Jiyan bi wateya xwe jiyan e. An ku bêwateyî mirin e. Wate, cewher û xemla jiyanê ye. Mirovek an civakeke ku ji vê cewher û xemlê dûrkeve, dibe jîndarên mirî. Dibîne, dibihîze, dixwe, digere lê najî! Ji ber ku jiyan karê watesaz, dilçêker û evîndaran e. Evîndarên heqîqet, dilsozî û azadiyê ne.
Dijmin û dagirker di welatê me de berî her tiştî bi wate û jiyanê leyîst. Destpêkê em bi fîzîkî kuştin. Lê di bingeh de xwest ku me di dil û mêjî de bikuje. Me bêwate bihêle û jiyanê li me bike çolistan û biyaban.
Belê, min û Şehîd Rubar payîza sala 2009’ê li bilindahiya çiyayekî Kurdistanê li ser van mijaran ketibûn sohbeteke kûr û dûr de. Di nav PKK’ê de wate di kesayeta Rêber APO de pêşeng e. Wate dibe meş, tevger, raperîn û bilindbûn. Ev tevger jî careke din dibe wateyeke hîn kûrtir. Şoreş li ser vê hevguherînê pêşdikeve û bilind dibe.
Şehîd Rubar jî di sala 1992’ê de tevlî refên vê şoreşê bû. Wê demê li Sêrtê zanîngeh dixwend. Lê ew zarokê herêma Torê bû. Şehîd Rubar an ku bi navê berê Seyfeddîn li gundê Kefsengê ya girêdayî Midyadê tê dinyayê. Kefsengê gundekî biçûk e û li serê rêzegirekî hatiye avakirin. Xwedî xwezayeke xweş e û kevnare ye. Paşî bi malbatî têne nav Midyadê. Rubar li vir mezin dibe û li vir dixwîne.
Ew piştî ku ji zanîngehê tevlî refê gerîllayan dibe di demeke kurt de bi sekn û tevgera xwe ya mîna derwêşekî û bi fedekariya xwe di nav jiyanê de ciyê xwe digre. Girîngiyeke mezin dide hevaltî û wateya wê. Ev jî dibe sedem ku ji aliyê hemû hevalên xwe ve bê hezkirin. Di karê xwe de jîr, di têkiliyê xwe de dilnimz û di xebata xwe de afirîner bû. Di jiyana rojane de devliken û henekçî bû. Henekên wî moralçêker bûn.
Dost jî û dijmin jî kûrbûna hevaltiya di nava PKK’ê de tînin ziman. Dost vê rastiyê fam dikin û dixwazin kûrahiya wê bizanibin. Dijmin jî vê rastiyê dibîne lê naxwazê fam bike. Bêguman yek ji bingehên PKK’ê ku li ser piyan radigre hevaltî ye.
Hevaltî girêdan e, wate ye, dilsozî ye, jiyan e. Hevaltî tilsima nav PKK’ê ye. Şehîd Rubar jî di jiyana xwe ya nava PKK’ê de ku 20 sal tije kirin, her tim di nava hewldan û xîreta hevaltiyeke baş de bû. Di vî milî de xwe gihandibû asteke bilind. Kenê wî yê şîrîn ku pirî caran ji rûyê wî kêm nedibû, xemla hevaltiya bû.
Bi şehadeta her hevalî/ê dil dêşe, xemgînîyeke giran dil û giyan radipeçe. Heya çend rojan jî mirov di navbera rastî û nerastiya şehadetê de diçe û tê. Mêjî dibêje rast e, lê dil dibêje na… Her ku mêjî israr dike, dil dixwaze biqîre û bêje naaaaa…
Û paşî rondik ber bi çavan ve diherikin. Lê nabe! Nabe ku dijminê hov rondikê me bibîne. Bila ew ber bi dilê me ve biherikin. Da ku kela dilê me geş û gur bikin. Da ku ev kel bibe bizot û bi serê dijmin de biteqe!
Şehîd Rubar, Hevalê Hêja!
Tu yê her tim di dil û mêjiyê me de bijî. Û em careke din dibêjin: Şehîd rûmet, serbilindî û ronahî ya me ne û em bi hemû hebûna xwe ve dilsozê rêya wan in…
Firat Gernas
- Ayrıntılar
-Hûn ji bo partîbûyinê sond dixwin, lê em pîvan û nêzîkatiyên bilind ê azadiyê yên PKK’ê danexînin asta pîvanên xwe yê ji rêzê, em nekin qurbana wan. PKK li ser kesayetê ye. Divê li ser niyet û kesayat a me be û ji xwe divê hêza we têrê bike. Têrê kirina hêzê tê wateya binxistina xwestekên we ye, niyetên xwe yê subjektîf (bi alî) ji xwe re bingeh negirtine. Pîvanên rast, pîvanên objektîf ên derdikeve holê zehmet be jî divê mirov bipejirîne û hûndirîn bike. Di vê mijarê de PKK’yî bûneke rast dikare pêşbikeve. Li vir li ser van bingehan ders (wane) tê dayîn. Waneyên Partîbûyinê, PKK’yî bûnê tê dayîn.
Ji bîr nekin, hûn ji cîhaneke reş tarî û kufrê tên. Li wir têkildarî mirovahiya me, welatparêziya me, hela hela bi mafên mirovan, bi azadiya gel tu tişt tuneye. Em di bin bandora rêzikên (kural) me neçarî jiyaneke ketî, dixîne, bi lanet û şermî dike. Em qurbanên jiyaneke kirêt in. Em ji vê rizgar dibin. PKK navê tevgera vê lanet kirinê, red kirinê, ji bo vê rêş bike, ji holê rabike û ji bo vê hemû tiştê xwe datine holê ye. Bala xwe bidinê, tevgereke bi gişî alternatîf e an jî tevgereke li dijî wê derketinê ye. Bi dij derketinê, avakirina bêkêmasî ya nû, li şûna ya bê red kirin û şer bê derbas kirin, li şûna wê hêza wê, hêza fikr û raman, mezinahiya giyan (ruh) li hemû qadan ya herî baş, ya herî rast, ya herî xweşik avakirinê jî dihewîne. Vê ji xwe re bingeh digre. Ev hemû mijarên pêwîste mirov ji bo PKK’yî bûneke rast ji xwe bipirse, yên pêwiste hûn bigihêjin û ji bo vê jî hevgirtî bin. Hûn ê weke zarokan sond nexwin. Nemaze ji civaka me de gelek caran tê jiyandin, xwe bi xwe û der dora xwe dixapîne, hûn ê nekarin wusa sond nexwin. Jiyaneke bi fêrbûyinên xwe, wê we bêbiryar bike, wê bibe sedemê bi sonda we bawerî neyê. Kesên bi sonda xwe ne rast be, sonda xwe neyne cîh, bawerî jî pê naye.
Kesayetên di jiyanê de rêz digrin, yên heta dawî bi sonda xwe ve girêdayî diminîn û herdem ji bo sonda xwe bi cîh bîne di nava hewldanan de ne. Van kesayetan her dem ji aliyê civakê rêzê dibînin. Van kesana jiyanê diguherin. Em kesayetên di civaka xwe de dizanin, xwedî nêzîkatiyên herî dijber û vala ne. Her roj çil carî fikrê xwe diguhere, helwesta xwe diguhere. Ev nagihêjin cihekî. Em dixwazin vê derbas jî bikin. Biryarbûyina di PKK’ê de, ezma di PKK’ê de, hêza pêkanînê ya di PKK’ê de derfêtên mezin ji bo mirov bibe xwedî pîvanên rast dide. Me hin nêzîkatî nîşan da, hûn ê çil carî li ser bifikirin, biponijin, fam bikin û jê zêdetir jî hûn ê bibin hêza pêkanînê.
Di giştî de asta azadbûna jinê, asta azadbûna civakê ye. Asta azadbûyinê ya em ê di vê qadê de pêkbînin, wê sibe asta azadbûna civaka em ê avabikin diyar bike. Em jinê çiqas azad bikin, em ê civaka di pêşerojê de jî ew qas azad bikin. Em vê mijarê çiqasî li derveyî nêzîkatiya azadiyê bihêlin, sibe di civaka em ava bikin de wê ew qas ji bo damezrandina pergaleke dûrî azadiyê û her cûre dijberî azadiyê, ne wekhev, bi mêtingerî, bi zext bibe bingeh. Ji ber vê jî divê em pir hessat û bi pûte nêz bibin. Partî di vê mijarê de neçare heta dawî bibe xwediyê tekoşîneke bi rêgez, bi.
Ev mijar ne mijareke ku bi nêzîkatiyên seranser ên gelek ji me nîşan dide çareser bibe, her weha xeteriyên van nêzîkatiyan jî pir eşkereye. Divê mirov li ser her cûre niyetên sûbjektîf nêzî vê mijarê bibe û ji bo vê cesaretê nîşan bide. Bi qalibên kevn, nêzîkatiyên keveneperest çiqas xwezayî xuya bike jî divê mirov qet cidî negire. Em ji feraseta kevneperest a namûsê bigrin, heta ferasetên hestiyarî, ji feraseta zewacê bigrin heta ferasetên hevaltî û dostane hemû ferasetên pênç wereqa nake. Divê mirov hîn rastir, bi cewher û rêzdarî nêzî pirsgirêkên vê qadê bibe. Ji ber ku ev qad, qada divê herî zêde were pêşxistin e. Ji biçûkbûnê wêdetir bûyereke wendabûnê heye. Li vir bûyina pênç wereqe heye. Li vir her cûre bêbinyadî, her cûre durûtî, her cûre dek û dolab heye; di têkiliyan de derew û xapandin heye. Bêrêziya mirovan li himber hev bêhemba heye. Bikaranîna karakterê hezkirina mirovan pir xirap heye. Di tahlîla dawî de berovajîkirina hemû jiyanê û wendakirina jiyanê heye.
Wê demê divê mirov giringiyeke mezin nîşan bide ku ji bo mirov dûrî nêzîkatiyên hate diyarkirin ji wan dûr bisekini je. Di vê mijarê de tu carî mirov girîngiya wezîfeyên xwe yê tekoşînê ji bîr nekin. Di jiyanê de em her dem li van mijaran haydarin. Tenê xaleke em di van mijaran de fam nakin; tevî divê tekoşîneke xurt bê dayîn em hemû hêza xwe nîşan nadin, li gor girîngiya wê nêz nebûn, bi tekoşerî nêz nêbûn, nebûna çareseriyê, weke wê her dem hin kes tiştan bide me nêzîk bûn, rewşên bi vî rengî derdikevin holê. Ev jî kêmasiyeke cidî ya di pîvanên we yê şoreşgerî de nîşan dide. Hûn çawa difikirin ku van kêmasiyên xwe derbas bikin? Di vê mijarê de hûn çawa difikirin perwerdeya xwe û tekoşîna xwe çareser bikin? Hûnê weke heta niha di bernameya we , bi inkar kirina pêwistiya guherînê bigihêjin ku? We di vê mijarê de xwe pir çewt û berovajî kiriye. Ma nebin berpisyara herî mezin a vê?
Bûyera her du zayenda jî bi giştî wusa ye. Nêzîkatiyên pir xeter û nayên efûkirin heye. Divê teqez veguherîna şoreşgerî biafirînin. Çawa divê her civaka hûn bikevin nav ji wan re azadiyê bibin, di vê hûn pêkanîna rêgezên xwe bê ku bikevin nakokiyan û li ber çav bigrin ku mijareke bir zirav e; nekevin sekterîzmê û şelafiyê divê xebateke xurt bidin meşandin. Koledariyeke mezin heye. Wê pêwîst bike ku ji bo hûn van bendeyan rakin ser piyan tekoşîneke we ya bi mêrxasî hebe. Heta îroj nêzîkatiyên we yê kakilê hejîrê danagre nêzîkatî û hewldanên we hebû. Ev jî pîvana bejna we nîşan dide. Serwextiya li ser herêmê, nîrxa ji bo qadê tê dayîn ji bo şoreşgeriya we pîvaneke.
Avrêl 1989
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di Kanûna 2011’an de li li navçeya Şirnex Silopiyê li herêma Cûdiyê di navbera gerîla yê me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnên dijwar qewimî bûn û di van pevçûnan de jiyankirina şahadetan û birina cenazeyan a Meletiyê di çapemeniyê de derbas bibû.
- Ayrıntılar
Gelê Kurd, gelekê ku hertimî serî li himberî dagirkeriyê rakiriye, bi pêngavên berxwedan û tekoşînê re asta serkeftinê qezenç kiriye. Bê guman, ev weke kevneşopiyekê ji dîrokê herikiye roja me ya îro. Hemû dewletên dagirker jî dizane, lê mixabin vê berxwedaniyê danaqurtîne.
Hemû rêbazên xwe yên gemar bikaranîn, lê encam negirtin. Bi hezaran girtin çêbûn, bi hezaran kes êşkence kirin, lê bi vê jî nekarîn tiştekê bikin. Bi ti awayî nekarîn gelê Kurd, Rêbertiya wê û tevgera wê ya azadiyê gav şunde bide avêtin. Tenê yek rê di destê dewleta dagirker de maye, ew jî li ser bedenên bêruh yên ciwanên Kurd rant kirin û berîka xwe dagirtin.
Şehîd, peyveke ku konê xwe di nava hemû peyvên gelan de vedaye. Peyveke pîroz e. Ji kesên ku bedena xwe xistine sîper li himberî dijminê xwe, kesên ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirine re dibêjin şehîd. Ger ku canê xwe feda kirine ji bo welatê xwe, ew veşartinekê herî pîroz maf dikin. Wana spartina dilê xwe, erkekê mirovahiyê ye.
Lê mixabin, şeytanên hemdem yên weke dewleta Tirk û hukumeta wê, ti nesîbê xwe ji van hestên mirovahiyê negirtiye. Ji bo qetil kirina ciwanên Kurd tenê li ser kar e. Êşkence dike, qetil dike û pişt re jî dirizîne.
Ew ki ye dibêje zarokên Kurd bê xwedîne û li goristana bêkesan tên veşartin. Yên bi vî rengî difikirin, ew yên ku ti keda wan di ber azadiya welatê wan de çênebûye. Ew mirovên behest in, mirovên bêked in. Mirovên xwe li ser xwîna ciwanan mezin dikine. Mirovên hov in. Ger bi qasî zirê keda wan di ber jiyaneke birûmet de çêbibûna, bi vî rengî nedifikirîn û ne jî tiştekê bi vî rengî pêkdianîn.
Gelê Kurd heya niha li hemû parçeyên Kurdistanê, li Helepçe, Mahabad, Amudê, Amedê, ji derveyî welat bi deh hezaran zarokên xwe fedayê riya azadiya welat û rizgariya netewa xwe kirine. Ev ruhê fedayî yên ciwanên Kurd roj bi roj mezin û bilind dibe. Li cihê ku pêwîst bike jî ciwanên Kurd amedene canê xwe di ber doza welatê xwe de bidin. Ma gelo tiştekê ji vê pîroztir jî heye? Ger mirinekê heye, ew mirin jî bila birûmet û pîroz be. Bila ji bo doza gelê xwe be. Gelê Kurd gelekê bi mirinê re yek bûye. Ji mirinê natirse.
Di çiyayên azad de îro, jiyaneke li ser hîmê rêhevaltiyeke geleke pîroz tekoşîna azadiyê tê meşandin. Hevaltiya ku di van çiyan de tê meşandin, hevbihayê hemû pîroziyan e. Ruhekê ku li ti deverên cîhanê neyê dîtin, di çiyayên Kurdistanê de li gel şervanên azadiyê heye. Kesên ku qet hevdu nas nakin, tên gel hev û di demekê pir kin de rêhevaltiyekê geleke mezin qezenç dike. Ev hevaltiya wan digihe astekê bi wî rengî ku canê xwe jî, ji bo hev bidin.
Gelo we qet dîtiye, kesekê ji bo hevalê xwe, xwe avêtiye ber narincokê. Ji bo ku hevalê wê/î şehîd nekeve, xwe avêtiye ber narincokê. Ev ruh we li kuderê dîtiye? Ji derveyî tevgera azadiya gelê Kurd PKK, ev ruh li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin. Nimuneya wê ya yekemîn di çiyayên Kurdistanê de çêbûye. Lê dewleta dagirker a Tirk, ji bo ku birînekê biçûk jî li wan venebe, zarokên Kurd dişînin mirinê. Leşkerekê ji metropolên Tirk, dişîne Kurdistanê ji bo mirinê.
Pîvaneke xwezayê ye ku, dema her zindiyek bi xeteriya mirinê re rûbirû bimîne, neçar ew zindî dikeve pozîsyona xwe parastinê. Lewma ger qesta kuştinê li ser canê wî/ê hebe, ew jî bi kuştinê bersiv dide. Ger tu qesta canê kesekê/î bikî, tuyê bihayê vî jî bi canê xwe bidî. Qesta dewleta Tirk jî mirina canê ciwanên Kurd e, welatê Kurdistan e. Li himberî vê jî ciwanên Kurd canê xwe feda dikin.
Dewleta Tirk mirinê bi mirinê dide afirandin. Hemwelatiyê xwe dişîne mirinê, piştî cenaze tê welatê wî jî vê carê rondikên Tîmsahan dirijîne. (Hun dizanin, dema Tîmsah birçî dibe çêlikê xwe dixwe û pişt re jî li ser digirî) Ev ya tenê ji bo keseke Tirk bi vî rengî ye. Lê belê ji bo ciwaneke Kurd, yê li mafê xwe yê mirovahiyê digere dewleta Tirk bi vî rengî nêz nabe. Ji ber ciwanên Kurd bêxwedî dibîne, li goristana bêkesan vedişêre. Ev jî şerma mirovahiyê ye, şerma dewleta Tirk e.
Şerma xwe ya mirovahiyê nabîne û nabêje min cenazeyên ciwanên Kurd aniye rewşa ku neyê nas kirin, serî li rêbaza gemar dide, derewan dike û ciwanên Kurd li goristana bêkesan vedişêre. Ji bo yek malbateke Kurd cenazeyê zarokê xwe bigire bi kilometrayan rêdigre pêşiya xwe. Dikeve pey canê bêruh û her bendewariyên xwe mezin dike ku tenê hestiyeke be jî, parçeyek ji canê zarokê xwe bigre. Lê dewleta Tirk li ser vê rantê dike û hatina malbatan felç dikin. Bi rojan li ber deriyê morgê dihêlin. Ger cenaze ji parçeyên Rojhilat, Rojava an jî Başurê Kurdistanê be, ji xwe nadin. Ger bidin jî, cenaze radikin cihekê bi wî rengî ku xwe gihandina wê zor be. Yan jî heya ku berîka xwe li ser canên bêruh tije nekin, cenaze nadin. Li himberî vê sucê mirovahiyê jî, wijdanê raya giştî razayî ye.
Di rewşeke bi vî rengî de jî, qala çek berdana PKK dikin. Piştî van kiryaran, ew rûreşiyeke mezin e hun qala tiştekê bi vî rengî dikin. Bi taybetî jî ew kesên xiyanetkarên Kurd yên derdikevin pêşiya qemerayan û weke bilbilê tuya diaxivin. Li şuna ku hun derkevin qala çekberdana PKK bikin, ji xwe şerm bikin ku heya niha kedekê we di ber azadiya welatê we de çênebûye. Ji xwe şerm bikin ku heya niha hun her timî duvê hinekanin û li ser xwîna ciwanên welatê xwe berîka xwe tije dikin. Di destpêkê de bibin xwedî ked di welatê xwe de, pişt re derbikevin qala çekberdanê bikin.
Li aliyekê hun cenazeyên zarokên Kurd nadin wa ku bi hestên dilê xwe law û keçên xwe ber bi koça wan ya dawiyê ve oxir bikin, di aliyê din de jî dibêjin çima ciwanên Kurd berê xwe didin çiya. Di aliyekê de welatiyê xwe dişînin mirinê û di aliyê din de jî rondikên Tîmsahan li ser dirijînin.
Zarokên Kurd ne bêxwedîne, ew li Helepçeyê jî be nebêxwedîne, li sînemaya Amudê jî be nebêxwedîne, li kolanên Amedê be jî nebêxwedî ne û li çiyayên Kurdistanê be jî ne bexwedîne. Gelî Kurdîno hun bêjin, ma zarokên we bêxwedîne? Ger nebêxwedî bin jî, wê demê berxwedanî û helwesta xwe dubare bi dewleta Tirk bidin nîşandan ku law û keçên we ne bêxwedîne.
Hindistan PENABER
- Ayrıntılar
Xencera xiyanetê careke din ez kuştim.
Dibin têla dirrihî de, li ber gutînekê bi strî û roj li nîvro....
Bi dijwariya sedsalên bextreşî, di kelihên hêrivtî de û bi mivreda şikestî ez kuştim.
Li navenda cîhanê, bi qîrêneke dawudî û di nava gulokek zerahiya ezman de...
Bi napalmên antî-demokratîk û fuzeyên li çerxêneketî û antî ademî ez kuştim.
Hemberî ku helbestên 33 berên komkujiyê hatine nivîsandin ...
Hemberî ku tê gotin wê helbesta 35 bombeyên komkujiya Roboskî werê nivîsandin...
Dilê min bi birînên Xebat Dêrik re xencer kirin, bedena min bi ser bircikên bexilî û bextreşiya sedsala bîstûyekê de hêrivandin. Piştre ez û darbesta Seyfettin Işik li ser milên ciwanan birin Midyadê...
Dilê min, birînên Xebat Dêrik û darbesta Seyfettin Işik, di nava gulbijêrkên lîle-lîle jinan û bi duruşmên ciwan hatin himbêz kirin...
Xencera xiyanetê roj li nîvro li min hejandin...
Bombeyên napalmê ber esra teng li min barandin...
Û miştaxeya bedenên min li ber lat û berzehan, dibin serma şevê de, wek gotinên destan û romanên nenivîsî hatin razandin. Ez zarok bum ez kuştim, ez ciwan bûm ez kuştim, ez kal û pîr bûn dîse ez kuştim.Di her dem û heyamên temenqersivî de, di her dema ku çakûçê hesinkerên Midyadê li sidan diket, kulîlkên birînên min jî reng didan.
Xwîna min dibû rengê jiyanê....
Wê demê, ez û rengên kulîlkan, bi dengê Xebat Dêrik û Seyfettin Işik re, bi gerilayekî bê nav re, li çaryanên bajarên Kurdistanê digeriyan. Mista destên me, bayekî germ dibizivand û wek ronahiya çavên zarokên bi kevir, kanîk qewsik dilerizîn. Hevokên helbestan, di pexşanên gazinokî de, bi çîrokan dihatin xemilandin. Hingî min got:
Ezê hêviyên xwe di kûrên Batê de germ bikinû bi hêviyên jinên Serdêfê re darvebikim... Û wek salvegereke bê yadkirin, bibim gotinên dilojarê û gotinên qesîdeyeke dirêj.
Hingî zarokên Pencînarê wê dikaribin bi zarokên Ramanê re bilîzin û bi zarokên Çiyyaên hevêriya re sunda tolhildanê bixwin. Hingî cil û bergên zarokatiya min, wê ji nava çîrokên winda werin berhevkirin û ezê dikaribim xencera xiyanetê bişikînim.
Şikandina xencera xiyanetê wê bibe derman û hevaynê birînên di bedena axa min de... Hingî ezê bi kuştina xiyanetê nemirim û di nava birîna xiyaneta sedsalê de jiyan jî nabe kulmîrowa nexweşiyan..
Û ezê stranên wek destanan li hev kom bikim, da ku niviştokên bêbextiyê werin gom kirin û dibinê xweliyek sar û bi ser serê xwediyê xwe de bibare.
Hingî xayin wê bibin xwelîser... Bibin hetikber û bi qeşmeriyê re razin.
Û derxên wê şîn nabin, kulîlkên wê jî venekin....
Ez careke din di nava şînê de me...
Di kevana çiyayekî bi bombayên napalmê hatiye şewitandin de,
Bi gerilayekî bê nav re, di nava hêstirên berhevkirî de... Li pêşberî jiyana kuştî dibine romanek... Em bibine qîrêna çûkan, dibine şîqêna baz û başokeyên xeydok.
Ez û gerilayê bê nav dibinê sinekî de: Ew ji rojê diaxive, ez ji stêrikan... Ew ji heyvê diaxivî, ez ji av û axê... Gotinên me wek helbestên Ehmedê Xanî dibine cewherê çakûçê Kawayê hesinker û xencera xiyanetê dişîkînin.
Hingî dengê me û devsa gavên me, di coka dîrokê de diherikin...
Hinekî li Xinêra...
Hinekî li Qendilê....
Hinekî li ber ziyareta helbestî kulîlk vedikirin.
Hingî min bi sunda Xebat Dêrik û sunda Seyfettin Işik û sunda gerilayê bê nav...
Serbenda heyama nû, bi desmalên hevrîşmê girêdan. Wek micbiyekê, wek geştekê li çar aliyên Kurdistanê gerandin. Min got; ev navê hêviyê ye, ev navê kuştina xencera xiyanetê ye, ev navê çûkê li ser hêlînê ye, navê kewê ribat e û li ser movika rima Rastemî Zal danîne...
Li hemberî kemîn û davikên kuştinê cenga azadiyê dixwîne...
Bi tiliyên hinekirî...
Bi mista xwehdayî...
Bi ramûsanên di nava jinên Serdêfê de, ezê kelihên berxwedanê ava bikim.
Ez û hêrsa gerilayê bênav bi hêviyên siberojên rûmetdar re,
Di nava xeftanê evîna Meleyê Cizîrî de..
Bi hêviyên Ehmedê Xanî re dimeşin...
Ne bi sunda seyidekî şaşik kesk... Ne bi sunda meleyekî li ber Qur’anê rûniştî...
Ne jî, bi sebra Eyûbê kurmexwarî...
Em bi sunda gerileyekî bê nav
Bi tîr û kevanê Qeretacdîn..
Bi gurz û rima Rastemî Zal û baweriya zarokên keviravêj re xwe bigihînin azadiyê
Hingî ez û Seyfettin Işik
Hingî ez û Xebat Dêrik
Ez û şikêrên kuştiyên winda,
Emê govendekê girêbidin...
Hingî wê ramûsanên min di nava lîle-lîla jinên Serdêfê de,
Li ser darbestên cangorî û pakrewanên min bibin gulbijerkên hêviyê
M. Bagok
- Ayrıntılar
Gelê Kurd nav li sîstema Erdogan kir. Faşîzm!...
Êdî, pêdivî bi danasîna kiryar û armanca desthilatdariya AKPê nemaye. Diyar e ku dewlet, AKPe û Fetul-munkîr ji bo gelê Kurd, dojehekê ava dikin.
Tê zanîn ku desthilatdariya AKPê, bi “handîqapekê” hate ser desthilatdariyê. Di pêvajoya ku “troyka”, haraketa Îsmaîl Cem û Husamettin Ozkan bi fermana Emerîka û bi destê Kemal Derwîş têk çû, rê li ber Erdogan û Gul hate vekirin.
Pêşî tevlîhevî “buhran” hate derxistin, Erdogan û Gul bûne stêrika dahatuya Tirkiyê.
Îro, tu “handîkap”ên li pêşiya Erdogan û Gul xuya nakin. CHPe bi nava xwe de dikele, MHPe jî, di nava eyarê xwe de difetise û bi “haveynê edebiyata” nijadperestî mijul e. Hêviya Emerîka hîna jî Erdogan û Gul in. Muxalefet tenê Kurd mane...
Erdgan jî ha ha, dersa siyasetê dide.
Lê balkêş e, di dersên Erdogan de, exlaq nîne. Dema ku di fêrkirina siyasetê de exlaq nebe, fenomenên rastiyê jî cih nagirin. Dema ku fenomenên rastiyê di zanistê de nebin, rehberî jî çênabe û sûd nade. Demagojî, davik û kemîn, teşqele destpêdikin.
Îmaja ku Erdogan, di demên dawî de dide, bêbawerî ye û mîna tîranê ku, rojname û weşana medya tenê ji bo wî bêne amade kirin e. Ew dibêje, derdorên wî jî jê re li çepkan didin. Dema diaxive, bîrdozên xwe li ser îdealîzmê rûdinîne. Realîzm jî, estetîk jî di bîrdozên wî de nînin.
Îdeolojiya Erdogan. Hinekî dişibihin ya destpêka Franko û Salazar. Firazeya Franko jî, ya Salazar jî nîne. Piştre frazeyek ji xwe re ava kirin.
Îdeolojiya Franko û Salazar jî ,bi fetwayên entelektuel, feylesofên xwedî tîtra prof.ên li dora wan û bi erêniya “dêr”ê dihatin xwedî kirin
Di wê demê de, Brasillach, di rojnivîsên zindanê de wiha dibêje; “faşîzm namire. Faşîzm dozeke ku mirov xwe bidiyê, helbesta sedsala bîstan e.”
Îdeolojiya Erdogan jî, bi fetwayên Fetul-munkîr û prof.ên dewletê tê xwedî kirin û helbesta (!) sedsala bîstûyekê dixwîne. Îcar ez dibêjim; siyasetmedar, nivîskar, rojnamevanên Kurd jî wê di zindanên Erdogan de, gotinên Brasillach di rojnivîsên xwe de, dubare bikin.
Faşîzma Erdogan, di şerê li dijî Kurdan de tixub-sinor û exlak nasnake. Bi operasyona dawî, ku li 16 bajaran û 123 navnîşanan pêk anîn de, da xuya kirin ku, heta yek leheng û pêşengê gelê Kurd heye, Erdogan rehet ranaze. Pêşî senaryo tê amade kirin, piştre dozgerên taybet û felzekeyan amade dikin, piştre jî dadgeh biryarê didin û operasyon dest pê dikin.
Lê Erdogan, yan jî alîkarekî wî diaxive û mîzansena terora polîsan diparêze. Medya jî dikevê nava seferberiyê dibe alîkar û perdeyekê diavêjin ser kiryarên faşîzan. Yanî, bi znaîn û karekî kolektîf, “tirsek”e di nava reşê de ava dikin. Herî dawî jî, entelektuelên ku ji alifê Erdogan, ji alifê Fetul-munkîr têne xwedî kirin, wek canbazên li ser şelîtê, gotinên dirû dinivîsin û firazeyeke Erdogan ava dikin.
Mîna fşîstên cîhanê teva, firazeya Erdogan jî nîne.
Binêrin: Musollînî jî di partiya sosyalîst de endam bû. Piştre bi şervanên kevin re ji partiya sosyalîst veqetiya û bû serokê wan û firazeyek da avakirin. Yanî firazeya Mussolînî jî nîne. Keza, Salazar û Fanco jî di heman rewşê de ne.
Mînak du: Wek her faşîstî, Erdogan jî, li Rojhilata Navîn, li cografya Kurdistanê wek ribat, wek mêrxas û pêlewanekî tevdigere. Lê dema ku berê wî dikeve Rojava, dibe çêlkew, mîna kewê çîz bûbe, mûrşikestî ye û bi beşûşîyeke kompleksî radiweste. Dema ku, Xwedawendên dem û heyamê karekî didine ber û rolekê didinê, “cehdeke” balkêş destnîşan dike û rola xwe “bihaqqin” dilîze. Şova Dublînê, bûyera “yek munît” li bîra her kesî ye. Salazar jî, Franco jî, heman tişt dikirin.
Tiştekî din yê hevbeş, doktrîna Mussolînî, Salazar û Franco êrîş bû. Ya Erdogan jî êrîş e. Cûdatiya navbera Erdogan û yê din; Mussolînî, Salazar û Franco pêşî êrîş dikirin, piştre xeftan û kiras qaz dikirin. Erdogan pêşî kiras û xeftan amade dike, piştre êrîş dike.
Doktrîna her sê faşîstan yek bû; sazkirina netew dewletê. Milletekî arî, xas, ku di yek hawunî de hevîr kirin û haveyn kirin. Erdogan jî, bingeha îdeolojiya xwe li ser yek-yekan daniye û bi Fetul-munkîr re dixwazin, yek reng û yek ahengê ava bikin.
Entellektuelên, yan jî prof.ên, ku doh spî bûn, îro kesk in, ji bo parastina ideolojiya faşîzan ya Erdogan û Fetul-munkîr; bi dijwarî û berdewamî dibêjin, “guhertin li Tirkiyê çêbûne, ev guhertn jî bi saya AKPê pêk hatine.”
Helbet ev jî dereweke mezin e. Ji ber ku desthilatdariya Erdogan, çînekê bê çîn e û ev jî nikare guhertinan bike. Li dijî diyalektîkê ye û derî kanunên xwezahî ye.
Eger guhertinek li Tirkiyê çêbûbe, ew jî bi saya têkoşîna gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd e. Mînaka vê jî, Bloka Ked û Demokrasî ye, parlamenteriya nûnerê nifşê ‘68an û rêhevalê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û demokratên tirk ya li parlamento ye. Ya duyemîn jî, zora gelê Kurd ya guhertina Destura Bingehîn e.
Lê AKPe, ji destpêkê û heta îro jî, di guhertina Destura Bingehîn de astengiyan derdixe û dixwaze Destura Bingheîn ya faşîzma 12ê Êlûnê rêwîzê bike.
Lê faşîzma AKPê, ji bilî Kurdan, ji bilî Haraketa Azadiya Kurd, gelê Tirk, zanîngeh û kesên xwedî tîtra prof.tiyê, medya, entelektuel û kesên bi lewendgîriya zihniyeta Çetîn Altan radibin û rûdinin teva felc kirine, dîlgirtine û dixwaze Tirkiyê ji nû de ava bike. Di vê Tirkiya nû de, tenê hikmet-î vucudekî “tirkîtiya kesk” heye û demokrasî dikuje, ramanê azad, entelektueliyê ji holê radike, jinê dike rekiha reş û cemawerekî “nas û teba” ava dike. Avakirina şikefteke reş û girtî ye.
Erdogan, psîkolojiya gelê Tirk jî di “çîroka pezê li dora şivan” de dizane. Psîkolojiya “teba” ye. Lewma Erdogan bi derewan kiryarên faşîzan, bi hêsanî dikare veşêre.
Êdî hatiye fêm kirin ku, terora dewletê, polîs û kontrayên AKPê, fetwayên kujerî yên Fetul-munkîr ne qeder in. Dewlet jî, AKPe jî, Fetul-munkîr jî, bi sed maskeyan barkirî ne, bi sedan pût û nîq û teşqeleyan dagirtî ne.
Gelê Kurd, rengê wan naskiriye û nav jî li wan kiriye. Êdî baş dizane ku dewlet, AKPe û Fetul-munkîr dojehekê, ji bo gelê kurd ava dikin. Hewqas bombarduman, hewqas komkujî, hewqas gorên komî, hewqas girtin, hewqas bêbextî, hewqas tecrîd, hewqas komplo, tolhildan, kîn, teşqele, derew, nîq, kemîn û davik, kevirên avakirina dojeha Kurdan e. Tenê hişmendiyek, hewngîriyek û mejiyek dikare van kiryarên derî ademiyet û derî nirx û exlaqê mirovahiyê bike pratîkê. Faşîzm!... Yan jî mêjiyekî nexweş! Bi vê jî dixwaizn ku hêviyên gelê Kurd û îardeya gelê kurd têk bibin.
Îro gelê Kurd, li dijî faşîzma reş, şer dike. Şerê gelê Kurd meşrû ye û bingeha şoreşa li heremê jî ava kiriye. Pêwiste entelektuel û rewşenbîrên Kurd jî tevlî şer li dijî faşîzmê bibin.
Qedera gelê Kurd bi cografya Kurdistanê û bi Haraketa Azadiya Kurd ve girêdayî ye. Cografya Kurdistanê hevîrê hebûna gelê Kurd e; Haraketa Azadiya Kurd jî çarçoveya dîroka cografya Kurdistanê ye. Du tiştên ku hevûdin temam dikin û yek bêyî ya din nabe. Yanî têkoşîna berdewamî û dijwar. Bê çawa li dijî Mussolînî, li dijî Salazar û Franco têkoşîn hate kirin, pêwiste li dijî Erdogan jî têkoşîneke dijwar werê kirin.
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Dengê axînekê ji dilê min tê, bi hevaltiya hevalan re ez fêrî axînkişandine bûm. Hinek heval ji min re bûn mamosteyên jiyanê. Ez fêrkirim ku bi pênûsa hevaltiyê jiyanê neqişbikim. Ruhê min geşkirin, bi hevaltiya xwe ez kirim xwedî wicdan, yek ji wan jî hevala Bêrîtan Şîn bû. Roja ku hevala Bêrîtan Şîn hate tabûra me li bîra mine. Çavên wê, sîmeyên wê, gotinên wê bala min kişand. Êşa ku jinên Kurd dikişîne min di çavên wê de didît. Hezkirine dilê jinê min di ruhê wê de hîsdikir. Jineke gelekî jêhatî bû. Ew jî mîna gelek jinan jiyana xwe fedayî xwişk û birayên xwe kiribû. Gava ku ez pêre diçûm wezîfeyekê min ji xwe şermdikir û min ji xwe re digot “min çima weha arzan jiyankiriye”. Şehîd Bêrîtan li gundê Bêrî yê girêdayî Mako ji dayîkbibû. Birastî bêhna jinên kedkar ji wê dihate. Hîna xwişk û birayên wê di temenekî biçûk de ne, dayîka wê nesaxdikeve û hevala Bêrîtan jiyana xwe fedayî wan dike. Şûna dayîka xwe karê malê dike, ji bona ku xwişk û birayên xwe mezin bike dixebite. Her êş û janeke ku jiyankiriye bi qermîçokên riwê xwe re vedişêr e. Tenê ji bona ku xwişk û birayên wê biçin dibistane bi roj û şev dixebite. Li axînên dayîka xwe guhdar dike, rondikên çavê xwişk û birayên xwe paqijdike. Dilê wan şad dike û jiyanê bi wan dide naskirin. Êşên wê bi zeman re diherikin. Dilbirîn dibe û ji jiyana xwe nememnûne. Dizane eger mîna jineke civakê jiyanbike ewê bibe mulkê zilamekî, ji ber vê yekê herdem hewldide ku nezewice û ji wê jiyanê rizgarbibe. Bêrîtan Şîn di heman demê de naxwaze ku her du xwişkên wê bizewicin û bibin mulkê zilamekî. Ji xwişkên xwe re dayîk, xwişk û hevala. Tenê ji bona ku xwişk û birayên wê ji bedewbûna jiyanê mehrûm nemînin, jiyana xwe fedadike. Xwişk û birayên wê nekêm nan û xwarin ji destên wê dixwin. Xwişka xwe Nalîn fêrî ferşçêkrine dike û wê herdem diparêze. Piştî ku Bêrîtan Şîn hevalan nasdike hatine çiyan çêtir dibîne û berê xwe dide warê leheng û qehremanan. Çîroka her du xwişkan Bêrîtan û Nalîn di rêka çiyan de destpêdike. Gava ku berê xwe dide çiyan xwişka xwe Nalîn jî bi xwe re tîne. Bêrîtan Şîn û xwişka xwe Nalîn sala 2007 an bi hev re tevlî nava refên gerila dibin. Bi hev re şervantiya nû dibînin, lê belê kesek nizane ku herdu xwişkên hevin. Hevala Bêrîtan dixwaze ku Nalîn fêrbibe bê wê jiyanbike. Dizane ku her yek ji wana wê biçe herêmekê. Hevala Bêrîtan Şîn berê xwe dide herêma Behdînan û ji Nalîn dûrdikeve. Bi rêya name nivîsandine agahî ji Nalîn digire. Lê belê hesreta wê ewe ku rojekê Nalîn bibîne. Piştî çar salan Nalîn dibîne û dinêre ku Nalîn bûye gerilayeke gelekî xurt. Her kêlî û rojeke ku Bêrîtan Şîn jiyankiriye ji hevalan re bûye bîranîn. Di tabûrê de herkesî jê hezdikir. Ji bona ku kêmasî di karên wê de dernekevin gelekî hewldida û xwe diwestand. Ji zor û zehmetiyan neditirsiye. Di tengaviyê de bi hevalên xwe re dostbû. Eger ku kêmasî di karê wê de derketibane, nikarîbû xwarin bixwe yan jî bikene. Wicdanê wê qebûlnedikir, fêrbibû ku herdem di karê xwe de serkeftî be. Berî ku tevlî nava refên gerila bibe xwendin û nivîsandine wê nebû. Li çiyan xwe fêrî zimanê kurdî kir. Hesreta wê bû ku bi xetên destê xwe nameyekê ji bona Nalîn binivîsîn e. Dixwest bi lênûsa xwe re jiyana xwe ya gerilayetî parvebike. Sala 2010 hevala Bêrîtan Şîn tevlî perwerdeya Akademiya şehîd Bêrîtan bû. Hîna perwerde bi dawî nebibû Bêrîtan Şîn rext û çeka xwe ji bona piratîkê amadekiribû. Bi moralekî mezin wêne û lênûsa xwe ji xwişka xwe Nalîn re rêkir û berê xwe da çiyayê Zagros. Cara dawiyê min wê dît li ser rêka Zagros bû. Moralê wê gelekî bilind bû, ji min re got “ ezê biçim Zagros bedewbûna çiyan bibînim, biçim piratîkê û tevlî şerbibim. Ezê ji çiyayê Zagros name ji we re bişînim.” Lê belê hevala Bêrîtan negihîşt ku name ji me re binivîsîne. Sala 2011 an bi 35 hevalan re di çalakiya Çelê de şehîdket. Berî ku name ji me re binivisîne, me xebera şehadeta wê bihîst. Min ticarî xwe amade nekiribû ku ez bibihîzim hevala Bêrîtan Şîn şehîdketiye. Lê belê dilê min destek nade ku ez hestên xwe yên di wê kêliyê de bînim ziman. Tenê min mafê xwe didît ku ez di jiyanê de xwedî li bîranîn û kesayeta şehîd Bêrîtan derbikevim. Bîranînên ku me bi hev re jiyankirî roj bi roj dihatin ber çavên min. Min dengê ahenga jiyanê di wan kêliyan de bihîst. Her çiqasî ew kêlî bi êş bin jî lê belê hêzekî mezin da min.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di şeva 19’ê Çile de êrîşa bombeyî ya li navenda Colemergê hate lidarxistin û di encamê de xortekî Kurd jiyana xwe da tu têkiliya wê bi gerîla yê me re tuneye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê Çile de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî nuqteyeke polîsan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hate lidarxitin. Di encama çalakiyê de polîseke tîmê taybet ji aliyê gerîla yê me ve hate kuştin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û raya giştî re!
Di Kanûna 2011’an de li herêma Cûdiyê di navbera gerîla yê me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnên dijwar qewimî bûn û di van pevçûnan de jiyankirina şahadetan û birina cenazeyan a Meletiyê di çapemeniyê de derbas bibû.
- Ayrıntılar