Li ser diyardeya dîrokê gelek pênase û gotin hatine kirin û têne kirin. Jixwe pênaseya serdestan di derbarê dîrokê herdem cuda bûye, her wiha ya gelan bixwe jî cuda ye. Li gorî serdestan dîrok bi nivîsê destpê dike, vê yekê jî wek rastiyeke derewîn li ser mirovan ferz dikin. Jixwe yê ku dinivîsin bixwe jî yên ji çîna serdest in û xwedî derfetên berfireh in. Lê ji bo gelan bi taybet gelên bindest, dîrok hafizeya wan bixwe ye. Dibe ku derfeta gelan ji bo nivîsandina dîroka xwe pir caran nebe, lê tiştên ku jiyane, ticarî ji bîra wan neçûye, ji nifşekê ve derbasî nifşa pey wê bûye.
Bi qasî hafizeya mirov, zanebûn jî ewqas girîng e. Gelek, dema kete zanebûna serpêhatiyên xwe, sedem û çavkaniya rastiyên jiyana xwe, dikare roja xwe ya têde û her wiha pêşeroja xwe jî li ser hîmeke nû ava bike. Tişta ku PKK’ê di gelê Kurd de avakiriye ev bixwe ye. PKK di rastiya xwe de ji çerçoveya partiyeke teng zêdetir, ew felsefeyeke nû û mêzandineke nû ji jiyanê re ye. Felsefeya ku avakerê wê Rêber APO ye, xwedî rêgeza parastina jîneke azad û mirovê azad e. Felsefeyeke ku her miroveke xwedî vê lêgerê be, dikare îfadeya xwe tê de bibîne. Ji ber ku Rêber APO, bi teorî û pratîka ku daye nîşandan, cih dide hemû beşê mirovan. Li hember rewşa ku gelê Kurd têde ye, li hemberî rû bi rû hatina gelê Kurd bi siyaseta tinekirinê, PKK bi qasî ku ji bo parastina hebûna vî gelî bûye mûdaxele, ew alternatîfeke xurt e ji mirovahiya ku di nava pencikên pergala kapîtalîst de tê xeniqandin.
Gelê Kurd dema pirsên wekî ‘Em duh çawa jiyan, Îro çawa dijîn, divê çawa bijîn? ji xwe dipirse, bi qasî li hember paşverûtî û kêmaniyên xwe têkoşînê dide meşandin, li hember pergala desthilatdar a dewletparêz jî îro di nava têkoşîneke bê eman de ye. Bêguman vê yeke jî, ji ruhê lêpirsînê ya ku ji rastiya Rêber APO û tevgera azadiyê fêrbûye, di ruhê xwe de hêşîn dike. Asta ku gelê Kurd îro di warê şoreşa civakî û kesayetî de dijî û vê astê bi hawîrdora xwe re jî parve dike, encamgirtina têkoşîna PKK’ê ku dikeve sala xwe ya 34’an, dide nîşandan.
PKK, li beramberî civaka ku bi desthilatdariya dewletê hatibû hilweşandin, sekinî. Li dijî jina ku di nava koletiyeke kûr de hatibe fetisandin, sekinî. PKK’ê di mirovê Kurd, jina Kurd de, her wiha di zarokên Kurd de, ew giyana ku hatibû kuştin, ji serketinê bêbawer bibû, ji azadiyê hatibû bêhêvîkirin, careke din zindî kir û ew civaka ku hatibû bêkesayetkirin, kire xwedî kesayeteke vîndar.
Ti tişt bi qasî guhertina elimandinan (alişkanlik) bizehmetir nîne. Elimîna ku di jiyana mirovan de serwer dibe, di encama feraseta desthilatdaran xwe dide rûnişkandin û xwe wekî kevneşopiyên civakî dide qebûlkirin. Ya rastî ev ne kevneşopya civakê ye, maskeyeke desthilatdaran ji bo xwe ji lêpirsînê xilas bikin, e. Ji ber piraniya kevneşopiyên ayîdê civakê, hema bêje di rastiya pergalên desthilatdar bi giştî û di ya serdema kapîtalîzmê de bi taybetî, pir zêde pê hatine leyîstin û naveroka xwe wenda kirine. Lê Rêber APO, bi tevgera azadiyê re teqandineke mezin di warê zihniyeta civakî di rastiya gelê Kurd de derxiste pêş. Ew civaka ku hatibû parçekirin û ber bi tinebûnê ve diçû, careke din komî ser hev kir û kiriye xewdî hizra civakî. Hêza civakbûyîna gelê Kurd di sekna wî ya netewî de, îro xwe dide nîşandan. Her wiha veguhertinên ku bi derketina Rêber APO û PKK’ê re di asta cîhanî de rû dan jî, di mirovahiyê de, di mijara pirsgirêka gelê Kurd de nêrîna berê guhert û ev bi serê xwe jî pir girîng e.
Di demên berê de, gelê Kurd ji rastiya xwe ya Kurdîtî şerm dikir, lê îro bi vê rastiyê serbilind e û ji bo wê pir eşkere têdikoşe. Demên borî Kurd li gorî pîvanên feodal nêzîkê jinê dibûn û jin destûra wê ya ku di civata zilam de serê xwe rake, tinebû. Lê îro jina Kurd di hemû qadan de ji bo azadiya jinê û ya gelê Kurd rola pêşengtiyê daye ser milên xwe. Her wiha gelek veguhertinên din, ger em bi rêz bikin, em ê bibînin ku PKK hêza veguhertina elimandinên bi salan e. PKK’ê di nava 34 salan de, ew elimîn berovajî kir û gelê Kurd kire xwedî dîrokeke nû.
Dijmin, bi taybet piştî komploya 15’ê sibatê, herdem xwestiye PKK’ê û gelê Kurd, gel û Rêbertî, Rêbertî û PKK’ê ji hev qut bike. Ev armanc jî ne bêsedem e. Dijmin jî di ferqa bandora hêza Rêbertî û PKK’ê ya li ser gel avabûye, ye. Lê dijmin ji bîr dike, an jî ji nedîtinê ve tê, ku êdî gelê Kurd xwedî zanebûneke polîtîk e, di ferqa siyasetên ku li hember wî tê meşandin de ye. Jixwe wiha ye ku ev siyaset hercarê vala derdikeve û bi ser nakeve.
Li berember vê siyasetê, gelê Kurd hîna zêdetir bi perspektîfên Rêber APO tev digere û ji bo avakirina xweseriya demokratîk, hîna zêdetir ketiye nava tevgerê. Jixwe destkeftiyên li rojavayê Kurdistanê, encama berbiçav a vê rastiyê ye. PKK bi giştî giyana azad û serbixwe ya gelê Kurd temsîl dike û ew berpirsyartiya di warê parastina felsefeya jiyanê ji bo mirovahiyê, digre ser milên xwe. Ji ber her çendî ku PKK di Kurdistanê de derketibe, ew di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê, îsyaneke li hember koletî, desthilatdarî û bêdadiyê ye. Gelê Kurd jî îro bi pêşwazî û piştgiriya xurt a tevgera PKK’ê, ji gelên cîran û mirovahiyê re mînaka jîna azad û wekhev e. PKK weke tevgereke şoreşgerî, ne tenê ji kadroyên xwe re dibe hînkera jîna şoreşgerî, tevahiya gelê Kurd îro ji bo xwe di nava tekoşînê de, pîvana kadroyên PKK’ê esas digrin. Li gor vê pîvanê jî jiyana xwe li ber çavan derbas dikin. Durûşmeya ku îro gelê Kurd li hember dijmin dibêje “PKK gel e, gel li vir e!” rastiya vê yekbûyînê îfade dike.
Rêber APO, pîvana partîbûyînê bi feraseta pêşxistina civakbûyînê re dide pêş. Li gorî vê jî rastiya milîtantiya PKK’ê, çawaniya taybetmendî û sekna ku bipejirîne, zelal kiriye. Rêber APO, pênaseya partiyê bi vî awayî dike: “Partî, bernameya civakekê ye ku li ser esasê azadî, demokrasî û wekheviyê guhertinê esas digre. Li gor vê bernamyê bi tevahî berjewendiyên xwe yên heyî bi stratejiyê ve dide girêdan, li ser zemîneke fireh, rêxistin û çalekî pêş dixîne. Parastina rewa îhmal nake û taktîkên xwe li ser vê esasê pêş dixe. Tevgera civakbûyînê li ser vê bingehê pêş dixîne. Ji wê re pêşengtiyê dike; partî ev e. Ya/yê ku dixwaze tevlî PKK’ê bibe jî ger ev tişt ji xwe re esas girt, dibe milîtanê PKK’ê.”
PKK bi qasî ku tevgera gelê Kurd e, tevgera mirovahiyê ye jî. Tevgera azadiya jina Kurd û hemû jinên cîhanê ye. Lewma Rêber APO, PKK’ê di eksena cewhera jinê de digre dest. Em dibînin pênaseya ku Rêber APO ji bo rastiya cewhera jinê dike, heman felsefe ye ku ji bo tevgera PKK’ê pêş dixîne.
PKK dixwaze cewhera mirov nû bike, civakê nûjen bike û pergaleke nû ya gelan pêş bixîne. Ji bo vê jî PKK çand, huner, exlaq û zihniyeteke nû ye û ji mirovahiyê re modela jîna nû pêşkêş dike. Bêguman mirov nikare ticarî rastiya Rêber APO û ya PKK’ê ji hev qut bigre dest. Ger mirov bixwaze rastiya PKK’ê nas bike, gereke mirov di destpêkê de rastiya Rêber APO baş bizanibe. Lêgera Rêber APO ya azadiyê, herwiha nepejirandina newekhevî û bêdadiyên di nava civakê de, ew ber bi avakirina tevgereke şoreşgerî ve biriye. Partiya ku Rêber APO, lidar xist, ne li gorî pênaseyên partiyên din ji xwe re dikin û armancên ku pê tevdigerin e. Partî û tevgerên di cîhanê de piranî xwe li ser bingeha berjewendiya gurûbekê, bi rêxistin dikin. Lê Rêber APO, feraseta wî ya jiyan û tekoşînê, ev yek derbas kiriye. Ticar mehkûmê berjewendiya gurûbekê, an jî tenê bi beşeke civakî re bi sînor nebûye. Jixwe berfirehbûna komploya li ser Rêbertiya me jî, vê rastiyê destnîşan dike.
Rêber APO, dema ku hîna zarok bû, li dijî pergala cîhanê dikeve nava nakokiyan. Bêdadiya di cîhanê de, hîna di wê temenê xwe yê biçûk de hîs dike. Giyana zarokan pir paqij e û wî jî nedikarî vê rastiyê daqurtîne. Ji ber wê jî dikete nava pirs û gumanan. Lê dê kî/kê bersiva van pirsên zehmet bidaya? Jixwe pirs pirsîn û gumankirin bixwe jî hatibû qedexekirin. Lê belê, Rêbertiya me bi biryar bû ku têkeve nava lêgera bersiva pirsan û bixwe bersivê bide. Li hember kevneşopiyên olî û dîsa dogmayên eşîrî ku xwe di nava civakê de bi ferasetên jêneveger bi cih kiribûn, dikete nava hewldana veguhertinê. Cudatiya eşîr, netew û zayendan, weke sedema ku mirovan ji hev dûr bixîne, nedidît. Nakokiya destpêkê li hemberî pergala gund pêş ket, ku ev rastî di hundirê xwe de dihewand. Lê her ku çû, Rêber APO hîn baştir têgihîşt û li ser çavkaniya rastiya ku di nava civakan de dijminatiyên kûr ava dikir, analîzên xurt pêş xist. Lewma çembera tekoşînê berfirehtir kir.
Li hemberî pergala faşîzm a dewleta Tirk, Rêber APO, dest bi avakirina tevgera Apoyî kir. Bi gurûbeke piçûk ji hin hevalên li derdora xwe destpê kir. Lê her ku çû, ev gurûb mezin bû û kete nava gel. Ne tenê li bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên welat û li her dera ku Kurd lê dijiyan, dest bi avakirina şoreşê kir.
Rêber APO, dema li qada Rojhilata Navîn ma, bi hezaran kadro û welatparêz perwerde kir. Ji bo ku zarokên gelê xwe li çiyayên azad, azad bide jiyandin, li ser pirsa ‘çawa bijîn?’ gelek rawestiya. Jixwe divê neyê jibîrkirin ku cihê têkoşîn û pevçûnê Kurdistan e. Yên li ser vê axê jiyanê qezenc nekin, nikarin ti tiştekê jî qezenc bikin. Yên ku xwe azad nekin, nikarin ti tiştekê azad bikin. Yên ku kesayeta serbixwe çênekin, nikarin xwe ji koletiyê rizgar bikin. Lewma pirsa çawa bijîn, herdem pir girîng bûye li vî welatî. Pirseke ku bi qasî nan, av û hewayê pêdivî pê tê dîtin.
Şoreşa ku Rêber APO destpê kir, dema ku xwe mezin kir û bû şoreşa gelan, hêzên desthilatdar û yên dagirker, ev wekî xeterî li hember berjewendiyên xwe dîtin. Lewma komployeke berfireh li ser Rêber APO dane destpêkirin.
Ev 13 sale ku Rêber APO di zîndana Îmraliyê de ragirtine. Herî dawî jî wek berdewamiya vê komployê, ji salekê zêdetire ku tecrîd giran kirine, gelê Kurd û şervanên tevgera azadiyê nikarin xwe bigihînin agahiya di derbarê rewşa Rêber APO.
Li ser Rêber APO û tevgera azadiyê, herdem komplo hatine pêşxistin. Di her pêvajoya ku tevgera Apoyî serketinên mezin bidest xistiye, komplo bi şêwazekê xwe daye der. Her ku serketin zêde bûne awayê komployê jî mezintir û berfirehtir bûye. Bi van komployan re dixwazin di kesayeta Rêber APO û tevgera azadiyê de hebûna gelekê, cardin ji holê rabikin.
Lê hêzên komploger jibîr kirine ku rêgeza jiyana azad a ku Rêber APO ava kiriye, mêjî û dilê her Kurdekê neqişandiye. Rêbertiya me di wan şert û mercên Îmraliyê de, hebûna xwe ya azad parastiye û nîşan kiriye ku azadiya mirov ji fikir ve destpê dike, fikir jî ticar nayê dîlgirtin.
Ger em di kesayeta Rêber APO de rastiya PKK’ê bigrin dest ev e; rastiyeke ku hertim di nava lêgera guhertin û veguhertinê de ye. Rastiyeke ku xwe dispêre hêza xwe ya cewherî û ticar teslîmiyetê qebûl nake. Ya herî rast, ya herî baş, ya herî xweşik çiye? wê esas digre û ji bo wê dixebite. Di vê wateyê de PKK, vejîna mirovên azad e. Li ser vê bingehê jî salvegera partiya azadiyê PKK’ê li hemû azadîxwazan pîroz be!
Zinarîn Amûdê