HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji qada Qendîlê hayanî Dêrsimê bi hemû zor û zehmetiyên ku hatî jiyankirina bi bîranînekî anîna ser ziman di nava xwede gelek rastiyên jiyana gerîla ji mirovan re radixîne li ber çavan. Ji ber ku jiyana gerîla her dem û çaxên di nava xwe de bîranînên cor be cor dihewîne û her bîranînekî jî di nava xwe de gelek mecereyên jiyandibin vedihûnîn e.

Di serî de mirov dikare bibêje ku di vê meşê de gelek hevalên pêşeng hebûn û gelek erk û xebatên ku di vî warî de werin bi cihanîn pêwîstbû ku werin meşandin. Armenca vê yekîneyê û ketina wê ya rê di vê demê de xwedî cihekî xwe yê cuda hebû. Ji ber ku çiwîna qada Dêrsimê di sala 2003 an de bi serê xwe pêngaveke mezinbû. Ji milekî ve tevgerê amedekariya pêngaveke mezin dikir, ji ber ku careke din dagirtina wan qadên ku hatîn valekirin, hazirî û amedekariyên ku di vî warî de werin meşandin, bi serê xwe netiştekî hesanbû. Ji ber vê yekê ji her milî ve hazirî û amedekariyên xurt û dijwar dihatin meşandin. Ji milekî din ve jî pirsgirêkên ku di nava rêxistinê de dihatin jiyankirin û derketina kesên xiyanetkar yên ku xwe radestî dijmin kirîn. Li gorî vê yekê hewldanê wan kes û hêzên serdestê Kurdistanê şikandina giyanê berxwedan, vîn û tekoşîna PKK'ê bû. Bi vî awayî lawazkirina hêz û baweriya ku di hindirê PKK'ê de tê jiyankirin û rewşa bizavê gihandina astekî ku herkes di halê xwe de bimîne û ji rewşa gel û tevgerê zêdetir bi rewşa xwe ve mijûlbibe û li jiyana xwe tenê bihizire.

Ji ber vê yekê di demeke wisa de berê xwe dayîna qada bakur û Dêrsimê, bi serê xwe xwedî wateyekî mezinbû û cihekî xwe yê cuda hebû. Herçiqasî ku li holê kesên ku ev yek mîna pêngavekî dîrokî û serkeftinekî bi romet didîtin jî hebûn, lê li milekî din jî kesên ku ev yek mîna tiştekî ku êdî dema xwe derbasbûye û bê wate maye jî li holê hebûn. Dibe ku ew pêngav di wê demê de pir zêde nedihate naskirin jî, lê hevalên ku hazirî û amedekariya van yekîneyan dikirin jî xwedî ked û xebateke gelekî mezinbûn û bi rometbûn. Li gorî vê yekê amedekirin û perwerdekirina wan hevalan di vî warî de, bi taybet armenca ji nû ve dagirtina wan qadên ku hatîn valekirin dihate meşandin. Bi vî awayî derdorî 100-150 hevalî ji bona derbasbûna qada bakur hatin amedekirin. Hevalên ku di sala 2003 an cihê xwe di rêvebertiyê de digirtin, mirov dikare bibêje ku ked û xebateke wan ya mezin di vî warî de li pêşbû. Weke hemû qadên din yê bakur, yekîneyên hevalan ji bona qada Dêrsimê jî hatin amedekirin.

Di 19 Pûşberê de yekîneya me jî derdorê 150 hevalî ji Qendîlê berê xwe da qada Dêrsimê. Yekîneya me ne tenê ya Dêrsimê bû, lê belê bi pêşengiya şehîd Mahîr em berbi qada bakur ve birêketin. Di nava mede yekîneyên qada Serhed, Erzirom jî hebûn, ji wan yekîneyan tenê du yekîne em hêzên Dêrsimêbûn. Dema ku em di rêde bûn ferman hat dayîn ku yekîneya hevalê Mahîr bi 12 hevalan ve bi rêya Başqelan ve biçin Dêrsimê. Bi wî rengî em ji wan hevalên din veqetiyan, di nava yekîneya mede Ş. Tekoşîn hebû û fermandarê yekîneya me jî Ş. Mahîrbû.

Yekîneya me derdorê 4-5 hevalên jin bûn û hevalên din jî hemû hevalê xortbûn, hejmara me derdorê 15 havalî bû. Hemû hevalên ku cihê xwe di nava yekîneya mede digirtin ciwanbûn û ew cara yekemîn bû ku berê xwe didin qada bakur û cihê xwe di nava şerde digirtin, tenê bi qasî 2-3 hevalên ku berê li qada bakur mabûn û cihê xwe di nava şerde girtibûn hebûn. Lê asta coş, heyecan û arîşa ku li cem hevalan peydadibû pir bilindbû, ji ber ku qada Dêrsimê dikeve nêzî sînorê tirkiyayê û qadekî gelekî dûre, ji ber vê yekê qada Dêrsimê xwedî cihekî xwe yê cuda li cem hevalan hebû û gelek hevalan ji ber van teybetmendiyê heyî dixwestin ku derbasî qada Dêrsimê bibin. Lê rêxistinê nedikarî ku hemû hevalan bişîne qada bakur û xwestekê hemû hevalan bi cî bîne. Ji ber ku rêxistinê ji nû ve dest bi amedekariyên şandina hevalan ji bona qada bakur dikir û ji bona vê yekê hazirî û amedekariyên ku dihatian kirin têra şandina hejmareke mezin a havalan nedikir. Ji ber vê yekê tevgerê bi qasî haziriyên ku hatîn meşandin heval ji bona wan qadan verêdikirin.   Li gorî vê yekê mirov dikare bibêje ku biryarbûnekî mezin li cem hemû hevalan peydadibû û her hevalekî dixwest ku xwe bighîne qada bakur û cihê xwe di vê hemlêde bigre, ango her hevalekî pêngava 1ê pûşberê gotûbêj dikir û li ser derengbûna wê jî dihate gotûbêjkirin. Ji ber vê yekê hemû heval ji bona vê hemlê hazir û amedebûn û dema ku te dixwest ku tu hevalekî ji nava hevalan derxîne bi demjimêran pêwîstbû ku tu bi wî re biaxive, ji bona ku tu bikare wî razîbike û gelek caran hevalên rêveberiyê soz didane hevalan ku di dema pêş de cihê xwe bigrin. Bi wî awayî ancex heval razîdibûn, bi vî rengî hevalan bersiva kesên ixanetkar didan û ew sengerên ku hatîn valekirin careke din ji nû ve tijîdikirin. Di dema rêde û ji ber ku haziriyên ku hatîn meşandin ji ber ku heyanî astekî ne li gorî ku dihate xwestin bû, ji bona vê yekê heval gelekî bi vê yekê bandorbûn û di dema rêde jî gelek yekîne ketin kemînê dijmin de. Amaca vê yekê jî ew bû ku wisa were xuyakirin ku dijmin hemû rê girtine û rêyên derbasbûnê nemane. Lê berpirsyarê yekîneyan bi xwe li ser rewşa heyî radiwestiyan û çarek ji vê yekê re peydakirin, li gorî wê em lihev kombûn û me biryar da ku em bi xwe çavdêrî li ser sînor bikin.

Em bi rêketin û me bi qasî demjimêrekî sînor derbaskiribû, lê hîn xeberê me ji vê yekê nebû, ji ber ku me sînor nasnedikir. Lê dema ku em bi şûn ve zivirîn û me rewşa heyî ji hevalên rênas re ravekir, ji me bawernekirin û gotin ku dijmin hemû sînor girtî ye. Li gorî vê yekê qaçaxçiyên li wan deveran kardikirin bi saloxên nerast hevalên me yên rêzan xapandibûn.

Di şeva diwemîn de me sînor derbaskir, derbaskirina sînor bi serê xwe serkeftineke mezin bû, bandora coş û heyecana vê yekê li ser hemû hevalan bi rengekî berbiçav xuyadikir û hemû hevalan ev yek bi hevre parvedikir. Hemû hevalê cihê xwe di yekîneya me de digirtin nûbûn û ew cara yekemîn bû ku derbasî bakur dibin. Ji ber vê yekê coş û heyecana wan cudabû, ji milekî din ve jî saloxên ku dijmin li her deverî beladikirin û digotin em nahêlên ku çivîkek jî sînor derbasbike bandora xwe li ser derdor û li ser hevalên me yê rênas jî kiribû. Ji ber van hemû sedeman şeva yekemîn cihekî xwe yê taybet li cem hemû hevalan hebû. Dema ku me sînor derbaskir di rêde me gelek qaçaxçî di rêde dîtin, lê me xwe nîşanî wan neda, ji ber ku me nexwest ku kes me li wan deveran bibîne, weke din jî me nedihişt ku şop û dewsa me jî derkeve, ji ber ku dijmin ferqneke ku me sînor derbaskirî ye. Ji ber ku dema salox bighêje dijmin wê me bixîne di hindirê tengasiyê de. Erdîngariya heyî jî hemû deşt bû û mirov bi roj nedikarî li wan deveran şer û pevçûnên demdirêj bi dijmin re bike. Barê hemû hevalan pir giranbû û her hevalekî derdorî 15 kêloyan zad û çebilxane hilgirtibû.

Di wê şevê de hem westandin û hem jî fidekariya hevalan di astekî pir bilindebû. Di dema rêde em nêzî cihekî bûn û dunya jî hêdî hêdî ronî dibû, li beramberî me jî bajarê Başqela bû û cihekî ku em xwe lê saxlembikin jî nebû, ji ber ku erdîngariya wê deverê hemû deştbû. Xelkê wê deverê jî ne welatparêzbûn û ne jî dijminiya me dikirin. Lê me dizanî ku yek ji wan me li wan deveran bibîne wê di cî de xeberê bide dijmin. Cihekî ku em gihiştinê bexçeyek li wêderê hebû û hevalê rêzan ji me re got; ancax em xwe di nava baxçede saxlembikin, ji ber ku cihekî din ji derveyî wî bexçeyî nebû ku em xwe di nav de bi cî bikin. Dema ku me ji hevalên rêzan re rewşa xwediyê bexçe jî pirsî, bersiva ku hevalên rêzan jî dayî me ew bû ku xwediyê bexçe mirovekî baş e. Dema ku dunya henekî ronî bû, me li derdora xwe temaşe kir, dews û şopa leşkeran di nava bexçede hbû û şûna cihê ku xwarin lê xwarîn jî belîdikir ku li wêderê bi qasî demekî rawestiyan e.

Ji ber ku hemû heval westiyayîbûn, dema ku em gihiştin nava bexçe hemû heval bi xewre çûn. Tenê hevalê Ş. Mahîr, Ş. Tekoşîn, ez û hevalekî navê xwe Ferhadbû em herçar heval mabûne şiyar. Dema ku em di nava bexçedebûn li derdorê me dengê zarokan dihat û gundî hemû li derdoran belavbûbûn. Piştî demekî zilamekî temenê xwe mezin berê xwe da nava bexçe û berû me hat. Hevalê rêzan berû wî çû û pêşwaziya wî kir, ew î zilamî ji me re got; duhî leşkerên dijmin oparesyon li her deverî kirin û derek nema ku lê negerin. Hemû heval di giraniya erk û xebatên ku ji wan dihate xwestin bûn, ji ber ku amaca me ew bû ku em xwe bi rengekî saxlem bighînin qada Dêrsimê, ji ber wê yekê her hevalekî li gorî vê yekê tevdigeriya û hemû hevalên ku cihê xwe di nava yekîneya mede digirtin zindîbûn û bi dispilînbûn. Herçiqasî ku gelek heval di dema rêde serê wan li keviran diketin û gelek ji wan dema ku diketin laşê wan birîndibû, lê nedixwestin ku êşa xwe bînin ziman, ji ber ku bandorê li ser hevalên din neke. Di şeva duyemîn de me meşa xwe berdewamkir û dema ku me berê xwe da rêya zift, ji berya rê avekî henekî mezin hebû, ji ber ku li derdorê avê qamûşbû û me av baş nedidît her ku diçû ew av kûr dibû. Lê me destê hev girt û me bi wî rengî ew av derbaskir. Di rê re di her navberekî de maşîne derbasdibûn, ji berya ku em rê derbasbikin me ji hemû hevalan re gotibû; dema ku maşîne hatin pêwîst e ku hûn rûnin heyanî ku maşîne derbasdibin. Wê çaxê du hevalên me ev yek şaş fihêmkiribûn, ji ber wê dema ku xwestin rê derbasbikin maşîneyek tê, ew herdû heval jî di nîva rêde dirûnin, dema ku maşîne dighêje cem wan û li zembûrê dixîne hîn jî ew herdû heval di cihê xwe de rûniştîbûn. Dema ku maşîne hat û derbasbû ajokerê maşînê gazî hevalan kir, lê hevalan bersiva wî neda. Şeva diduyan pir dirêjbû û em heyanî sibehê meşiyan, cardin jî em gihiştin cihekî deşt, ji ber ku ew cara yekemîn bû ku hevalê rêzan di wê rêde derbasdibin, erdîngariya wê deverê bi xetên qalind nasdikirin, lê ew dever bi giştî nasnedikirin. Me xwe da cihekî saxlem û me dedorê xwe bê navber di ber çavan re derbasdikir. Li beramberî me sengerek hebû û dema ku min bi dêrbûnê lê temaşekir, li ber çavê min mîna ku leşkerek di hindirê wê de hebe. Min dêrbîn da hevala Tekoşîn jî, wê jî ew dever di ber çavanre derbaskir. Lê dema ku hevalê rêzan ji me pirsî çi heye çi nîne, me rewşa hyî jêre ravekir, hevalê rêzan got; gundî nayên vê deverê, ji ber wê hebe nebe ew leşkerin. Dema ku hevalê rêzan jî xwest ku bi dêrbînê temaşeke, lê hîn ku dêrbîn nedanîbû ber çavê xwe me hew dît ku qertalek ji wêderê firiya, ji berya ku ew hevalê rêzan bibêje leşker e, me hew temaşekir ku qertal ji ser sengerê ber bi ezmanan firiya.

Hevalek ji wan hevalê me yê rêzan bi qasî 200-300 mitran ji me dûrketibû û li cihekî bi xewre çûbû, lê ji ber ku me cihê wî nedizanî, em mecbûr man ku tevdîrê bigrin û li gorî wê cihê xwe bighwerin. Li beramberî wan hemû gundên li wê deverê heyî me centê xwe hazirkirin ku em bimeşin. Di wê navberê de dema ku me amedekariyên xwe ji bona meşê dikirin, li jêrî me jî gundiyan giya ji bona xwe berhevdikir, lê dema ku me xwest ku em cihê xwe bugherin, me hew dît ku hevalê rêzan ji jêr ve beramberî wan hemû gundiyên ku palayî dikirin berû cihê me tê, vê yekê jî hişt ku ew hemû gundiyên wê deverê bi me bihisin. Li wê deverê jî û di şeva duyemîn de careke din gundiyan em dîtin. Ji ber vê yekê û ji beriya ku em birêbikevin civînek hate çêkirin û bi hevalê rêzan re jî nîqaş hate kirin. Lê tişta herî mereqa hevalan dikişand erdîngariya Kurdistanê bi xwe bû, ji ber ku piraniya hevalan ji derveyî welat tevlî nava refên gerîla bibûn û gelek ji hevalên ku bi me re ji bajarên Tirkiya tevlîbûwîn jî hebûn. Ji lewra gelek mereqa erdîngariya Kurdistanê dikirin û her tiştê heyî bala wan dikşand. Van hemû nedenan hîn bêtir coş, heyecan û mereqa hevalan zêdedikir û her dîmenek li ber çavê wan ji yê din belkêştir dihat. Di dema rêde ji ber birsên hevalan yên bê navber li ser her cihê ku em digihiştinê, hevalên rêzan gelek dikirin di nava zehmetî û tengasiyê de. Herçiqasî ku hevalên rêveberiyê ji hemû hevalan re digotin; di dema rêde kes zêde pirsan ji hevalan neke, lê ji ber mereqa rê û erdîngariya heyî kesî nedikarî pêşiya pirsê hevalan bigr e.

Dema ku em gihiştin qada Feraşînê bi serê xwe tiştekî cudabû, ji ber av, zozan û xweşikbûna Feraşînê bi serê xwe mirov sermest û behitî dihişt. Mîna xweşikbûna Feraşînê koçerên wê jî bi qasî xwezaya wê misaferperwerbûn û welatperwerbûn. Dema ku ferqkirin ku em hevalin heme hatin pêşiya me û bi dilekî germ pêşwaziya me kirin û em yek bi yek hembêzkirin. Hevalekî di yekîneya me de cihê xwe digirt ji wê deverê bû, ji ber wê hemû koçerên li wê deverê ew nasdikirin, ew cara yekemîn bû ku em pêşwaziyekî bi wî rengî germ dibînin û hîsdikin, di pêşwazîkirina wan koçeran de mirov bi rengekî ber biçav girêdana gel û gerîla bi rengekî baş didît. Li milekî hevalên ku cara yekemîn derbasî qada bakur dibin û gelekî wisa bi rengekî germ pêşwaziya hevalan dike, bi xwe re kêliyên hestewarî tanîne holê û mirov bixwesta û nexwesta bi vê yekê gelekî bandordibû. Hemû koçerên li wan derdoran li me kombûn û yek bi yek em bi dilekî germ pêşwazî û hembêz kirin. Di wê navberê de û ji ber ku derdorê me hemû welatparêzbûn, bandoreke mezin li ser me jî dida çêkirin û dihişt ku em jî bi rengekî serbest tevbigerin. Ji ber vê yekê me xwe da cihekî nêzî wan zoman û heyanî ku bû êvar me careke din meşa xwe berdewamkir. Di dema meşê de lingê gelek hevalan qulibîbû û gelek heval jî laşê wan tehil bûbû, lê hevalan ew yek ne tanî ser ziman û her hevalekî mereqa wî ew bû ku xwe bighîne qada Dêrsimê û di her navberê de dipirsî çend roj man ji boan ku em bighêjin Dêrsimê.

Me ji milekî ve rojê xwe dijmartin û ji milekî din ve jî me dixwest ku em xwe bighînin cem hevalan. Yekîneya yekemîn a ku em pêşwazî kirin yekîneya Ş. Şervan Sason bû. Ew ê yekîneyê li herema Feraşînê pêşwaziya me kir. Em rojekî li cem wan hevalan man û di roja din de û bi alîkariya rêzanên nû me berê xwe da qada Kato. Çiyayê Kato jî çiyayekî bi nav û deng e û di dîroka cîhanê de cihekî xwe yê giring heye, ji ber ku dema Eskenderê mezin derbasî rojhilata navîn bibe û dixweze ku bikeve Kurdistanê di derbaskirina wî çiyayê Kato de gelek zehmetî û zoratiyan dikşîne heyanî ku derbasdike. Di dîroka şer û tekoşîna şerê me de jî cihekî Kato yê cuda heye, ji ber wê herkesî ji mereq dikir ku çiyayê Kato bibîne. Hemû heremên Botanê ji me re bûbûn mereq ku em wan bibînin, mîna Besta, Gabar, Cûdî û Kato, herî zêde hevalan dixwest ku van hereman bibînin. Ev hemû heremên ku min navê wan anî ser ziman, di dîroka şer û tekoşîna me de cihekî wan yên giring heye û her çiyayekî û heremekî ji van heremên bedew di nava bedena xwe de bi sedê destan û evsaneyên qehremantiyê dihewîn e. Ji wan qadan jî qada Gabarê cihê fermandarê mezin û efsanewî hevalê Egîd. Van hemû sedeman yek bi yek hîn zêde dihişt ku cihekî Gbarê yê taybet di dilê her hevalekî de hebe.

Dema ku em dighiştin cem hevalan pêşwaziyeke germ û bi coş ji milê hemû hevalan ve dihate dîtin, lê hemû hereman jî dixwest ku yekîneyên ku derbasdibin bi rengekî saxlem ji herema xwe bighînin heremeke din. Ji ber vê derfetên ku yekîneya me bi rojan bêna xwe vede ne gengazbû. Hazirî û amedekariyên heyî jî destek nedidane vê yekê û gelek yekîne li pey hev jî dihatin, ev yek jî dibû nedin ku gelek yekîne li ser hev û li heremekî komî ser hev bibin. Ji ber vê parastina yekîneyan û gihandina wan bi rengekî saxlem di pêşya her tiştî de dihat. Di wê salê de bi sedê hevalan derbasî qadên bakur bûn û dijmin jî li her qadê dest bi oparesyonan dikir, ji lewra li her qadê hazirî û amedekarî li gorî vê yekê dihatin meşandin û hevalan nedixwest ku bi hijmareke mezin heval li ser hev kombibin. Di destpêkê de em gihiştin Feraşînê û pey re Kato û Besta. Ji berya ku em xwe bighînin qada Gabarê û di dema rêde em gelekî westiyan, ji ber ku em bi dirêjahiya rojê di demjimêr 3an heyanî berê seharê û bê navber dimeşiyan. Ji ber westandin, birçîbûn û xewê gelek heval diketin erdê û serê wan li kevir û daran diketin û diqelişî û taldibû. Bi vî rengî heyanî ku me xwe gihande qada Gabarê bi heftî zor û belayan. Ji berya ku em bighêjin Gabarê me jixwere gotibû dema ku em bighêjin Gabarê em ê çend rojan bêna xwe vedin û ji nû ve bikevin rê. Herçiqasî westandin û zehmetiyên mezin jî di rê de dihatin jiyankirin, lê bi ketina Gabarê de û bi dîtina hevalan re, hemû westandin û zehmetiyên ku dihatin jiyankirin hatin jibîrkirin. Gelek caran dema ku behsa Gabarê dihate kirin, mirov dixwest ku qada Gabarê bi çavê xwe bibîne, ji ber vê yekê dema ku me qada Gabarê bi çavê xwe dît, ev yek bi rengekî baş ji mirovan re dihate xuyakirin, erdîngariya wê û hemû bexçe û zeviyên ku gelek ked û zehmetinên mezin di ber de hatibû dîtin û bi rengekî şehnaz hatibû çandin. Dema ku mirov ev hemû dîmen û erdîngariya heyî bi çavê xwe didît, hîn bêtir rastiya Gabarê li ber çavê mirov mezintir dibû û dîroka wê careke din zindîdibû.

Ji ber van hemû dîmenên ku mirov bi çavê xwe didît, mirov gelekî matmayî dima, li milekî ve bi sedê bexçeyên ku bi darê fêkiyan hatî çandin û rêyên ku bi keviran hatîn çêkirin, bexçeyên ku li serê wan lat û zinaran hatîn çandin, hemû rastiya vê yekê bi rengekî pir baş radixiste li ber çavan. Li qada Gabarê jî tu bi kûde gava xwe tavêje li derdorê te hemû darên fêkiyan e. Çiyayên xwe jî hemû kevir û şikêrin û bi hev ve bi rengekî saxlem girêdayî ne. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku qada Gabarê ji bona gerîla herî cihê destekê dide ku mirov têde şerê gerîla bimeşîne û derbeyên giran li dijmin bide. Hemû hevalên ku cihê xwe di Gabarê de digirtin, bi rengekî henekî jî be yariyê xwe bi yekîneya me ya Dêrsimê dikirin û ji me re digotin; Dêrsim dûr e û zor e lê Gabar nêzîk e û her tiştê wê xweş e û mirov dikare hertiştî bi xwe biefirîne biyî ku mirov bikeve gundan an jî xwe muhtacê kesekî bike û xwezaya wê jî pir xweş û delale. Bi rastî kî çi bêje bile bibêje, lê Gabar cihê xwe di dilê her hevalekî de girtibû û hevalan nedixwest ji Gabarê veqetin, erdîngariya wê jî mirov gelekî bi xwe ve dida girêdan. Em bi qasî sê rojan li qada Gabarê man, lê rêya herî zor û zehmet hîn li pêşiya me mebû, ew jî deşta Mava bû, ji ber ku derbaskirina deşta Mave, tê wê wateyê ku gihiştina qada Dêrsimê. Ji ber ku dema hevalê Mahir ji Dêrsimê dizivirîn li deşta Mava bi dijmin re ketibûn şer û pevçûnê de û henek heval di wê pevçûnê de şehîdketibûn. Ji ber wê deşta Mava cihekî wisa bû pêwîstbû ku mirov pir şiyarbe heyanî ku derbasbike û wendahiyan nede. Hîn em li Qendîlê bûn hevalê Mahîr behsa rêya zor û zehmet ya Mava dikir. Ji berya wê bi hevalan re li ser rê hatibû guftûgokirin û hatibû destnîşankirin ku yekîneya me qerebalixe û pêwîst e ji bona vê yekê em yekîneya xwe parçebikin, ji bona ku em bi rengekî saxlem xwe bighînin Dêrsimê. Li gorî vê yekê di destpêkêde yekîneya me wê derbasbûba û di pey me re jî wê yekîeya hevalê Mahîr derbasbibe. Li gorî wê me haziriyê xwe kirin û em ketin rê heyanî ku me xwe gihande herema Mava li cem yekîneya hevalên ku li wê deverê xebat didine meşandin. Hevalên ku xebatên gel didane meşandin bi me re hatin, lê ew heval di milê rê de zêde ne şerezarbûn, ji ber wê gelek caran di nava me de tengasî dihate jiyankirin. Me ji wan re got; bi hejmareke 15 hevalan ketina deştê ne raste û ev yek wê bi xwe re rîskê bîne, lê wan bi ya me nedikir û li gorî xwe tevdigeriyan. Rêya ku li pêşiya me heyanî cihê ku rêzanên Amedê werin û me bigirn derdorî 2 şevane, lê me bi zorê di 3 şevan de xwe gihande wê deverê. Dema ku me xwe gihande deştê tava heyvê jî hêdî hêdî bilind dibû. Di bêtêlê dijmin de, behsa derbasbûna yekîneyan dikirin, li gorî ku me ji bêtêlên dijmin ferqdikir, dijmin henek salox li ser derbasbûna yekîneyan girtibûn û ji hev re digotin; dibe ku di van şevan de derbasbûna gerîleyan çêbibe. Ji ber vê yekê hemû rê di bin çavdêriyê de digirtin û li her deverî kemîn danîbûn. Herçiqasî me ev yek ji rêzanê ku bi me re hatîn re da xuyakirin, lê wan ev yek hilnedan cidiyetê. Em gihiştin rêzanên ku ji milê Amedê ve hatîn, cihê ku em li wê deverê gihiştîn hev dikete beramberî girê Reman û Bêşîlê. Lê di demjimêr 8 ê de me hew dît ku dijmin derdorê me tev girtin, cihê ku em lê disekinî jî pesarbû, ji ber wê me zêde derdorê xwe baş nedidît. Dema ku me ev yek ferqkir, me di cîde sengerê xwe girtin. Ji beriya neha me ji hemû hevalan re dabû xuyakirin dema ku tiştek derkeve hole em ê xwe bi rengê sê parçeyan belavbikin. Li gorî vê yekê me xwe bi rengê sê yekîneyan parçekir. Ez berbirsyarê yekîneyekî bûm û ya din jî hevalê Mahîr berpirsyarê wê bû û yekîneya sisêyan jî yekîneya hevala Tekoşîn bû.

Ji beriya ku şer û pevçûn destpêbike, dijmin gazî dikir ji bona ku em xwe radestî wan bikin û li gorî zagona poşmaniyê ya ku di wan demande derxistibûn holê piştî wê me serbest berdin. Lê hemû hevalan bersiva vê yekê bi kişandina pîmê narinjeyan dan û hemû hevalan xwe ji bona şer û pevçûnê amededikirin. Biryara hemû hevalan ew bû ku heyanî guleya xwe ya dawiyê şer bikin û xwe radestî dijmin nekin. Piştî ku bangewaziyên dijmin vale derketin û tu pere nekirin, şer û pevçûnê destpêkir. Dema ku dijmin xwest bi dizîkan nêzî hevalan bibin û bixwazin wan bigrin yekîneya hevala Tekoşîn li dijmin dan û gelek ji wan koştin, du leşkerên wan li pêşya me ketin erdê û bi çend demjimêran bi zorê ew ji wêderê rakirin, piştî wê bi kelîkopter û firokan xwestin li ser me şerê derûnî bidin meşandin, lê tu encamê vê yekê jî nebû. Heyanî êvarî rewşa heyî bi wî rengî bû û tu wendahiyên me nebûn. Lê gelek kuştî û birîndarê dijmin hebûn, ber bi êvarî ve me xwest ku em xwe bighînin yekînya hevalê Mahîr, ji bona ku em bi hevre xwe ji wê çemberê rizgarbikin, lê me ew nedîtin, yekîneya hevalê Mahîr xwe kiribûn bi şiklê du parçeyan. Lê dema ku hevalê Mahîr bi hevalekî ji wan hevalên rêzan re dixwazin xwe ji çemberê rizgarbikin, di deştê de dikevin kemîna dijmin û pevçûn di navbera wan û dijmin de derdikeve. Ji ber ku dijmin bi hazirîke mezin û xurt kemîn avêtibû û gelek teknîk jî bikar anîbû, di encamê de ew heval li wê derê şehîd dikevin. Me jî êrîşî navenda ku ew şer lê dihate meşandin û em bi narinceyan ketin nava sengerên dijmin û di encamê de me du sengerê dijmin bi destxistin, lê di nava me de hevalekî nû hebû, ji heyecan û lezbûnê ji beriya ku narince biteqe radibe ser piyan û bi parçeyên narinceya xwe şehîd dikeve. Lê em hevalên din hemû bi rengekî saxlem ji çemberê rizgarbûn. Yekîneya hevala Tekoşîn ew jî xwe li wan derdoran saxlem dikin. Bi zanebûn henek tiştên xwe li cihê xwe dihêlin, ji bona ku dijmin texmîn bike ku heval reviyane. Heşt hevalan xwe di komekî de û di bin berekîde saxlemkirine, dema ku leşkerek dixwaze wî kevirî rabike, her heşt heval ji jêr ve bi kevir digrin û nahêlin ku ew leşker wî kevirî rabike. Di navbera wan her heşt hevalan û dijmin de ew ber hebû, her heşt hevalên ku di bin ber de jî narinceyên xwe amedekirine û kengî şer destpêbike wê narinceyên li cem xwe bi xwe û dijmin de biteqînin. Leşker dixwaze kevirê ser devê konê ber bi jor ve bikşîne, heval jî kevir ber bi jêr de dikşînin, lê leşker dike û nake nikare wî kevirî hilde jorê, ji ber ku her heşt hevalan bi wî berî girtibû. Lê di dawiyê de ferman tê ku leşker cihê oparesyonê berdin, bi wî rengî ew her heşt heval bi rengekî saxlem xilasdibin.

Yekîneya me kete rê, lê kesê ku rê nasbike jî li cem me nebû û hevalekî birîndarjî bi me re bû. ji ber wê me xwe da cihekî bilind di navbera cihê qordîna şer û Bişîlê, di encama wê oparesyonê de 7 heval şehîd ketin, em hevalên din jî bi qasî demekî em di deştê de wendabûn û piştî wê me xwe gihande hevalan. Yekîneya hevala Tekoşîn jî xwe bi rengekî saxlem ji wê çemberê rizgarkirin û wan jî berê xwe dane qada Amedê.

Şervan