Vê carê tu navnîşana pirtuka min ya ku nehatiye nivîsandin. Hevala min Têkoşîn, delalê li ber dilê min… Ji nav dilê xwe yê bi êş, jı te re dinivisînim. Nameyek ji mizgîniyê ji nava dilê çiyayên ku azadî dibiriqe û mezin dike dişînim. Ez li te digerim, dixwazim bêhna porê te bikim, dengê te yê zelal bibihîzim. Dengê te yê ku mirovan dixe nav xeyalên kur. Keça ware azad Têkoşîn; te tînim bîra xwe, di hizrandinên xwe de xeyalan dikim û sûretê te yê ruken tînim li ber çavên xwe. Dema dibihîzim nave te yê bedew, diherikim ber bi warên azad ya Botanê ve. Kulîlka li ber çeman, nergîza li ber kaniya, êdî bese… Ma heta kîjan dem tu bikişînî derd û xeman, heta kîjan demê bikişînî xem û kulan. Ka serî xwe rake û hewirdorê xwe bimeyzîne, dar û daristan hewirdorê te dorpeç kirine, demsal bûye payiz li Gabar bûye zivistan, her der bûye berf û baran.
Hevala min, Têkoşîna min, evîna dilê min… Gula li ber bêhna min, stêrka tariya şevê ez jî bi du te ketim û bê te bi tenê mam. Li van warên azad her dem li te digerim, keniya li ser ruyê te di ezmanên sêwî mayî de digerim, dengê te yê ku mirovan dixe nav demên dûr, bi dengê xwezaya bedew ve dibihîzim û xweşikbûna çave te yê ku mirov dikeve nav jiyanekî dirêj û dûr. Deryaya hevaltiya min neçe nav xeribiyê, li axê nezivire, tu jî dizanî ku em nikarin hevalê xwe yê rûken dur jiyan bikin. Dilê min ê ku di nav deman de rêwîtiyê dike ra nake rêhevala minê bedew.
Heval Têkoşîn hevalekê wisa bû di jiyana xwe de tu kes jê nediêşiya, di hevaltiya xwe de û di jiyana xwe de her dem minak bû. Xwedî zanistiyekê mezin bû, di meş û tevgera azadiyê de her dem bi taybetmendiya xwe yê hevaltî ve derdiket pêş. Bi vê taybetmendiyê ve diket nav dilê hemû hevalan. Di xebat ü têkoşîna xwe ya azadiyê de xwedi pîvan û rêgez bû. Tu car sere xwe ji nebesî û kêmasiyan re neditewand û li hember hemû zor û zehmetiyan xwedî helwestekî bû. Ji bo heval Têkoşîn çi merc bibe bila bibe her dem di nav kar û xebatan de li pêş bû û erkên mezin cî bi cî digirt li ser milên xwe. Jiyana xwe de bi hestên berpirsyariyê nêzî dibû, her peywîrên ku diket pêşiya wê bi awayekî bawer diçû li ser kar û her dem karê xwe bi serkeftî dawî dikir. Heval Têkoşîn bi van taybetmendiyê xwe ve di têkoşîna azadiyê de roj bi roj bilind dibû û her dem mezinbûna şoreşgertî ji bo xwe hîm digirt. Ji bo wê di nav hevalan de xwedî cîhekî taybet bû. Bi heskirina xwe ya hevalan û bi heskirina jiyanê ve wek têkoşerekî azadiyê rol dilîst. Her dem xwedî coş û moralekî mezin bû, caran bi stranan, carna bi helbestan reng dida jiyana xwe û ye hevalan. Erk û berpirsyariyên xwe yê şoreşgerî li ser her tiştê de digirt û ji bo vê heta dawî hewl dida. Bi vê wateyê ve her dem rêveber ü rênas bû. Heta roja ku me bi heval Têkoşîn re jiyan dikir, wek hemû dildarê jiyana azad tevli kerwane şehîdan bû. Heta hênasa xwe ya dawî di meşa azadiyê de wek her demê heval Têkoşîn di pêş de cî girt. Ew wek şopvanê şehîdên nemir tevgeriya û di dawî de gîhaşt hesret û bêrîkirinên xwe yê mezin. Bi vê zanabûn û hestên azadiyê bû şopvanê şehîdên şoreşa Kurdistanê û xwe kir taca li ser xaka Kurdistanê. Gîhaşt dîroka hûndabûyî û bi dayîka pîroz re hevdîtinekî azad pêk anî.
Têkoşîn bejna sosina welatê min, zeriya tava me ya azadiyê… Ez niha li te digerim rêhevala min, ew bejna te yê narin dihejîne, gul û sosina li ser axa welatê min tu xezala li ser çiya û zinaran… Ez her çiqas hewl didim jî te nabînim, çavê min li benda te rêwî ma li ser rêkên dîrokê. Şehîd ji bîr nakim ew dilê te yê ku dibe şewqa tîrêjên rojê, ew hestên te yê ku hewirdor ronî dike û ew meşa te yê ku di her bihuştê de dengê dîrokê hişyar dike. Heval Tekoşîn keça wargehê azadiyê, xwedavenda bihuşta welatê min, tu bû efsûna jiyana azadiyê, dengê dilê çiyayê Gabarê, ba û bahoza heyva mijdarê. Va ji te xatir dixwazin gulên sor û zer, diyarê te dikin hemû bedewiya biharê.
Bêhna bihara zêrin ji te re rê dikim rêhevala min…
Hêvîdar Raperîn