HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em hevrêyên xwe Dîlan Şîno, Mazlum Kobanê, Armanc Şaruge, Rûbar Newal û Şiyar Kobanê yên ku di têkoşîna sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me Dîlan, Mazlum, Armanc, Rûbar û Şiyar ji parçeyên cuda ên Kurdistanê tevlî Tevgera Apoyî bûn. Ji bo parastina hebûna gelê me, azadkirina welatê me Kurdistan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, cihê xwe di refên gerîla de girtin. Hevrêyên me bûn milîtanên têkneçûyî ku xwe bi îdeolojiya Apoyî ji nû ve afirandin û li çiyayên Kurdistanê erkên xwe bi serkeftî pêk anîn. Hewl dan heqe jiyana azad a PKK’ê bidin ku bi ruhê fedayî ya Apoyî û hestê mezin a ferexetê tevlî bûn. Ji bo ku her erka xwe bi teqezî bi cih bînin, xwe ji tu curê ked û hewldanê paş nedan. Bi zanebûna ku nûnerên hêviya azadiyê ya gelê me ne, têkoşînê bilind kirin. Li dijî êrîşên dijmin bi wêrekiyeke mezin rola xwe di berterefkirina siyaseta qirkirinê de lîstin. Hevrêyên me yên fedayî ku ji aliyê gelê Kurd ê welatparêz ve bi ked, exlaq û çandekî mezin hatin mezinkirin, li çiyayên Kurdistanê bûn qehreman û destana lehengiyê nivîsandin. Em şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan diyar dikin û teqez dikin ku meşa wan a Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad a ku bêyî fikar hemû hebûnên xwe ji bo wê feda kirin, bi serkeftinê tacîdar bikin.

Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbatên hêja Yên hevrêyên me û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:


Nasnav: Dîlan Şîno
Nav û paşnav: Mercan Dayi
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Hatîce- Hakkî
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Mijdara 2019/Heftanîn

Dîlan Şîno – Mercan Dayi


Nasnav: Mazlum Kobanê
Nav û paşnav: Mahmut Mise
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dayik û bav: Sedîqê- Hebes
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Hezîrana 2019’an /Zap

Mazlum Kobanê – Mahmut Mise


Nasnav: Armanc Şaruge
Nav û paşnav: Bariş Oz
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê dayik û bav: Ozgul- Cengîz
Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2019’an /Zap

Armanc Şaruge – Bariş Oz


Nasnav: Rûbar Newal
Nav û paşnav: Resul Şems
Cihê jidayikbûnê: Maku
Navê dayik û bav: Cemîle- Elî
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Hezîrana 2019’an /Zap

Rûbar Newal – Resul Şems


Nasnav: Şiyar Kobanê
Nav û paşnav: Ehmed Mahmud Cuma
Doğum Yeri: Kobanê
Navê dayik û bav: Hatîce- Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Tebaxa 2019’an/Garê

Şiyar Kobanê – Ehmed Mahmud Cuma

Dîlan Şîno – Mercan Dayi - Hevrê Dîlan li navçeya Qelqeliyê ya Wanê ku wekî navçeyek bi welatparêzî tê nasîn û di malbateke ku girêdayî nirxên azadiyê ye ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbat û jîngeha ku lê dijiya, di temenê biçûk de têkoşîna me nas kir. Hevrê Dîlan ji ber ku li dibistanên dewleta Tirk nexwend, polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstemê pir kêm bandor lê kir. Bi nirxên Kurdewarî yên ku wê heyî kirin re mezin bû û xwezayî û paqijiya herêma Serhedê di kesayetiya xwe de temsîl kir. Hevrêya me li gel malbatê bi karên gund re mijûl bû, bi kedkarî û fedakariya xwe rêzgirtina hem ji malbatê û hem jî derdora xwe qezenc kir. Bi dîsîplîn û baldariya xwe di her tiştê ku dikir de bû kesayetek mînak. Hevrêya me Dîlan a ku di temenê biçûk de têkoşîna me ya azadiyê nas kir, di ciwaniya xwe de bêtir eleqedar bû. Beşdarbûna derdora wê ya nav refên gerîla, bandor li ser hevrêya me kir û ji ber vê yekê sempatiyeke mezin ji bo gerîla pêş ket. Di heman demê de lêhûrbûn û lêpirsîna hevrêya me ya li ser jiyanê zêde bû, bi taybetî jiyana ku civak li ser jinê ferz dikir razî nebû. Hevrêya me têgihîşt ku jiyana ku civak li ser jinan ferz dike li ser sînorên koletiyê ye, vê yekê qebûl nekir û dest bi lêgerîna jiyana azad kir. Hevrê Dîlan di ferqa azadiya sexte ya sîstema kapîtalîst de bû û dizanibû ku jiyana alternatîf a ku ew lê digeriya tenê li çiyayên Kurdistanê pêkan e. Hevrêya me di ferqa êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me de bû, li dijî êrîşên li ser Şengal û Rojava bi bertekên xurt nîşan da. Dilê hevrêya me Dîlan timî ji bo gel û jinên Kurd lê dida, di vê serdemê de dest bi lêgerîna têkoşînê ya yekem kir. Piştre komkujiyên di dema pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiya de li dijî gelê me yên li bajarê Cîzira Botanê hatin kirin, ji bo hevrê Dîlan bû dilopa dawî. Hevrêya me biryar da ku yekane rêya rûbirûbûna dewleta Tirk a ku di polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê me de israr dike mezinkirina berxwedanê ye û di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Dîlan perwerdehiya şervaniyê ya nû li Heftanînê wergirt, di demeke kurt de di xwe de guherîn û veguherînek girîng çêkir. Tevî ku berê qet neçûbû dibistanê jî, bi saya piştgiriya hevrêyên xwe, bi biryardarî û dîsîplîna xwe ya xurt zû fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Hevrêya me di serî de dahûrandinên Rêber Apo û gelek meteryal xwendin, xwe di aliyê îdeolojîk de kûr kir. Bi vî awayî beşdariya xwe ya di jiyana çiya û gerîla de roj bi roj zêdetir kir. Hevrê Dîlan pênaseya Rêber Apo a ku jin û ciwanan wekî pêşengên têkoşîna me destnîşan dike ji xwe re esas girt û hewl da bi beşdarbûn, helwest û kesayeta xwe re mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih bîne. Hevrêya me ya ku wek gerîlayeke YJA Starê ji pêşketinê re vekirîbû, ji bo gelek şiyanên fermandariyê di xwe de ava bike kete nava lêhûrbûnê. Di heman demê de hevrêya me di pêvajoya ku êrîş dijwar bibûn de berpirsiyariya ku beşdarbûna refên gerîla li ser wê bar kiribû bi hêzeke mezin beşdarî beşdarî perwerdehiya leşkerî bû. Gelek taktîkên gerîla zû fêr bû û xwe bi tevahî tekûz kir.

Hevrêya me piştî ku perwerdeya şervaniyê ya nû temam kir, bi beşdariya xwe ya gihîştî, biryardarî û bi israr beşdarî perwerdehiya şervaniyê bû û tevî ku ew bi xwe nû bû bi perwerdehiya hevrêyên xwe yûn nû beşdarbûne re eleqedar bû. Bi vê xebatê re şêwaza fermandariyê dahûrand û di heman demê de erkên xwe yên milîtaniyê bêkêmasî bi cih anî. Hevrê Dîlan demekê di nava van xebatan de cih girt û piştre bi israr xwest ku biçe qadûn ku şer lê dijwar e. Bi sekin, israra di têkoşînê de û bi biryardariya xwe ya mezin, hevrêyên xwe îqna kir û bi vî awayî derbasî eniyên pêş bû. Hevrêya me ya ku armancên wê yên mezin misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê û jiyana azad a ku gelê me heq dikir pêk bîne bû û li gorî van armancan kete nava lêhûrbûn û hewldaneke mezin. Bi vî aliyê xwe ve ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me li ser vê bingehê hemû erk û berpirsiyariyên xwe li qada nû ya têkoşînê bi cih anî û di heman demê de rengê xwe da kêliya jiyanê. Hevrê Dîlan bi çavdêriyê ya xurt tevgera azadiya jinan di kesayeta xwe temsîl kir û ji bo wê têdikoşiya. Hevrê Dîlan kêmasî û nebesiyên xwe bi hevrêyên xwe re nîqaş kir û rêbaza derbaskirina wan ji xwe re wekî rêgez hilbijart. Hevrêya me ya ku hevrêyên xwe rexne dikir û di heman demê de jî hestên xwe yên xurt bi wan re dida hîskirin. Hevrêya me bi vê taybetmendiya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cihek ji xwe re çêkir.

Hevrê Dîlan li herêma Heftanînê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk bû, bi wêrekiya xwe serkeftina van çalakiyan misoger kir. Bi vî awayî mîsyona xwe ya pêşengiyê wekî gerîlayeke YJA Starê bi serketî bi cih anî. Hevrê Dîlan ezmûnên ku di şer de qezenc kir, bi kesayetiya wê ya pêbawer û bi biryardariya xwe ya di fermandariyê de, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir û bû fermandareke ku hêviyê dide pêşerojê. Hevrê Dîlan ji kêliya ku tevlî refên gerîla bû û heta şehadeta xwe ya 15’ê Mijdara 2019’an, timî li ser xeta fedaitiyê beşdar bû, têkoşîn meşand û timî pêşengî ji têkoşîna me re kir. Li ser vê bingehê em di şexsê hevrê Dîlan de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û hesret bi bîr tînin.

Mazlum Kobanê – Mahmut Mise - Hevrê Mazlum li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, di nav malbateke ku girêdayî nirxên welatparêzî û Kurdewarî bû de ji dayik bû. Ev karakterê malbatî bû sedem ku hevrêyê me Mazlum ji temenê xwe yê biçûk ve bi hesteke kûr a girêdayî mezin bibe. Her çiqasî rastî polîtîkayên qirkirinê yên rejîma Baasê hatibe jî, ew her tim girêdayî nirxên Kurdewarî yên ku wî teşe dane wî ma. Hevrêyê me bi taybetî ji têkoşîna me ya azadiyê û gerîla re sempatiyeke mezin dikir, bi guhdarîkirina çîrokên qehremaniya wan mezin bû. Ji ber vê yekê, dema ku Şoreşa Azadiya Rojava di sala 2012’an de cara yekem geş bû, bi heyecan û coşek mezin şoreşê pêşwazî kir. Hevrêyê me difikirî ku gelê me yê li Rojava êdî azadiya xwe bi dest xistiye, lê li ser êrîşên sala 2013’yan yên li dijî gelê me dest pê kirin wekî ciwanekî Kurd xwe mecbûr dît ku rola xwe bilîze. Hevrêyê me ji bo vê yekê kete nava lêgerînê û hizirî ku pêdiviya herî bingehîn parastina gelê me ye. Hevrê Mazlum li ser vê bingehê dema ku çeteyên DAÎŞ'ê, ji sala 2014’an pê ve êrîşî herêmên Kobanê û Cîzîrê kirin, tevlî yekîneyên berxwedanê bû û bi coşek mezin û hêrsa tolhildanê cihê xwe di berxwedanê de girt. Bi perwerdehiya demkurt a ku wergirt xwe di aliyê leşkerî pêş xist. Ezmûnên ku heta wê pêvajoyê bi dest xistibû bi awayekî kûr fêr bû û ji bo pratîkirina wê kete nava liv û tevgerê. Di heman demê de, bingehên îdeolojîk û siyasî yên Şoreşa Azadiya Rojava fêr bû, pêş xist û bi baweriyek mezin cihê xwe di nav van xebatan de girt. Hevrê Mazlum beşdarî gelek çalakî û pêngavên li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê bû, bi beşdariya xwe ya fedakarî, kesayeta xwe ya durist derket pêş. Hevrêyê me di pêvajoya şer de timî di nava lêgerîna ku xwe pêş bixe de bû. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku bi fêrbûna taktîk û çekên nû yên leşkerî dikarin êrîşên çeteyan bişkînin. Hevrêyê me li ser vê bingehê fêrî hin çekên sereke bû û li qada şer li dijî çeteyan bi awayekî bi bandor bi kar anî. Hevrê Mazlum, ji ber aqilê xwe yê zîrek û şiyana xwe ya perwerdekirina mirovan, li akademiyên leşkerî hate bicihkirin. Li wir gelek hevrêyên xwe perwerde kir û di serketina li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de rol lîst. Hevrêyê me li dijî dagirkirina dewleta Tirk a li ser Efrînê bi hevrêyên xwe re di Berxwedana Serdemê de cih girt, di berxwedanê de bi performansa xwe ya bi bandor ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrê Mazlum li vir derfeta rastiya dewleta Tirk ji nêz ve bibîne û fam bike dît û bi hêrsek mezin li benda roja ku ew ê tolû hilîne bû. Hevrê Mazlum di baweriyê de bû ku ev yek dikare li çiyayên Kurdistanê were bidestxistin, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Mazlum di serdema ku êrîşên dijwar ên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk dihatin de tevlî refên gerîla bû û ji ber ku berê ezmûnek leşkerî ya girîng bi dest xistibû, di fêrbûna jiyana gerîla û çiyê de zehmetî nekişand. Hevrê Mazlum û ku bi coş û armancên mezin hat çiyayên Kurdistanê demekê perwerdehiya îdeolojîk dît û xwe di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de kûr kir. Ji ber vê yekê bi sekin, kesayet û beşdariya xwe ya çalak di têkoşînê de rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Mazlum ji bo derbasî herêma Zapê ku êrşên dijwar ên dewleta TIrk lê zêde bûn bibe, bi israr bû. Hevrêyê me yê ku gihîşt daxwaza xwe derbasî herêma Zapê bû. Hevrêyê me ku bi bedewiya xwezayî ya mezin a herêma Zapê matmayî ma û ji çiyayên wê yên fireh hêz girt, vê yekê kir bingeha têkoşînê. Hevrêyê me li ser vê bingehê bi lez û bez tevlî xebata pratîkî bû, ezmûna leşkerî ya ku li Rojava bi dest xistibû li vir bi kar anî. Hevrêyê me di gelek çalakî û avakirina bingeha wan ên herêma Zapê li dijî artêşa Tirk hatin lidarxistin de cih girt û ji bo serketina wan ked û hewldaneke mezin da. Hevrê Mazlum di heman demê de di nava gelek xebatan de jî cih girt û hemû xebat bi layîqî pêk anî. Hevrê mazlum hem bi şêwaza xebata xwe, tempoya xwe û kesayetiya xwe taybetmendiyên milîtaniya Apoyî temsîl kir, bû fermandarekî pêşeng ê pêşerojê.

Hevrê Mazlum di êrîşa dijmin a li ser herêma Zapê di 1ê Hezîrana 2019’an de tevlî karwanê şehîdan bû, wê timî meşaleyek ku rêya me ronî dike be. Em soz didin ku di şexsê wî de em ê di pêşengiya şehîdan de têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û armanca herî mezin a şehîdên xwe welatê xwe Kurdistanê azad bikin.

Armanc Şaruge – Bariş Oz - Hevrê Armanc wekî ferdekî malbata ku bi eslê xwe ji Çewlîkê ye, li Stenbolê ji dayik bû. Herêyê me ji ber ku derdora li dijiya şoreşger û welatpar bû têkoşîna me di temeê biçûk de nas kir û ji ber vê yekê di nava çandeke şoreşgerî de mezin bû. Apê wî Aydin Şaruge - Aydin Oz di sala 1992’an de tevlî refên gerîla bû û di sala 1998’an de li Çewlîkê şehîd bû, bandorek mezin li ser malbata hevrê Armanc kir. https://sehidjiyane.com/tr/2025/02/25/zaza-aydin-aydin-oz/ Hevrê Armanc ji ber vê yekê ji temenê xwe yê biçûk ve bi çîrokên qehremaniyê yên apê xwe şehîd Aydin Şaruge mezin bû. Hevrêyê me ji ber ku apê xwe kir qehremanê zarokatiya xwe, rêça li ser şopa Wî wekî erkekê danî pêşiya xwe. Hevrê Armanc 11 salan li dibistanên sîstemê xwend û her wiha ji bo debara malbata xwe xebitî. Ji ber vê yekê di nava jiyana kedê de mezin bû û rastiya sîstemê zelaltir fam kor. Hevrê Armanc nakokiyên ked û sermayayê ya di nav sîstema kapîtalîst de, karkerên ku bi mûçeyên kêm di şertên koletiyê de dihatin xebitandin, zexta domdar a pergalê li ser gelê Kurd dît û bi tundî bertek nîşanî van nakokiyan da. Hevrêyê me, dema ku fêm kir ku ev sîstem ji bilî çend hindikayiyan, tê wateya qirkirina mirovahiyê, hizirî ku divê wekî her mirovekî bi rûmet têbikoşe. Hevrêyê me li ser vê bingehê, di destpêkê de di va hin rêxistinên sosyalîst ên li cihê ku lê dijiya bi bandor bûn, xebitî. Hevrêyê me bi duristî û jidil beşdarî van xebatan bû û fikirî ku ev rêxistina heyî bi tevahî ramanên wî pêşwazî nakin. Hevrêyê me bi ji ber vê yekê kete nava lêgerînê û beşdarî çalakiyên li dijî şerê qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê ku di sala 2014’an de li ser gelê me da destpêkirin, bû. Hevrêyê me piştre bi awayekî çalak beşdarî xebatên propaganda û rêxistinkirinê bû, her roja ku derbas dibû derfeta ku tevgera me û têkoşîna me nas bike bi dest xist. Hevrê Armanc bi vî awayî gihîşt biryardariya ku di rêça apê xwe de bimeşe. Hevrê Armanc gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna herî bibandor dikare li çiyayên Kurdistanê were meşandin. Hevrêyê me di lêhûrbûnê jiya de derfet dît ku çalakî û kesayetiya hevrê Şehîd Zîlan - Zeynep Kinaci nas bike. Hevrêyê me di salvegera şehadeta hevrê Şehîd Zîlan de, di sala 2015’an de tevî hevreyek xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Armanc dema ku gihîşt çiyayên Kurdistanê matmayîbûna xwe ya ji ber heybeta çiyayan veneşart. Hevrê Armanc difikirî ku ew ê destpêkê zehmetiyê bikêşe, bi saya îradeya xwe ya xurt û biryardariya xwe ya zelal, lûtkeyên çiyayan yek bi yek derbas kir. Her çiqasî biyaniyê jiyana çiyayan bû jî, ew zû hînî vê jiyanê bû. Hevrêyê me ji jiyana komunal a gerîla û sadebûna têkiliyên hevrêtiyê û xwezayîbûnê bi bandor bû, hewlek mezin da ku bibe milîtanek Apoyî. Bi perwerdehiya îdeolojîk re pêşî rastiya gelê me nas kir. Hevrêyê me ji zilm, êşkence, komkujî û êrîşên qirkirinê yên ku gelê me bi dehan salan kişandibû derxist zanyariyê û ji bo ku bandora van polîtîkayan li ser kesayetiya xwe fam bike kete nava pêvajoyeke lêhûrbûnê. Hevrêyê me bandora sîstemê ya li ser xwe tespît kir û bi xwe re têkoşînek bêhempa da destpêkirin. Hevrêyê me piştî ku taybetmendiyên ku ji sîstemê girtibû dahûrand û derbas kir, hewl da ku di xwe de taybetmendiyên milîtanek Apoyî pêş bixe. Hevrê Armanc bi saya perwerdehiya ku wergirt, di kesayetiya xwe de zû guhertin û guhertinên girîng çêkir û bi hewldan û lêhûrbûna xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Piştî ku tevlî refên gerîla bû, êrîşên dewleta Tirk bi taybetî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li hemû qadên gerîlayan destpê kirin. Hevrê Armanc bêtir li ser perwerdehiya leşkerî sekinî û bingehên şerê gerîla fêr bû. Meraq, eleqe û fedakariya wî di dema perwerdeyê de rêzgirtina hemû hevalên xwe qezenc kir. Perwerde bi serketî qedand û derbasî karê pratîkî bû.

Hevrê Armanc, bi helweseke mezin dixwest tiştên ku di perwerdehiyê de fêr bûbû, di xebata pratîkî ya ku li qada Xakurkê dest pê kiribû de bi cih bîne, bi saya baweriya xwe ya fedakarî, israr û kedê di demek kurt de encamên girîng bi dest xist. Hevrêyê me bi saya xebatên meşandin ezmûnek girîng bi dest xist û hewl da ku hemû berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me ku nêzîkî du salan li qada Xakurkê têkoşîn meşand, bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî xebata qada îdeolojîk bû. Hevrêyê me yê ku demek kurt li wir ma, bi dijwarbûna şer re careke din ji bo xebatên pratîkî hat erkdarkirin. Hevrêyê me ji ber ku di ferqa pêwîstiya pêşvebirina jêhatîbûna xwe ya leşkerî de bû û beşdarî perwerdehiya pisporî ya leşkerî bû. Hevrê Armanc, piştî ku di taktîkên gerîla yên serdema nû de zanîn û ezmûnek diyarkirî bi dest xist, gilîanîna tola şehîdan û jiyandina felsefeya azadiyê ya Rêber Apo wekî armanc danî pêşiya xwe. Hevrêyê me ji bo pêkanîna vê armancê kete nava lêhûrbûnek kûr û piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, bi xwebawer, biryardarî û li armanca kîlîtbûyî berê xwe da xebatên pratîkî.

Hevrê Armanc bi dil û can dest bi xebata li herêma Zapê kir û bi fedakariya xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me  bêyî ku bibêje ev karekî mezin e û biçûk e hemû xebat meşand û di ferqa ku ya girîng xwedîderketina li erkên milîtaniyê ne û bi vê zanyariyê ji bo mezinkirina têkoşînê kete nava liv û tevgerê. Hevrê Armanc li ser hemû hevrêyên xwe şop hişt û di êrîşa dijmin a 2’yê Hezîrana 2019’an de şehîd bû. Hevrê Armanc ê ku bi azweriya azadiyê dest bi jiyana gerîlatiyê kir, di her kêliyê de ev azwerî tahm kir û ji ber vê yekê jiyana gerîlatiyê wekî jiyana herî watedar û hêja dît. Em soz didin ku em ê civaka sosyalîst û dadwerî ku xeyala wê dikir pêl bînin.

Rûbar Newal – Resul Şems - Hevrê Rûbar li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di nav malbateke welatparêz û azadîxwaz a eşîra Celalî de ji dayik bû. Hevrê Rûbar ji ber vê yekê, di temenê xwe yê biçûk de têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Hevrê Rêner ji ber ku malbata wî nirxên çandî parastiye, girêdatî cewhera mezin bû. Hevrêyê me tevî ku heta amadehiyê li dibistanên Îranê xwendiye jî, nasnameya xwe ya Kurdewarî parastiye. Hevrê Rûber ji ber beşdarbûn û şehadeta derdora xwe ya nêzîk, sempatiya wî ji bo gerîla pêş ket. Hevrêyê me ji ber vê yekê, timî hewl da ku gerîla bibîne û nîqaş bike. Xwişka hevrê Rûbar Axîn di sala 2006’an de tevlî refên gerîla bû ev yek bandorek kûr li ser wî kir. Ji ber vê yekê, eleqeya wî ya ji bo gerîla veguherî hewesekê. Ji temenê ciwaniyê ve, nakokî û pirsên wî yên li ser jiyanê zêde bûn û wî rewşa ku gelê me pê re rû bi rû ma wekî koletiyê pênase kir. Hevrêyê me difikirî ku divê jiyaneke wisa divê qet neyê qebûlkirin û difikirî ku divê li dijî dagirkerên ku zordarî, çek û komkujiyan li ser gelê me ferz dike şerekî mutleq bê meşandin. Hevrê Rûbar bawer dikir ku ev tenê bi tevlîbûna refên gerîla dikare pêk were. Hevrê Rûbar wek ciwanekî Kurd, ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê me, di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Rûbar li herêma Qendîlê perwerdehiya şervanên nû wergirt, bi saya beşdariya xwe ya bi coş zû hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Perwerdehiya îdeolojîk a ku wergirt, rastiya Rêber û têkoşîna me, dîroka gelê me û sîstema dagirkerî û mêtungerî ya li seranserê welatê me, Kurdistanê derxist zanyariyê. Hevrêyê me lêhûrbûna ku di perwerdehiya dît de jiya, bi taybetî xwe di têgihîştina felsefeya Rêbertiyê de kûrtir kir û bi vî awayî taybetmendiyên ku ji sîstemê girtibûn û ne yên wî bûn, tespît kir û dahûrand. Hevrêyê me dît ku dema ku ew ji van taybetmendiyan paqij dike azad dibe û bêhtir dibe xwe û lêgerîna xwe ya heqîqetê kûrtir kir. Hevrê Rûbar zelaltir fêm kir ku dijmin bi heman polîtîkayan dixwaze li seranserê Kurdistanê li ser gelê me qirkirinê bike û li dijî vê yekê hişmendiya xwe ya li ser pêwîstiya têkoşînek giştî zêde kir. Hevrêyê me têgihîşt ku ji bo vê yekê hişmendiyek neteweyî hewce dike û bi lêhûrbûnên jiya re hişmendiya neteweyî di xwe de bi cih kir. Hevrê Rûbar piştî tevlîbûna refên gerîla, êrîşên dewleta Tirk ên ku li ser herêmên gerîla û gelê me li ser bingeha konseptek nû û hîn bêtir zêde bûn de diraniya xwe da ser perwerdehiya leşkerî. Hevrê Rûbar dizanîbû ku ev êrîş tenê bi şerê gerîla yê jêhatî dikarin werin şikandin. Hevrê Rûbar ji bo vê armancê, bi coş û kelecanek mezin beşdarî perwerdehiya leşkerî bû û taktîkên bingehîn ên şerê gerîla fêr bû. Hevrê Rûbar di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de, bi kesayetiya xwe ya fedakar û durist li ser hemû hevrêyên xwe bandorek mayînde hişt û bi israr û biryardariyek mezin dest bi xebata pratîkî kir.

Hevrê Rûbar ê ku li herêma Qendîlê jî beşdarî xebatên pratîkî bû, bi heman şêwazê beşdarbûna xwe berdewam kir. Bi lez xwe pêş xist û bi destxistina ezmûnan, lêgerîna heqîqetê li wir jî domand. Hevrêyê me di zanîna ku têgihîştina Rêbertiyê me ji bo pratîkek bihêz girîng e û lêhûrbûna xwe ya di vî alî de domand. Hevrêyê me bi vê re bêhtir li ser xwe sekinî û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di xwe de ava kir. Hevrê Rûbar bi helwest, kesayetî, jiyan û beşdariya xwe bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me tevî vê yekê qet xwe têr nedît, bawer dikir ku hêjayî Rêbertî û şehîdên me tenê bi mezinkirina têkoşînê pêkan e. Hevrêyê me difikirî ku divê li gorî baweriya xwe bijî û bi hemû hêza xwe hewl da ku têkoşînê mezin bike. Dewleta Tirk piştî êrîşên li ser Herêmên Parartinê yên Medyayê, li hemberî Efrîna ku gelê me bi fedakariyên mezin rizgar kir êrîşên dagirkirinê destpê kir, hevrê Rûbar bawer kir ku dem hatiye ku wekî milîtanekî bi awayekî çalak şer bike. Hevrê Rûbar xwest biçe deverên ku şer lê dijwar dibû. Hevrêyên wî dema ku israr û biryardariya wî ya di vê mijarê de dîtin, pêşniyar kirin ku pêşî perwerdehiya pisporî ya leşkerî bibîne. Hevrêyê me li ser vê yekê beşdarî perwerdehiya pisporî ya akademîk bû û ji bo bigihêje armanca xwe hewl da ku vê perwerdeyê herî baş binirxîne. Hevrêyê me lêhûrbûna ku di vê wateyê jiya û eleqeya nîşan da ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrê Rûbar perwerdehiya xwe bi serketî qedand û bû gerîlayekî HPG'ê yê profesyonel.

Hevrêyê me ku bi jiyan û seka xwe ya leşkerî bawerî da hemû hevrêyên xwe û li ser pêşniyarê derbasî herêma Zapê bû. Hevrêyê me di pêvajoya êrîşên dijwar ên dijmin de derbasbûna herêma Zapê wekî şensek ji bo lêdana dijmin dît û vê derfetê herî baş bi kar anî. Hevrê Rûbar li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk beşdarî gelek çalakiyan bû, wêrekî û fedakariya wî di serketina çalakiyan de diyarker bû. Hevrêyê me yê ku bi biryardarî bi ser çeperên dijmin de çû û bi bandor li dijmin xist, dizanibû ku her guleya diavêt li dîroka koletiyê ya gelê me dixist Hevrêyê me ji ber vê yekê bi moral, coş û heyecanek mezin hewl dida ku beşdarî hemû çalakiyan bibe. Hevrêyê me bi fedakarî û taybetmendiyên xwe yên kedkarî bandor li ser hevrêyên xwe kir û ji wan re bû mînak. Hevrê Rûbar bi fedakariya xwe ya bêhempa û helwesta xwe ya dilnizm bû milîtanek Apoyî yê mînak.

Em soz didin ku armanc û xeyalên hevrêyê xwe Rûbar ê ku di êrîşa dijmina ya li ser herêma Zapê de roja 3’yê Hezîrana 2019’an şehîd bû, li Kurdistana azad a ku armanc, xeyal û hesreta hevrêyê me bû bidin jiyîn û em soza xwe ya ji bo girêdana bîranîna wî dubare dikin.

Şiyar Kobanê – Ehmed Mahmud Cuma - Hevrê Şiyar li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrê Şiyar li Rojava ya ku wekî qada Rêbertiyê tê dîtin û bi taybetî li Kobanê ku Rêber Apo piştî derketina ji welêt pêşî lê ma û xebatên xwe yên rêxistinkirinê lê meşand ji dayik bûye, hişt ku ew di temenê pêş de têkoşînê nas bibe. Malbat û derdora wî bandor li ser vê naskirinê kir. Hevrêyê me yê ku malbat û derdora wî welatparêz bûn, di bin siya polîtîkayên zordarî û asîmîlasyonê yên rejîma Baasê de mezin bû. Piştî ku demekê ji bo alîkariya malbata xwe dev ji dibistanê berda, di vê serdemê de girîngiya kedê jî dît. Hevrêyê me yê ku nirxa keda dayî fam kir, wate da refên têkoşînê yên ku ew ê di jiyana xwe ya pêş de tevlî bibe, hîn wê demê watedar kiribû. Bûyerên ku mîna şop li ser jiyana her kesî hiştibe, li ser jiyana wî bandorên kûr hiştiye qewimîn, lê bandora esasî şoreşa Rojava ku geşedana dîrokî ya gelê Kurd e. Kobanê jî di nav cihên pêşîn de bû ku şoreşa Rojava pêş ket de ye. Hevrê Şiyar li cihekî wisa, şahidiya serhildana şoreşgerî ya gel û derxistina rejîma Baasê kir. Rûxandina rejîma ku qaşo neşikestî bû li hember hêrs û têkoşîna gel bandorek kûr li ser wî kir. Hevrêyê me yê ku temenê wî biçûk bû li benda ciwaniya xwe ma. Di vê demê de, wî gav bi gav şahidiya pêşketina şoreşê kir. Ev şahidî îradeya wî xurt kir û bi baweriya ku dema wî hatiye di sala 2017’an de biryar da ku tevlî refên têkoşînê bibe û berê xwe da çiyayên azad.

Hevrêyê me bandora sîstemê ku li ser wî kiriye bi naskirina gerîla û hînbûna jiyana gerîla re baş fam kir û hewl da ku bi perwerdehiya şervaniyê ya nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê vê asta bilind bike. Hevrêyê me bi girîngî li ser wateya têkoşînê, dîroka wê û rêgezên jiyana gerîla sekinî. Hevrêyê me ne xerîbê tevger û têkoşînê bû û di hînbûna jiyana Partiyê de zehmetî nekişand. Hevrêyê me bi hest û armancên xurt tevlî têkoşîna gerîla bû û gavên di rêya ku bibe milîtanek heqîqî de avêt. Hevrêyê me li gorî têkiliyên hevrêtiyê ku rêgeza bingehîn a jiyana Partiyê ye, bi kesayeta kedkar û fedakar tevkariyeke girîng kir. Hevrêyê me ji ber ku girêdayî cewhera xwe mezin bû, ev yek hişt ku girêdayî nirxên Partiyê bimîne.

Hevrêyê me timî hewl da ku nirxên gelê Kurd pn ku bi têkoşîna bi salan derketiye holê mezin bike û ev biryardariya xwe timî biparêze. Hevrêyê me tevî temenê xwe yê ciwan bû jî nêrînîên wî yên li ser mijarên jiyanê têgihîştî bû, zû hînî pratîka gerîla bû û bi qasî hêza xwe beşdarî bi hemû xebatan bû. Hevrêyê me yê ku dixwest derbên giran li dijmin bixe, ji bo pêkanîna vê yekê û di mijarên leşkerî de bibe gerîlayek jêhatî xwe bi pêş xist. Hevrêyê me, bi têgihîştina ku jiyana gerîla bi her awayî têkoşînek e, dizanibû ku ji bo li van çiyayan bijî, hewce ye ku xwe, civakê, xwezayê û di dawiyê de dijmin bi tevahî baş nas bike. Hevrêyê me ji ber vê têgihîştinê her çiqasî xwest biçe eniyên pêş jî, wekî milîtanekî partiyê hewl da ku layîqî erka ku Partiya me daye wî bibe.

Herêyê me di sala ku Rêber Apo dîl hate girtin de ji dayik bû û ev yek hişt ku bêhtor girêdayî Rêbertiyê bibe. Di noqteya ku dijmin digpt me wan qedandiye de bi hezaran zarokên Kurd ên ji dayik bûbûn mezin bûn, geş bûn û bi hêrseke mezin a tolhildanê û azweriya têkoşînê meşiyan. Yek ji van ciwanan, hevrê Şiyar bû û heta dawiyê bi rêgezên xwe yên beşdarbûnê ve girêdayî ma. Armanca wî ya yekane azadkirina Rêbertî bû. Ji bo pêkanîna vê çi ji destên wî hatin kirin û ji bo bibe milîtanek hêjayî Rêbertiyê têkoşiya.

Hevrê Şiyar di têkoşîna ku li ser bingeha hêviyên xurt û biryardariyeke mezin da destpêkirin, di demek kurt de bû xwedî pratîka watedar. Ewladekî wêrek ê gelê Kurd,  hevrê Şiyar di êrîşa dijmin a 29’ê Tebaxa 2019’an de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Şehîdên me yên qehreman, yên ku bê şik û guman ji bo azadiya gelê Kurd û pêşerojeke azad canê xwe feda kirin, misogeriya pêşeroja me û mafdariya serketina me ne. Hevrê Şiyar di temenê xwe yê ciwan û salên xwe yên kurt ên têkoşînê de gelek rûmet û mayîndehî dan. Em wekî hevrêyên wî soz didin ku têkoşîna wî ya bi Rêberê Azad re li Welatê azad bijîn heta dawiyê bidomînin.

 

17 Kasım 2025

HPG Basın İrtibat Merkezi