HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Carna vegotin dibe karê herî giran. Hevokê di turikê mirov de têrê nake ku mirov rastiyan bîne ziman. Carna jî awirek an jî wêneyek hemû rastiyan radixe ber çavan. Rûpelê dîrokê hemû tiştî nanivisîne, bêhna serpêhatiyê serdesta jê tê. Ji ber vê jî di lêgerîna heqîqetê de rûpelên dîroka fermî nabe rêbazeke rast. Di lêgerîna heqîqetê de ji bilî rê û rêbazên şaristaniya serdest, heqîqetên xwezayê û rastiya gelan heye. Temenê mirovan zêde dirêj nîne, lê hin kesayet hene ku di temenekî kurt de nîrxên pir pîroz avakirine. Bi sedan mînakên bi vî rengî di dîroka kurdan de heye. Bi taybet jî di dîroka 38 salê borî de bi derketina tevgera azadiyê gelek mînakên bi vî rengî hatiye jiyandin. Di zindana Amedê de yên hişmendiya bindestiyê hilweşandin, çend ciwanên leheng bûn. Mazlûman, Xeyrîyan û Kemalan bi berxwedana xwe ispat kirin ku vîn û baweriya mirov dikare neyarê herî xedar jî bin bixîne. Cardin Zîlan di temenê xwe yê ciwan de, di dil û mejiyê neyarê nîrxê pîroz de bû wolqan û teqiya.

Bi sedan mînakên bi vî rengî di dîroka vî gelî de heye. Herî dawî Yilmaz Piling ê bi navê Mazlûm Erencî di temenê xwe yê ciwan de jiyaneke dagirtî, bi wate û bi rûmet çawa tê jiyîn bi tekoşîn û berxwedana xwe nîşan da. Jiyaneke bi tekoşîn û berxwedan, bi wate ji bo nîrxên pîroz ji bo azadiya çand, ziman û gelê xwe riya tekoşînê ji xwe re hilbijart. Ji xwe herî dawî li di 29’ê Pûşpera 2011’an de Çemîşgezeka Dersimê di pevçûnekê de tevlî nava refên pakrewanên azadiyê bû. Ew remza nemirinê bû, şopdarê Alî Çîçeka – Stêrka Sor a Kurdistanê- bû. Ne hevok têrê dike ku mirov lehengîn mîna wî vebêje, ne jî rûpelên pirtûkan têrê dike. Yekane rê ew e ku mirov bîr û baweriya wan, hezkirin û girêdanên wan bide jiyankirin û wan di dil û mejiyan de her zindî bihêle.

Hevalê Elî Hemze jî yek ji wan lehengan bû. Çavê xwe di heyameke ku înkara kurdan di asta herî jor de bû û tevgera azadiyê weke rojê li ser welatê pîroz hildihat de vedike. Di temenê xwe yê biçûk bi dilê xwe yê zelal van rastiya dibîne û biryara xwe dide ku ji bo nîrxên pîroz jiyan bike û dibe lêgerînvanên heqîqetê. Min hevalê Elî Hemze dema diçû zaningehê naskir. Hîn di bihara ciwaniya xwe de bû. Ji ciwanên der û dora xwe cûdatir, lêgerînên wî ne tiştên ji rêzê bû. Jiyaneke bi wate û rûmet wê çawa were jiyîn, li wê digeriya. Evîndarê çiyayên azad bû. Dizanîbû ku çiyayên azad ê welatê wî bi hezaran sal e gelê kurd parastiye û hîn jî diparêze. Bûye qada tekoşînê, bûye parezgeh, stargeh bûye wargeh ji bo leheng û ciwanên Kurdistanê. Me di heman demê de biryara rêwitiya ber bi çiyayên azad dabû. Ji ber ku me dizanîbû, cîhê herî nêzî azadiyê, stargehên Kurdistanê ye. Hêvî di bilindahiyan de, li asoyên herî nêz ê rojê de veşartibû ji bo me. Rêwîtiya ber bi çiyayên azad, wargehên pîroz wusa destpêkir. Konaxa yekemîn bi dawî bibû û em gihîştibûn wargehên pîroz.

Ji bo me qadeke nû bû, çandeke cûda bû, ji lewra bîr û baweriyên di dibistanên serdestan de fêrî me kiribûn, çanda li ser me ferz kiribûn berovajî vê bû. Di demeke kurt de bandoreke mezin li ser me kiribû. Ji bo ku em xwe ji bandorên pergala serdest rizgar bikin hewldan û lêgerînên cûda pêwîst bû. Hevalê Elî Hemze pir zû bi vê rastiyê hisiya û xwe ji bo famkirina rastiyan, ji bo şoreşa zîhniyetê ava bike, tekoşîneke mezîn nîşan da. Di her kêliya ku vala dima, destê xwe diavêt pirtûkan û dest bi xwendinê dikir. Her dem di tûrikê wî de pirtûkeke bixwîne hebû. Fam kiribû ku ji bo xwe ji bandorên pergala serdestan rizgar bike divê bibe mêvanê bexçeyên ronahiyê û rêwîtî ya wî ya di deryaya ronahiyê de destpêkiribû.

Ked nîrxê herî pîroz e. Mirovê ji kedê bêpar be nikare wateyê bide jiyanê û ji bo jiyaneke azad û rûmet biafirîne, nikare bibe şopdarê jiyana azad. Ev rastî dîtibû, ji bo vê jî her dem di kar de li pêş bû, di karê herî zehmet de, di rêwîtiyên herî dirêj de xwe pêşniyar dikir û li herî pêş dimeşiya. Di kesayeta xwe de zanebûn û ked bi hev re hûnandibû. Ji ber wê bû him ji xwendinê pir hezdikir û him jî xwedî kedeke mezin bû.

Ji bo jiyana xwe watedartir bike her dixwest tiştên giranbûha jiyanbike, çawa di xwendin û keddayinê de her dixwest li peş be, di tekoşînê jî dixwest li pêş be. Gelek caran pêşniyarê wî çêbû, da ku li bakur tekoşînê bimeşîne. Herî dawî dema pêşniyara wî hatibû pejirandin û rêwitiya wî ya ber bi Amanosan destpêkir, mirov digot qey bê bask difire. Gaveke din nêzî xeyalê xwe dibû, gaveke din nêzî neyarê xwe dibû, da ku tola xwe jê hilîne. Kîn û hêrsa wî mezin bû, ji ber ku ew neyaran bi salane li ser gelê kurd, li ser ziman û çanda wî êrîşeke dijwar dimeşîne. Dixwaze wî tune bike, hemû hebûna wê dixwaze tune bike. Hevalê Elî Hemze jî heta temenekî bi zaravayê kurmancî nikarî bû biaxife. Piştî tevlê bûna nav refê gerîla bi çoş û heyecaneke mezin ji bo fêrî kurdî bibe kedeke mezin da.

Ew rêhevalê Ozgur Ronî û Heqiyan bû.

Hevalê Ozgur (Derviş Koşker) ê di îlona 2008’an de li Çewlikê tevlî refê nemiran bibû û Hevalê Heqî (Senar Mete) yê di cotmeha 2010’an li Kelareşê şehîd ketîbû jî rêhevalên wî bûn. Me bi hev re di bihara 2006’an perwerde dîtibû. Ji şahadeta wan pir bandor bibû û ji bo tolhildana wan xwesteka wî ya çûyina bakur zêdetir bibû. Riya wan kiribû rêberê xwe û heta pakrewaniya xwe jî li pey şopa wan bê dudilî meşiya. Min dixwest li ser hevalê Ozgur û Heqî binivîsanda, lê hevokê min têra vegotina wan nake. Lê heta heta yê weke deynekî di stuyê min de mayin nedibû. Bi vê mebestê van lehengên van pakrewanan jî bi rêzdarî bibîrtinim.

Herî dawî di 13’ê Cotmehê de li bajarokê Denîzcîler ya bi ser Îskenderûnê bi cangorî êrîşî ser neyaran kir û di wê pevçûnê de tevlî nava refên pakrewanan bû. Li nav stêrkên asîmanan li kêlaka Ozgur û Heqiyan dibişire û ji me dixwaze em tola wan hilînin. Em jî şopdarê wan kesayetan e, em deyndarê wan lehenganin. Xwediyê nîrxên hatiye avakirin ew in. ji bîr kirina wan mirina me ye, ji lewra ji bîr kirin a wan ÎXANETe. Wê tekoşîna me ispata pêkanîna xeyalên wan be, wê berxwedana me her berdewam bike û em dizanin ku weke Rêhaval Mazlûm Dogan dibêje; Radestî mirov dibe îxanetê, berxwedan jî digihîjîne serkeftinê. Wê berxwedan a me berdewam bike….

Memyan Jiyanda