixapînin dikarin bijîn, lê her tişt diqede. Her wekî ma di nava me de ne wisa ye? Jin û zilamê ku diqedin hema direvin.
Va, Zîlan û Sema di şênberiyê de negihîştin pêwendîdariya evînê, lê di berxwedêriyê de xwestin ku bibine sembolek. Ev pir zor e, lê rasteqîn bi awayekî din fersendê bi libatê nade.
Serokatî çî ye li virê? Hêza berxwedan û hedarê ye. Him li hember neyiniyê hêza şer, him jî hêza zorlêkirina evîn û serkeftinê ye. Tê wateya veguherandina jinê bi jiyan û rasteqîna jiyana azad. Ger bal bê dayîn hinek dibêjin, “Serokatî wisa dije, wiha dije.” Nexêr, jiyan nakim, ji ber ku pîvan ne bi gora min in.
Niha ji hemû Kurdistanê û heta ji tevahî cîhanê keçik werin, ku ne bi gora pîvanên min bin, ez nikarim bi jinekê re heya sibehê bihedirînim. Pîvanên min hene û bi pîvanên xwe ve girêdayî me. Baş e yên we wisa hêza pîvanê, estetîk, hêza şer û serkeftinê heye? Nexwe, ji ber ku evîn û serkeftina te tune, ji bo te jinantî jî, zilamtî jî pênc pere nakin?
Jin û zilamên ku dixwazin bibin şervanên baş ên jiyanê û milîtanên baş dikarin ji hev hez bikin. Pêwîstî nîn e ku mirov bibêje “dikarin ji hev hez bikin” jî. Ew, hezkirinê dizane û wî pêwendîdariyên evîn û serkeftinê ava kirine. Dirûst e, birêgez e. Zêde xeta çênake, ji ber ku rêgez û felsefeya wî heye, ji ber ku bi xwe xwadayê şer e.
Evîn welat e.
Evîn li welêt azadî, di rêxistinê de tê wateya serkeftina vebir.
Evîn şer e. Evîn, di şer de tê wateya serkeftinê. Sewdaserî li evînê xiyanet e. Bûna jin û zilamên wisa pir hêja ye.
Yanî her ku diçe şênber dibe. Me gelek neyinî rûxandin. Me jinê kişand sehaya azadiye û em zilam jî ji zilamtiya klasîk derdixînin. Zemînê şer, evîn û azadiyê diafire. Jixwe ev hemû şer di ciyekî de ji bo vê ne. Lê serkeftin hê tam nîn e, jin hê nû û nû xwe peyda dike. YAJK xwe peydakirina jinê ye. Berdin van feqîran, bila li parçeyekî çiyê xwe gotûbêj bikin, li ser xwe biaxivin. Bila lingên xwe, viyana xwe û bergeha xwe hêzdar bikin. Ev hemû ji bo evînê pêwîst in. Ev mercên daringî yên evînê ne.
Bi jineke reben re bûyîn qet nabe. A yekem ku radestkar dikin, bidestxistin û bikaranîna jinên reben in. Milîtanekî rastîn ji vê re tenezûlkirin bila bimîne li vî aliyê, pê re şer dike. Azweriya wî azadiya wî ye. Niha ku di zilam û jinê de çûyîn ber bi azadiyê ve çêbû, dê tu ber bi wê ve bimeşî, jê re bibî pir.
Bi vî zilamî û bi vê jina reben dê kîjan evîn bê jiyandin?
Rewşên we bişerm in. Ê ku hezkirin û têkiliyê dixwaze, divê vê şermê ji holê rabike. “Ma ez kesayetiyeke hezkirinê me an na? Hezkirina min ji min re û ji derdorê re feydeyê an xisarê tîne?” Va, divê di pêşî de ji van re bersivên we hebin. “Ma jinantiya min hêja ye an na? Ma jinantiya min encamê digire?” Va ev, zanebûnî ye, yanî azadbûn e. Sinca herî baş, bi vê zanebûnê biryar dayîn e.
Ê ku ne xwedî zanebûna puxteyî ye, ne xwedî sincê ye jî. Ji yê tê û ji yê diçe re xwe dide bikaranîn. Ev jî bêsincî ye. Ez civakê di vî aliyê de weke bêsinc dinirxînim. A ku dibêjin sincî ye, bêsinciya herî kûr e. Ji ber ku li ser koletiyê hatiye avakirin. Sinca ku li ser koletiyê hatiye avakirin, welatê xwe tune, hêz û siyaseta xwe tune, çalakî û şerê xwe tune. Tenê bi gor hiqûqa koletî rebenekî girtiye nava destê xwe. Ev, ketîbûna herî mezin e. Di bingeh de namûs û sinca ku li ser zayendîtiyê hatiye avakirin, bêsincî û bênamûsiya herî mezin e. Divê xwe ji zayendê, zayendîtiyê herî hindik ji bêsinciya koletiyê rizgar bike û bigihîne zanebûna mirovê azad.
Tebî ev gava pêşîn e. Hunê gelek tiştan li ser vê ava bikin. Rêgeza xweşiktiyê jî pêwîstekeke vê ye. Estetîk bi temamî gelşa şoreşê ye. Tişta ku dij-şoreş kirêt dike, şoreş xweşik dike. Di nava me de estetîk û huner ev yekem car e ku bi şoreşê re jiyanê peyda dike. Estetîka şoreşê heye, - li ba me pir balkêş e. Şoreş bi xwe estetîk e, divê wisa be jî.
Şoreş, çalakiya afirandiner a xweşiktiyê ye.
Pênaseya şoreşger a ku min çêkir, di heman demê de pênaseya xweşiktiyê ye. Vê pênaseya şoreşger li ser xwe rikibînin, hunê erjeng xweşik bibin. Hingê dê ji we bê hezkirin û hunê jî hez bikin. Zagon wisa dibêje, şoreş wisa dibêje.
Ez vana naçespînim; jiyana şoreşger, jiyana azad dixwaze. Xwedayê azadiyê wisa dixwaze, ne ez. Va, sosyalîzm dixwaze, welatparêzî dixwaze.
Yek jî Partiya Jina Şoreşger, Partiya Jina Şoreşger a Kurdistan dikare bibe pêşveçûneke rişt. Nakokiyeke mezin, tenê dikare bi partiyeke mezin were têperandin. Her wiha ew nakokiya mezin a ku hun dijîn, ramana têperandina bi pratîka mezin ve jî, hêja ye ku mirov li serê bisekine. Pirsgirêkên we giran in. Bibin partî! Divê hun xwe birêxistin bikin. Tevî ku ez ewqas xwedî ramana alîgirê jinê me jî, ez hizir dikim ku aliyê min ê zilam ku diçewisîne, dikare giraniyê bidê. Ezê xwe venêran nekim, qirên derkeve, zext derkeve, pirsgirêk derkeve. Ji ber wê yekê divê hun bi xwe rizgarbûna xwe pêş bixin.
Pir balkêş e, ne wisa? Dema ku ev partî ava dibe, dê biryarên wê yên balkêş derkevin. Li hember tevahî nêzîkatiyên zilaman, li ser navê rêxistina jinê bersiv dayîn pir balkêş e. Hun dikarin di der barê hestan de jî biryarê bidin. Ger tiştekî wisa pêş bikeve, dibe ku zilam were şûngeha lavelavkirinê. Hun dikarin hemû pîlanên xwe derbasî jiyanê bikin.
Ez dihizirim ku; çiqas xeyalên jinê hebin, dê hemû bi rêxistine re derbasî jiyanê bibin, ne wisa? Mînak ji zilamê ku di berê de bi karbidestiya xwe, bi perê xwe, bi hêza xwe dihat û jinê digirt re, hunê bibêjin, “xwe îspat bike. Ma çima tu têyî û jinê dixwazî?” Di berê de ji malbatê dixwestin. Niha bila ji partiya jinê bixwazin. Hun dikarin pêncî heb mercan berpêş bikin. Ji axayê dixwestin, ji keya dixwestin. Tebî ew hemû nemerd in. Ger ji partiya jina azad keç bixwazin, mercên we yên awarte hene. Bi rastî jî ji bo we derfetê rizgarbûneke pir girîng e. Hunê hetanî ku zilam bikine zilam mercên xwe lê biçespînin.
Rêber APO
21 Rezber 1998