Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1’ê Gulana 2025’an li herêma Metîna hevrêyê me Şiyar Cizîr û 25’ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hevrêyê me Baran Çiya, di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ku bi rengê kemînê li dijî çeperên me yên berxwedanê pêk anîn de şehîd bûn.
Em zarokên herî hêja yên gelê Kobanê û Cizîra Botan ku sembolên serhildan û welatparêziyê ne, hevrêyên xwe Şiyar û Baran bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bigihînin serketinê, bîranînên wan bidin jiyîn, armancên wan bi ser bixînin û xwîna wan li erdê nehêlin.
Li ser vî bingehî di şexsê malbatên hêja yên şehîdên xwe, gelê Cizîra Botan û Kobanê de em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne;
|
Nasnav: Şiyar Cizîr Nav û Paşnav: Omer Bayar Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Feleknaz – Îbrahîm Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Gulana 2025’an / Metîna |
Şiyar Cizîr – Omer Bayar
|
Nasnav: Baran Çiya Nav û Paşnav: Alan Elî Cihê Jidayikbûnê: Kobanê Navê Dayik – Bav: Xedra – Kemal Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Gulana 2025’an / Zap
|
Baran Çiya – Alan Elî
Şiyar Cizîr – Omer Bayar - Gelê me yê Botanê bi berxwedêrî û sekna xwe ya ku li dijî zilmê serî natewîne, xeta welatparêziyê temsîl dike. Ji roja damezrandina Partiya me PKK’ê heya îro bi hezaran zarokên xwe yên bi wêrek tevlî têkoşîna me kir. Hevrêyê me Şiyar li Cizîra Botan a ku nirxên xwe yên azadiyê parast û ruhê serhildanê her tim lê zindî ye, hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û ji derdora wî ya nêz tevlî PKK’ê bûne, ev yek bû wesîle ku hevrêyê me di temenekî zû de li hemberî gerîla bibe xwedî sempatî. Ji ber ku di salên zarokatiyê de bû şahidê zilma dewletê û ji ber zextên li ser gelê me, li hemberî dagirkeran bû xwedî hêrs. Hevrêyê me bi çand û nirxên xwe mezin bû, dema çû dibistanên sîstemê li hemberî polîtîkayên asîmîlekirinê yên dewletê bû xwedî sekneke bi rûmet. Ji ber ku zimanê xwe yê dayikê bi rehetî nediaxivî, di hevrêyê me de fikar û pirs çêbûn. Hevrêyê me 8 salan çû dibistana dewletê, hem ji ber hêrsa li dijî sîstemê hem jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike dibistana dewletê terikand. Hevrêyê me tevî temenê xwe yê ciwan tevkarî li debara malbata xwe kir, bi kesayeta xwe ya kedkar ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me rastiya dijmîn hîn bêhtir derxist zanebûnê, her çendî ku xwestibe di berxwedana destanî ya bi pêşengiya gerîla de cih bigire, ji ber ku temenî wî biçûk bû neçar ma vê biryara xwe taloq bike. Di demeke ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde de, hevrêyê me ji bo tevlîbûnê lêgerînên xwe zêde kirin. Pir ji vê yekê bandor bû ku milîtanên fedayî yên Apoyî di berdêla canê xwe de gelê me diparêzin, ferq kir ku yekane cihê ku ji lêgerînên wî re bibe bersiv refên têkoşînê ye. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê û piştevanên wê li dijî milîtanên fedayî yên Apoyî têkçûneke dîrokî jiyan kir, hevrêyê me ji vê yekê hêzeke mezin wergirt, biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê da û berê xwe da warê pîroz ê gerîla.
Hevrêyê me di sala 2014’an de li Botanê tevlî nava refên gerîla bû, tecrubeyên xwe yên destpêkê yên li ser jiyana gerîla li vê qadê bi dest xist. Piştî demekê li Botanê ma, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me yê di nava jiyana gerîla de bi xwestekek mezin beşdarî perwerdeyan bû, di nava demek kurt de gihişt wê astê ku berpirsyarî bigire. Bi taybetî bi perwerdeyên îdeolojîk, derfet dît ku Partiya me PKK’ê hîn baştir nas bike. Rêbertiya me û şehîdên me yên leheng bi kedên mezin, nirx afirandin. Hevrêyê me ji xwe re kir armanc ku bibe parêzvanekî xurt ê van nirxan. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş a perwerdeyan û lêhêrbûnên xwe yên kûr, di nava demek kurt de pêş ket. Hevrêyê me bi rengekî serketî perwerdeya xwe temam kir, derbasî qadên pratîk bû û derfet dît ku tiştên fêr bûyî bixe pratîkê. Hevrêy me bi rengekî aktîf beşdarî jiyanê bû, bi kesayeta xwe ya têgihiştî û dilnizm bandor li hevrêyên xwe kir. Li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Rojava, Başûr û Şengalê li hemberî gelê me pêk hatin, hevrêyê me xwest wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û li qadên ku êrîş lê zêde ne cih girt. Hevrêyê me xwedî sekneke welê bû ku ji pêvajoyê re bibe bersiv, tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Hevrêyê me tecrubeya leşkerî bi dest xist û bi tevlîbûna xwe ya aktîf, bû mînak. Weke fermandarek xwezayî tevgeriya. Hevrêyê me taybetmendiyên xwe yên milîtaniya Apoyî kir pîvanê esas ê jiyana xwe. Her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anî. Di demeke welê de ku operasyonên dewleta Tirk ên ji bo tasfiyekirina PKK’ê û çewisandina gelê me zêde bûn, car din hat çiyayên azad û di nava refên têkoşînê de cih girt. Tecrubeyên ku di warê leşkerî de bi dest xistî ragihand hevrêyên xwe. Bi fedakarî û hevrêtiya xwe ya kûr û xurt bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Li ser vî bingehî di gelek xebatan de ked da. Di nava tîmên gerîla yên bi pispor de bi cesaret û fedakarî cih girt ku li herêma Metîna li arazî û tunelên şer bi rola xwe rabûn. Bi vî rengî di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Bû yek ji hevrêyên me yên fedayî yên ku rê nadin dagirkeran.
Hevrêyê me Şiyar 1’ê Gulana 2025’an li Metînayê dema li ser wezîfeya xwe, artêşa Tirk a dagirker bi namerdane bi rengê kemînê êrîş kir û di encamê de hevrêyê me şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku ala têkoşînê ya hevrêyê xwe Şiyar bi serketinê bilind bikin.
Baran Çiya – Alan Elî - Bajarê me Kobanê, li gel berxwedana xwe ya dîrokî ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ên dijminê mirovahiyê bûye pîvana Şoreşa Azadiya Rojava ku di dilê hemû gelan de xwedî cihekî pîroz e. Gelê me yê Kobanê yê ku tevî êrîşên dagirkeran ên asîmîlasyon, înkar û tunekirinê jî ji nirxên xwe yên civakî veneqetiyaye, ewladên xwe yên herî hêja dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Hevrêyê me Baran ê ku li bajarê me Kobanê ku hestên welatparêziyê û çanda berxwedanê lê tim zindî ne, ji dayîk bûye, di nava malbateke welatparêz de li gel vê çanda resen mezin bûye. Hevrêyê me Baran ê ku bûye şahidê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi armanca qirkirina gelê me dabûn destpêkirin, bêyî dudilî tevlî nava refên berxwedanê bû û ji bo parastina gelê me yê dihat çewisandin di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Hevrêyê me Baran di vê pêvajoyê de li ser sedemên hedefgirtina gelê me ya ji aliyê dewletên dagirker û çeteyên girêdayî wan ve kûr bû. Di vê pêvajoyê de fikrên Rêber Apo xwendin û gelekî jê bandor bû. Civak, dîrok û çanda me analîz kir û egerên têkoşîna xwe xurttir kirin. Li kuderê li hemberî gelê me êrîşek çêdibû, dilê wî li wir diniqutî. Girêdayî van yekan tevlî têkoşîna azadiya gelê Kurd bû. Dema ku li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî êrîşên qirkirinê dest pê kirin jî li eniyên herî pêş cihê xwe girt.
Hevrêyê me Baran di wê baweriyê de bû ku wê li hemberî êrîşên înkar û tunekirinê yên dagirkeran, bi tevlîbûna nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re bersiva herî baş bide, di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku tim dixwest wan bibîne.
Hevrêyê me yê ku piştî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi awayekî serkeftî temam dike, li gelek qadan gerîlatî kir. Hevrêyê me Baran ê ku tecrûbeyeke mezin a şerî bi dest dixe, tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê bi taktîkên gerîlayan ên serdema nû re dike yek. Li gelek qadên cuda dibe pispor û di kesayeta xwe de guherînên mezin pêk tîne. Hevrêyê me bi nasîna heqîqeta Rêber Apo a gerdûnî re di navbera xwe û jiyanê de girêdaneke xurttir pêk anî û bû milîtanekî fedaî yê Apoyî yê pêşeng ku xwe bi perspektîfa Rêbertî pêş dixe. Li gel xwendina îdeolojî û felsefeya Rêbertî, xwe ji qirêjiya pergala kapîlatîst rizgar kir. Hevrêyê me Baran, bi zanebûna ku rastiya jiyana azad a lê digeriya di nava refên PKK’ê de ye, tevlîbûna vê jiyana pîroz a bi awayekî xurttir esas girt. Li hemû qadan tevlîbûneke sade nîşan da. Hevrêyê me Baran bê navber ji bo pêkanîna armancên xwe li ber xwe da û girêdayî vê yekê hewl da hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Şehîdên me yên nemir ji bo xwe kir egera tolhildanê. Ji bo ji bîranînên şehîdên me re bibe bersiv berxwedan û tevlîbûna xwe gihand astên bilindtir û bû xwediyê hewleke gelekî hêja. Hevrêyê me Baran ê ku giradayî van yekan tev geriya, di serdema şerê dijwar de ji bo ku erk û berpirsiyariyên xwe yên serdemî bi cih bîne hemû caran hewl da li eniyên herî pêş cihê xwe bigire. Bi derbasbûna Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû perçeyekî mezin ê berxwedana dîrokî ya li hemberî dagirkeran. Di nava tîmên gerîlayên pispor de cih girt û li bejahiyê û tunelên şer de li gel hevrêyên xwe kedeke mezin nîşan da. Di gelek çalakiyên ku derbên mezin li dijmin hatin xistin de cih girt. Bi fedekarî, tevlîbûna xwe ya xurt û sekna xwe ya diyar li hemû qadan ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin û bi yekbûne li gel hevrêyên xwe bû endamekî ruhê fedaî yê Apoyî. Tevî hemû zehmetiyên li qada şer jî tim bi moral û motîvasyoneke mezin beşdarî xwebatan bû û hewl da serkeftinê bi dest bixe.
Hevrêyê me Baran, şeva 25’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di encama kemîna artêşa Tirk a nemerdane de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Baran ê ku bi cesareteke mezin li ber xwe da û bi fedekariya xwe bû mînak, bi kesayeta xwe ya sade û sekna xwe ya têkildarî serkeftinê ji me re mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend û hêja hişt. Em soza xwe ya berdewamkirina têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd, pêkanîna armancên wan û xeyalên wan dubare dikin.
27’ê Gulana 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG