DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –VI-
Piştî ku şoreşa Fransa û li Rûsyayê ya Bolşevîk pêk hat û di vê oxirê de bi milyonan mirov mirin û ev şoreş gerdûnî(evrensel) bûn û li hemû dinyayê belav bûn. Bes piştre hat fêmkirin ku di paradîgmaya wan de şaşî hene û bêyî ku ferq bikin, şaristaniya çînî û dewletparêz dest danî ser hemû nirxan û îro jî serdestiya xwe didomînin. Rêber Apo bi felsefeya xwe, rûyê qirêj ê vê çanda dewletparêz deşîfre kir û li hember modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk ku tu carî di kokên civakan de winda nebûye vejand û ji nû ve formekê dayê. Yanî yekem car maskeyên ew xwedayên derewîn hat xistin. Loma jî ev hemû xweda ku îro nûnertiya wan Emerîka, Ewropa û yahûdî dikin li hember Rêber Apo komployeke navneteweyî bi pêş xistin. Lewma jî, divê em li ser vê çandê bisekinin,ev çand çawa hate înşakirinê û çiqas xwedî rûyek derewîn e, çiqas li ser keda mirovantiyê xwe dide jiyandin… ya herî girîng em çima li dij çanda DEWLETPARÊZên. Di vê çarçoveyê de, Rêber Apo di hemû parêznameyên xwe de, vê mijarê bingeh digere û li ser disekine.
Me di rêzenivîsên berê jî dabû diyarkirinê ku, di neolîtîkê de jin mekanîzmaya birêvebirinê ye. Di destpêka klanbûnê de ev ji rewşeke bîyolojîkî û ji neçariyê dihate; lê piştre ev pevajo (B.M. 6000-5000) bi nasnameya XWEDAWENDÎ ev çand didome. Êdî ji şikeftan, ji qeraxên avan avabûna gundan bi pêş dikeve. Êdî her diçe klan mezin dibe û forma qebîleyêdigire. Zêdehî û hilberîn di vê demê de zêde ne. Kafik û cêr têne çêkirin. Di şûna ku rojane pêdivî bên cî, zêdehiya xwarinan tê veşartin. Lê di qebîleyan de ji hêla zilam ve çavberdana zêdehiyan, bi aweyekî konetî bi pêş dikeve.
Berî 7 hezar û pêncsed sal berê, çanda El-Ebûyt tê jiyandin. Mirov dikare serdema El-Ubeyt wekî derbasbûn an amadekariya şaristaniyê bi nav bike. Ji ber ku di neolîtîkê de taybetmendiyên dayîktiyê têne parastin. Di çanda madî û manevî de pêşketin heye. Civakîbûn di her hêlê de pêşketî ye. Di vir de ya nû; ZÊDEHÎ-HILBERÎN e.
Destpêkê zedehî-hilberîn bêzirar e. Ji ber di qebîleyan de zêdehî dicivin, lê vê wekî borak(qurban) belav dikin. Di perestgehan de pergala diyarîdayînê heye. Ji hev re xelatkirin heye. Di diyarî û xelatan de, bendewariyek nîn e. Zêdehiyan li hev belav dikin û bi vî awayî her kes fena hev xwedî hebûnek e. Di vir de li hember zêdebûn û bereketê maneviyat bi pêş dikeve. Bikaranîna alav û xwarinan li gorî pêwîstiyan e.
Piştre GUHERÎNA MALAN bi pêş dikeve. Di destpêkê de guherîna zêdediya malan, xwedî erkeke civakî ye. Hê di wê demê de bingeha aboriyê tê avêtin. Di vir de ya xerab ev e ku, hinek li cem xwe zêde mal dicivînin û dikin sermaye. Di vir de du rê hene: Ya wê malên zêde bi awayê ku me diyar kir bikarbînin, yan jî wê ji xwe re milk. GUHERÎNA destpêkê li gorî pêwîstiyan e. GUHERÎN; nirxa bikaranînê ye. Wekî mînak; torbeyek genim, bi du torbe ceh re diguherin. Yan jî yek cotkarî dike, yek jî bi xwedîkirina sewalan mijûl dibe. Yê xwedî sewal, sewalên xwe bi genim an ceh re diguhere. Ev pêwîstiyek e. Bi vî awayî di rabirduya dîrokê de, yekem car QADÊN HEVBEŞ çêdibin. Di vir de her qebîleyek malên xwe yên zêde di van qadên hevbeş de yanî li bazaran diguherin. Ev bi xwe ji bona civakîbûna bi sûd e. Ji bona ku civak xwe birêve bibe, ku xwedî malê zêde be û bi awayekî kolektîf bikar bîne, dibe ku erênî be. Lê pirsgirêk ev e ku, ku di vê guherînê de armanc KAR be, di fiyatan de spekûlasyon hebe û komek mirov ji xwe re vê zêdehiyê bike SERMAYE , vaye tofan û bobelat ev e. Jirêderketin ev e.
Xala bingehîn a ku em li ser bisekinin û ya ku dijî xwezaya civakê ye û ne li gorî berjewendiyên civakê ye; ji ser zêdehî-hilberînê guherîn pêk tê, ev ku bibe sermaye û ji vê sermayeyê kar bê dest xistin û hinek jî li ser TEKELA xwe deynin an destdayîn çêbe. Ya xeter û rûxîner ev e.
Rêber Apo di parêznameyên xwe de dide diyarkirinê ku, ya ku zanistî nikaribe bibe bersiv, em bi zimanê çîrokî vebêjin. Di vir de Rêber Apo diyalektîka xwe li ser ZILAMÊ KONE Û BIHÊZ tanzîm dike. Çîrok di serdema El-Ebûyt de (B.M 5500) destpê dike. Di vir de erka jinê hem di warê madî hem jî di warê manevî de zexm dibe. Ev jî hêza kokê ye (zarok, xal, xaltî)
Destpêka çîrokê de kesek dertê, dibêje ku ma ez vê zêdehiyê bavêjim berîka wê çi bibe. Erkên ku di dest jinê de be, ma di dest min de be jî wê çi bibe. Zilam di fikrê de ye, dibe ku di berdewamiya kokê de para min jî heye. Ma ez nîn bin, wê zarok çawa çêbe? Jixwe ez di warê fizîkî de jî bihêz im û min berê nêçîrvanî jî kiriye. Belê, dema ku zilam nêçîrê dike, mejiyê wî yê analîtîkî(mantix-lojîk) pêş ketiye. Di nêçîrê de planan çêdike, hîn bûya ka wê çawa ajalek bixe dafikê. Her hal ji nişka ve, hewl nadeye ku jina 3 MÎLYON sal in peşeng e, di carekê de têk bibe. Destpêkê, zihniyeta îxaneta li hember çanda dayîktiyê bi pêş dixe, piştre derbasî çalakiyê dibe. Bi vî awayî, dafikên ku berê li hember ajalan dikir, li hember jinê, malbatê û zarokan dike û dest datîne ser hemûyan. Çalakiya wî ya destpêkê serkeftî ye û dibe xwediyê jinê. Piştre ciwanan li derdora xwe dicivîne. Êdî zêdehiya malan di dest zilamê kone de ye. Biryargeha xwe ya yekem di MALÊ de tanzîm û vê di nava klanê de belav dike. Yekem car HÎYERARŞIYA KLANÊ çêdibe. Sazûman sêalî ya ZILAMÊ KONE Û BIHÊZ + KALEPÎR + ŞAMAN (proto-rahîb) pêk tê.
Belê li gorî çîrokê, zilamê kone piştre sazûmana xwe ya sêalî pêk tîne. Lê wisa ev ji nişka ve çêneba. Ev pêvajo bi qasî 1000-1500 salî de çêde be. Fena qansêrê belav dibe. Di serdema El-Ubeyt de bazirganî belav dibe û li jorî Mezopotamyaya Jorîn hetanî Meletî û Elezîzê û Pencapa Hindistanê belav dibe. Koloniyên bazirganiyê saz dibin. Ev pêşketin, rê li ber BAJARAN vedike. Bajar ÇÎNAN, çîn jî DEWLETÊ bi xwe re tîne û hîmên ŞARISTANIYA ÇÎNÎ Û DEWLETPARÊZ dertê ser dikê û wekî qansêrekê li serê mirovantiyê dibe bela.
Wê bidome…
Rûbar Andok