HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Roja yekşemê, (22. 01. 2012) saet di 24.00an de, rûpelekî reş, belgeyeke rûreşiyê di dîroka mirovahiyê de zêde bû. Di herka dîroka demdirêj ya mirovahiyê de, gelek bûyerên wiha dramatîk hene û wê di paşerojan de jî derbikevin holê.

Mijara me, reşkirina ekrana ROJ TV ye û paşverûyên îdealîst, qîrên serketinê didin.

Aliyekî vê bûyera dramatîk huquq e, aliyek demokrasî ye, aliyek nirx e, pîrozî ye, ademiyet e, aliyê din jî siyasî ye. Lê balkêş e ku ev argument teva, di tara bêjinga siyasetê de dîl hatine girtin. Ji ber vê çendê, paşverûyên îdealîst, ji her bûyerê payekê ji xwe de dibin.  bûyerên drametîk zêde derdixine holê.

Demokrasiya bi huquq tê parastin, bûye şûrê her du aliyên wê tuj. Aliyekî devê şûr huquq e, aliyê din yê devê şûr jî siyaset e. Yek dikuje, yek diparêze... Yek yek mizansenan amade dike, ya din meşrû dike.     

Sîstema modernîteya kapîtalîst jî, çavkaniya van bûyerên drametîk e.

Li Tirkiyê, kiryarên ji drametîzmê wêdetir derdikevin holê. Lê, ev bûyer ji dramê jî wêdetir in. Mînaka vê jî, bikaranîna çekên kimyewî û komkujiyên  têne kirin in. Ev kiryar bi dramê nayê binavkirin. Ji ber ku faşîzm dramê nake, slogana “vîva muerta- bijî mirin” diqîre.

Vêce, li hemberî bikaranîna çekên kimyewî û komkujiyên li dijî gelê Kurd, siyaseta sîstemê û huquqê sîstemê, li derî Tirkiyê jî  bêdeng e. Helbet ev ne gazin e, rastiyek e. Ji ber ku, dayika sîstema li Tirkiyê, îddîa dike ku ew huquqê gerdûnî û siyaseta zanistî diparêze. Di huquqê gerdûnî demokrasî û mafên mirovan bingeha edaletê ye; di nirxê siyasetê de tewşele, şantaj, dek û dolabên şelandin û xapandinê nîne, felsefe û rêzantiya dilosîz heye.

Lewma em dibêjin, bêdengiya dayika sîstema kapîtalîst, nirxên sîstemê jî dikuje. Lê ya giring, nirxên ku wek rûmet û pîroziyên mirovahiyê têne dîtin in. Ev nirx û pîrozî, bi têkoşîn û xwîna mirovan hatine bidestxistin; lewma di ser her tiştî re têne dîtin û wek xelata ademiyetê gerdûnî dibin.

Mafên mirovan, encama xwîna gelê Fransa, (Şoreşa Fransa)  encama xwîna têkoşîna gelên cîhanê ya li dijî diktator û tîranan e. Ev nirxên giranbiha her tişt in û di xisletên insan de, sembolîze dibin û wek destanan, wek niyazên ezmanî  dibine mucîzeyên jiyanê. Ji bo vê jî, em bi hesanî  dikarin behsa nirx û pîroziyên gelê Kurd û Şoreşa Kurd dikin. Îro, dêî nirxên Şoreşa Kurdî di “manzumeyan” de bûne hevokên kozmîk.

Vêce ROJ TV, tenê berhemek ji van xisletên afirgeriyê ye. Gelê kurd di nava 40 salan de, bi têkoşîna xwe û rijandina xwîna xwe, ked û xwêhdana xwe, hinek nirx û xilsetên wek malê mirovahiyê afirandin. Ji aliyê din ve  nirx û pîroziyên mirovahiyê jî parastin.

Mirov dikare van nirxan yek bi yek bi hejmere; lê na, giringî ne di hejmara matematîkî de ye, ya giring  di avakirina sîstema gel û kolektivîzmê de ye. Sîstema gel û kolektivîzmê, xewnên dijmin revandine. Êîrşkeriya wê jî ji vê çendê ye.

Ev sîstem, di dema Marx, Engels, Lenîn, Troçky û Mao de jî ne kete rojevê. Babel, hinekî nêzîk bûye û “Dewleta Gel” pêşniyaz kiriye.  Lê serneket. Ji ber ku di sîstema Babel de, desthilatdarî heye û navendî ademiyet- merkezi ademiyet hebû. Ji bedêlêa kontrola gel, navendî ademiyet!... Ev jî detshaildairyê diafirîne, lewma cûdatiya wê ji desthilatdariya karkeran nîne. Di sîstema Şoreşa Kurd de, yanî Xweseriya Demokratîk, dibin kontrola gel de, bêyî desthhilatdarî û navendî  ademiyet werê avakirin, kontrol û parvekirinê dike. Huquq xwezahiye, bingeh mirov e,, malbat e, gund e, tax e û civak e... Di encamê de afirgeriya kollektîf e, bi riyên beyhûda û berjewendiyên kesayetî, grub û koman nayê berteref kirin.

Dema ku em li biryara Dadgeha Kopenhag ya derbarê ROJ TV de daye dinêrin, vekirî tê xuya kirin ku huquqê sîstemê, bi siyaseta sîstemê ve girêdayî ye û berjewendiyên sermayedar û desthilatdariyê parastiye. Teşqele têde heye. Yanî xeta “edalet bingeha milk e” şopandiye û edaleta ji bo komekê, ji bo desthilatdarekî  daye. Gel, mafên mirovan, huquq, demokrasî, nirx nînin. ROJ TV, berdevkê gelê xwe ye, hawar û qîrêna gelê xwe ye... Gel, yanî cemahîr, yanî komên xelekê, ademiyet, nirx û pîrozî... Lê Dadgeha Kopenhagê çi biryar da, gotinên sermayedarên global û şûrê zorê “teror” qîriya. Ev ji “heqanetê” wêdetir haqaret e. Biryar mina ku “huner ji bo huner e.”

Di Xweserya Demokratîk de, huquqê xwezayî ku li ser bingeha mirov û nirxên mirov(hiyê) hatiye rûnandin heye. Di vî huquqî de, rêbaz, “edalet bingeha mirov û nirxên mirov e.” Ev sîstem, hinekî dişibe “huner  ji bo gel e.”

Di sîstema modernîteya kapîtalîst e, huner, bûye amûrekî rastmaliyê û ji nirxên mirovahiyê zêdetir, bûye rûmetdariya dewlemendan. Ev tê wateya ku rêbazên MAFIA, ku di çarçoveya huquq û kanunan  de, meşruiyet bidestxistiye tê parastin. Di dema ku polîsê çûne atolya Pîcaso û pirsa “te çima Guarnîca çêkir” got, “ne min we çêkir”, ji bo  Tirkiyê û piştgir û destekvanên Tirkiyê dikare werê dubare kirin.    

Kiryarên darbekarên 12ê Îlonê, ku bi navê “Babayên bavê Babayan”, û kiryarên MAFIAtî, bi mîzaha reş dihatin gotin, îro jî, di şexsê Erdogan û tayfeyên wî de têne dubare kirin, rê û rêbazan nasnake. Me gelek caran navên Mussolînî, Hîtler, Salazar, Fanco û her weke din, bi navê Erdogan re, bi mînak û kiryarên weke hev anîne beramberî hev. Gelo Erdogan, mina van kesên ku me navên wan hejmartin, erkên  desthaidlairyê teva bix we ve girênedane? Belê!... Naxwe?...

Dema ku sîstem faşîstekî diafirîne, heta dawiyê bikartîne, kiryarên wî diparêze. Reş kirina ekrana ROJ TV jî encama vê sîstem û zihniyetê ye. Ji bo Kurdan ne kiryareke  biyanî û ecêb e. Di dîroka Kurd û Kurdistanê de yekemîn car telewizyona Med TV hate vekirin, dilnekirin, qçm nekirin girtin. Medya Tv hate vekirin, car din bi heman temtêlê girtin. Roj Tv hate vekirin, dîse heman bextreşî nîan dan. Vekirin nirx e, girtin rûreşî ye. Vekirina ked û xwehdanê ye,  mafekî demokratîk, huquqî  û insnaî ye. Girtin hewdaneke li dijî van nirxan teva ye, yanî faşîzm e... 

Kê xwest, AKPe ûd ewleta Tirk, kê kir, hêzên global û Xwedawendên sîstema modernîteya kapîtalîst. Yanî çete, kontra, gladio, jitem... Yanî zihniyeta belakirê Kasimpaşa û Rambo... Gelê Kurd, îro li dijî van sergerdeyên ku bûne bela serê mirovahiyê şer dike. Fransa, îro li Senato, kanuna qirkirina Ermeniyan nîqaş dike; Tikriye bi zihniyeta sergerdetiya Kasimpaşa dijbeirya xwe tîne ziman. Lê Fransa ku nirxên Şoreşa Fransa qadûk kirin, mulga kirin, di nava lingê hespan û palêtên tankên dagirkeriyê de hiştine, nikare li xizaniya Ermeniyan jî xwedî derbikeve û imzeya xw ebiavêje bin kiryareke ademî.

Biryara Dadgeha Kopenhag û biryara Nîlsatê û ya Eutelsatê jî mînaka vê ne. Lê Şoreşa Kurd, da xuya kirin ku têkoşîna gelan dikare, xwe ji xweliya xwe biafirîne. Bi vê mebestê, Haraketa Kurd û îdeolojiya Şoreşa Kurd, wê vê badîreya rûreşî û bextreşiyê jî derbas bike. Wê  dikaribe nirx û pîroziyên xwe jî biparêze.

Pirse sernav nivîsê giring e, bersiva wê jî, sîstema alternatîf e.   

Medeni FERHO