HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re! 

Hevrêyê me Mazlum Serêçiya, 6’ê Nîsana 2026’an li Girê Zengil a li qada Bergarê ya herêma Garê dema bi komek hevrêyên me re ji bo kontrolkirina araziyê dimeşiyan, saet 10.30’an ji zinarekî ket û birîndar bû.

Di heman saetê de bi alîkariya hevrêyên xwe ji zinarê hate rizgarkirin û dest bi tedawiya wî hate kirin. Hevrêyê me Mazlum ku bi giranî birîndar bibû, tevî hemû mudaxileyan jî rizgar nebû û saet 18.00’an şehîd bû.

Em êşa şehadeta bêdem û bêcih a milîtanê fedayî yê Apoyî hevrêyê me Mazlum ku ewladê malbateke hêja ya welatparêz bû, dijîn. Em ji bo hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê û malbata wî ya hêja ya ku di têkoşîna azadiyê de berdêl dane, sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku armanc û xeyalên hevrê Mazlum bi ser bixin, em ê hewl bidin bibin layiqê bîranîna wî.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me yê şehîd, bi vî rengî ne:


Nasnav Mazlum Serêçiya
Nav û paşnav: Ferdî Aydemîr
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dayik-bav: Emîne – Kemal
Cih û dîroka şehadetê: 6’ê Nîsana 2026’an / Garê

Mazlum Serêçiya – Ferdî Aydemîr

Hevrêyê me Mazlum li navçeya Kop a bajarê qedîm ê Serhedê Mûşê ku bi sedan ewladên xwe yên bi wêrek daye Tevgera Azadiya Kurdistanê, hate dinê. Ji ber ku malbata wî û derdora wî ya nêz welatparêz e, di temenekî zû de li hemberî Tevgera Apoyî sempatî hîs kir. Hevrêyê me bi çîrokên lehengiyê yên gerîla, mezin bû. Xeyala rojên ku tevî PKK’ê bibe, kir. Bi zanebûna welatparêziyê ya ku ji malbata xwe girtî, tevgeriya û li dijî bêmafiyê her tim bû ciwanekî Kurd ê hestiyar. Hevrêyê me 5 salan çû dibistana dewletê, ket ferqa polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê. Ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nedidît, ket nava nakokiyên kûr û dest ji dibistana dewletê berda. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, çû metropolên Tirkiyeyê. Hevrêyê me demekê di karê tekstîl de xebitî. Tevî temenê xwe yê ciwan, kesayeteke gihiştî qezenc kir. Hem pîroziya kedê hem jî polîtîkayên koçberiyê yên ku sîstem li gelê me ferz dike, nas kir. Xebatên ciwanên Kurd ên welatparêz ji nêz ve şopand. Hevrêyê me ji ewladên bi wêrek ên gelê Kurd ên ku di şerê li Kurdistanê de şehîd bûne, pir bandor bû û lêgerînên xwe kûr kir. Xwest bi hezaran ciwanên Kurd re yên ku dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser Kobanê berê xwe dan qada berxwedanê, mil bi mil şer bike. Birayê wî hevrê Berxwedan Kaş – Cuneyt Aydemîr di Berxwedana Sûrê ya Destanî de şehîd bû. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Mazlum ji bo tevlîbûna têkoşînê bikeve nava lêgerînan. Hevrêyê me dizanî ku rêya dilsoziya bi şehîdan re, mezinkirina têkoşînê ye û her roja borî ev lêgerîna xwe xurt kir. Hevrê Mazlum di nirxandineke xwe de sedemên tevlîbûna xwe wiha anî ziman: ‘Min şîdeta li ser gelê me û şehadetên gerîla, qebûl nekir. Min biryar da ku yekane cihê tolhildanê tevlîbûna nava refên gerîla ye û lewma ez tevlî PKK’ê bûm’.

Hevrêyê me sala 2016’an ji Stenbolê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Bi coşa bicihanîna xeyala xwe ya zarokatiyê, berê xwe da warê pîroz ê gerîla. Hevrêyê me ji her gerîlayên ku nas kirî, hêzek mezin wergirt. Perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîla, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Bi moral û mereqeke mezin, tevlî perwerdeyan bû. Hevrêtiya komunal a Tevgera Apoyî û samîmiyeta gerîla bû sedem ku pir zû adapteyî şert û mercên zehmet ên çiyê bibe. Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk, di kesayeta xwe de guhertinên cidî çêkir. Hevrêyê me bi biryardariyeke mezin û bi coş tevlî her kêliya jiyanê bû. Piştî ku bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand, derbasî qadên pratîk bû. Hevrêyê me şansê ku tiştên fêr bûye bixe pratîkê, bi dest xist. Hevrêyê me ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirt û pir dixwest darbe li dijmin bixe. Derbasî Rojava bû ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê bi dijwarî li wir çêdibûn. Hevrêyê me di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de tevlîbûneke aktîf raber kir û di gelek hemleyên şoreşgeriyê de cih girt. Di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral a di şer de, tecrûbeya xwe ya leşkerî û israra xwe ya ji bo darbe li dijmin bixe, bû milîtanekî fedayî yê Apoyî. Bi kedên mezin ên Rêbertî û şehîdên me li Rojava Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê zindî bû. Weke parêzvanekî vê paradîgmayê, li gelek qadan xebat meşand. Hevrêyê me car din berê xwe da warê pîroz ê gerîla. Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine destpêkirin, hewl da wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bîne. Li her qadê ku êrîş hebûn cih girt û parastina axa Kurdistanê esas girt. Hevrê Mazlum bi şêwaza tîmên gerîla ya pispor û biryardariya xwe, taktîkên demê bi serkeftî bi cih anî û her peywirek ku girt ser milên xwe bi fedakariyek mezin pêk anî. Hevrê Mazlum hewl dida pîvanên milîtaniya fedaî ya Apoyî di kesayet û jiyana xwe de bide rûnişkandin û bi pratîk bike. Xwediyê pratîkek serketî bû ku di hemû xebatên xwe de, dihat teqdîrkirin.

Hevrê Mazlum ku gerîlayekî fedakar û kedkar bû, di 6’ê Nîsana 2026’an de li Girê Zengil a Bergarê ya herêma Garê, di qezayek de şehîd bû. Em soza xwe ya ji bo parastina mîrateya têkoşîna ku wî li pey xwe hişt, ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wî, ji bo ku layiqî bîranîna wî bin, dubare dikin û diyar dikin ku em bi biryar in bîranîna şehîdan di Kurdistanek azad de bidin jiyîn.

6’ê Nisana 2026

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG