Kî dizane ku çend keç û xortên wî welatî li ser teht û zinaran qîr kirin? Kesekî qêrînên wan nebîhistin. An jî ne xwestin bibihîzin.
Lê çiya şahidin. Kes nebîhîse û kes nebine jî çiya dibihîzin û dibînin. Bila çiya vebêjin çîroka van lehengan. Bila çiya baxivin. Ji ber çiya, di kûrahiya xwe de dizivirin çavkaniya xwe. Dikevin kûrahiya dîrokê û bi wî rengî digihijin rastiya mirovatî û xwezayê.
Gerîlayek vegotin… gerîlayek bi hemû bedewî û pir rengiya xwe vegotin… belkû jî di bedewiya kesayeta wan de, wekî reng dayîn bê bi nav kirin. Mirov çiqasî bikeve kûrahiya dîrokê û çiyayên navê xwe bi hezaran lehengan girtine rêz bike û yek bi yek çîroka wan bêje jî wê kêm be. Her çiyayek çîroka xwe spartiye lehengekî. Evîndarên axa welatê xwe jî her roj li ser wan çiyayan destanan dinivîsînin. Û navê xwe di dîroka wan çiyan de bi tîpên zêrîn neqş dikin. Jiyana wan hemû bi duruşma ‘an jiyanek azad vê hebe an jî wê qet nebe’ de wate digre. Pevçûna ronahî û tarîtiyê herî zêde wan di dilê xwe de hîs kirin. Di wextê berbangê de azadî û roj hembêz kirin tişteke ku qet jê qut nabine. Wan di nava kêliyan de gelek tişt jiyan kirin û gelek tişt jî ji bo wan derbaz bû. Lê yekitiya ruh di dilê wan de timî zindî û bi wate ma. Di demekî herî bê hêvî de, di demekî ku hezkirin wundabûyî de jî wan kesên ku bi hêvî ne, xwe li ser lingê xwe girtin.
Emê behsa wî bikin, behsa serpêhatiya gerîlayekî ji rojavayê welat e bikin ku ji bo azadiyê li gelek herêmên welat gerîlatî kiriye. Emê behsa Xebat Hîmo, dilsozê xebata azadiya welat bikin… Di oxira azadiyê de berdêlên ku tên dayîn pîroz in. Her pîrozî têkoşîna ku li çiyayê Kurdistanê tê meşandin zêdetir bi wate dike. Li serê wan çiyayan bi hezaran destan hatin nivîsandin. Her lehengek bû destanek û ji bo pêşerojê navê xwe hişt.
‘Ew Xebatkerekî Şoreşê Bû’
Dilê wî qasî zarokekî paqij, qasî deryayekî mezin, qasî çiyayekî bi hêz, dema cihê vê tê jî qasî gulekî narîn e. Gerîla Xebat Hîmo, xebatkarê Şoreşê bû. Ji gundê Hîmo ya girêdayî Qamişloyê ji dayik dibe ku vî gundî bi dehan ewladên xwe yên hêja dane Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ew zarokekî welatek evîn, hêvî û xeyalên qedexekirî bû. Hîn di temenê xwe yê biçûk de ketibû vê ferqê. Ji bo vê yekê ketibû nava lêgerînan. Lê hîna rêya xwe nedîtibû û ji bo ku rêya rast bibîne bi xwe re di nava şerekî pir dijwar de bû. Gerîla Xebat her ku mezin dibe navê Rêber APO û têkoşîna azadiya Kurdistanê zêdetir dibihîze. Ji ber welatparêziya derdora xwe, xwe zêdetir nêzî tevgera azadiyê dike. Kelecana şoreşê ya di demên destpêkê yên Şoreşa Rojava de, gerîla Xebat gelekî pê bi bandor dibe. Ji bo Rêber Apo yê ku kelecaneke bi vî rengî da gelê li Rojava û gerîlayên azadiyê ji nêz ve nas bike, sala 2011'an biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe.
‘Jiyana Gerîla Weke Xwe Jinûve Vejînê Pênase Dike’
Çavên wî bi hêvî, bi azadî mêze dike. Wekî her ciwanekî Kurd wî jî dixwest azadî û jiyana rast li çiyan ava bike. Ji bo vê jî rêwîtiya wî mezin û bi wate bû. Mezinahiya rêwîtiyê jî dibû mezinahiya îrade. Wê Xebat çirûskên ku ber bi asîmanan ve difirin de hêvî, ken û keyfxweşiya xwe mezin bikira û wê di bayên lûtkeyên serê çiyan de bê dawî bikira.
Perwerdeya xwe ya bingehîn li qada Garê dibîne û bi awayekî serkeftî diqedîne. Gerîla Xebat bi kesayetiya xwe ya cewherî dibe cihê rêzê li nava hevrêyên xwe û di demeke kurt de hînê jiyana çiya û gerîla dibe, li cewhera xwe vedigere. Jiyana gerîla weke xwe jinûve vejînê pênase dike û bi vê jiyana nû re dibe yek. Piştî demekê li qada Garê pratîk dimeşîne weke gerîlayekî Kurdistanê li herêmên cuda yên welat karê gerîlatiyê dike û di wî wextî de li rojavayê welat şerekî giran pêş dikeve. Di pêvajoya vê şoreşê de bi sedan ewladên leheng ên gelê Kurd şehîd dibin. Yek ji van lehengan jî birayê gerîla Xebat bû. Ji bo tola birayê xwe hilîne ku ji bo siberoja azad a gelê Kurd şehîd bû û ji bo hêjayî hevrêyên şehîd bibe, biryar dide ku tevlîbûneke hîn xurt raber bike û li ser vê bingehê cardin vedigere qada Garê.
‘Mîrateya Yek Rêhevalê Xwe Jî Li Erdê Nedihişt’
Rêhevaltî her tim dibe çavkaniya jiyana PKK’ê. Di milê jiyanê de her timî bi dilpakî û bi girêdanekî mezin xwe nîşanî hevalbendiya PKK’ê dide. Wek Mazlûm, Kemal, û Xeyriyan. Kevneşopiya ji wan digirt û rêyekî rast de dixwaze ew kevneşopî bê meşandin û bike jiyanek azad a civakê. Ew jî bandoriya xwe hawirdorê xwe dikir. Gerîla Xebat kesayetek wusa bû ku mîrateya yek rêhevalê xwe jî li erdê nedihişt. Hem di aliyê derûnî, bîrdozî, hem jî di aliyê rêxistinî û şerkirinê de bi hêz bû. Û timî dixwest ew hêza xwe bide hevalên xwe jî. Hertiştê xwe yê bi tecrûbe û zanistî dida bi kesayetiyê. Xwedî li partibûyînê derdiket û ticarî tawîz nedida pîwanê xwe. Bi perspektîfên azadiyê dimeşiya.
Xwe li her qadê perwerde dike û dibe milîtanekî mînak ê Apoyî. Bi berpirsyariya pêvajoyê baweriya xwe bi wê yekê tîne ku divê hîn bêhtir bikeve bin bar. Vê carê piştî ku demdirêjî li qada Garê pratîkên serketî dimeşîne berê xwe dide qada Metîna. Gerîla Xebat li herêma Metînayê bi tevlîbûna xwe ya kedkar û durust gelek karên girîng bi ser dixe. Lê ticarî xwe têr nedît di vê zanebûnê de bû ku divê berpirsyariyên girantir rabike. Ev jî bi fermandariyê dibe û lewma xwe ji wezîfeya pêşengiyê venegirt. Di qada Metîna de karê rêzantiyê dike. Ew dibe rêzanê rêhevalên xwe.
‘Ew Bû Yek Ji Sembola Kedkariyê’
Bi îddaya Welatek azad her gava ku davêt kelecanek di wî de avadikir. Ew hezkirina xwe ya beramberê welat ji bo bike wateya hemû wateyan bi coş rêwe diçû û henase dikişand. Bi zanebûna şerê dijwar û wî şerî bi zanistî hembêz dikir û li ser dijmin de dimeşiya. Wî ji bo welatek azad û civakek azad sond xwaribû û dimeşiya..
Bê emaniya şer ancax dilên egîd rabikin. Egîdbûn yê te ye, ma kî wê bikare pêşiya te bigre. Ma wê kî agirê tolhildanê yê ku di hundirê te de ye bi tefîne. Coşa te, kenên te ji bo dijmin bibû xefikek tirsê ku dema te dest davêt çeka xwe. Yên ku dilê wan jeng girtî şewitîna agirê azadiyê yê di hundirê te de zîl dide ma wê çawa bizanin? Nezanîn wan ditirsîne û ji bo vê jî zêdetir wekî gurên har êrîş dikin. Naxwazin fêm bikin ku tu li kur hatî û tuyî biçî kur. Wexta ku mirovatî ewqas kirêt dibû dilê te wekî aveke zelal û paqij herikbar bû. Ma vê beramberê vê herikbariyê kîjan bend ne ruxe. Ked di te de ye, hemû xuhdana ku te dirijan de ye. Keda te wekî çemekî evînê li her derê diherikî û belav dibû.
Te bi hewldanên xwe yên azadiyê berê xwe da karwanên şehîdan. Belê, bi şerekî mezin û dijwar de te laşê xwe sîper kir û tu bû yek ji sembola kedkariyê.
