Demjiyana Îttîhat-Terakî, heyameke reş e.
Sosyologên weke Nezîh Merîç, “ hikmet-î vucuda” Îttîhat- Terakî, ji Tirkîtiyê dûr nîşan didin û wek îxaneta li hemberî nasnameya Tirkîtiyê bi nav dikin.
Nezîh Merîç, Îttîhat-Terakî wek bêjiyên kulturê binavdike û suc dike aliyê Osmaniyan û dibêje: “Osmaniyan mîrateyeke kulturî sazkar nekir, li ser mîrateya kulturên cûda rûniştin û sentezek jî dernexistin holê. Kultureke dewşirme, bêjî derxistin holê.
Îtîhat-Terakî jî, encama kultura dewşirmetiya bêjî ye û ber bi kultura Ewropa bezî ne. Di encamê de bûne maşika destê Ewropiyan û faşîzmeke reş di kolanên payîtexta Osmani de şîn kirin. Eger mirov van gotinan şîrove bike; Îttîhat-Terakî îxanetkar in û bingeha faşîzma Tirkiyê avakirine.
Ev dîtin û rexneyên tund didine xuya kirin ku, îxanet bingeha faşîzmê ye.
Di van rojan de, “îxanet” di rojeva gelek nivîskar û entelektuelên Kurd de ye û bi rengên cûda tê nirxandin. Ez dîtina Nezîh Merîç parvedikim û îxanetê bingeha faşîzmê binavdikim.
Dema ku mirovek îxanetê li gelê xwe dike, bingeha faşîzma li dijî gelê xwe jî amade dike. Mînakên vê rastiyê, di şerê 30 salî de gelek, gelek, gelek hene. Wek mînak; serokcaşên ku gerila sax parçekirine û rêzantiya hêêzn dagirker kirine, bingeha faşîzma reş li Kurdistanê jî ava kirine. Para wan di gunehkariya gorên komî de heye. Ji ber ku ew jî bûne, destê cesedê li ser kevirê teneşîrê û bûne teliya li ser lingikê çek.
Nezih Merîç dibêje; “gelê Tirk, fêrî şefîtiyê, yek mirovê otorîter, padîşah û siltan bûye. Bi sedsalan e ku gelê tirk, di rengê yek serdestî de hatiye rêvebirin. Lewma herî zêde, faşîzm li bejna gelê Tirk tê û kes jî li dijî dernakeve.” Ev tê wateya ku hişmendî, li Tirkiyê hatiye mumya kirin û bûye cesedê li ser kevirê teneşîrê.
Di cesedê li ser teneşîrê de, hiş û raman çênabe.
Dîroka Tirkiyê cesedekî bê hiş û raman e û cesedê li ser kevirê teneşîrê ye. Li derî demê ye û îdeolojiyek derî “hikmet-î vucud” e; li ser bingeha talan û înkarê hatiye avakirin. Ittîhat-Terakî bingeha vê îdeolojiya derî hikmet-î vucud e û wek destê cesedê li ser teneşîrê kar kiriye. Ji bilî teliya li ser lingikê demançê, tiştekî din pêşnexistiye.
Heta berî deh salan, ew destê cesedê li ser kevirê teneşîrê, ku bi çavkaniyên kultura dagirkirî dihate xwedî kirin, di rengê spî de bû.
Piştî desthilatdariya AKPê, ev reng û kutur bi zewaceke balkêş hate guhertin û “dewr-îstîbdad”a Wahdettîn destpêkir.
Di demjiyana Osmaniyan de, her cûre pirsgirêk bi Qur’anê dihate çareser kirin. Pêdiviya hişemdnî û ramanekî cûda nebû. Faşîzma reş jî di her kolan û qadên jiyanê de ala xwe dibalivand. Xwendevan, dikarin bêjin, di wê demê de faşîzm ne dihate zanîn. Rast e, her çiqasî, gotina faşîzmê, ji navê qamçiyê destê parêzerên Sezar hatibe û bi saya Musollînî ketibe ferhenga hemdemî ya mirovahiyê jî, wateya wê di dema Osmaniyan de jî ev kujeirya reş ya bêbextî û telqareşî bû. Îro jî Erodgan heman faşîzmê, bi heman rêbazan û bi saya îxanetkarên di kêleka xwe de dide meşandin.
Piştî, padîşahê hemdemî Erdogan, mîna Kanunî helbest xwendin û hate ser desthilatdariyê, şûrê xwe ji kalan kişand, mehra xwe bi egzotîzma cemaeta Fetul-munkîr re kir. Mehra egzotîzmê, gunehkar e û vê gunehkairy bêhtir ji her kesî dizane. Ji ku ev mehra gunehkariyê, her cûre pîrozî û “muqedesatên civakî û ezmanî” bi kar tîne. Bi vê mebestê hişmendiya wek “bedduayê” dijber dibîne û êrîşî dike. Encama, girtina rojnamevanên Kurd ev e. Erdogan bi vê giritnê, hişmendî, hiş û ramanê azad, wek “bedduayê” dît xwest, medya alternatîf bêdeng bike.
Faşîzm tirsonek e û dijberên xwe ji holê radike.
Lê Kanunî, ji Erdogan bi insaftir û ciwamêrtir bû. Ji ber ku Kanunî bi karê zivkeriyê jî mijul dibû û zivkerî jî afirgerî û dilsoziya bi nirxên cografîk û estetîk re ye. Kanunî, Kurdistan û gelê Kurd red û înkar nekir.
Efrad-i Îttîhat-Terakî, Erdogan, ev xisletên maqulî di xwe de ranagire. Helbestan dixwîne, navê Kek Musa Anter, Ehmedê Xanî û hwd. bikar jî tîne. Lê mîna Kanunî ne hostayekî zivkeriyê ye û esteteîk û nirxên cografîk û keda mirovan, dîrok û ratsiyê inkar dike. Lewma, li holê tenê cesedê munyakirî û li ser kevirê teneşîrê dimîne. Hingî teliya Erdogan, li ser libika çek dimîne û kar dike.
Îro Erdogan, dixwaze ku faşîzma li ser bingeha îxanetê pêşbixe. Li Başûr, Bakur, Rojavayê başûrê Kurdistanê, ha ha, ha ha di nava lêgerînên seferberî de ye. Bi van hewlanan, Erdogan jî, hişmendiya Îttîhat-Terakî bi cûbeyê kesk pêçaye û bi israr, bi israr îxaneta nava Kurdan dike rojevê. Weke darikê hewdelê, nava Kurdan tevdide û dixwaze Kurdan bîne pêşberî hev. Hinekî biser jî ket, hinek kes li dora xwe dane hev û wek maşikê bikar tîne. Dema ku maşik di destê mirov de hebe, mirov bê tirs radihêje pereng û pîzotên argûnî.
Ev li dijî sosyolojî û dinamîzma civakan e.
Ji ber ku mirovahiyê faşîzm tecrîd kiriye û wek gunehkariya mirovahiyê mahkum kiriye. Gelê Kurd jî, îxanet tecrîd kiriye û wek gunehkariya li dijî xwe mahkum kiriye.
Lewma, lingê îxanetê, li Kurdistanê û di nava gelê Kurd de nema sefik digire.
M. Bagok