HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Tecrîda li ser Birêz Ocalan gihişte 500 rojan. Her kurd deyndarê şerê li dijî faşîzma Îttîhayiyên kesk e.

------------------

Felsefeya dîrokê, mezin dinêre û dîroka mirovahiyê di formulên matematîkî de dide. Lewma zanista sosyolojî dibe bingeha dîrokzanan… Dîrokzan jî, bûyeran di çarçoveya sosyolojîk de digirine destên xwe.

Hegel jî, Marx jî, Toynbee jî serî li heman riyê dane.
Greva birçîbûna girtiyên azadiyê li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê di felsefeya dîrokê de, roleke sosyolojîk dilîze. Bi sosyolojî re, cihekî edebî jî di dil û mêjiyê mirovan de çêdike. Lewma ezê gotina; “ez tecrîd im, di çala mirinê de… Ez helbest im di greva birçîbûnê de, ez roman im, di hucreya tenê de, ez kurd im di zindana servekirî de…” bi kar bînim.

Ezê gotina; “ez Zerdesht im, di devê sergerdeyê Erdogan de… Ez Êzdî me, li Roboskî, li geliyê Tiyarê qirkirina çekên kimyewî de…” bikar bînim.

Ezê gotina; “ez di milemyuma belengaz de Kawa me li dijî Dehaq im... Ez Aşê Hubetê Derya Birahîm im, li dijî Nemrud im.. Ez Musa me li dijî Frawun im…” bikar bînim.

Ezê gotina; “ez hebûn im li dijî dewleta ceberrûd, wek teqînek volkanîk ya halezona şemsî me, di dergehê qaranî de pûtên Îttîhadiyan û cunteya Erdogan dişikînim” bikar bînim.

Ezê bi devê Ocalan bêjim; “ew pira jiyana azad in” bi kar bînim û di destanên homerîk de bilorînim....

Birêz Abdullah Ocalan, ev gotin ji bo têkoşerên ku li dijî Cunta Ewren canê xwe kirin mertal û di şoreşa kurdî de bûne pêtên agirê Kawa bikaranîn. Îro, em destanên wan cengaweran dixwînin û dibînin ku şoreşa Kurdî, di hest û hestiyariya wan kesan de bûye rengê jiyanê. Ev rengê jiyanê dîrokek nû ye û li ser bingeha bûyera sosyolojîk hatiye avakirin. Ev bûyera sosyolojîk, îro careke din li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê zindî bûye. Ev bûyera ku reng dide dîrokê, vê carê, li dijî cunteya Erdogan wê bibe teqînek volqanî.

Sirr û razên avakirina cîhanê, yekemîn car di Zend Avesta de, bi navê din di Pirtûka Heft Mohrî de hate nivîsandin. Îro, di çar pirtûkên pîroz yên olên semawî de cih digirin. Germahiya wan sirr û razan di hêza mirovan de û di cengaweriya pêşeng û lehengên mirovahiyê de veşartî ye. Îro jî mirovahî li hemberî agirê wan mirovên pêşeng û leheng germ dibe û di riya jiyana bi rûmet de dibê karwanekî bêpayanî.

Sirr û razên Şoreşa Kurdî jî, di agirê bedena cengawerên li dijî Cunta Ewren pêket de veşartî ne. Îro jî, gelê kurd û gelên li herêmê li ber germahiya rimiya pêtên agirê bedenên halezonîk di nava tevgera dîrokî de ne.

Her roj bûyerên sosyolojîk derdikevine holê û reng didine dîroka nû ya herêmê. Her buyer, li dijî faşîzma ku ji nûkirina kapîtalîzmê derdikevê holê, şerekî nû ye. Di destpêka sedsala bîstûyekê de, mixabin, kapîtalîzmê, wek marê ku di destpêka Biharî de xwe biguhere, kalanê xwe ji ser xwe biavêje; di guhertina vê sedsalê de “faşîzma kesk” derxiste holê û Cunta Erdogan li sere pramîda vê faşîzmê rûnand.

Afirgerd, yanî Xedawendên wek pêşeng û lehengên bûyerên sosyolojîk, ku 30 sal in şer dikin, îro li dijî faşîzma kesk û li dijî Cunteya Erdogan şer dikin. Cunteya Erdogan xerab dilîze û kûr û dûr lêdixe… Tecrîd jî kiriye, bingeha kiryarên qirkirinên xwe. Geh li çiyan di çekên kîmyewî de, geh di rehîn-girtina siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, jin û zarokên Kurd de, geh li Îmralî bi zincîr û lelekirina Serokê Haraketa Azadiya Kurd de… Û ha ha engizisyona asimîlasyon û qirkirina kulturî bikartîne.

Lewma girtiyên azadiyê, di şerê li dijî Cunteya Erdogan de, di formulek matemetîkî de, wek afirgerdê sosyolojiya dîroka nû, di bedena xwe de destanekî nû dinivîsin. Ev stuna sêyemîn ya dîroka nû ye. Li Grava Imralî jî zincîr û leleyên zulmeta Erdogan têne parçe kirin. Navê vê têkoşîna dîrokî, otopsiya li ser birîna sedsalê ye û navê wê azadî ye, demokrasî ye.

Germahiya sê stunên dîroka nû, Kurdistanê dipêçe, li herêmê bela dibe û digihe Ewropa. Bi xetên qalind, “îstîkbala” paşerojan destnîşan dike. Dîsa bi xetên qalind “îstîkbala” paşerojên kiryarên aşûfteyî yên Cunta Erdogan destnîşan dike. Navê vê neynika dîrokê, tacîdariya jiyana bi rûmet û hevpar e!...

Ezê di dawiyê de bêjim; ez di mîlanyuma belengaz de, bedena “qutb-û sultan”ên ku dibine ronahiya sedsalê, navê xwe li Kurdistanê dikin, bi Lebşêrîna Êzda, êşa wan teva di dil û bedena xwe de dijîm û wan bi dilgermiyek edebî maç dikim.

Medeni FERHO