Wekî ku min di sernavê nivîsê de jî diyar kiriye, AKP êdî bûye sazkariyeke leşkerî. Ji ber ku rasterast li Kurdistanê bi hemû saziyên leşkerî re; di serî de bi JÎTEM, cahş, nokeran re têkildar in, heta pêşengiya wan dikin. Li ku devara Kurdistana Bakur cahşîtî, çetetî, karek qirêj, fihûş, tilyakêşî hebe ew AKP’iyên mûnafik di nav de ne û bi xwe dikin. Dema ku vê dikin jî li ser navê îslamê dikin.
Îro li Kurdistanê AKP bi kadroyên xwe pêşengiya şerê qirêj û taybet dikin û rasterast bi çarenûsa gelê kurd dilîzin û her diçe xeter dibin. Di serdema çaremîn a berxwedaniya tevgera azadiyê de, herî zêde hêza ku astengî derdixin, bi derewan dijberî dikin, pişavtin û asîmîlasyona li ser kurdan kûr dikin, bi ol û dîn dilîzin û saziyên dewletê li Kurdistanê rewa dikin ew in. Mixabin hinek derdorên ku li ser navê îslamê di nava vê qirêjiyê de ne jî haya wan ji wan nîn e.
Êdî AKP yeksan e, walîtî, qeymekqamî, artêş, polês, cahşîtî. Ev zihniyet rasterast zihniyeta dewletê ye. Ev dewlet jî, ev sed sal in her cure qirkirin, mêtandin, pişavtinê li ser gelê kurd meşandiye. AKP jî îro bi vê zihniyetê re hevkarî dike û ji bona berjewendiyên xwe, ji bona îktîdara xwe zexm û domdar bikin, her cure nirx û rûmeta gelê kurd binpê dikin.
Qadroyên AKP’ê hewl didin di nava civakê bêexlaqiyan bi pêş bixin. Mînakên herî dawîn ên li Berwarî û Sêrtê bo vê mînak in. Di van bûyeran de rasterast qadroyên faşîst û mûnafik ên AKP’yî cî girtine. Li ser vê digel ku ewqas ji hêla tevgera azadiyê ve hatine hişyarkirinê, hê jî ev sekna wan didome û wekî partiyeke paramîlîter tevdigerin.
Îro li Kurdistanê di girtina zarokan de, di lêdana dayîkan de, êşkencekirina cenazeyên hevalên me de, di pêşvebirina fihûş û tecawizan de, di zêdekirina operasyonanan de, di girtina siyasetmedarên kurd de şanenava AKP’ê heye. Yanî rasterast êrîş birine ser siyaseta demokratîk a kurd. Ev jî bixwe rewabûna AKP’ê ji holê radike. Yanî ji niha û şûn ve AKP û hemû qadroyên wan, ne endamên partiyeke siyasî ne. Ew cahş in, ew tecawizkar in, ew polês in, ew JÎTEM in, ew şewatkarên daristananên Kurdistanê ne, ew êşkencekarên cenazeyên kurdan in....
Ji ber vê yekê, divê her xebatkar an qadroyek AKP’ê asûna xwe ya dijminantiyê bizanibe. Her yek ji wan, neyar û dijminên gelê kurd in. Kî li ser navê wan bixebite, destê wan di xwîna kurdan de ye. Ji bona wê jî, cudahiyek di navbera polês, leşker an AKP’iyek de nemaye. Loma jî, ku ji wan yek bi yek hesap bê pirsîn, bila xwe li kerîtî û kerîtiyê daneynin. Wê ev gel hesabek mezin ji wan bipirse. Bi taybet, serokên bajaran, ên navçeyan, encûmen û xebatkarên AKP’ê yên li Kurdistanê ku vê peywira xwe bidomînin, ger ku bi lezgînî dev ji vê bêşerefî, bênamûsî û xwefirotiyê bernedin wê li hember dîrokê hesabek mezin bidin.
Gelê kurd niha şerê “Parastina hebûnê û pêşvebirina azadiya xwe” dide. Ew derdorên ku li ser navê AKP’ê dixebitin, divê bizanibin rasterast li hember hebûna gelê kurd in û di xwîna dirêjê de jî berpirsin. Loma jî, divê ev derdor rewşa AKP’ê bizanibin, kesên mîna Tayîb Erdogan baş bizanibin û ji bona van derdorên ku dijminên gelê kurd in, xebatek nekin û werin ser riya heqiyê. Nexwe, wê wekî cahş, noker, endamen JÎTEM’ê, fihûşkar û xiyanetkar bêne hesibandin.
Aram Masîs