HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ş. Kemal CIZÎR

roboskiÎro salvegera komkujiya Helepçe û Qamişlo ye. Di dîroka gelê Kurd rojekî reş e. Rojekî bi lanet e. Ti carî nayê ji bîr kirin e.

Bi boneya vê rojê hemû şehîdên komkujiya Helepçe û Qamişlo yê bibîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewînim. Her wisa hemû kiryarên van komkujiyan bi kîn û hêrsa dilê xwe lanet dikim.

Dema mirov li nav rûpelên dîrokê dinêre, ev ne bûyerekî ku di rojekî de biryara wê hatiye dayîn e. Dîrokekî vê heye. Dema ku mirov li dîroka wê dinêre, mirov dikare bi hezaran salan dûr biçe. Ku mirov wê bikaribe baştir fêm bike vê bûyerê. Çawa rojhilata navîn ji bo mirovahiyê derketiye, gelê Kurd jî afirandina destpêka vê mirovahiyê de ne. Dema ku dîrok diherike, civak tê binxistin, desthilatdarî derdikeve, gelê Kurd vê ti carî ji xwe re napejirîne.

Gelê Kurd çawa di afirandina mirovahiyê de rola xwe leyîstine? Ji bo parastina nirxên xwe, parastina mirovahiyê, ti caran ji bedeldayînê xwe paş de nedane. Ewqasî girêdayî nirxên xwe ne. Di kesayetê îro de jî, mirov dibîne.

Dema mirov li dîrokê meyze dike, wekî konfederasyona Med ê, mirov dikare jiyana Kurdan baş analîz bike ku baş binirxîne. Çawa ti carî desthilatdarî ji xwe re qebul nekirin, bi ruxmê bûn xwedî hêz jî, lê desthilatdariyê li ser mirovahiyê ne meşandine. Di roja îro û di dîrokê de jî tê dîtin. Ev komkujiya 16’ê Adara 88’an, ne ya destpêkê ye. Ev wê ne ya dawiyê jî be. Dibe ku ji Sadam bi hezaran komkujiyan destpê kiribe.  Lê Helepçe ne ya dawiyê bû.

Helepçe taybetmendiyên xwe cuda ye. Helepçe roja şiyarbûna gelê Kurd e. Roja zanistiya wê ye. Roj û demê xwe birêxistin kirina wê ye. Desthilatdaran bi vê derketin û tevkujiya Helepçe re xwestin, gelê Kurd tine bikin û vê şerma xwe ya mirovahiyê li tevahiyê cîhanê belav bikin. Xwestin li ser xwîna gelê Kurd desthilatdariya xwe bimeşînin. Lê rojhilata naverast ji wan re hertimî asteng bû.

Bi sekna xwe, bi nirxên xwe, bi şêwazê jiyana xwe hertimî gelê Kurd ji wana re asteng bû. Dema mirov bi vî rengî meyze dike, mirov dibîne ku di kesayetê gelê Kurd de, rojhilata navîn di komkujiyê re derbaz bûye. Lê cardin di dîrokê de gelê Kurd, ji ti komkujiyên xwe re bê bersiv nemane.

Di sala 88’an de bi ruxmê komkujiya Helepçe jî qewimî jî, bi pêşengiya RÊBER APO, PKK xwe bi hêztir kir. Beriya wê du salan kongreya xwe ya sêyemîn damezrandibû.

Destpê kirina şoreşa PKK û gelê Kurd ji bo desthilatdaran astengiyekî mezin bû. Ji ber wê ti carî nehêle ew zihniyeta xwe ya gemar têxin axên qedîm yên Mezrabotan. Xwestin rê li ber vê şoreşê bigrin, lê nekarîn û wê nikaribin jî. Ew çiqasî bi ser gelê Kurd de hatin, gelê Kurd di qirkirinê re derbaz kirin, gelê Kurd ewqasî jî bi hêz bû. Di roja me ya îro de ev jî bi awayekî zelal derdikeve holê.

Wexta nekarîn bi komkujiya Helepçeyê encam bigrin, vê carê jî li Qamişlo gel di komkujiyê re derbaz kirin. Li sînema Amudê zarokên Kurd bi awayekî zindî şewitandin. Heya roja îro jî bêyî navber polîtîkayên bişavtin û helandinê li ser gelê Kurd tê meşandin. Ji her çar hêlên cîhanê de bêyî nav ber evan xakên qedîm dibin gulebarana dagirkeran de maye. Dixwestin vê bihuştê têxin bin desthilatdariya xwe, gelekî kevnar yê mîna Kurd jî, ji dîrokê bide jê birin. Gelê Kurd mirovahî xwedî kiriye, dayîktî jêre kiriye û mirovahî bi ziman û çav kiriye. Îro jî bi heman erkê xwe ve radibe.

Em jî weke şervanên fedayî yên RÊBER APO, weke mirovekî Kurd û weke şervanên azadiyê soz didin ku ev bûyera ku di dîroka me de hatî jiyan kirin, em ji vê re bê bersiv nemînin. Em ti carî vê winda nakin. Bi boneya salvegera komkujiya Helepçe û Qamişlo, tevahî şehîdên wan bi bîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewîmim. Soza me wê pêkanîna xeyalên we be.