Di xwezayê de çar demsal hene; payîz, zivistan, bihar û havîn. Her demsalek bi taybetmendiyên xwe xweş e. Di payîzê de pelên daran zer dibin û bi baranê ev demsal xwe dixemlîne. Gerîlla di vê demsalê de bi piranî amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê dike; çêkirina mangayan, amadekirina erzaqan û hwd. Gel jî bêguman di nava amadekariyan de ye. Zarok ji bo biçin dibistanê bi helecanek mezin li benda vekirina dibistanê ne. Ji ber ku cîhana me di rewşeke bê edeletiyê de ye, bêguman hin zarok jî neçar ji ber xizaniyê hevalbendên xwe yên ku pirtûkên xwe kirîne û kincên nû li xwe kirine temaşe dikin. Hin zarokên din jî hene ku ji vê bê edaletiyê zirarek mezin dîtine. Ev zarok jî zarokên kuçeyan e. Ên ku cihekî wan ku serê xwe têbixinê û zikê xwe têr bikin nîn e. Dema ez vê gotine dinîvisînim di sala 1997’an de li Stenbolê du zarokên ku di saetên şevê de li ser çopê xwarin kom dikirin hat hişê min. Demsala payîzê bû di destê min de hinekî fêkî hebûn û ez ber bi malê ve dimeşiyam.
Ew roj bazar bû esnafên derdorê fêkiyên di dezgehên xwe de difirotin. Ber bi êvarî jî karên xwe qedandibûn û her kes çûbûn malên xwe. Lê belê ew zarok di nava wan çopan de, li fêkiyên nerizayayî digeriyan. Ez nêzî wan bûm. Bi kurmancî diaxifîn. Ew zarokên ku gund, mal û erzaqên wan û tevî xizmên wan ji aliyê leşker û tîmên taybet ên tirkan ve hatibûn şewitandin . Di rûyê wan de xemgîniya koçberî, di çavên wan de dîmenên şer hebû. Lê belê ligel van yekan mirov di sekna wan de egîdi, mêrxwazî û biryarbûnê didît. Ew dem min li fêkiyên di destê xwe nêrt û tevahiyan teslîmî wan kirim. Cixareyek vêxistim û bi meşeke hêdî ber bi malê ve ketim rê. Belê zivistan jî bi berf, baran û dijwariya xwe xwedî taybetmendiyek e. Barîna berfê bêguman hin kesan kêfxweş dike. Wan dixe nava lêgerîneke ku dê li ku derê geştiyara zivistanê derbas bikin. Ji bo wan berfa ku xwezayê wekî çarşefeke spî dixemlîne lîstokeke û heta demsala biharê bi vê lîstoka xwe demên xwe derbas dikin. Lê dîsa jî ez xwe ji fikirandina zarokên ku kincên wan ên zivistanê tine ne, solên wan ên qetiyayî paş ve nahêlim. Ew zarokên ku jê dêvla sobê bi hilma xwe, destên xwe yen biçûk germ dikin. Li çiya jî ev demsala zivistanê pir dijwar derbas dibe. Gerîla di vê demsalê de ji ber ku bihar nêz dibe, amadekariyan dike. Tevî hemû dijwariya hewayê, berfê û sermayê… Her çiqas çiyayên Kurdistanê bi xemilandina berfê dîmeneke xweş derdixîne holê jî di hişê xwe de ew zarokên dicemidin difikire. Ger imkanên wan ên xwe gihandina wan zarokan hebûna, wê wan bi germahiya rojê hemêz bikirana û maçî bikirina. Jixwe ji bo wê keliyê, gerîla têdikoşe û bawerbikin zarokno, gerîla ew germahiya xwe ji bo wê demê diveşêre. Demsala biharê, demsaleke ku tê de dengên çûkan, xumexuma avan, şînahiya xwezayê û biriqandina Rojê.. Ev demsal di nava xwe de helecanek dihewîne… Zarok di vê demsalê de li kuçeyan bi hevalbendên xwe dilîzin, ne wekî zivistan û payîzê be jî kulîlk û bişkuvandina darên fêkî, xwezayê xweş nîşan didin. Dayîk jî di vê demsalê de, li kolanan reng vedidin, bi kincên xwe yên gelerî û dirûşmên ji bo Rêber Apo li kolanan olan didin.
Di vê demsalê de rengek tarî xwe nîşan dide; ew jî polês û tîmên taybet ku di destê wan de jop hene û li hemberî daxwazan bê tehamûl tevdigerin. Yek ji xweşikahiya vê demsalê jî Newroz e. Meha nîsan û gulanê jî, meha şehîdan e. Gerîla di vê demsalê de bi çek û rextên xwe, bi coş û helecanê, Rêber Apo silav dikin. Berê xwe didin Dêrsim, Botan, Cudî û gelek herêman. Me got ya zarokno! Gerîla ji bo wê demê têdikoşe. Ber bi demsala havînê ve êdî roj bi tevahî germahiya xwe, xwe nîşan dide. Hûn li bajaran di nava wan çar dîwaran de ji germê aciz dibin. Gerîla jî di wê germahiyê de bi roj xwe davêje bin darekê û rojên azad difikire. Di vê demsalê de zarok êdî dibistanên xwe bi dawî dikin. Bêedaletî dîsa di vê demsalê de jî, xwe nîşan dide. Ew zarokên ku ji ber şerê qirêj ên artêşa tirk ku li cih û warên wan dimeşîne û koç kirine, her çiqas zimanên wan hatibe qedexekirin jî bi zimanê xwe li kuçeyan benîşt û destmalan difiroşin, di temenê xwe yê biçûk de. Li kolanan rastî neheqiyan tên û têne qetilkirin. Belê generalên biçûk ên Rêber Apo û pêşerojên me, ew xwînxwarên ku nikarin gerîla têk bibin, li gorî rêzik û qeydeyan şer bikin, berê xwe didin we. Ji ber ku hûn pêşeroj in û naxwazin pêşeroj bijî. Loma ji wan dirûşmên we yên aştiyane ditirsin. Sebir bikin zarokno! Sebir bikin, em ji van pêkanînen çar demsalan rizgar dibin. Êdî demsaleke nû xwe nîşan dide. Demsala 5’emîn Îmralî…..Di wê demsalê de zivistan ji xwe fedî dike, ji ber ku ew bedenên we yen narîn dicemidîne, payîz hêstên çavan diherikîne ji ber barandina barana dijwar. Bihar û havîn jî ji ber di demsala wan de bêedaletî, komkujî û îşkence hê li pêş e li hemberî dîrokê bi şerm e. Êdî dor dora demsala 5’emîn e. Di vê demsalê de zarok bi xeyalên xwe yen zarokatiyê dijîn. Dayik ji koledariya 5 hezar salan rizgarkirî, bi aweyekî azad bang dike û gerîla di vê demsalê de, li kolanan bi ew destên we yên biçûk û narîn digire û govendê dilîze. Ew xeyalên xwe yên ku we hemêz bike pêk tîne. We hemêz dike û maçî dike. Zilan, Nûcan, Sema, Sezai, Mazlum, Kemal Pîr, General Ugur Kaymaz, Yıldız, Viyan û tevahî şehîd wekî stêrkan dibiriqin û Rêber Apo silav dikin.
Egîd Pîr