serhildêrî weke çandekê di hemû malbatên me ên Kurd de, bûye bingeheke xurt a xwe bi rêxistin kirinê.
Ruxmî hemû êrîşên bişaftinê ên li ser gelê Kurd û bi taybetî li ser jin û ciwanan malbata gerîla Sarya Lorîn karîbûn zarokên xwe bi çanda dayîkê mezin bikin. Gerîlaya ciwan Lorîn di şexsê xwe de temsîliyeta jina Kurd a serhildêr misoger kir.
“Bi Biryara Bidest Xistina Azadiyê Dikeve Rê”
Gerîla Sarya Lorîn bi navê rast Pelda Dogrî di nava malbateke welathez de li paytexta Kurdistanê, li bajarê Amedê jidayîk dibe. Di biçûkatiya xwe de rastiya dijmin ji nêz ve dibîne û nakokiyan dijî. Bi taybetî nêzîkatiyên ji zimanê dayîkê re û heqaretên ku bi şêwazên herî kirêt dihatin gotin liser wê gelekî bandorî çêdike. Ev rewş Kîn û hêrsa wê li hemberî dijmin zêdetir dike. Ji ber wê bi têgihîştinekî bi zanist her hewil dide çanda dayîkê û zimanê xwe di wan dibistanên pergalê de biparêze û xwedî lê derbikeve. Loma zû karîbû pêşî li feresetên bişaftinê ya bergalê bigre. Di hemû aliyan de weke jineke ciwan xwe parast û nekete xefika pergalê. Ev jî dihêle ku têşegirtina wê ya kesayetî bibe zemînek xurt ji pêşeroja wê re. Her ew sekna xwe ya serhildêr û asî weke jineke Kurd diparêze. Vê yekê jî dike terzê jiyana xwe û wisa şekil digre. Pelda bi beşdariya keç apa xwe ya di nava tevgera azadiyê de, bêhtir lêgerînên xwe ên azadiyê bi pêş dixe. Li ser vê esasê ew jî biryara xwe ya tevlîbûnê dide û di sala 2014’an de beşdarî nava refên gerîla dibe.
Pelda êdî bi nasnameyeke nû ji jiyaneke nû re hembêza xwe vedike û navê xwe dike Sarya Lorîn. Ew perwerdeya xwe ya bîngehîn a gerîlatiyê li Qendîlê dibîne û bi awayekî çalak xwe tevlî dike. Li gorî rastiyên dijwar ên gerîlatiyê xwe ji hemû qadan re amade dike. Bêyî ku bikeve nava hesabên takekesî bi dil û can xwe tevlî jiyana gerîla dike. Di hemû merheleyên perwerdehiyê de, her gava xwe de bi armanca ku bikaribe jiyaneke serkeftî derbas bike hewildanan bi pêş dixe. Ji vê zêdetir girîngî dide famkirina rastiya Rêber APO. Li gor vê jî xwe avadike û hewildanên bûyîna gerîlayeke têgihiştî pêşdixe. Bi taybetî li ser Rastiya Rêber APO û nêzîkatiyên Rêber Apo yê ji jinê re lêhûrbûn dike. Viya jî tenê bi xwandinê re sînordar nahêle. Di her gav avêtineke xwe de, ji bo xwe dike felsefeya jiyanê û bi biryar xwe tevlî dike.
“Dibe Rêhevaleke Rasteqîn”
Gerîla Lorîn di gelek qadên parastina medyayê de gerîlatî dike û têkoşîn dide meşandin. Bi coş û kelecan ruhê xwe û bi rêhevaltiya xwe ya germ ve, di nava rêhevalên xwe de pir tê hezkirin. Cihekî taybet di dilê rêhevalên xwe de digre. Cardin di gelek xebatên stratejîk de cih digre û erk dide ser milên xwe. Pir daxwaz dike ku biçe qadên herî pêş û bi rêhevalên xwe re di wan çeperên berxwedanê de şer û têkoşîn bide meşandin. Vê yekê jî tenê wekî erkekî nagire dest, heman demê li ber rêhevalên xwe, xwe berpirsyar dibîne. Lê ji ber hin xebatên ku wê dida meşandin, pêşniyarên wê nayên qebûl kirin. Gerîla Lorîn xwedî wê hêzê bû ku bi tena serê xwe dikarîbû xebatên xwe bi serkeftî bi encam bike. Di wan xebatan de bi wesfeke pir xurt kedên mezin dide. Ev jî perpirsyartiyên wê ên jiyanê destnîşan dike. Xwe li ber hemû erkên şoreşê re weke milîtaneke APOYÎ berpirsyar dibîne. Her çiwqas bi awayekî çalak beşdarî şer nebûbe jî, lê karîbû encamên pir girîng jê derbixe. Cardin bi ketina ji nû ve avabûnê de, tevlî perwerdeyên bîrdozî û leşkerî dibe. Di wan perwerdeyan de jî bi armanca xwe ji nû ve avakirinê, weke milîtaneke jin ji hemû erkan re xwe amade dike. Bi taybetî di birdoziya azadkirina jinê de lêhûrbûn dike û misyonên dîrokî dide ser milên xwe. Bi vê hesasiyetê tevlîbûna xwe dide çêkirin û li gorî wê misyon dide xwe û derdora xwe. Rêhevaleke ku her tim di pîvanên azadiyê de bûye xwedî armancên mezin e Sarya. Xeta Zîlanan, Bêrîtanan û Semayan ji xwere dike pîvanên esasî yê jiyanê. Ew dîzane ku fedaîtî bi van fedekariyên mezin ve dikare pêkan bibe û her deme wisa tevdigere. Ew jî li gorî wê misyon li xwe bar dike.
Di 25’ê mijdara 2019’an de, gerîla Sarya Lorîn bi rêhevala xwe Cîhan Hîvron re di êrîşekê de, li qadên parastina medyayê digihêje şehadetê.
Li ser axa Kurdistana rengîn bi sedan cangoriyên mîna Saryayan di nava kulîlkên azadiyê de bûne hêviyên welatekî, bûne siberojên zarokên Kurdistanê. Îro li pêy şopa van cangoriyan pêleke azadiyê heye ku bi xwere jiyan ava dike. Bi sedan gerîlayan sonda pêkanîna xeyalên wan rojane di şexsê xwe de nû dikin. Ji bo wê ew her tim dibin mirovên ku têne bibîranîn û jiyan kirin. Ew qet namirin, her û her di dilê mirovan de têne jiyîn.
