Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk bi top û obusan êrîşên li ser qadên gerîla yên li herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Garê dewam dike.
Her wiha li hin deveran jî teqemeniyên qedexekirî hatin bikaranîn, li Girê Zengilê jî bi balafirên şer bombardûman hate kirin.
1. Pêkanînên Artêşa Tirk;
— 17'ê Gulanê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê bi teqemeniyên qedexekirî û 18'ê Gulanê jî li herêma Garê qada Girê Zengilê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— Di navbera 13 û 18'ê Gulanê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran; li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 3 caran ji aliyê artêşa Tirk ve bi kepçeyan bû hedefa êrişê û hewl hate dayin ku bêne hilweşandin.
— Di navbera 14 û 18'ê Gulanê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolanê; li Herêma Garê qadên Kanî Sarkê, Girê Kun, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê Sîser, Girgaşê, Yekmalê, Girê Zengil, Girê Reşît; li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî; li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi top û obusan hatin bombekirin.
— Di navbera 15 û 18'ê Gulanê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hêzên artêşa Tirk hewl dan hêzên me tehrîk bikin û bi vê armancê bang kirin.
2. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di çarçoveya mafê parastina rewa de bi teknîkê bersiv dan êrîşan. Agahiyên berfireh ên bersiva hêzên me bi vî rengî ne;
— 16'ê Gulanê saet di 13:30 û 15:17'an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi teknîkê li hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn hate xistin; wesayiteke zirxî û sîstemeke çekan a Korkût a li ser hate îmhakirin; derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate xistin.
— 16'ê Gulanê saet di 13:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi teknîkê li wan hedefan ahte xistin ku li Qada Berxwedanê ya Sergelê di pozîsyona êrîşê de bûn û derb li çeperekê hate xistin.
— 18'ê Gulanê saet di 14:00 û 15:10'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi teknîkê li kepçe, obus û çekên giran hate xistin ku êrîşî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin.
3. Di 29'ê Nîsana 2025'an de li derdora gundê Musê yê Makûyê welatparêzê hêja Tahîr Aşrûn ê ji Mala Huseyîn Bekî ya ji eşîra Sakî ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku Tahîr Aşrûn ê hêja bi şaşitî û di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da, em gelekî êşiyan. Em êşa malbata xwe ya dilşewat ji dil hîs dikin û parve dikin. Bila gelê me, eşîra Sakî ya welatparêz û malbata me ya Aşrûn a hêja zanibe ku ti neyartiya me û Tahîr Aşrûn tine ye û bi ti awayî hedef nehatiye girtin, bûyer ji ber qezayê qewimî ye. Em careke din ji malbata Aşrûn ku ewladê xwe ji dest da û Mala Huseyîn Bekî re sersaxiyê dixwazin.
20'ê Gulan a 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG