HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Çeper û qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medya ji aliyê artêşa Tirk ve 27 caran bi tepemeniyên qedexekirî, 7 caran bi gazên kîmyewî û bi awayekî dijwar bi çekên giran hate bombekirin.

Me di daxuyaniya beriya vê de destnîşan kiribûn ku di encamê van êrîşan de li Metîna rêhevalê me Şiyar Cizîr û li Zapê jî rehevalê me Baran Çiya gihîştine şehadetê. Li hemberî van êrîşên artêşa Tirk ên ku hê jî berdewam dikin Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî di çerçoveya parastina rewa de bersivên pêwîst dane.

Êrîşên li dijî hêzên me û bersivên hatine dayîn wiha nin;

1. Êrîşên Artêşa Tirk;

Di navbera rojên 21 û 27'ê Gulanê de tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya girêdayî Metîna 16 caran û Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya girêdayî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî 11 caran bi teqemeniyên qedexekirî ve hate bombekirin.

Di navbera rojên 21 û 26'ê Gulanê de tunelên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya girêdayî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 7 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

Artêşa Tirk di navbera rojên 20 û 27'ê Gulanê de xwestin 14 caran tunelên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya girêdayî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û 6 caran jî tunelên Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya girêdayî Metîna bi kepçeyan biruxînin.

Di navbera rojên 20 û 28'ê Gulanê de Qada Berxwedanê ya Berê Zînê ya girêdayî Xakurkê, qadên Girê Zengil, Dêreşê, Girgaşê, Spîndarê, Mijê, Girê Reşît, Yekmalê, Zêvkê, Heftebax, Kanî Sarkê, Girê Kun, Şehîd Dilgeş ên girêdayî Garê, Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Dergelê, Şêlazê, Serê Metîna yên girêdayî Metîna û Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar ên girêdayî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên giran û obûsan bi awayekî dijwar hatin bombekirin.

2. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di çarçoveya mafê parastina rewa de bi teknîkê bersiv dan êrîşan.  Agahiyên berfireh ên bersiva hêzên me bi vî rengî ne;

20'ê Gulanê di saet 06:50 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amadiyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn bi çekên giran hatin lêdan û çeperek hate derbkirin.

20'ê Gulanê di saet 14:11 an de kepçeyên ku êrîşê tunelên me yên şer dikirin bi lêdanê hatin sekinandin.

21'ê Gulanê di saet 12:40 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amadiyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn bi teknîkê hate lêdan û wesayîteke bi zirx hate derbkirin.

21'ê Gulanê di saet 14:05 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amadiyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê droneke teqemenî barkirî ku bi armanca êrîşî tunelên me bike hatibû şandin ji aliyên hêzên YJA Star ve hate tunekirin.

22'ê Gulanê di saet 21:20 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn bi teknîkê hate lêdan û konteynerek hate derbkirin.

23'ê Gulanê di saet 21:40 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kepçeyên ku êrîşî tunelên me dikirin bi teknîkê hate lêdan û 1 kepçe hate tunekirin.

24'ê Gulanê di saet 11:20 an de li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya herêma Metîna droneke teqemenî barkirî ku bi armanca êrîşî tunelên me bike hatibû şandin bi lêdanê hêzên me hate tunekirin.

24'ê Gulanê di saetên 13:40 û 17:00 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amadiyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn bi teknîkê hatin lêdan; çeperek A4 a çekên giran hate tunekirin û çeperek jî hate derbkirin.

25’ê Gulanê saet 14:20’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê yê Girê Amediyê  tankek ku êrîşî tunelên me dikir bi çekên teknîkê hate xistin û îmhakirin.

25’ê Gulanê saet 16:20 û 16:45’an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê yê Girê Amediyê li dijî hedefên ku êrîşî tunelên me dikirin bi çekên giran bersiv hatin dayîn.

 

29'ê Gulan a 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG