Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26’ê Kanûnê de di saet 17.05’an de li navçeya Amedê li Bîsmîlê li dijî wesayiteke polîsan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de polîsek hatiye kuştin, polîsek jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê bi helîkopterên skorkyan ji herêmê dûr xistiye.
- Ayrıntılar
Her serre newe bi xo ra serre verenî ana vîre însan. Însan vano ere ere serrek seyî vîyert.
Ma na serre de seyî raver şîye, ma çi kerd û çi nîkerd.
Wextê ke yew hina bane û serre 2011 seyî veyîrta ma eşkenî ser na serre qise biker.
Serre 2011 bi kilî nalî destpêkerd.
Rojhilatê mîyanîn de welatê Tunîs de serhildan destpêkerd, dima ra Misir ra vila bîya. Her di welatan de îktîdarê verenî ame rijnayîş. Dîktator şîye la pergalek demokratîk zî nîvirazîye.
Lîbya de bi mudahele NATO, bi rêbazek wehşî îktîdarê Kadafî ame rijnayîş.
Bahreyn û Yemen serhildan bîye, la ver îhtîmale tesîrê Îran xurt bibo, ver na semede Rojava û Erebîstanê Suîdî piya mûdahale kerd na welatan û zedê vuyernayîşek nîbi.
Surî zî serhildan he dewamkena.
Wextê ke Rojhilatê Mîyane de na çîye bene, Kurdîstan de xo ra serhildane ke 30 serra esta, 2011 zî dewam kerd.
Vakur, Başur, Rojava û Rojhilat de na serhildan nîvinet û dewam kerd.
Vakurê Kurdîstan de vecînayîş bi, vejînayîş de Bloka Azadî û Ked serkewtinek gird girewt. 36 wekîl vet. La Ergenekonê Kewe sey AKP û Fetullahîyan 6 wekîle Kurd zîndan de girewt.
Hetê bîn ra qirkerdişê sîyasî û e bîn zî da dewamkerdiş. Hemverê no çîye, hem berxwadanê şarê Kurd hem zî e gerîlayanê Kurd zaf zede bi.
Şerê Kandîl de gerîlyanê HPG û HRK şerêke hina kerd ke, bi no şerrî arteşê Îran felç kerd û îttîfaka ke beyntarê Îran, Iraq û Tirkiye virazîya bi, o îttîfak xirab kerd. Bi no îttîfake, waştenê ke KDP û YNK zî hemverê Tevgera Azadî bidenê şerkerdiş, bi berxwadanê gerîlla na deq û dom zî ame xirabkerdiş.
Berxwedanîyek hina bibi ke, Îran mecbur mend ke Tevgera Azadî ra peyman virazo.
Vakurê Kurdîstan de zî gerîllayên HPG gamek pawtişê xurt da despêkerdiş. Arteşa Tirk kewt hina hale ke, tebere teknîk de neeşka yew erîş bikero.
Bi paşt girewtişê keşîfê Emerîka erîşên hewayî virazeno. Bi na erîşan zî nîeşkeno netîce bigero.
Bi çalakîye Çelê zî cesaret û ruhê şer e arteşa Tirk hema hema nîmend, ma eşkenê vaje ke binkewt. Seba ke no binkewtinê xo binimno, çekên kîmyeyî Gelîyê Teyara de da şixulnayîş.
Hetê bîn ra seba ke no binkewtinê xo şarê Tirk û Kurd, rayîrê pêronî ra nîdo dîyarkerdiş, giranî da şerrê teybet û psîkolojîk.
Nika AKP, wazenê bi şerrê teybet û psîkolojîk xo serkewtî nişanbido.
Her roj bi desan zurran bi medya yê xo vila kena.
Nî vana ehlaq nî vana vîcdan. Xora civak zî lîşin kena.
Zordarî ya ke ser Rêberê Şarê Kurd Abdullah Ocalan de ramnena çika şina zede kena. Nîverdana awuqatanê ey , ey ra pêdîyayîş virazenê.
Wazenê ke bi na zordarî, Tevgera Azadî û Şarê Kurd teslîm bigero. La Rêberê Şarê Kurd A.Ocalan pêdîyayîşê xo peyînî de eşkera vatibi ma fek azadî û berxwadanîye ra veranîdanî.
Hukimatê Ergenekonê Kewe AKP û Fetullahî nayê zordarî bes nîvînenê. Wazene ke, ver rewşa Surî, mudahalê Başurê Rojava zî bikerenê. Tersenî vane ke, eger Başurê Rojavaye Kurdîstanê de statûyek Kurdan bivirazîyo, tesîrê xo ser Vakurê Kurdîstan zî keno û bi no halî de rejîme Tirkiye kewno tengî. Seba nayê tim û tim zordarî kenî.
AKP, ABD, AB û Îsraîl ra peyman virazena, vana ma seba Surî û Îran destek danî şima la şima zî seba qirkerdişê Kurdan destek bidenê ma.
Hina asena ke, Rojhilatê Mîyan de hemê çîye ser bazarîye Kurdan yeno ramitiş.
La Kurd zî veng nîvinenî.
Seba îttîfaqê netewî, waştişê hemê rexistin û şarê Kurdan çika şina biquwwet bena. Herkes hewceyî îttîfaqe netewî vîneno.
Rojavayê Kurdîstan de, rêxistenkerdişê Kurdan her roj xurt bena.
Rojhilatê Kurdîstan de, şerrê Qandîl dimara tesîre PJAK hina quwettir bi.
Başurê Kurdîstan de, hîşyarîye şarê Başur berz bena.
Vakurê Kurdîstan de, game ke newe ameya destpêkerdiş. Name na game, “Game Berxwedanê Netewî” ya.
Bi na game berxwadanîye Kurdan pêl bi pêl raverşina. Hina asena ke, no zimistanê de pêşengî e şarê Kurd bikero.
Zobî, emser beşdarîye gerîla zî her çar parçe Kurdîstan ra hetê humar da, gorê serre binan zede biya.
Kenê û lajê Kurdan azadîya raştî koyanê Kurdîstan de vînenê, kewne ser reyê Koyan.
Seyî bav û kalanê ma vato ke “Ça koyek bibo o koye Kurdan o”, kêne û lajê Kurdan zî ver xo danî Koyanê Kurdîstanî.
Nika ra ez wana serre newe şarê Kurdan ra bibo serre ke serkewtin û serre newe e şarê Kurd pîroz kena.
Ozgur Bîlge
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 21’ê Kanûnê de di navbera navçeya Mêrdînê Kerboranê û navçeya Şirnexê Hezexê li dijî Geliyê Cehennmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di navbera leşkerê dijmin ê derketiye opersayonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye, di encama vê pevçûnê de hevalê me Egîd Batman – Yusuf Akdari bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 25’ê Kanûnê de di saet 22.00’an de li Colemergê li taxa Merzanê li dijî wesayiteke tîmên tevgera taybet ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên tîmê taybet ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin 1 jî birîndar bûye.
- Ayrıntılar
1. Dİ 22’ê Kanûnê de di saet 11.30’an de li navçeya Colemerg Geverê di navbera Gundê Mêrgan û Şitaza ku bi ser herêma Geliyê Dostkî ye li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ê li herêmê lêgerîn dikir ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de çawuşeke pispor hatiye kuştin, astegmenek jî giran birîndar bûye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê Kanûnê de di navbera saet 21.00-22.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girên Çiyareş, Angola, Şehîd Ferhat û Karker, Quntarên Girê Karker, Şikefta Brîndara, Gundên Spîndarê, Bêtkarê, Sernê û Bîmê ku bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û topan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 18'ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-20.00'an de li Herêmên Parsatinê yên Medyayê li dijî herêmên Golka, Dola Kuruma, Gundên Qesrokê, Dêrginê û Sergelê ku bi ser Metînaye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de li Gundê Qesrokê û Golka zevî û birkên gundiyan zirar dîtiye.
- Ayrıntılar
Xwedawendên şer, Tayyip Erdogan ji livîna nexweşiyê rakirin û fermana şer pê dane gotin.
Tirkiye, li dijî gelê Kurd di şer de ye û di vî şerî de, hêzan teva bikartîne. Ji Ramazanê û vir ve, li dijî Haraketa Azadiya Kurd û li dijî gelê Kurd teva, seferberî hatiye îlan kirin.
Di vî şerê seferberî de, hêzên hewayî û bejahî, çekên kimyewî jî di nav de her cûre amûrên şer bikar tîne û êrîşî gerîla û gelê Kurd dike.
Di vî şerê seferberî de, hêza polîs, di qirkirina siyasî de bi kar tîne.
Di vî şerê seferberî de, hêza medya, di çarçoveya herî bê exlakî û şerê psîkolojîk de bikartîne.
Dîse hêza dadgeriyê, wek kûra dojehî bi kar tîne û ha ha ji pîşeyên cûda yên civakî, kom bi kom, xwendekar û zarok jî di nav de, dikişîne nava zikê aşê hêrtinê û dixwaze tune bike.
Bi çar hêzan re, faşîzma kolanan jî di nava pratîkê de ye. Aliyekî wê ola Îslamî û “Artêşa Melleyan” e, aliyê din jî faşîstên kujer, yan jî kontrayên sergerde ne.
Îcar em vekirî bêjin ku ev hêz teva, ji kar û xebatên maqul bêhtir kuştinê dikin; ji tevgera demokratîk zêdetir karên otorîter û faşîzan dikin; ji karên kanunî û huquqê wêdetir karên asimilasyon, dewşîrme û êşkencê dikin.
Wek mînak, li dijî gerila çekên kimyewî bikar tînin.
Wek mînak, êşkencê li cesedên gerila dikin.
Wek mînak, gerila sax, yan jî birîndar digirin, dikujin
Wek mînak, li kolanan zarokan dikujin.
Wek mînak, li kolanan ciwanan, xendekaran dikujin.
Wek mînak, li dadgehan zimanê zikmakî qedexe dikin.
Wek mînak, li girtîgehan operasyonên komkujiyê pêktînin.
Wek mînak, li kolanan gel gulebaran dikin. Û hwd.
Ev teva didine xuya kirin ku, Tirkiye dibin serokatiya Erdogan de sucê mirovahiyê dike. Lê vijdanê raya giştî ya cîhanê razayî ye.
Û pêr, yanî di 15ê Kanunê de serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan ku serkêşiya vê pêvajoyê dike, ji nava livîna nexweş rakirin û birin Enqerê. Tayyip Erdogan serokatiya Şûra Bilind ya Eskerî kir û fermana şer da.
Biryara Şûra Bilind ya Eskerî ku ji raya giştî re hate eşkere kirin, ayan-beyan eşkere kir ku, Artêşa Tirk, eskerê sermayeya global ya li Rojhilata Navîn e û di demeke kin de, ewê “heyûla talana sêva sor – haydin kizil elma ye” bidin destpêkirin.
Ji aliyekî ve, êrîşên hewayî û bejahî, bi karanîna çekên kimyewî, operasyonên KCK û parêzerên Ocalan, ji bo lewaz kirina eniya Kurd bû. Armanca wan lewaz kirina, eniya herî mezin û dijwar ya li pêşiya Artêşa Tirk bû.
Hevdîtinên bi Apo re jî bi vê armancê dihatin kirin. Piştî ku Apo ne hate lîstika wan, tecrîda giran, di rewşeke anormal de dane destpêkirin. Li hemberî vê anormaliyê, gelê Kurd li ser lingan e, jinên Kurd, ciwanên Kurd li Ewropa li ser lingan e û qiyametê radikin. Dîse jî, raya giştî ya cîhanê kerr û lal e. Balkêş e ku, girtina 36 parêzeran jî nebû teqîna volqanî û vijdanê raya giştî ya cîhanê şiyar nekir.
Baroya Parîsê dengê xwe kir, lê mîna zengilê di stikura peza li pêşiya keriyê pez, zêde deng dernexist. Çima? Ji ber ku Hêzên Global şerê sêyemîn yê cîhanê, di navenda cîhanê xaka Kurdistanê de dimeşînin û baskên ahtapotiya dizaynkirinê li herêmê bela dikin.
Di encamnameya Şûra Bilind ya Eskerî de, yekemîn car behsa sinoran tê kirin. Tehdîda Îran û Suriye tê dikirandin. Tê zanîn ku, Tirkiyê demeke dirêj e berê topên xwe yên eskerî, siyasî û dîplomatîk dane Suriye.
Bêguman ev plan mezin e û di çarçoveya Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn tê meşandin. Her çiqasî ev plan dereng ketibe jî, hêzên global bi sebr in û ecele nakin. Ji ber ku plan demdirêj e û ji bo bingeha hukumraniya nû ya sîstema modernîteya kapîtalîst hatiye amade kirin. Armanca vî planê demdirêj piralî ye. Lê xalên herî giring: Parastina çavkaniyên enerjiyê, riyên herka enerjiyê, parastina bazarê û parastina Kendava Basra ye. Ji bo parastina van 4 xalan, berteref kirina muxalifên alternatîf mercê sereke ye.
Erdoganê ku weke derî zaman û mekan, weke dehayê sedsalê derxistin pêş jî, li herêmê ji bo lehengiya vê projê hate bijartin. Erdoganê ku, zimanê wî helbestên şoreşgeran dilorandin, lê dilê wî ala kesk dibalivand; bi saya Xwedawendên şer desteka Cemaeta Gulen jî girte pey xwe û wek makyawelîstekî pêşeng û li dijî diyalektîka hêzên siyasî dest bi tirat û pîkolê kir.
Erdoganê îro jî, ji Sezarîzm û Bonapartîzmê wêdetir haraket dike. Aliyekê xwe bi ol û polîs, aliyê din jî bi hêza global û eskerî pêça ye. Yanî aliyek otorîteya siyasî, aliyek otorîteya olî, aliyê din jî otorîteya eskerî ye. Yanî faşîzma ku amûrên dewletê û eniyên cûda teva bikar tînê ye.. Dive em zanibin ku Erdogan, niha serkêşiya faşîzma li Kurdistan û Tirkiyê dike û berê xwe daye tevahiya herêmê.
Ew hêzên global ku, riya Asya dur girtine, riya Qafqazê girtine, dergehê çavkanyên enerjiyê Bendava Basrayê kontrol dikin, li pêşiya xwe yek hêza alternatîf dîtin û dixwazin wê berteref bikin. Ev hêza alternatîf jî, îdeolojiya Apo ye.
Di demeke ku, hêzên dewletî û altarnatîf hatine berteref kirin de; eniya karkeran û îdeolojiya Marx hatiye bereteref kirin de; îdeolojiya Apo derkete pêş.
Îdeolojiya Apo, ji bedêla eniya karkeran eniya gelan derxiste holê, ji bedêla dîktatoriya karkeran, ji bedêla hiyerarşiya burokratîk û rêxistiniya li ser bingeha engizisyona kuştina gelan; demokrasî parast, civaka demokratîk, parast; ji bedêla navendî ademiyet, di çarçoveya xweseriya demokratîk de rêvebiriya herêmî û rêxistiniya demokratîk a gel parast.
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Êvarî ez û du hevalên xort me pîlanema xwe çêkir ji bona ku em di berbange sibehê de têkevin rê de. Me texmîn nedikir ku berf bibare, lê belê carekê me biryar dabû ku em têkevin rê de, me got çidibe bila bibe emê pîlanema xwe pêkbînin û emê têkevin rê de. Min tedbîrê xwe girt û kopalek girte destê xwe, Hevalê Hayder û Şiyar jî pêwîst nedîtin ku tedbîrê xwe bigirin. Araziiyê Heftenîn jî yan dolin, yan jî hilkişadine giran e. Heval jî herdem li cihên bilind disekinin. Ji bona ku ez di rê de nemînim, min tedbîrên xwe girtin. Bi qasî ku me texmîn nedikir berf dijwar dibariye, me hesabê berfa li ser pelçimên daran jî kir. Em di daristanên himbiz de dimeşiyan, her carekê berf bi tundî li ser serê me dihate xwarê, em bi rewşa xwe dikeniyan. Hevalê Hayder di vê mijarê de fedakar bû, di pêşde dimeşiya, lê belê bejna wî kurt bû, ji ber vê yekê berfa li ser pelên daran para hevalê Şiyar bû. Te carekê didît hevalê Şiyar serê xwe li çiqilê darekê da û berf hemû li ser serê me hate xwarê. Di demên wisa zor de anceq tu bikene û moralê te bilind be. Me tedbîrên xwe yê xwarine girtibû û heya em gihîştin yekîneya şehîd Xwînrêj me alîkarî û moral da hevdû. Dibe ku di rê de em dişemitîn, ling û destên me gelekî cimidîbûn, lê belê moralê me bilind bû. Rêka ku em tê de dimeşiyan, rêkekî zehmet bû, hemû lat û zinar bû. Di wezîfeyên weha zor de tişta herî bedew bîranînên wê ne, ji ber ku ti carî nayên jibîrkirin.
Me cihê hevalan nizanîbû, carne me gazî wan dikir û carne jî me şopên wan çavdêr dikirin. Di wezîfeyên weha zor de hakîmiyeta li ser arazî gelekî girîng e. Eger tu ji arazî fêmneke yan jî mentiqê hevalan yê arazî nizanibe tuyê wendabibe. Lê belê şopên hevalan em ji vê xeteriyê xilas kir. Em gihîştin ser kaniyê, ava wê kaniyê gelekî germ bû, em jî gelekî têhnî bibûn. Di rêkan de pêwîste tu ti carî berfê nexwê, yan jî tuyê ji taqet bikeve û nema bikarbe bimeş e. Hevalê Şiyar ev rêzikên gerila dîqet nekir û berf xwar, ji ber vê yekê di rêkê de bê hîlet ma. Şensê hevalê Şiyar hebû, jiber em gihîştin yekîneya şehîd Xwînrêj. Heval ji hatine me ya di vê berfê de gelekî matmayî man û kêfxweş bûn. Gava ku me ew dîtin em jî ji rewşa wan matmayî man, jiber ku serma berfê nexema wan bû, di bin berfê de agir dadabûn û çayê vedixwarin. Yekîneya şehîd Xwînrêj hemû hevalên ciwanin û hinek heval jî nû beşdarî nava refên gerila bibûn. Ev piratîka wan ya yekem e û heyecana wê jiyandikrin. Gelek heval di wê berfê de çûbûn wezîfeyên dûr. Hîna em xwarin dixwin gurûpek heval ji wezîfeyê hatin. Dengê wan ji dûr ve dihat. Bi berfê dileyîstin û serma nexema wan bû. Gihîştin me, hinekî westiyabûn, lê belê piştî ku hevalan çayê da wan û xwarina xwe xwarin bi ser xwe ve hatin û ketin nava suhbetên germ de. Behsa pêkanînên xwe yên di rê de kirin û piştre li nûçeyan guhdar kirin. Hemû heval li bendê ne ku hevdîtin bi Rêber APO re çêbibe. Gava ku dijmin destor nade hevdîtin bi Rêbertî re çêbibe, kîneke mezin di dilê hevalan de çêdibe û destbi şîroveyên siyasî dikin. Hemû heval dibêjin “dijmin bi zanebûn dixwaze Rêbertî ji gel û gerila bide dûrxistin. Destor nedayîna hevdîtin bi Rêbertî re, kirine amrazekî şerê taybet, lê belê bila xema wan nebe ew nikarin bigihîjin armancê xwe. Emê hesabê van rojan ji wana bixwazin. Ew newêrin destbi operasyona xwe bikin, diçin pey van polîtîkayên gemar dikevin. Hêza wan nîne ku li nêrînên Rêbertî guhdar bikin. Dizanin gotineke Rêbertî ji bona gel û gerila moralekî herî mezin e.”
Roxmî hemû şert û mercên zor hevalan xebatên xwe berdewam dikirin. Di wê berfê de heval di cihê xwe de nedisekinîn. Her ku ling û kincên wan şildibûn dihatin xwe ziwa dikirin û dîsa diçûn karê xwe berdewam dikirin. Gerila her karekî ku dike bi kêfdike. Me nedixwest ji hevalan qutbibin. Yekîneyeke bi ruhê ciwana yê germ hatibû xemilandin. Birastî wezîfeya me gelekî bi şad derbas bû.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 8’ê Kanûnê de li navçeya Çewlikê Kanîreşê li bejahiya gundê Sûdûraxi di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevalê me yê bi navê Serbest – Fuat Kiziltaş gihîştiye şahadetê.