HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

kerdogan...Xiyaneta Kurdan, navdar e. Ev birînek dîrokî ye û wek birîna mûmarî di bedena civaka Kurd û bedena Kurdistanê de xwînê dimîze. Dermankirina vê birînê, bi serîhildan û qirkirinên sedsalî jî pêk nehatiye. Hemberî ku kesên îxanetkar jî dûçarî kuştin û qirkirina dijmin bûne sûd nedaye. Yanî piştî dilsoz û welatparêzên kurd hatine berteref kirin, xayin jî li ber şibaqa dijminê dagirker ketine hatine kuştin û berteref kirin. Dîsa jî birîn ne hatiye derman kirin û wek pirseke dîrokî li holê maye. Vê pirsa dîrokî jî, aliyê xwe yê sosyolojîk jî derbas kiriye.

Balkêş e, hinek ji zarokên dilsozên Kurdistanê ku ji aliyê dewleta ceberrûd ve hatine kuştin jî, îro, dibin navê “insanî û bêalî” de ketine davika dijmin û tevlî karwanê xiyanetê bûne. Lewna xiyaneta li Kurdistanê “vaqayek vaqqumî” ye. Min bi zanîn gotina vaqqum bi karanî, ji ber ku li cîhanê kesî ne dîtiye ku bi zanebûn û daxwaz tevlîbûna karwanê xiyanetê çêbûye. Lê xaka Kurdistanê wek vaqquma xiyanetê ye, ha ha vê bextreşiyê diafirîne. Navê vê jî têkçûna sosyolojîk e, yan jî xwekuştina sosyolojîk e….

Di civaka Kurd de, xiyanet parçeyek ji dewşirmetiyê ye. Dewşirmetî, antî însanî ye û ji insaniyetê, ji kesayetiya insanî dûrbûn e. Di postikê insan de bedenek din ya çêkirî heye û wek robetekî ku tenê li ser yek programê hatibê rûnandin e. Yenîçerîtî bingeha dewşîrmetiyê ye û karê yenîçeriyan ji bo xanedaniya Osmaniyan fedaîtî bû. Dewşirmeyên Osmaniyan, pirranî ji Balkan û welatên dihatin dagirkirin dihatin komkirin. Lê di demekê de, li Balkanan wek bacûbêşê zarok didane sîstema dewşirmetiyê. Îro jî li Tirkiyê, dewşirme, ji zarokên gelên hatine qirkirin û tunekirin têne komkirin û ji malbatên bi zorê hatine koçberkirin derdikevin. Sîstema “koy enstitusu, dibistanên şevînî” ev aş e. Kurd in, Ermenî ne, Laz, in Gurcu ne, Çerkez in, Rum in, Turkmen in, Pomak in, Tatar in û hwd. nin.

Wek di Tewratê de tê gotin; “kesên ji zarokên Israîl, ku înkar dikin, bi zimanê Davud û Kurê Meryem hatine lanet kirin”, di vê qonaxa ku gelê kurd, li dijî zihniyeta lanetkirî ya Ittîhat Terakî şer dikê de, xayinên kurd jî, bi zimanê kurdî têne lanet kirin. Zihniyeta lanetkirî ya Îttîhat û Terakî, zihniyet faşîzmê ye, ev faşîzm jî li cîhanê hatiye lanet kirin û gunehkar hatiye îlan kirin. Xiyanet jî kevirê bingehîn yê faşîzmê ye. Di Qur’anê de, cezayê xiyanetê “hududullah” ya bi gelê xwe re ye. Ev xiyanet, bi cezayê “ta’zîr” tê cezakirin.

Gelek nivîskar û dîrokzanên Kurd, hinek axa, beg û mîrên kurd, bi xiyaneta li devê deriyê dijmin û xulamtiya dagirkeran gunehkar dikin û wek xayin bi nav dikin. Ev rast e û pêwiste di “doza nîzamî kurd”de werin dadgeh kirin jî. Ji ber ku ev mirov, li gorî huquqê kurd, zarokên gayr-i meşrû ne. Ev xiyanet bingeha faşîzma li dijî gelê kurd e û gunehkariya sosyolojîk jî derbas kiriye.

Di vê qonaxa ku Komara Tirkiyê hêza dagirkeriya li Kurdistanê winda dike û îradeya gelê kurd derdikevê pêş de, xiyaneta eniyên serdestên Kurdistanê ketiye rojevê. Bi vê mebestê serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, gotina “birayên min î kurd û muxatabê min kurd in” di radeya herî bilind de diqîre. Dîsa dibêje, PKKe, BDPe tevahiya Kurdan temsîl nake. Ev jî radeya xiyaneta nava Kurdan nîşan dide û stratejiya ambalaj kirina xiyanetkariyê ye.

Çima, ji ber ku kesên weke Garîp Ensarîoglu, Mehdî Eker, Mehmet Metîner û nivîskarên bi hevsar, zêde bûne û di rojên tengasiya dewleta Tirk de herûher derdikevine pêş.

Xiyaneta nava gelê Kurd, çûkê herî delal KEW jî bi xwe re xayîn kiriye. Gelek serokcaş jî, di nava bêşermiyek mezin de dibêjin “em jî kurd in.” Lê destdirêjiyan li jina kurd dikin, ciwanên kurd dikujin. Lewma ew derewan dikin û ew, ne Kurd in. Kurd ew kes e ku ji bo azadiya gelê xwe, ji bo kultur û zimanê xwe û li dijî asimilaysonê, li dijî dagirkeriyê, li dijî inkara gelê xwe, li dijî qirkirinên siyasî, kulturî û fizîkî têkoşînê dikin e. Bila kes weke kaxeza turnusol û lawîrê heft-rengî (bûkelemûn) haraket neke. Weke Shakespear got;”ewlekarî wek giyan e, tucaran venagerê bedena ku terk kiriye.” Mirovê ku kesayetiya xwe, giyanê xwe firot, canê xwe sivik kir, tê-venage û vegera wî jî bi hey-ho ye… Hejmara van bedcanan ne gelek in, lê bi ajîtasyon û propagendeyeke mezin, serdestiya xwe sazkar dikin. Çima, ji ber ku diru ne, melaq n û nêrûmêk in, dema stur dibin di dergehê qesr û qonaxan ve naçin, dema dikevin û lewaz dibin di qula derziyê re diçin. Bi gotina Ahmed Arîf, ew destikê dara ku darê dibirin e, “puşt” in, yan jî kurmê darê û “davik û kemînên puşt” in.

Ev rengê mirovan ketî ne û exlak, bext, dilsozî û ciwamêriyê nasnakin, Nanê wan li ser kaba wan e. Lewma em di dewşirmetiyê de “ne-mirovê di postikê mirovan de” bi nav dikin. Xiyanet kurmê di xwînê de ye, eger xwîn neyê paqij kirin, kurm ji xwînê dernakeve. Ev mirov dixwazin gel jî weke xwe bikin û ji nirxê wî dûr bikin. Metirsîniya mezin jî ev e. Beko Ewanê Mem û Zînê, Reyberê Seyît Riza, îro bûne kurtêlxwur, bûne ew nivîskarên hevsarkirî.

Kî çi dibêje bila bêje, ez xiyaneta kurdan wek destîniya kurdan nabînim. Her çiqasî bi cografya Kurdistanê ve girêdayî be jî, ji pîrozî û afirgeriya Xwedawendî dûr e. Ji ber ku “puşt” nikare nirxan biafirîne. Di dîroka Kurdistanê de, xayînên kurd nirxekî mirovahiyê ne afirandine û imze ne avêtine bin kiryareke ciwamêrî. Ji ber ku xayin, civaka xwe pêşkêşî dijmin dikin û wek “qewad”an haraket dikin. Belkî ev gotin giran be, lê di vê pêvajoya nazik de, ti gotinên din nayêne bîra min. Di vê qonaxa ku Kurd gihane çaryana bijartin û bidestxistina îradî, eger ev puşt û gewad ketibin nava hewldanan, armanca wan ew e ku car din, gelê kurd pêşkêşî dagirkeran bikin û wêraniyek sosyolojîk û stratejîk pêkbînin e.
Dagirkeran, li her bajar, her navçe û herêmên Kurdistanê xayînên bi zengil afirandine. Vî zengilê rûreşiyê jî, çandeke bi qolincên tewrênek afirandiye. Pêwiste rewşenbîr û enteklektuelên Kurd li dijî vê êşa bi qolincên tewrêneka mirinê, şer bikin. Rewş nazik e û hassas e, lewma barekî giran û giring dikevê ser partiyên siyasî yên kurd jî!...

Di van rojên ku xayînên Kurd di kanalên telewizyonên Tirk de zêde xuya dikin û berdevkiya AKPê û siyaseta inkar û tunekirinê dikin. Bêyî ku dagirkerî û wêranzariya lu Kurdistanê bibînin, ji bedêla AKPê, demokrasî û ademiyeta ku li Tirkiyê nine îxracî Kurdistanê û atlasê mêjiyê mirovan dikin. Lewma gotina siyasetmedarê Ingilîz ku got “eger kuçikekî te yê baş hebe, pêdiviya te bi kewt kewtê nine”, hate bîra min. Ji bilî gotinên “puşt û qewadî” çi gotin tê bîra we gelo?

Medeni FERHO