Terora polîsên AKP ya li hember gelê Kurd bi nêzbûna hilbijartina Heziranê ve giredayî zêde dibê. Hikûmeta AKP van êrîşên xwey faşîst hem di milê siyasî hem jî di milê leşkerî de didê meşandin. Operasyonên leşkerî , ji bo ku civaka Kurd bê parastin bihêlê û bi operasyonên siyasî jî dixwazê hêza siyasî ya gelê Kurd tasfiye bikê ango Kurdan bê siyaset bihêlê tê meşandin. Ev operasyonên siyasî û leşkeri ku ji aliyê AKP ve te bi rêvebirin bi awayek kordinê û ji yek navendê tê meşandin. Biryara YSK ya di derbarê namzetên bloka ked, azadî û demokrasi yê jî, karê ve navenda şerê taybete. Ev biryar di esasê xwe de ceribandineka tasfiya siyasî bû. Lê berxwedana gelê Kurd ya ku bi tevahî da meşandin hesabên ku bi vê biryarê dixwestin pêk bînin hemu vala derxistin. Ji ber piştî serhildanên gelê Kurd ku di encama wê de berdêl jî hate dayîn, YSK mecbur ma biryara xwe paşde bikşînê.
Piştî paşda kişandina biryara YSK, bê sînor meşandina terora polîsê AKP jî mirov karê bi vê pêvajoya dawî ve girêbidê. Ne AKP û ne jî tu kesên derveyî tevgera azadiyê hevî nedikir ku li hember biryara YSK, di astek bi vî rengî de çalakî û serhildan werin pêşxistin. Piştî kişandina biryara YSK bi awayek hovane zêdekirina terora binçavkirin, girtin û li qadan êşkencekirina Kurdan hinekî jî bi vê yekê ve karê werê nirxandin. Dewleta AKP rêbaz guhert û dixwest tola paşdekişandina biryara YSK hilînê. Ew şîrove û nirxandinên ku ji milê hinek derdoran ve nêrinên qaşo ev biryar biryareke darizîniye, alaqa xwe bi AKP ve nîne jî wek nêrineke rastî û bingeha xwe nîne karê werê nirxandin. Ji ber Serokwezîrê Tirkiyê Tayîp Erdogan herî dawî jî li palamena Ewropa yê bi awayek eşkere daxuyakirin ku dewlet ew bixweye û hevdîtinên bi rêberê gele Kurd Ocalan jî dahil her tişt di bin kontrola wî de tê meşandin.
Zêdebûna êrîşên ku wek operasyonên siyasî û leşkerî peş dikevin rewşeke nû didê pêşiya gelê Kurd. Herî dawî hatina serokê CIA û pênc roj li ser hev li Tirkiyê mayîn wek ku rêberê gele Kurd Ocalan jî herî dawî anî ziman tesaduf nîne. Di va penc rojan de peymanek di navbera dewleta Tirkiyê û DYE(Dewletên Yekbûyî Emarîqa) de hate çêkirin. Di vê derbarê de mînaka berçav biryara dawî ya DYE ye. Ruxmê ku DYE dizanê tu mal û milkê reveberên KCK nîne jî , biryarê destserdana malên hinek rêveberên KCK distînê. Wisa xuya dikê ku li dijî tevgera gelê Kurd tifaqa ku heyî hatiye nûjenkirin. Ji bo hevkariya li dijî Suriyê û Îran DYE we ji bo tasfiyekirina PKK piştgiriya ku didê Tirkiyê zêdetir bikê. Yanî israra hêzên emperyalîst ku pirsgirê Kurd wek kartek li dijî dewleta Tirkiyê bikartînîn berdewam dikê. Naxwe hikûmeta AKP, terora bê sînor ku li dijî civaka Kurd didê meşandin bi serê xwe nikarê bikê. Jî xwe hêza AKP bi serê xwe jî, ji bo vê yekê nîne.
Eger bi giştî werê nirxandin, konsepteke tasfiyekirina tevgera azadiya civaka Kurdistan ya nû di dewrêde yê. Mirov vê konseptê karê wek konsepta tasfiya kûr bi nav bikê. AKP dixwazê ber bi hilbijartinê Hezîranê vê bi konsepta tasfiya kûr encam bigrê. Bi hezaran biçavkirin û girtina siyasetmedarê Kurd û li qadên Kurdistan ê êşkencekirina ciwan, jin û zarokên Kurd nîşana vê yekê ye. Roj nîne ku bi dehan siyasetmedar û ciwanên Kurd newin binçavkirin û girtin. AKP ya ku tehammula konên çareseriyê demokratîk yê gelê Kurd nakê û bi awayek hovanê bi bombayên gazê erîş dikê, di vê baş zanîbê ku civaka Kurd bê xwedî nîne. Ew hêz, îrade û bi rexistina civaka Kurd ku her cur êrîşên faşîst yê hikûmeta AKP vala derbixînê heye. Ew polîsên faşîst yê AKP ku bi neyariyeke mezin êrîşî gelê Kurd dikin pêwîstî heye ku li Kurdistan ê zêmînê jiyanê ji wan polîsa re newê hiştin. Ev jî ancax bi seferberiya parastina cewherî karê pêk werê. Eger polîsên AKP li Kurdistan ê cesaret dikê ku li ser zarok, dayik û ciwanên Kurd terorekê dijwar bidê meşandin, pêwistî heye ku weke endamekî netewa Kurd em xwe cidî berçavde derbasbikin. Ev jî tê wê wateyê ku di rêxistinkirina parastina cewherîde asta ku tê xwestin hê dûre.
Artim Ronî