Xweseriya demokratîk ne nû hatiye îlankirin. Di bingeha xwe de, rojek beriya newroza 2005an weke diyarî û xelata ji bona berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan ve hatibû îlankirin. Piştî îlankirinê tenê bi rojekî, xwedî derketina gel di asta herî jor de li qadan deng veda. Ji wê rojê û pêve xweseriya demokratîk bûye rojeva esasî a gelê Kurd, raya giştî a demokratîk û xêrnexwazên gelê Kurd. Wisa dixûye ku di rojên li pêş me de jî, wê cihê xwe yê di rojevê de biparêze.
Her hêz û derdor li gorî xwe şîroveyan pêş dixin.
Hin jê dibêjin “ne mimkûne ku xweseriya demokratîk were qebûlkirin.”
Yên ku wısa dibêjin, kes û derdorên ku naxwazin îradeya gelê Kurd qebûl bikine. Ango, ji demokrasiyê nesîbên xwe negirtine. Bi gotinekî din kes û derdorên xêrnexwaz in.
Li gorî wan hebe û nebe demokrasî pêwîste bi destûra dewletê pêş bikeve. Liv û rêxistiniyên ku ne li ser esasên fermî yên zagonên dewletê pêş bikevin, bi “teror” têne binavkirin. Demokrasî li gor wan tenê tê wateya ji çar-pênc salan carekî çûyîna ser sindoqan û deng dayînê. Piştî ku qaşo wekîl têne hilbijartin, êdî gel nema dikare tiştekî ji wan re bibêje. Ji ber ku gel ew hilbijartine. Xwedan mafê destnedayînê ne. Mafê xwe yê “demokratîk” û dîrokî bi kar anîn e û êdi lazime vîna xwe radestê van wekîlan bikin.
Gelo ev wekîl, heke di şûna ku bibin dengê gel û li hemû qadên jiyanê nûnertiya gel bikin, wekî ku îro AKP bi destên polêsên xwe êriş dibe ser gel bikin, wê çi bibe?
Li hemberî keç û xortên, ango zarokên gel operasyonên leşkerî yên tunekirinê pêş bixin, wê çi bibe?
Gelo wekîlên gel ku wekî nûner û berdevk hatine hilbijartin werin girtin û cezakirin, wê çi bibe?
An jî bi şêwazekî organîze berê faşistan bidin ser gel, hewildanîn lînçkirinê pêş bixin, wê çi bibe?
Gotinekî Kurdan heye, dibêje “welleh bavo xweş kar e!”
Tê destpêkê axa Kurdan dagir bikî, piştre gel koçber bikî, ji ax û civaka wê qut bikî, bixî muhacir û berê wan bidî çol û çiyan, piştre jî bi hemû hêza xwe ve êriş bibî ser da ku tune û bê îrade bikî. Rêberê gelê Kurd navê vê stratejîyê wekî “fahîşetiya siyasî” bin av kir.
Wekî ku wekîlekî AKPê jî anîbû ziman “ma destên yên li hember, hirmiyan kom dike!”
Mirov pêwîst dibîne ku carekedin wateya demokrasiyê bi bîr bîne. Me ne ew e ku wekî benîştê di devê hemû rayedarên dewleta Tirk de ye û dibêjin “birêvebirina gel a xwe bi xwe ye.” Di bin zext û zora hêzên ewlekariya dewletê de yên ku pêşiya demokrasiyê digirin kî ne wê çaxê? Gelê Kurd jî bi îlankirina xweseriya demokratîk da nîşandan ku ka kî/ê demokrasiyê pêş dixe û kî jî asteng e…
Helbet wê gelê Kurd li hemberî tunekirinê parastina xwe ya rewa û cewherî pêş bixe. Demokrasî û xweseriya demokratîk a ku gelê Kurd jê fêm dike, di vê wateyê de hatiye pênasekirin. Lazime were zanîn.
Niha jî hin kes û derdor rabûne dibêjin “biryara gel ne di cih de ye.”
Ez dibêjim ku, yên vê gotinê dikin an qibleya xwe şaş kirine, an jî ji wijdan bêpar mane. Wijdana xwe winda kirine. Lewra jî di aliyê exlaq û edep de lewaz in. Bê gûman gelê Kurd xwedan civakeke exlaqî û wijdaniye. Tabî ez kes û derdorên ku îlankirina xweseriya demokratîk dipejirînin û tenê wextê biryarê rexne dikin, li derva digirim.
Mijara dema ilankirina xweseriya demokratîk, pêwîstiya lêkolînkirina bûyera Farqîne derdixe pêş me. Gelo ev bûyer çima û bi çi awayî qewimî? Ji bo çi gerîlla pêwîstî bi pevçûneke wisa dît? Birastî jî gelo gerîlla ji vê pevçûnê berpirsiyare, an hikumeta AKPê berpirsiyar e? Bersiva van pirsan jiyaniye û pêwîste li gor heqîqatê bersiv were dayîn? Heger li ser bingeha heqîqatê bersiv neyê dayîn dê webala wê ya dîrokî pir giran bibe. Ji ber ku mijara gotara me ne ev e, ezê pir bi berfirehî bersiv nedim. Jixwe bersiv pir aşkereye. Birêz Demîrtaş jî di asteki de bersiv da. Bersiv lazime were temamkirin.
Bere her tiştî mirov dikare li ser bersiva birez Demirtaş van pirsan zêde bike: Gelo hebûna artêşa Dewlete Tirk a li ser van axan rewaye an na? Çi karê artêşa Dewleta Tirk li cih û warê gelê Kurd heye? Him jî bi ewqas hêjmareke zêde, bi cure cure rexistiniyên kontrawarî û bi teknolojiya herî pêşketî!
Di destê gerîllayên Kurd de çi heye, ji xencî bawerî û qehremantiyê?
Di vê pêvajoyê de dewsa ku ev mijar bêne zelalkirin, rojev bi şêwazên curbecur têye berovajîkirin.
Heqîqet, edalet û demokrasiya ku AKP û çapemeniya alîgir diyar e ku ewqas e! Niha xwendevanên me dibêjin “tu pir nerm tînî ziman.” Lê mirov hêja nabîne ku devê xwe xira bike.
Serdema em tê de, ku wekî “bihara gelan” hatiye derbirînkirin, di aliyê ragihandin û zanisatiyê de gelan aniye asteke bilind.. Êdî ne mimkûne ku agahî û zanebûn tenê di bin venêra tekel, ango desthilatdaran de bimîne.
Gel êdi pir baş dizane ku civaka xwezayî û demokratîk, ango exlaqî û polîtik tê çi wateyî.
Gel êdi pir baş dizane ku ne mecbûre di bin zext û zora dewletan de jiyan bike.
Gel êdî pir baş dizane ku dervayî dewletê, bi xweseriya demokratîk jî jiyankirin mimkûne û hîn pîroztirîn e.
Gel êdi pir baş dizane ku civakên dîrokî, xweseriya demokratîk û azad jiyan kirine. Him jî bi hezaran salan.
Heger em vegerin mijara rojeva xweseriya demokratîk em dikarin bêjin ku îlankirina xweseriya demokratîk dibe pêngava yekemîn a jiyana ku gelê Kurd ji xwe re ecibandiye. Tiştê dixwûye, dê ev pêngav hîn bi pêngavên xurttir û cesarettir were piştgirîkirin. Piştî îlankirina xweseriya demokratîk, şêwazên, ango rê û rêbazên birêxistinkirin û xistina meriyetê a xweseriya demokratîk, wê heya demekî cihekî seretayî a rojeva gelê Kurd dagire. Rojevên wekî li hemû qadên jiyanê avakirina meclîs û platformên gel, makezagona xweseriyê, xweseriya aborî, çandî, tendûristî, hêzên parastina cewherî û hwd…
Û dîsa dixûye ku dê ev pêvajo bê pevçûn derbas nebe. Lewra jî mijara parastina cewherî a li hemberî hemû cureyên êrişan, dê wekî mijareke esasî ji rojevê dernekevin.
Heger ew rojên biryar were dayîn ku gel êdî vergî nede dewletê, neçe dibistan û leşkeriya dewletê, saziyên dewletê yên tendûristiyê bidestê xwe bixîne, pirsgirêkên xwe li dewsa saziyên dewletê bi civat û platformên xwe bi xwe çareser bike, bi kurtasî dewlet bi temamî li qadên xwe yê jiyanî bertaraf, bê bandor û pûç bike, dê aloziya esasî wê demê were dîtin.
Gelê Kurd piştî ewqas bedel da, ewqas êş û azar kişand –ku nayê hiştin ji zarokên xwe re mezelekî diyar jî ava bike- biryara xwe ya jiyana azad daye. Ji vê biryarê dê tu caran paşte gav neavêje. Ew serdama “Kurdên bi dûvik” derbas bû. Lazime dost û dijmin hemû vê rastiyê baş bibîne. Em di 14ê Tirmêhê de bûbûn xwedan rûmet, em dîsa di 14ê Tirmehê de bûne xwedan azadî. Ji berk u me hêz û biryardariya îlankirina vê nîşan da.
Rojevên pir germ û dewlemend li pêş me ne. Erkên temamkirina kêmasiyên rêxistinkirina xweseriya demokratîk û temamkirina heft lingên esasî yên çareseriya netewa demokratîk li pêş me ne. Em ji vê re amade ne.
Wekî gotî “me li ber xwe da, em li ber xwe didin, emê li ber xwe bidin!”
Mansur Berken