Ew gerilayên şerker, durûst û di sekna xwe de bi heybetin, meraqe min bû ez wana bibînim û bi wana re jiyanbikim, lê belê ew meraq di dilê min de nema û min bi mirovên wiha re jiyankir. Yek ji wan hevalan jî şehîd Rûstem Kobane bû.
Hevalê Rûstem Kobane yê bi navê Omer Mûslûm sala 1969 an li gundê Kurikê yê girêdayî Kobane ji dayîk bûye. Di malbateke xîzan de mezin bûye. Heyanî şeş salan dibistan dixwîne û di temenekî biçûk de dest bi kardike. Hevalê Rûstem Kobane sala 1988 an ji bona kar derbasî Lûbnanê dibe, li wêderê hevalan nasdike û bi wana re xebatê dide meşandin.
Şehîd Rûstem dibistana seretayî xwendibû, lê belê ji ber rewşa malbatê dev ji xwendina xwe berdide û sala 1988 an derbasî Lûbnanê dibe. Li wêderê hevalan nasdike û bi wana re xebatê dide meşandin. Piştî ku ji malbatên wana şehadet çêdibe û tevlîbûn xurtdibe ew jî sala 1989 an biryar dide û tevlî partiyê dibe. Hevalê Rûstem sala 1990 î derbasî Akademiya Masûm Korkmaz dibe û li wêderê perwerdeya leşkerî û bîrdozî dibîne. Hevalê Rûstem bi wê hesreta ku çiyan bibîne û gerilayetî bike bi pêşniyarê xwe sala 1991 an derbasî çiyê dibe û tevlî şerê îxanetê dibe. Di wî şerî de gelek heval hîna cilên gerila li xwe nekirine û nizanin çek bidin bikaranîn şehîd dikevin. Ew dîmenên şerê îxanetê yên ku me ji hevalên kevin bihîstine, hevalê Rûstem di nûbûyîna xwe de dibîne û jiyandike. Piştî şerê îxanetê derbasî Botane dibe. Li wêderê di pevçûnê de birîndar dibe û derbasî Başûrê Rojava dibe. Piştî ku tedawiya xwe dibîne wan rojên xwe yên piratîkê jibîr nake û bi hesreteke mezin sala 1995 an dîsa derbasî welêt dibe. Di şert û mercên herêma Metîna yên zor de gerilayetî dike û li wêderê qomîtantî dike. Hevalê Rûstem bi hevaltiya xwe tê naskirin û gelekî tê hezkirin. Ji ber wê bi tevlîbûna xwe ya xurt baweriya herkesî qezenc dike û hemû heval dixwazin pê re biçin çalakiyan. Heyanî dîlgirtine Rêbertî hevalê Rûstem li herêma Metîna di nava piratîkên zor de, dimîne û piştre derbasî perwerdê dibe.
Hevalê Rûstem li kîjan herêmên welêt jiyankiriye, çend salan di piratîkê de maye, min bi were parvekir, lê belê ya girîng ewe ku mirov terzê jiyana wî nasbike û hevaltiya wî bi çi awayî be, bi peyvên ku di dil û mejî de cî bigirin bîne ser ziman. Dil û mejiyê ku hevalê Rûstem di van çiyan de mezin kiriye gelo wê bi kîjan rengî were xemilandin, pêwîste herkes texmîn bike.
Cara yekem gava ku min ew dît; min ji xwe re got “ ev hevalekî di temenê xwe de gelekî mezin e, kesayetekî civakî û pijiyaye, heta min ev pirs ji xwe kir; gelo ev di şer de maye ji ber vê yekê ew gihîştiye vê astê? Lê belê berî ku hevalê Rûstem beşdarî partiyê bibe, xwedî kesayetekî pijiyayî ye, ji ber ku bi zanebûne hezkirine welêt hatiye mezinkirin û di malbateke xîzan de fêrî dilnizimî û baweriya bi hezkirine mirovan bûye. Lê belê tişta ku gelekî li xweşiya min çûyî ez û hevalê Rûstem di piratîkê de bi hev re man û perwerdeya leşkerî dida me. Di hevaltiya xwe de nerm bû, dixwest ku bi nîqaşkirine û dayîne fêmkirine hinek rastiyan bi me bide fêmkirin, lê belê di rêzik û disiplîna xwe de gelekî sert bû. Gava ku perwerde dida me, ew cidiyete rastiya şer nîşanî me dikir. Ji bona ku rêflêksên me xurtbike, bi dijwarî ser me de dihat. Di her perwerdeyekê de dihate bîra wî ku, ji ber tecrûbeyên kêm û kêmasiyên biçûk heval şehîd ketine û dixwest êşên wan deman bi me bide hîskirin. Li gel hevalê Rûstem em ji binkeftinê neditirsiyan û me ew hêz di xwede didît ku em ser zor û zehmetiyan de biçin, ji ber ku me dizanîbû wê hevalê Rûstem di zor û zehmetiyan de alîkariya me bike. Qomîtantiya xwe tenê mîna wezîfeyekê nedigirte dest, xwe di ber pêşketina hevalan de jî berpirsyar didît. Ji bona wî qomîtantî negirîng bû, ya girîng hevaltî bû. Heger ku hevalê Rûstem li wargehê ne amade bane cihê wî xuyabû, ne ji ber ku şehîd ketiye ez vê hevokê dinivîsînim. Hevalên xort yan jî hevalên jin gava ku kêmasiyek jiyankiribane misoger hevalê Rûstem mîna hevalekî te yê durûst tu rexne dikir. Gava ku me di jiyanê û di perwerdê de kêmasî kiribane, bi carekê re hevalê Rûstem dihate bîra me. Bi vê mînakê ez çi dixwazim bidim îfadekirin, hevalê Rûstem ti carî destor nedida ku giyanên gemar nefesa xwe berdin jiyanê. Dibe ku di wê demê de temenê me biçûk bû, lê belê di perwerdê de hevalê Rûstem bi me dida hîskirin ku em gerila ne û pêwîste em xwe di leşkertiyê de kûrbikin. Ji ber ku nedigot ev heval temenê wan biçûke û pêwîste em kêmasiyên wan efûbikin, herkesî li gorî kêmasiyên xwe hesabê xwe jî dida. Armancê wî ew bû ku me bi xweşikbûna jiyanê û cidiyeta wê bide hîskirin.
Hevalê Rûstem di sala 2007 an de derbasî Botanê bû û vegeriye cihê ku destpêkê li wêderê birîndar bûye. Li pêşiya merasîma xatir xwestine, ji hevalan re dibêje “ armanca me ji çûyîna Botane ewe ku em bi dil û mejiyekî saxlem bikaribin bixebitin û bersiv bidin wan êrîşên ser Rêbertî û gelê me. Dibe ku em gelekî bêriya we bikin, lê belê di têkoşîna bi dijmin re serkeftin bidestxistin, wê layîqî hevaltiya me bibe.” Hevalê Rûstem bi gurûpeke hevalan re derbasî Mawa dibe. Di demeke kin de bi dijmin re dikevin nava pevçûnê de û li wêderê hevalê Rûstem û hevalên pêre şehîd dikevin.
Gelo kîjan dil dikarîbû xebera şehadeta wî rabike, ji ber em fêrbibûn ku herdem bizanibin hevalê Rûstem saxe û emê dîsa bi hev re jiyanbikin. Dibe ku şehîdketiye lê belê em wî di ruh de jiyandikin. Exlaqê ku bi me dane qezenckirin di her dîmeneke jiyanê de, hevalê Rûstem tîne bîra me. Wê kî bikarbe hevaltiya hevalê Rûstem jibîr bike. Ji ber ku di her kêliyeke vê jiyanê de tu bê hevaltî nikare jiyanbike, hevalê Rûstem jî bi hevaltiya xwe em perwerde kiribûn ku, em hevaltiyeke çawa bi jiyanê û bi hevalên xwe re bidin meşandin. Her şehîdek bi bîranînên xwe jiyanê li me ronîdikin û hêviya serkeftine her ku diçe di me de mezin dikin.
Dunya Cemîl