Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersivdayîna hêzên me ya li hemberî van êrîşan wiha ne:
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
- Di 29’ê Nîsanê û 1’ê Gulanê de tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
- Di 2, 3 û 4’ê Gulanê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 3 caran bi dronên bombebarkirî ve hatin bombebarandin.
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
- Di 28, 29 û 30’ê Nîsanê de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji aliyê balafirên şer ve 5 caran hatin bombekirin.
- Di 2’ê Gulanê de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji aliyê balafirên şer ve carekê hate bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
- Di 1, 2, 3 û 4’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Lolan, Şehîd Şerîf, Sinînê û Xinêreya Jor ên Xakurkê 13 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Kun, Girê Reşîd, Girê Zengil, Girê Sîser, Girgaşê, Spîndarê, Mijê, Dêreşê ên Garê 302 caran, Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Şêlazê, Bêşîlî, Serê Metîna yên herêma Metîna 1278, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar’ê yê herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 394 caran; bi giştî 1987 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
- Di navbera rojên 1 û 3 ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi kepçeyên şikandin û kolandinê êrîşî tunelên berxwedanê kir.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan
- 1'ê Gulanê di saet 17:35 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li hemberî dagirkerên ku di rewşa êrîşê de ne ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneke kamîkaze çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de konteynerek ku têde pergala radarê hebû hate tunekirin.
- 1'ê Gulanê di saet 21:55 an de li Qada Berxwedanê ya Sergelê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li hemberî kepçeyek bi zirx ku bi armanca êrîşkirina tunelên me hatibû qadê ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneke kamîkaze çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de ev kepçeya bi zirx hate ruxandin.
- 2'ê Gulanê di saet 13:30 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê çeperek dagirkerên ku di rewşa êrîşê de ne hate derbkirin.
- 2'ê Gulanê di saet 20:30 an de li Qada Berxwedanê ya Sergelê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî dagirkerên ku bi çekên giran êrîşî tunelên berxwedanê dikirin ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneke kamîkaze çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
- 3'ê Gulanê di saet 14:45 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê çekek Doçka ku di êrîşên li hemberî tunelên me yên berxwedanê de dihat bikaranîn ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneke kamîkaze hate hedefgirtin. Di encam de ev çeka Doçka hate tunekirin.
5’ê Gulan a 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê