HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

“Wê çaxê gotinan xwe j imin dûr dikirin. wê çaxê tevahî peyv nîvço ji zimanê min derdiketin.”

Cara yekem min hevalê Salim di sala 1993 an de li Zelê di perwerdê de nasî. Di serî de me baş hev nas nedikir. Jixwe di wê çaxê de tişta herî girîng ew bû ku, em bi perwerdê re jiyan bikin. Ji ber vê yekê em zêdetir bi kar û perwerdê re mijûl dibûn. Tevî vê yekê me hevalên li kêleka xwe jî, hêdî hêdî dinasîn. Yek ji wan hevalên ku min naskir, hevalê Salimê Bazîtê bû. Heval Salim di dawiya sala 1991 ê de tevlî partiyê bibû û yek ji gerîlayên ku di şerê başûrê 92 yê de cî girtibû bû.

Dema ku min heval Salim nasî, ez pir pê bandor bûm. Wî di wê demê de bi hevaltiya xwe gelekî alîkarî bi min re kir. Dikarim bêjim ku “ew sembola rêhevaltiya rasteqîn bû.” Wî bi şêweyê axaftine, dan û sitandine, meşandina jiyanê û bi hevalê kêleka xwe re mijûl bûnê re ev rastî nîşan dida. Bi kûrtasî di her warên jiyanê de, wî ev rastî bi me dida jiyankirin.

Ev naskirina min ji heval Salim re, bi qasî salekî di wê perwerde de domand. Piştî salekî tijî dersên ku min ji wî hevalî wergirtî, perwerde bi dawî bû û em belav bûn. Tevî wê yekê jî tişta di dilê min de bi cî hat! Min qet rojekî nedixwest ku ji wî cuda bibim. Ev yek jî bi çûna me ya qampa Bedewan, nêzî Hewlêrê, bi cî hat. Li wir jî bi qasî mehekî, em dîsa li gel hev man. Heyanî wê çaxê heval Salim serleşkerê manga me bû. Wî di dirêjahiya salekî de, bi kesayeta xwe gihiştî, ez ferî gelek tiştên nû ên jiyanê kirim.

Dema ku belavbûna me hat çêkirin, em ji bo xebatê derbasî Heftanîn bûn. Devera ku em çûnê de jê re digotin “Geliyê Pisava, Dola Zawitê” wê çaxê ew bibû sê sal ez tevlî partiyê bibûm. Lê heya hingî ez derbasî nava şer nebibûm. Çûna me a Heftanînê jî di vê hêlê de ji bo min xwedî wateyeke mezin bû. Piştî demek dirêj di nava gerîla de û derfetên ku me ji perwerdan wergirtibûn, derbasbûna nava şer mîna xewnekî bû ji bo min. Di hêla din de ew nêrîna ku li ser Zelê û hevalên di Zelê de hatî rûniştandin, encax bi piratîkeke serkeftî bihata rakirin. Wê çaxê hevalên di Zelê de diman mîna kesên li rehetî û xweşiyê digerin dihatin nirxandin. Bi kinasî peyva “oportînîst” bibû behra me. Ji ber wan nêrînên wê demê, me dixwest rojek berî rojekî em derbasî nava şer bibin û xwe nîşan bidin. Wate weke misilmanê ku zû diçe mizgeftê, berî dema limêjê derbas dibe, li me hatibû. Çûna me a Heftanînê jî despêkek nû bû ji bo me. Me êdî serkeftin di karê xwe de kiribû qelenê derbaskirina wan nêrîna.

Gava em gihiştin Heftanînê, ji bo me komcivînek hat lidarxistin. Di civînê de biryara belavkirina hevalan li ser heremên cuda hat girtin. Ji ber zêdebûna hijmarê, yekîneyekî  nû çêbû û me di nav de çi girt. Ji bo bi cîbûna me, Deriyê Dawetiya ku devereke stratejîk e di Heftanînê de, hatibû diyarkirin. Ew dever dikeve nêzî sînorê bakurê Kurdistan. Wate em di nava heval û dijmin de bi cî bûn. Deriyê Dawetiya xwediyê deşt û zozanekî gelek xweş û bedew bû. Ew der ji bo xwe parastin û şerkirinê pir guncaw bû. Gellek deverên xwe yên asê û saxlem hebûn. Jixwe darên wir mîna xemlekî bû û ew zozan dixemilandin. Bi kuratasî xwezaya Deriyê Dawetiya hêja bû ku mirov pişta xwe bidiyê de.

Di meha Tebaxê de me dest bi amadekariyê cîbûyînê kir. Me jî ji bo pîrozbahiya 15 Tebaxê amadekarî dikirin. Şensê min ê herî mezin jî ew bû ku çalakiya xwe a yekem, min ê di rojek wisa pîroz de bikira bû. Ji bo ew roja watedar, hevalan çend rojan keşifa xwe kirin. Bi qasî heftekî amadekarî domandin. Armanca me, çalakiyek bêzerar bû. Bi sedema ku devera em lê diman di sînorê başûrê welat de bû û şûna ku me yê çalakî lê bikira di bakûr de bû, em neçar bûn ku hîn hefteyek ji roja çalakiyê re mayî, amadekariyên xwe bikin. Ji her hêlî ve heval pêdiviyên şer amade dikirin.

Êdî piştî wan rojên xwe hazirkirinê, hevalên yekîneyê ku hijmara wan digihişt deh kesî ketin rê. Bi coşiya çalakiya yekem, bi êvarî re em ketin rêya Gundê Alûç. Gundê Alûç ku girêdayî herema gûyîyan (Uludere) ye, şûna ku em ê lê bisekiniyan bû. Piştî şevekî ji meşê em gihiştin Gundê Alûç. Ji bo çalakî li gorî daxwaziyên me pêk were em di hêla parastinê de, gelek girên bilind ên li dora xwe girtin.

Devera ku çalakî wê lê bihata kirin, Gundê Roboskî ê girêdayî Uludere bû. Çalakî pêşî girtina panzêrên ku ji Uludere dihatin Roboskî û êrîşkirina li ser wan bû. Ew gund bi merkeza çetên Mala Peyrê tê nasîn. Devera ku hevalan ji bo êrîşkirina li ser dijmin diyar kiribûn, pênc deqan dûrî Gundê Roboskî bû. Ew der xwedî daristaneke fireh û mezin bû, ji her hêlî ve ew der guncaw bû.

Beriya destpêkirina çalakiyê, nav hatin xwendin. Hevalên êrîşê çar û ên ew diparastin jî çar bûn. Hevalê Salim jî di nava her çar hevalên parastina êrîşê dikirin de bû. Bi giştî yekîne bibû pênc gurup. A yekem ji bo êrîşê li ser panzêrê, li ser rê bi xwe. A didoyan nêzî wan li jor disekînin. A sisêyan a ku min di nav de cî digirt bû. Ew jî ji bo parastinê bû. A çaran jî ji bo destekdayînê û parastinê bû. Jixwe a dawî jî di hêlekî de revebiriya çalakiyê dikir, di hêla din de tim ji bo parastinê amade bûn. Wate bi giştî, ew girê nêzî rê, mîna bûkekî bi xelekên gerîla hatibû xemilandin. Tenê kêliyên kurt ji bo despêkirina awazên pîrozbahiya 15 tebaxê mabûn. Hîn êvara 13 yê tebax bû, her yekî enîstiromantala xwe hilgirtibû û di sengerê nêzî rê de bi cî bibûn. Her heval bi bêsebrî li benda katjimêra çalakiyê bûn.

Lê dema panzêr ji dûr xuya kirin, hevalan fermana ne êrîşkirinê dan! Wê kêliyê zanyarî gihiştin ku, erebekî çetan tê li şûna êrîşkirina li ser panzêrê û êsîrgirtina wan çetan bû armanc. Ji ber vê yekê panzêr di ber me re derbas bû bê ku em êrîş bikin. Paş demekî di heman rê re, ereba çetan diyar bû. Hevalên di êrîşê de cî digirtin, bi dîtina erebê, derketin ser rê, erebe sekînandin û dema ku yên di erebê dene peya kirin, me dît ku du jin, du zilam û zarokek 5-6 mehî di destê jinêkî de jî hebûn. Silahên sivik ên bi çetan re jî tev dest li ser hat dayîn. Armanc êdî bibû birina wan çetan ji bo şûna em lê diman. Pişt re jî bi şertê ku çetên wan gundan bi ser me de newin û sîlahên xwe deynin; me yê ew serbest berdabana. Tevî ku çetan dixwestin hevalan li ser rê dereng bihêlin û mijûl bikin jî, kes ji hevalan, bi tehdît û gotinên nexweş, nêzê wan nedibûn. Wê çaxê em pir keyfxweş bûn ku çalakî bêdeng ber bi serkeftinê ve diçe. Mixabin sengerekê çetan ku li milê din ê rê bû -ji ber ku pir veşartî bû, me nedîtibû-  dema heval erebê disekinînin û çetan êsîr digrin, ew dibînin û di cî de xeberê didin dijmin. Ji ber ku şûna çalakiyê di nava çar gundan de bû û her yekî deh deqan ji me dûr bûn, hin heval li ser rê, em bi dengê kawenan veciniqîn. Tişta herî ji bo min seyr, tevî ku çetên dijmin jî bi hevalan re bûn, dîsa jî bi hawanan êrîş dikirin. Jixwe di demek kin de, ew der tijî leşkerên dijmin bû. Wê çaxê xeber gihişte me ku hevalê Seyat û Salim êsîran tînin û tên. Ji ber vê yekê fermana paşvekişê hat dayîn. Me jî bê avêtina guleyekî, hêdî hêdî ji nava guleyên dijmin xwe da paş. Dikarim bêjim ku me tevan bi zorê xwe ji cihê xwe gihande dola pişt me. Di hêla din de roleke mezin a daristanê hebû ji bo parastina me. Wê kêliye em ji hatina hevalan piştrast bûn. Ger me bizaniya heval li wir cîyê mane, me tu carî cihên xwe bernedida. Lê ji ber xeberdana rêvebiriyê ku heval bi êsîran re tên me paşvekiş kir. Piştî meşa du saetan em gihiştin Dola Roboskî. Keyfa her hevalekî ji ber nedayîna ziyan û şehîdan li cî bû. Bi gihiştina me ya dolê, hevalên din jî li paş me gihiştin. Êdî metirsî derbas bibû û em dûrî dijmin mabûn. Lê hîna hevalê Salim û Seyat nehatibûn. Me wisa fam kir ku ew li pêş me çûne şûna ku em ê lê bighên hev. Ji ber vê yekê me rêya xwe domand heya em gihiştin cihê xwe.

Lê herdu heval nehatibûn wir û ji ber ku cihaz bi wan re tunebû, me nikaribû şûna ku lê dimînin jî fêr bibin. Wê çaxê sawek kete dilê min. Hevalê Salimê ku ew ji salekî zêdetir bû me hev dinasî û cihekê taybet di dilê min de digirt, bi nehatina wî re dilê min dikiziriya û ez ketim nava gumanan. Heya wê çaxê neketibû bîra min ku em ê ji hev qut bibin. Jixwe şehîtbûn tu carî neketibû xeyalê min, ya rast min nedixwest têximê de jî. Ew roj tev bi hizrandina li ser heval Salim derbas bû. Xew bi çavê min neket wê rojê. Bi derbasbûna wê rojê re û hatina rojek nû, min ji rêvebirên yekînê pirsî:

-Ka heval Salim nehat?

-Na heval Cihan, ew hîn nehatine. Xeman nexwe.

A rast wan nedixwest rastiyê ji min re bêjin! Lê dîsa jî ez neçarbûm ku xwe bi wan gotina qayîl û bawer bikim. Wan dizanî bê pêwendiyên min û heval Salim çiqas bi hev re xurt û rasteqîne ye. Wê rojê jî mîna mirovekî pir birçî, min xwe bi gotinên hevala gihand êvarê. Di van herdu rojên bêheval Salim derbasbûyî de, weke mirovekê bi tenê û bêxwedî min xwe hîs dikir. Kêlî li ber min dibûne sal hingî ez çav li rê bûm. Lê bi hatina wê evara dûyem re, û nehatina heval Salim û Seyat, mîna ku stêrkên ezman ji dilê min birijîn, min hîs bi şehîdbûna wan dikir. Lê tevî wê jî ez bêhevî nedimam.

Piştî du rojan ji vedana konê xemginiyê, hevalan da diyar kirin ku, herdu heval şehîd ketine. Wê çaxê gotinan xwe ji min dûr dikirin. Wê çaxê tevahî peyv nîvço ji zimanê min derdiketin. Jixwe giraniya vê nûçeyê li hêlekî bû û şêweyê şehîtketina herdu hevalan li hêlek din bû. Piştî çend rojan ew çetên êsîr gihiştin me û gotin:

-Hevalê Salim ji destpêkê û heya destpêkirina şer jî zaroka ku bi me re bû li ber singa xwe hildigirt. Wî mîna parçeyek ji canê xwe nêzî zarokê dibû. Dema ku şer jî dest pê kir, heval Salim zarok di hembeza xwe de vedişart ku tu tişt ji zarok newe. Wî tim pişta xwe dida hêla ku gulê jê dihatin ji bo gûlê li zarokê nekevin. Lê mixabin ji ber ku dijmin pir nêzî me bû, heval Salim ji pişta xwe gule xwar û heya ket jî nehişt zarok ji hembêza wî bikeve.

Erê! Heya wan gundiyan jî bi keser çîroka şehîdbûna herdu hevalan vedigotin. Ew jî ji ber wê şehîdbûnê bibûn mirovên din. Ê yê me û bi taybet ê min ku ewqas demê ez bi wî hevalî re mabûm wê çawa be?.. Wî hevalî bi salan ji bo ku ken were li ser rûyê zarokên Kurd têkoşîn kir. Tevahî jiyana xwe fedayî wan armancên pîroz û binirx kir û di dawî de jî, ji bo jiyana zarokekî xwîna xwe feda kir û ew zarok xelas kir. Wî hembêza xwe ji a dayîka wî zarokî saxlemtir didî û wisa jî bû!

Heval Salim ne tenê di dilê me de, di dilê her kes ên welatperwer de bi cî bû. Ew ê bibe helbest, çîrok, destan û zarokên mîna ê li ber hembêza wî, we li ser mêrxasiya wî û yên wek wî fêr û hîn bibin. Ew ê tim di rûpelên herî paqij ên vî welatî de cî digire.