HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

agir newrozBihar ji bo gelê mezapotamya mizgîniye, cejine Newroz e, dil xweşî, aramî û aştî ye. Ji bo civakê mizgîniya jiyanek nû ye. Her tişt ji nû ve çêdibe û şîn dibe. Tama xwarin û vexarina mirova hîn zêdetir bi tamtir û şirîntir dibe. Bi geşbûna biharê re giyan û zindîbuna xwezayê re di xwezaya mirova de jî, heman zindîbun û giyan bi hêz dibe. Bi zindîbûna biharê re tevgera civakê jî, bi xwezayî di nava aştî û wekheviyê de li hev kom dibin. Civakên bi biharê re geş dibin xwe dervî xwezayê nabînin. Bi hişmendiyek hevpar ve xwe dervî wê hebûnê qut nagrin dest. Xwe wek deyîndarê xwezayê dibînin û ji bo bihara xwe ya rengîn razî bikin bi rojan cejin û şahiya pêktînin. Li gor bîr û baweriya ku jiyan dikin hêza xwe ji biharê digirin, dikin sedemê hîmên jiyanê û bi roja bi hev re bi şewazên cur be cur pîroz dikin. Ev civak, jiyana xwe li gor zagon û hevsengiya gerdûnê bi rêkûpêk dikin. Bihar ji bo wan her tişt e. Hatina biharê ji bo civakên xwedawend wateya azadiyê, yekitî û aştiyê ye. Civakên xwedawenda, bi kedek ji dil, bi eşq û evînek paqij ve rengê xwe bi her awayî di jiyanê de di xemlînin . Bi şahîyên gelek berfireh ve li gor têgînên xwe yê wê demê bi rojan pîrozbahiyan pêktînin. Bihar ji bo civaka xwezayî bi têgînên pir alî ve tê watedar kirin. Bi kurtayî bihar di wateya jiyanî de mizgîniya hezkirina jiyanê û evîna civakên despêke ya dayikê ne.

Belê gelî heval û hogira, 4’ê nîsanê ji bo me jî mizgîniya jiyanek nû ye. Çawa ku werza biharê ji bo civaka xwezayî û demokratîk mizgîniya jiyanê ye, rojbûna hevalê 4’ê nîsanê jî, ji bo me jinên kurd mizgîniya jiyanê ye. Rojbûna zarok ê amara, yê 4’ê nîsana 1948’an, ji bo civaka gelê kurd vejîn e. Ji bo hemû Rojhelata Naverast jî mizgîniya jiyana nû ye. Dara jiyanê dayika Uveyş a pîroz, di 4’ê nîsanê de kulîlk vekir û ew kulîlk bû tovê jiyana azad. Dayika xwedawend, Uveyş zarokê 4’ê nîsanê yê anîna cîhanê li Amarayê ji bo gelê kurd bû sembola bê miriniyê. Dayika pîroz tu baş bizane ku em hemû deyindarê keda we dayika ne. Belê, jinên dilsoz û evîndarên jiyana azad, dema ew kulîlka mizgîniyê ji dara jiyana pîroz weşiya û kete ser rûyê axê bû tovê jiyanê azad. Ew tov di 4’ê nîsanê de ku dema çavê xwe li jiyanê vekir, navê wî danîn Evdila, yanî evdê xwedê. Zarokê 4’ê nîsanê li gor xwezaya tê de bi zagon û hevsengiya biharê re teşe girt. Wek zarokê şîr helal bû bersiva dayîka xwedawend. Zarokê şîr helal wek werza biharê rengê xwe da her derê cêhanê û roj a pîroz li ezmana ku her mirovek wî ji dilê xwe re hilbijêre. Bû roj li ezman ku her mirovê azad yê li cihanê xwe pê germ bike. Biharê bi hemû zindîbûn û xweşikbûna xwe ve zarokê 4’ê nîsanê Evdila hembêz kir û hêz û xwezaya xwe pêre dabeşkir. Bi wî re hezkirin û evîna jiyana nû parkir, ji bo ku tu carî pişta xwe nedê dayika xwe ya nîsanê. Dayîka Ûveyş bi hemû hêza xwe ya rengîn ve di her qadê de jiyan ji nû ve xemiland, ji bo ku zarokê wê Evdila tu cara reng û keda dayika xwe ji bîr neke.

Ew tovê 4’ê nîsanê bû dara jiyanê û şax veda, ji bo ku ji heval û hogirê xwe re bibe star. Bû şervanê parastina jiyana dayika xwe a pîroz. Ji bo jiyana azad û aştiyê, bi bîr û baweriyek kur ve bû xwedî tevger. Ji bo civakeke azad û demokiratîk, bû qêrîna zarok, ciwan, jin û kalên rûspî. Zarokê 4’ê nîsanê her ku mezin bû ji bo jiyanek hevpar û azad wek Rêberekî jiyanê hebûna xwe bi der û dor, heval û hogûran re par kir. Êdî ew zarok bi nasnama Evdila Tolhildan(ABDULAH ÖCALAN) navê xwe li dîroka gelê xwe da nivisandin. Ew zarok, ji bo mafê jin û civakê bû parêzerê heqîqeta jiyanê. Bû evîndarê hezkirina jiyana her jina kurd, heval û hogirê xwe. Belê, bi gelek ahengiyek dilpak ve nû bûna ji dayika xwazayî girtibû, kir para hemû mirov û civakên bindest. Li hember êrîşên ne mirova ne ku li ser jin û civaka xwezayî û demokratîk dihatin pêkanîn tu car ne pejirand. Li hember zilmê zordet herdem pir bi dijwarî têkoşiya. Ji bo jiyanek hevpar û azad ew zarokê 4’ê nîsanê heta vê rojê jî, ji hêza xwe misqalek jî kêm nekir û hîn bi kûranî têdikoş e. Ji ber vê jî em nikarin vî zarokî ji bîr bikin, ew ji bîr kirin xiyanet e. Çawa ku civaka despêkê hebûn hêz û xweşikbûna xwe bi biharê re têne nasîn û li gor wê demê bi bawerî tevdigeriyan. Em jî di heman wateyê de xwedî ew bîr û baweriya roja pîroz a Rêber Apo ve tev digerin.. Divê em her jinek, ji ew keda ku Rêber Apo di ber jiyana me de daye re bibin bersiva rojên wiha pîroz hîn zêdetir bi wate bikin. Ji bo ku dayika Uveyş   mizgîniya 4’ê nîsanê bi me re par kiriye. Em wek jinên kurd gelek bextvekırîne. Ji dayîk bûna Rêber APO ji cîhana herî tarî re bû tîrêj û giyanek nû anî. Ew zarokê 4’ê nîsanê, ji hişê cemîdî re bû germahiyek, ji dilê kevir re bû wijdanek bi ehlaq, ji jayana bê wate re bû wate, bû hezkirin, ji çavê kor re bû ronahî, ji kulekan re bû ling, ji bê destan re bû dest, ji lalan re bû ziman, ji nexweşan re bû derman, ji bê kenan re bû ken, ji bê dengan re bû deng û yê bê hişa re bû hiş. Ji bo her kesê bû bersivek. Ew zarok bû ken û rûxweşiya ser devê her zarok û mezina. Ew hêz û balkêşiya Evdila Tolhildan(Abdûlah Öcalan) cevherê xwe, di vî zarokê 4’ê nîsanê de veşartiye. Heke kes an jî komik, bixwazin jiyana zarokê 4’ê nîsanê bixwîne divê jînenîgariya vî zarokê meha nîsan û werza bihare baş bixwînin ku bikaribin baş têbigihijin. Em carek din wek her car ku tê pîrozkirin, bi sedema rojbûna 4’ê nîsanê careke din silav û hezkirinê xwe pêşkêşî rojê dikin, em rojbûna zarokê 4’ê nîsanê li me û li hemû gelê me û kesên aştîxwaz pirozdikin. Çêbûna te mizgînîy e. Dayîkbûna te rûmeta me ye. Her wiha bi sedema vê rojê em carek din sonda xwe ya têkoşînê nû dikin.

Nûjiyan Amed.